30 oktober 2013

Ji bo şairê mezin Arjen Arî



Îro yekemîn salvegera wefata şairê hemû evîndaran, şairê kurd û Kurdistanê Arjen Arî ye. Di yekemîn salvegera wefata vî şairê mezin da ez wî bi evîn û bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Arjen Arî, ji şairên dîroka me ya nêz yê herî mezin e, lê çi heyef ku di saxiya xwe da kurdan ev mezinayiya wî kirin qurbana hin hizrên siyasî û loma jî li gorî mezinayiya wî lê xwedî derneketin û qedir nedanê.

Hin kes ne bi hunerê xwe, lê bi saya têkilî û hostatiya reqlama xwe zû meşhûr bûn, lê ji ber ku Arjen Arî tenezulî karekî wiha nekir, bi qasî ku heq kiribû nehat nasîn.

Lê îro hemû kurd dibînin ku Arjen Arî bi rastî jî şairekî miletê kurd yê gelkî mezin bûye, ew hêjayî her qedir û qîmetê ye.
Şiîrên Arjen Arî cara pêşî(1978-80)li Kurdistana bakur di kovara Tîrêjê da derketin. Ew, şervan û şairekî xort yê tevgera DDKD-ê bû, bi wextê ra mezin bû.

Piştî darbeya leşkerî ya 1980-ê jî Arjen Arî gelek berhemên giranbuhyên nemir pêşkêşî gelê xwe û hezkiriyên xwe kir.
Li gel ku ez û Arjen Arî ji eynî tevgera siyasî dihatin, lê ji ber ku ew hinekî xort bû me hevûdu nasnedikir û dû ra jî qismet nebû em hevûdu bibînin û hevûdu ji nêz ve nas bikin.

Lê bi pêşketina înternetê di van salên dawî da şîirên Arjen Arî pir bala min dikikişand û loma jî me çend caran çend rêz ji hev ra nivîsîn. Ez van e-mailên di nabêna min û wî da li jêr diweşînim. Ji bo ku wenda nebin.

Merheba birayê hêja!
Gelek sipas ji bo e-maila te ya giranbuha. Bêguman tiştê te gotiye rast e, ji xwe heger hemû kurd bi xîret bûna û bi qasî ku tirk li tirkîtiya xwe xwedî derdikevin, ew jî li kurdîtiya xwe xwedî derketana nuha halê me ne ev hal bû.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

2008-07-24
Date: Thu, 24 Jul 2008 01:07:45 -0700
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: Bejan û gotinén Huseyn
To: zinarexamo@hotmail.com

Dema te bi xér û xweşî be ezbenî,
Min nivîsa we xwend û min bala xwe dayê ku bi nivîsa Huseyn efendî, hûn gelekî êşiyane.
Lêbelê ezbenî, wexta ku tîma tirk û hineke din bi topê dileyizin û ku tirk bi ser dikevin, xwezî êvarekê tu bihata temaşeya coşa Diyarbekriyan; we yê bidîta bê ku Huseynê reben di 'derve' rast negotibe jî, bo 'hûndir' rastiya rast aniye zimên.
Hima, ji kerema xwe li dora xwe meyzêne: meyzênê bê çend kurdan zimanê tirkan kirine mebesta jiyan xwe...
Li gel silavén ji milkê dil.
Arjen Arî

xxxxxxxxxxxx
2010-12-19
Birayê Arjen, gelek sipas ji bo van gotinên te yên dostane.
Her çiqas dibêjin "rê ji dilan diçe dilan" jî, lê bi xêr îcar dema ez hatim welêt dibê em hevûdu bibînin.
Ma tu li ku dimînî û ez dikanim te çawa bibînim?
Nêta min heye vê buharê, di dawiya meha nîsanê da werim welêt. Heger tu li Kurdistanê bî ez dixwazim te bibînim.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo



Date: Fri, 17 Dec 2010 11:56:06 -0800
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: destxweşî
To: zinarexamo@hotmail.com

Ezbenî, dem û çaxên te bi xêr.
Bi kêfxweşî min serî li malpara te da.
Ji kerema xwe, carinan wisa me ji 'xew' şiyar bike, da ku em nivîsén te yên 'kurdîlî' bixwînin.
Bi hêviya bextewariya we...
Arjen Arî

XXX
Ev Çiya Rûsipî ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr…
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l’bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Arjen Arî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE