16 oktober 2013

Dewlet di TRT6-ê da serokên kurdan bi hev diguherîne



Dewlet di TRT6-ê da siyasetmedar û serokekên kurd bi hev diguherîne, teskereya yekî dide dest, yekî nuh digre dewsê. Yanî bi buhayekî pir erzan yeko yeko pûç dike.
Min nizanîbû, ez nuh fêr bûm ku îcar jî Îbrahîm Guçlu di TRT6-ê da dest bi kar kiriye. Hukûmeta AKP-ê TRT6 kiriye wasîteya teslîmgirtinê, nêçîra xwe bi TRT6-ê dike.
Wê rojê di TRT-ê da ez rastî programa Şehmus Çakan û Îbrahim Guçlu hatim. Ji mijarên li ser dipeyivîn yekî ”pakêta” hukûmetê bû. Min bala xwe dayê ku Îbrahîm Guçlu ne Îbrahîmê berê ye, pir nerm bûye û li hemberî hukûmetê pir bi îhtîyat dipeyive. Wek siyasetmedarekî dilsozê AKP-ê pesnê ”pakêta” hukûmetê dide.
Guçlu ji Şehmûs ra digot, naveroka ”pakêtê” ji daxwazên Ocalan pir pêşdatir e, ”hebûna kurdan hatiye naskirin, rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vebûye” û gelek tiştên din…
Îbraîhîm Guçluyê berê yê pir radîkal, şervanê Kurdistana serbixwe û neyarê dewleta tirk çûbû, Îbrahîmekî din hatibû dewsê.
Li hember van gotinên wî ez matmayî mam, min got dibe ku ez şaş dibihîzim ya jî ev Îbrahîmekî din e, qey çavên min şaş dibîne…
Min ev mesele pêr ji hevalekî ra qak kir. Hevalê min ji min ra got, ma qey tu nizanî Îbrahîm Guçlu êdî di TRT6-ê da bi Şehmus Çakan û Aziz Îstegun ra programan çê dike.
Li hemberî vê agahdariya hevalê min, devê min ji hev çû, ez çûm dinya wî alî…
Min ji xwe ra got, merivekî wek Îbrahîm Guçlu çawa here bi Şehmûs Çakan û Azîz Îstegun ra di telewîzyona dewletê da programan çê bike?
Min nexwest bawer bikim.
Ji bo ku rastiyê fêr bibin, min îro di înternetê da hinekî bala xwe da vê meselê, gelo ev agahî rast e ya na?
Min dît ku rast e, bi rastî jî Îbrahîm Guçlu bi Şehmûs Çakan û Azîz Îstegun ra di TRT6-ê da dixebite.
Destarê Erdogan jî qet nasekine, dihêre û dihêre. Diyar e Erdogan dixwaze demekê jî birêz Guçlu bi kar bîne…
Dinya çi xerîb e, em ji ku hatin ku?
Siyasetmedar û serokên ku do navên wan Tirkiye dihejand, keç û xortên kurd bi nîvgotina wan diçûn mirinê, îro ketine çi halî.
Ew Îbrahîm Guçluyê ku di wext û zemanekî da serokê hêzekê bû, li hemberî vê dewleta ku nuha ew girtiye kar, bi xelkê ra cephe çê dikir, dixwest li hemberî vê dewleta ku welatê wî Kurdistan îşxal kiriye dest bi şerê çekdarî bike…
Lê îro ew Îbrahîm Guçlu di telewîzyona vê dewletê da dixebite û pesnê ”pakêta” serowezîrê vê dewletê dide.
Îbrahîm Guçlu, di micadele û şerê li hemberî dewletê da xwedî îdîayên pir mezin bû, merivekî gelkî radîkal û dobre bû. Ji doza Kurdistana serbixwe qet danediket jêr.
Guçluyê ku do bi şûran nedihat xwar, hevalên wî hêviyên pir mezin jê dikirin nuha di telewîzyona dewletê da bi pera dixebit û ”pakêta” hukûmetê diecibîne, ji daxwazên Ocalan pêşdetir dibîne.
Em ferz bikin ku Ocalan qet tiştekî naxwaze û ev ”pakêt” bi rastî jî ji daxwazên wî ”pêşdatir” e. Baş e Ocalan naxwaze tu bixwaze, ma tu jî ne serokekî berê û siyasetmedarekî kurd î? Ka tu ji bo kurdan çi dixwazî?
Ka ev ”pakêt” çi mafî dide kurdan?
Dev ji Ocalan berde, tu ji bo kurdan ji dewletê, ji hukûmetê çi dixwazî?
Tu him di telewîzyona dewletê da bi pera kar dikî û him jî Ocalan naecibînî. Ma tiştê wiha dibe?
Dema meriv vê rewşa trajîk ya hin siyasetmedar û serokên kurdan dibîne giriyê meriv tê, meriv hîn nuh fêm dike ku di wexta xwe da me çi xwelî li serê xwe kiriye û ji bo çi heta nuha em bi ser neketine…

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê xorasanî do dev guherand, dev ji xorasanê berda îcar xwe gîhand Hz. Muhamed, got ew ji zuriyeta Pêxember e.
Tobe tobe, nuha ez ji vî heramzadeyî ra çi bibêjim!
Lawo weleh tu ji kîjan zuriyetê be jî axirê tu ne tu meriv î, tu 5 buhayê seriyek pîvaz jî nakî û weselam…

XXX
-Gava lîstik diqede şah jî, piyon jî dixin eynî qutiyê.

Socrates

XXX
Nivîskarê fransisz yê bi nav û deng Montaigne gotiye,
Ji bo serketinê ”dibê meriv ji doza xwe mezintir be.” Rast e, kesên ji doza xwe ne mezintir bi xwe ra dozê jî biçûk dikin.

XXX
Ji ber ku Elyezer bin Yehûda yê cihûyan hebû, cihû ji gorrê rabûn û bûn milet û dewlet.
Heta ji me kurdan jî Elyezer bin Yehûdayek ranebe em kurd ne dibin milet û ne jî xwedî dewlet.
Gorrbuhuştê Celadet Bedirxan ev yek dît, lê felekê nehîş t, zû çû rahmetê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE