03 september 2013

Vana şîretên xerab in



Hin dîndarên kurd yên hevkar û hevalbendên AKP-ê di kanalên telewîzyonên dewletê da ji kurdperweriya rewşenbîrên kurd aciz in, gazinan dikin, dibêjin ”rewşenbîrên kurd di van demên dawî da pir neteweperestiyê dikin, gotina kurd û Kurdistan qet ji devê wan da nakeve. Ev jî tiştekî ne baş e, tesîreke nebaş li aliyê din jî dike” Û hin gazinên din yên bi vî rengî…
Diyar e şiyarbûn û kurdperweriya hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurd rehetî û menfeeta van kesan tehdît dike. Berê dikanîbûn bi hin demagojiyên kurdayetiyê yên sivik û bi çend meqaleyên kurdî hevkariya xwe ya bi dewlet û hukûmetê ra veşartana. Lê nuha bi şiyarbûna kurdan ra, bi pêşketina fikrên kurdperweriyê ra cî li wan teng dibe, xelk bi dilsozî û hevkariya wan ya bi dijmin ra dihese û wan baştir nas dike.
Yanî êdî wek berê nikanin kurdayetiyê û hevakriya xwe ya bi dijmin ra bi hev ra bimeşînin, karê wan, dûzana wan hinekî xera bûye. Kelk êdî hêdî hêdî dibîne kî di praktîkê dilsozê dijmin e û kî yê kurda ye?
Ji kurdpereriya kurdan aciz in, dixwazin kurd zêde qala kurd û Kurdistanê nekin, qala wekheviya siyasî nekin, tenê li ber tirkan bigerin, hustuyê xwe xwar bikin û wek parsekan destên xwe li ber Erdogan vegrin, wî çi xist mista me dibê em îtîraz nekin. Ji ber ku ev îş bi carê da nabe, hêdî, hêdî, dibê em hukûmetê jî fêm bikin û nizanim çi û çi…
Tirk dilê wan çi bixwaze wiya dibêjin, bîstûçar saeetan propagandeya tirkîtiyê û nîjadperestiyê dikin, heqaretên nemayî li kurdan dikin, kes ji wan ra nabêje wiha nekin, dev ji propagendeya tirkîtiyê berdin, hinekî jî li kurdan bifikirin, bi van kirinên we kurd diêşin.
Li Tirkiyê hîn navê Kurdistanê yasax e, kurd hîn nikanin û newêrin di platformên resmî da, di kanalên telewîzyonan da navê Kurdistanê bikar bînin. Ma bira nebêjin em kurd in û mafên xwe dixwazin?
Lê ev gazin û şîretên hevalbendên hukûmetê jî nîşan didin ku kesên kurdperwer li ser riyeke rast in, dibê ji nuha û pê va meriv bêtir qala kurd û Kurdistanê bike û bi tirkan ra wekheviya di her warî da bixwaze.
Heger em û tirk emê bi hev ra bijîn, dibê di her warî da em xwediyê eynî mafan û heqan bin…

XXX
Em kurd ji xwe ra kûsiyan û ji xelkê ra jî masiyan digrin
Di medya sosyal da xeberek heye, dibêjin serokê filistîniyan Mahmûd Abbas gotiye, ”Heger li Sûriyê rejima Esed bikeve ewê zirareke mezin bi xwe ra bîne, ewê bibe sebebê avabûna dewletek kurd.”
Ez baş nizanim wiha gotiye ya na, lê dikane bibêje. Ji ber ku Yasar Arafat û serokên filistîniyan yên din berê jî tiştên wiha gotine. Filistîniyan ne tenê tiştên wiha gotin, di dema şerê Îraqê da alîkariya Seddam jî kirin.
Lê kurdên me yên reben û bêşiûr hîn jî li Diyarbekrê, li Mêrdînê, li Rihayê û gelek bajarên din bi sedhezaran ji bo azadî û serxwebûna filistîniyan meşên mezin çêdikin.
Em kurd ji xwe ra kûsiyan û ji xelkê ra jî masiyan digrin û weselam…
Miletê ku dost û dijminê xwe ji hev negerîne û ji dijminê xwe ra li çepikan xe ew milet tu carî nikane bi ser keve…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE