29 oktober 2013

Ji bo ku kurd nebin kurd HDP ava kirin

HDP-ê donepêr(27/10-13) kongreya xwe ya yekem li Anqereyê çêkir. Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel bûn hevserokên HDP-ê.

Bi qasî ku tê gotin piştî hilbijartinên mehelî ya ewê BDP-ê bigrin ya jî bidin aliyekî û HDP-a çepên tirk têxin dewsa BDP-ê. Yanî ked û xebat gelê kurd ya bi salan bi lîstikê ewê bi avê da berdin. Mesela girtin û vekirina partiyan û tifaqa bi çend çepên tirk ra êdî lîstik jî derbas kir, bû komediyeke erzan.

Meriv meraq dike, di demeke ku BDP di nava kurdan da roj bi roj xurt dibe, çima dike were girtin?
Çima dikin kilîtê li deriyê BDP-ê xin û partiyek tirk ya bêşans, ku ewê tu carî nikanibe xurt bibe û bibe alternatîf derdixin hemberî kurdan?

Gelek sebeb tên rêzkirin, lê bi baweriya min sebebê esasî BDP zêde xurt bû, dixwazin ev hêz ji ortê rabe û kurd bêpartî bimînin.
Di warê legal da partiyeke kurdan tunebe û rayên kurdan herin partiyên tirk ya jî bişewitin.

Û pişî hilbijartinan jî dibê kurd di warê legal da bêrêxistin bin, hêza wan têkeve bin destê çend çepên kemalîst.
Ji her kesî bêitir hukûmeta AKP-ê dixwaze ji BDP-ê xelas bibe, loma jî ez dibêjim pir ne dûr e ku tiliya hukûmetê jî di vê projeya HDP-ê da hebe. Ji bo ku kurd di hilbijartinên pêşda bi xuertî û bi tifaqeke netewî nekevin hilbijartinan. Ji bo ke pêrgî li ber AKP-ê vebe, li Kurdistanê hêza herî xurt tasfiye dikin…

Kurd rayên xwe nadin HDP-ê û dibê nedinê jî. Tu feydeya kurdan tuneye ku çend tirkên din jî bişînin parlamentoyê.

BDP-ê heta nuha herçiqasî her tim siyaseteke tam kurd û Kurdistanî nedimeşandibe û carnan hin çepên tirk yên marjînal kiriybe reîs û parlamenterên kurdan jî, lê dîsa jî BDP li ber dilê min û piraniya kurdan partiyeke kurd bû û ji alî kurdan ve dihat îdarekirin.

Lê HDP ne partiyeke kurd e û ji alî kurdan ve nayê îdarekirin. HDP, partiyeke çepên tirkên kemalîst e. Û heger wek dibêjin BDP were girtin, bi milyonan kurd ewê herin partiyeke tirk û Ertugrul Kurkçu ya jî Onder ewê bibe serokê kurdan.

Yanî çawa di AKP-ê û CHP-ê da tirk serok û mezinên kurdan e, li vir jî ewê eynî tişt bibe; tirk ewê bibin mezinên kurdan.

Û kesên bi rayên xwe emê bikin serokên xwe jî kesên zugurd in, bêkes û bêhêz in; ew û rayên xwe ne. Lê ji ber ku tirk in dikin bibin mezinên kurdan.

Meriv fêm nake, çima kurd ewê nebin xwediyên partiyên xwe, çima ewê bi tirkan ra partiyan çêkin?

Li tu dereke cîhîna siyasetmedarên miletê bindest tiştekî wiha nakin, mirovên miletên serdest nakin serokên xwe.

Ma ne di salên 1960-î da me û tirkan riya xwe ji hev qetand û me got em kurd miletekî cihê û xwedî welatekî cihê ne, loma jî emê xwe cihê(ne bi tirkan ra) organîze bikin û me kir. Me partî û komeleyên xwe ava kirin.

Lê wisa xuyaye PKK(bi bawriya min ji PKK-ê bêtir, Ocalan, çep û elewiyên di nava PKK-ê da viya dikin)dixwaze vê dîrokê dîsa paşda bibe û kurdan dîsa têxe bin destê tirkan.

Heger çepên tirk hewqasî ji hevkariya kurdan hez dikin, bira herin nava PKK-ê bibin gerrîla û bi PKK-ê ras ser bikin.

Viya nakin, lê dixwazin bi rayên kurdan bibin serokên belediyan û parlamenter. Bi rayên kurdan bibin serok û mezinên kurdan.
Ma ji viya xweştir?

Lê ev yek ewê hewqasî ne hêsan be, kurd îcar ewê vê daxwaza Ocalan û elewiyên çep bicî neynin.
Kurd bi vê projeya HDP-ê cara pêşîye ewê derseke baş bidin Ocalan û PKK-ê.
Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon û sînyalê vê meylê dibîne…

Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.

Kurd, lê bi taybetî jî cîlên xort êdî ne kurdên berê ne, hestên netewî di nava xortan da roj bi roj xurt dibe û êdî dixwazin kurdên baş, kurdên miletperwer bikin nûnerên xwe, ne çepên tirk yên kemalîst.

Loma jî li jor çi biryar tê dayin bira were dayin, gelê kurd ewê tu carî serokatî û mezintiya çepên tirk yên marjînal û kesên wek Sabahat Tunecelê qebûl neke.

Êdî kurd rast nabînin kemalîstên bêyî raya xwe ne xwedî tu hêz in, bi rayên xwe bikin serokên xwe.
Di ser da van çepên tirk yên kemalîst li dijî serxwebûna kurdan û tifaqa miletê kurd ya mezin in. Dixwazin bi riya partiyên wiha kurdên bakur ji kurdên din dûr bixin û bikin tirk, têxin bin kultur û hegemonyaya tirkan.

Loma jî bi qasî meriv fênm dike kêfa hukûmetê gelkî ji avabûna HDP-ê ra tê. Serokwezîr jê ra pîrozbahiyan dişîne, polîs bînfirehî û xweeşbîneyeke mezin nîşanî kongreyê dide, kesî saxî nake, terorîze nake.

Lê li hemberî kongreyên BDP-ê polîs tu carî wiha nazik û kibar nebûye, tim keşên beşdar terorîze kirine.
Ma her tirkê gotineke baş di heqê me da bike qey emê rabin wî/wê bikin reîs û parlamenterê xwe?
Ev ne tu hawa ye.

Dostên miletên din tu carî naçin nabin parlamenter û serokên partiyên wan.
Ma çima emê bi hin şexs û gurûbên tirk yên marjînal ra partiyan ava bikin û wan bikin nûnerên xwe.
Heger dostên miletê kurd in bira di civata xwe da, di nava milet da bixebitin û ji me ra dostan çêkin, piştgiriyê bidin me.
Heger PKK li dû hevkarî û tifaqê ye, bira bi kurdan ra, bi hêzên kurd yên îslamî û yên din ra tifaqê bike û riyên avakirina cepheyeke berfireh bigere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE