04 augusti 2013

Dîsa derbederî û qetlîam bû para kurdan



Dîsa mirin, qetlîam, malwêranî, koçberî, qîrîn û hawar û girî bû para kurdan.
Dîsa kurd bi çol û çepelan û bi serê çiyan ketin, dîsa kurd derbeder bûn, dîsa xwîna kurdan axa Kurdistanê sor kir, dîsa termên zarokên kurdan ji teyr û tuyan ra bûn qût…
Û dîsa kurd li hemberî wahşet û hovîtiyên çeteyên dewleta tirk û ereb mecbûrî liberxwedanê û şer bûn.
Dîsa keç û xortên kurd rext û tivingên xwehilgirtin û li hemberî hovan û zebaniyên xwînxwar daketin kozikan û dest bi parastina welatê xwe û namûsa xwe kirin…
Şervanên azadiyê, birayên min yên Rojava yên bi xîret û bi namûs, ez ne di nava we da me, lê dilê min bi we ra di şer da ye…
Serkeftin ya we ye, ya însanên bi heq û mezlûm e. We çavê xwe bera mal, welat û namûsa kesî nedaye, we êrîş nebiriye ser kesî, hûn tenê dixwazin wek kurd bijîn, lê siyasetmedarên tirk û ereb qebûl nakin, dibêjin gerek li vê dinyayê miletekî bi navê kurd nemîne.
A sebebê cîhada wan ya li hemberî me ev e, ji ber ku em kurd in, kurd hatine dinyayê dijminên me li hemberî me cîhadê îlan dikin, me qetil dikin, canê me, malê me û namûsa me li mislimanan helal dikin.
Ji bo ku li vê dinyayê em kanibin wek kurd bijîn, dibê em bibin yek û li ber xwe bidin.
Ya emê hustuyê xwe dirêjî bin kêra celad bikin ya jî emê li ber xwe bidin…

XXX
Dibêjin Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê gotiye ewê 6 hezar pêşmergeyên xwe bişîne hawara birayên xwe yên kurdên Rojava.
Bira ne şeş hezar, bira şeş kes bin, ya muhîm ne hejmar e, ev şiûr û ev biryar e.
Serok Mele Mistefa Barzanî û bi hezaran kurdên başûr û bakur jî çûbûn hawara kurdên Rojhilat û Komra Kurd ya Mahabadê.
Kî dikane çi alîkariyê bike dibê îro texsîr neke bike. Yên dikanin herin şer, dibê herin şer bikin, yên dikanin guleyeke keleşê, pariyek nan bişînin, dibê wê bikin. Yên dikanin haya cîhanê bigihîne vê zulma li kurdan dibe, dibê viya bikin.

XXX
Gelo hûn dizanin ev li vê DUNYA pûşt, bêbext û bênamûs çima her kes hewqasî xêrnexwaz û dijminê me ye?
Li vê DUNYA bêbext bêyî kurdan dost û dilxwwazê her miletî heye, tenê yê me kurdan tuneye.
Ez nizanim me çi xerabî bi xelkê kiriye?

XXX
Qumandarê herêma Helebê yê Artêşa Sûriya Azad El Egidi gotiye, ”Dema qelandina koka kurdan hatiye, êdî wext e ku meriv wan ji van erdan derînin.”
Ji xwe hovîtiyên rojên dawî jî bi vê armancê tên kirin, dixwazin koka kurdan biqelînin.
Ev yek ne hedefa El Egidi tenê ye, hedefa hemû dijminên me ye. Dibê em kurd vê yekê baş bizanibin.
Heger hedefa Tirkiyê jî ne ev bûya, Abdulcebbar El Egîdî ne didan serê xwe û piştgiriyeke hewqas mezin nedidin wî û cepheya wî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE