05 september 2013

Gava meriv şerm neke



Husên Duzen dîsa şûrê rastiyê kişandiye û perda ser ruyê hin hevkarên dewletê rakiriye. Ez bi xwe tehamul nakim li malpera Mûrad Ciwan binêrim, lê li gorî Duzen dibêje ew nuha jî bûye karkirê Ajansa Anadoliya dewleta tirk.
Min bi xwe jî texmîn dikir ew di bin vî îşî da ye. Û bi baweriya min ji dewletê ra gelek karên din jî dike.
Bi ya min her tişt ji wî merivî tê, ne karkir, heger wî bikin mudûrê giştî yê Ajansa Anadoliyê jî ewê li dilê xwe xe. Wî carê biryara xwe daye, êdî ew ji tu tiştî şerm nake.
Lê ya muhîm ne ew e, kurd in, gelek kurd hîn qedir û silavê didinê.
Bifikirin ku Mesûd Barzanî, Celal Talabanî ji serokatiya partiyên xwe îstîfa bikirana û wek Mûrad Ciwan bibûna karkirên telewîzyona Îraqê.
Ya jî Kemal Burkay bibûya karkirê Ajansa Anadoliyê. Gelo kurdan ewê ji van serokan ra çi bigotana û çi nav lê kirana?
Ji ber ku Mûrad Ciwan jî wextekê weke van serokan, serokê partiyeke kurd bû û bi van serokan ra rûdinişt û li dijî dewleta ku nuha pê ra dixebite cepheya netewî çê dikir.
Lê li gel vê jî kêm kes ji Mûrad Ciwan ra vê hevkariya wî ya bi dewletê ra şerm dibîn.
Ê qey bi guherîna dinyayê ra normên me jî hatine guhertin,


XXX
Xelkê welatê me ji me stendiye û em jî kirine xulamên xwe, lê dîsa jî ne xema hinekan e...
Wezîrê Karûbarên Hundur Mûammer Guler, li ser pirsa parlamenterê CHP-ê Velî Agbaba gotiye heta 1-ê sibata sala 2013-an hejmara cerdevanan 46 hezar û 195 e. Guler, derbarê meaşê cerdevanan da jî agahî daye û gotiye, cerdevan mehê 849 TL yê tirk meaş distîne û ji vî pereyî tu bac nayê stendin.
Yanî bi kêmanî 46 hezar kurd ji bo 849 lîrayê tirk sîlehên dijminê xwe hildana destên xwe û pê zarokên ji qewmê xwe, ji eşîra xwe, zarokên nas, dost û havalên xwe dikujin.
Belê, 46 hezar(bi îhtîmaleke mezin ev hejmar zêdetir e) kurd ji bo çend qurişên rezîl xîret, xurûr û heysiyeta xwe ya însanî û netewî xistine bin nigan û bi dijminê xwe ra devê tivingên xwe dixin sînga(qefesa)zarokên xwe.
Hin mahcir ji Asyayê, ji Qafqasan û Balkanan ji ber xellkê reviyan û hatin welatê ji me stendine û em jî ji xwe ra kirin xulam.
A 46 hezar kurd sîlehên van mahciran ji bo çend quriş pere hildane û pê him birayê xwe dikujin û him jî sîstema xulamtiya xwe diparêzin.
Ev 46 hezar û 195 kes cerdevanên dijmin yên çekdar in, li alî din bi hezaran cerdevanên siyasetê jî hene. Ew jî ji dêlî ku ji bo azadiya welatê xwe bixebitin û bibin rêvebirên welatê xwe, piştgiriyê didin dijmin û jê ra berdevkiyê dikin.
Welhasil ji însên baştir û rezîltir mahlûq tuneye…

XXX
Heger di vêd sedsala 21-ê da em kurd hîn jî bindest û bêdewlet in ev hinekî jî sûcê me ye. Ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet, ne em rindikî yekîtiya xwe çê dikin û ne jî dev ji paşmêriya dijmin berdidin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE