29 juli 2013

Kurdan dewleteke kurd ya serbixwe bi dijmin daye qebûlkirin lê serokên wan qebûl nakin

Me dewleteke kurd ya serbixwe bi dijmin daye qebûlkrin, lê hîn bi serok û siyasetmedarên xwe nedaye qebûlkrin

Di rojnameya Tarafê da Tugba Tekerek bi Wezîrê karûberê derve yê AKP-ê y ê kevn Yaşar Yakiş ra hevpeyvîneke muhîm kiriye.
Yaşar Yakiş, ji bo xeyala kurdan ya avakirina dewleteke serbixwe dibêje:
”Miletekî hewqasî mezin xeyaleka wî ya dewleteke serbixwe heye. Ev xeyal meşrû ye,
dibê meriv viya qebûl bike. Ev yek ewê çawa birast bigere(pêk were) wiya Xwedê dizane, girêdayî şertan e. Li Îraqê herêma otonom ji xwe ava kirine. Li Sûriyê ji nuxteya gihîstinê zû bi zû paşda naçin. Rejîma Esed qezenc bike jî ewê nikanibe zêde tiştekî empozeyî wir bike. Heger hûn bibêjin Kurdistana serbixwe ewê kînga ava bibe?, ev merhele ewê hêdî hêdî dom bike…”
Piştî van gotinên Yakiş, Tugba Tekerekê jê pirsîye, gotiye:
”Xeyalên kurdan meşrû ye, him jî dikane pêk were, ne wisa?”
Yakiş, bi bîranînekê bersîva vê pirsê dide, dibêje:
”Dema li meclîsê ez serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê bûm, ji Îraqê heyteke hatibû. Ji min ra gotin, li Îraqê gotinek heye, dibêjin, ”Şîî bi zincîran li xwe dixin, kurd xeyalan dikin, sunî îdare dikin.” Nuha em ne di wê rojê da ne. Kurd erê xeyalan dikin, lê belê li pey(li dû)tiştên ewê nebin(tiştên ne mimkûn) na bezin.”
Hinekî dirêj bû lê belê tişt nebe, Yakiş li ser pêşeroja kurdan tiştên girîng dibêje.
Wek tê dîtin, dijminên me jî êdî xwe ji bo dewleteteke kurd û Kurdistana serbixwe amade kirine. Wan jî êdî baş fêm kirine ku roja avabûna dewleta kurd û Kurdistana serbixwe hêdî hêdî nêz dibe, ew çi bikin jî ev dewlet ewê ava bibe.
Dijminên me xwe ji bo dewleta kurd hazir kirine, lê serok û siyasetmedarên me yên bakur û başûr hîn xwe ji bo tiştekî wiha hazir nekirine, ew hîn jî beyanên li dijî dewleta kurd û Kurdistana serbixwe didin…
Rojê yek li dijî dewleta kurd beyanekê dide û dibêje ”kurd dewletê naxwazin…”
Mustafa Karasû, camêr îro wa ye hinekî din jî pêşda çûye û gotiye, ”Di îdeolojiya Serok Apo da, felsefeya wî da îktîdar û dewletbûn tuneye.”
Û dema Serok nexwaze, maneya xwe ew e ku kurd jî naxwazin...
Qey ev jî bêtalihiya miletê kurd e...
Siyasetmedarên xelkê ji bo ku gelê xwe bikin xwedî dewlet siyasetê dikin, yên me ji bo ku gelê xwe nekin xwedî dewlet siyasetê dikin...
Û di ser da nabêjin em jî, dibêjin ”kurd naxwazin.” Tu dibêjî belkî ev yek ji hemû kurdan pirsîne, ya jî referandûm çêkirine haya me jê tuneye…
Dijmin dibêje daxwaza kurdan ya dewleteke serbixwe meşrû ye, heqê kurdan e, lê serok û siyasetmadarên me hîn viya nabêjin, hîn vê daxwazê meşrû nabînin.
Yanî dewleta ku ji her kesî ra heq dibînin, ji me ra wek qebhetê dibînin.
Bi kêmanî wek Yaşar Yakiş nabêjin weleh dewleteke serbixwe haqê me ye û ev heq jî heqekî meşrû ye, lê îro ya em nikanin bigrin ya jî em nuha naxwazin.
Welhasil, me dewleteke kurd ya serbixwe bi dijminê xwe daye qebûlkirin, lê hîn bi serok û siyasetmedarên xwe yên bakur û rojava nedaye qebûlkrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE