26 oktober 2013

Erdogan li ber deriyê Malikî ye

Erdogan dawiya dawî kor poşman û bi hustuxwarî çû li deriyê Malikî xist û jê xwest wî efû bike û bi Anqereyê ra li hev were.
Bi qasî ku xuyaye îro bi çûna wezîrê karûbarê derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî, Malikî ev rica serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ya efûkirinê qebûl kiriye.
Wek tê zanîn piştî vekişîna Emerîka ji Îraqê, Erdogan bêtir xwe tevî karû barê Îraqê kir, li hemberî şîiyan piştgirî da sunniyan û xwest mezintiyê li Malikî bike.
Li ser vê zirzopiya Erdogan, nabêna Anqerê û Bexdayê xera bû û Erdogan Malikî bi “mezhebcîtiyê” û Malikî jî ew bi mudaxaleya karê wan û bi “provakatoriyê” îtham kir.
Lê nuha wa ye ev herdu “dijminên” demekê li ser rica Erdogan dikin li hev werin. Û bêguman ewê li hev werin jî. Ji ber ku exlaqê dewletan tuneye, kar û menfeeta wan çi bixwaze wiya dikin.
Erdogan merivekî bêkultur û ne medenî ye, zirzop e û bêtir ji zorê fêm dike. Dema xurt be dibe şêr û dema zeîf be jî dibe pisik.
Nuha dema dît ku bi zirzopoyê nikane bi Malikî, îcar çû xwe avêt dexlê wî, dixwaze pê ra li hev were.
Lê belê ev çerxirina Erdogan jî nîşan dide ku siyaseta wî ya Îraqê û Sûriyê ya li ser neyartiya kurdan tê meşandin îflas kir û li ser Tirkiyê gelkî buha rûnişt.
Pir ne dûr e ku di rojên pêşda Erdogan eynî ricayê ji Beşar Esed jî bike, bixwaze bi wî ra jî li hev were.
Çimkî bûyer wisa nîşan didin Esed ewê di demeke nêz da nekeve, ewê demek din jî li ser hukum bimîne. Loma jî pir ne dûr e ku Erdogan bixwaze bi Esed ra jî li hev were. Ji ber ku derdê Erdogan û Davutoglu yê herî mezin li Sûriyê jî kurd wek li Îraqê negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî desthilat.
Hêviya Erdogan ew bû ku ewê bikanibe vê yekê bi riya muxalefeta Sûriyê bike û loma jî bi hemû hêza xwe alîkarî dan muxalefeta Esed û çeteyên El Nusra û yên din.
Lê nuha gava dibîne ku Emerîka û Ewrûpa naxwaze Esed bi zor ji ser hukum da bixwînin, îcar çerx dike û dihere li deriyê Malikî dide. Lêdana deriyê Malikî heta dereceyekê haziriya lêdana deriyê Beşar Esed e jî.
Lê ev teqle û çerxkirina Erdogan ya li hemberî Malikî li der û li hundur ewê giranî û qirêdiya Erdogan daxîne.
Heger kurdên herçar perçeyên Kurdistanê li hev bin û xwedî îradeyeke siyasî ya mişterek bin, Erdogan dikane sibe dev ji vê siyaseta xwe ya neyartiya kurdan berde û here li deriyê PYD-ê, BDP-ê, PKK-ê û ya hukûmeta Kurdistanê jî xwe. Ji ber ku kurd îro xurt in û Tirkiye jî li herêmê bi tenê ye û gelek “dijminên” wê çêbûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE