24 juli 2013

Tirkiye çi bike jî ewê dewleta kurd bibîne

Di şerê Sûriyê da rastiyek êdî baş derketiye ortê, tu derew û tu demagojî nikene vê rastiyê veşêre; Tirkiye bi riya qatil û çeteyên El Qaîde, El Nusra û yên din li herêma Serêkaniyê, li Girê Spî li hemberî kurdan şerekî mezin dide meşandin.
Tirkiye ji dêlî ku eşkere, bi tank û topan û artêşa xwe êrîşê bibe ser kurdan û bi wan ra têkeve nava şerekî eşkere, çeteyên El Qaîde û El Nusra bera pêxîla kurdan dide, bi riya van çeteyên har şerê kurdan dike, gund û bajarên kurdan wêran dike, serê kurdan dide jêkirin.
Ji bo veşartina vê rastiyê heta ji Dvutoglu û Arinç tê bira her roj bextê xwe xera bikin, bira di telewîzyonan da demagojiyê û derewên bi boçik bikin pere nake, kurd vê neyartiya Tirkiyê pir baş dibînin. Li Sûriyê yên li hemberî kurdan şer dikin çeteyên Tirkiyê ne…
Nuha, dema hukûmeta AKP-ê dibîne ku çeteyên El Qaîde û El Nusra nikanin zora kurdan bibin û Kurdistanê ji dest wan derxin, îcar ew bi xwe haziriya mudaxeleyekê dikin, dibêjin ewê berê bala PYD-ê û serok Mesûd Barzanî bikşînin, hin gefan li wan bixwin, lê ku dîsa jî pere neke û kurd hukûmeta xwe îlan bikin, wê demê ewê bi leşkerên xwe têkvin Kurdistana rojava.
Gelo bi rastî jî ewê biwêribin tiştekî wiha bikin ya na ez nizanim, lê ku bikin jî ewê li zirarê derkevin, dû ra ewê poşman bibin. Tirk çi bikin jî nikanin rê li ber azadiya kurdan û hukmê tarîx bigrin. Kurd ewê xweji bindestiyê xelas bikin û Kurdistan ewê çê bibe.
Di êrêşeke li hemberî kurdên rojava da temamê kurdan, lê bi taybetî jî kurdên başûr jî ewê bibînin ku dijminê herî mezin û herî har Tirkiye ye, heta ku kurdên bakur azad nebin li tu derekê ewê rehetî ji kurdan ra tunebe. Tirkiye ewê nehêle li tu beşê Kurdistanê kurd azad bibin.
Çare dimîne veqetandina ji Tirkiyê.
Siyaseta tirkan ya nîjadperest, ya înkar û îmhayê kurdan mecbûrî vê riyê dike.
Netîce, hukûmeta AKP-ê çi bike jî beyhûde ye, ewê nikanibe rê li ber herikandina tarîxê û guherînên civakî bigre, kurd miheqeq ewê xwe û welatê xwe azad bikin. Ev yek êdî zarûrîyeteke tarîxî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE