18 augusti 2013

Mirina zimanekî mirina miletekî ye


Pir baş neyê zanîn jî li gelek deverên dinyayê mirina zimanan rastiyeke(heqîqeteke), ziman dimrin û bi mirina zimanan ra milet jî dimrin.

Li gorî hin hesaban li dinyayê ji 6000 hezar zimanî tenê 600 ziman di ewlekariyê da ne. Û 5400 zimanên mayî jî di xeterê da ne, heger tedbîr neyên girtin ev ziman hemû bi demê ra ewê bimrin, ji ruyê dinyayê wenda bibin.

Baş e gelo meriv dikane pêrgiyê li vê xeterê bigre, van zimanan ji mirin û wendabûnê xelas bike?

Di vî warî da dîtinên cuda hebin jî, lê zimanzan li ser tiştekî li hev dikin; dibêjin heger zimanek nebe zimanê perwerdê û cîlên nuh pê mezin nebin, ew ziman mahkûmî mirinê ye.

Zimanê kurdî jî(kurmancî, zazakî, hewramî, lûrî) di nava van 5400 zimanên li ber wendabûnê da ye.

Ya xerab haya piraniya kurdan ji vê xeterê tuneye, lê haya dijminê me baş jê heye. Û loma jî serokwezîr Erdogan tim dibêje ewê destûrê nedin perwerdeya zimanê kurdî, ewê qebûl nekin zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ji bo ku kurdî bimre û pê ra jî miletê kurd.
XXX
Ez nizanim çi nifir li vê axa rezîl bûye ku însanên wê li hemberî vê zulma dewleta tirk û vê jiyana bêşexsiyet hewqasî kor û bêxem in.
Ferdên miletekî çawa dikanin hewqasî ji zulimkar û celadê xwe hez bikin?
Ji bo buhostek erd pismamê xwe dikuje, lê li hemberî îşxala welatê xwe û yasaxkirina zimanê xwe qet bîna xwe teng nake.
Dema ez beyanên Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî yên derbarê kurdan da dixwînim û guhdarî dikim û dibînim ku kurd dîsa jî hevalbendiya wan dikin, madê min ji kurdbûna min digere…



XXX
Emer Faruk Kaya, li ser gotinên Erdogan yên derbarê xeteriya perwerdeya kurdî da bersîveke  ÎHB-ê neqil kiriye:
”Heger perwerdehiya bi zimanê min asasê dewleta te avakirîye dihejîne, ne xwe te dewleta xwe li ser erdê min avakiriye. Biteqizin ji welatê min.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE