11 september 2013

Dibê em rojeke salê bikin roja zimanê dayikê



KCK-ê (Koma Civakên Kurdistanê), bi beyanekê ji kurdan xwestiye ku hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan û dibistanên Tirkan boykot bikin.
Li Tirkiyê û Kurdistanê dibistan di 16-ê îlonê da vedibin û zarokên kurd ewê her sibe dîsa bi sonda ”Ez tir kim, rast im, xebatkar im, bira hebûna min qurbana hebûna tirk be” dest bi perwerdeyê bikin.
Ev perwerdeyeke rasîst û îdeolojiyeke faşîst e, dibê kurd bi şîdet li dijî vê perwerdeya nîjadperest derkevin û nehêlin zarokên wan bi vê perwerde û îdeolojiya nîjadperest jahrdadayî bibin.
Ez bi xwe bi dil û can piştgiriya vê banga KCK-ê dikim û ji hemû nas, dost û merivên xwe jî daxwaz dikim ku ew piştgiriyê bidin vê banga KCK-ê û zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanên tirkan.
Dibê kurd nîşanî hukûmetê û dewleta tirk bidin ku ew hew vê rasîsmê û vî sûcê li hemberî însaniyetê li ser xwe zarokên xwe qebûl dikin.

XXX
Li Anqereê zîrveya hukûmetê dîsa bi lez û bez dicive. Di bin serokatiya Erdogan da ewê civîna ewlekariyê were çêkirin.
Hêlîna bûmê giş bûbû zîlq, çêlikên wê jê ra gotin dayê, hêlîna me di nava zîlqê da maye, em ji bînê gêj bûn, her dera me di zîlqê geriyaya, were em vê hêlîna xwe biguhrînin û ji xwe ra hêlîneke nuh ya paqij ava bikin.
Dayika wan keniya û got, zarokno, bi xwedê heta ku ev qûn ya me be, em kîjan hêlînê ava bikin jî ferq nake, piştî demekê ewê dîsa di guyê me da bimîne…
Ya tirkan jî ev mesele ye, heta ku ew dev ji siayseta xwe ya nîjadperest ya wendakirina kurdan bernedin, ew her roj ”civinên zîrvê” çêkin jî ferq nake…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE