11 november 2013

Kursiya Erdogan diheje

Li gorî hin teoriyên komployê yên di medya sosyal da belav dibin, di nava AKPê da dubendiyê dest pê kiriye û partî li ber perçebûnê ve diçe.

Xwedêgiravî di nabêna Arinç û Erdogan da dilsarî çêbûye û gelek parlamenter û wezîrên din jî piştgiriyê didin Arinç. Tê gotin di bin ra gelek kes ji metod, stûrî û îdareya dïktatorî ya Erdogan nerehet in.

Ez bawer dikim pir hindik para rastiyê di xeberê da heye, hin kes miheqeq êdî ji qebetî û dîktatoriya Erdogan aciz bûne. Dema nebin ne normal e.

Îro dengê xwe dernexin ewê sibe derxin. Ji ber ku tu diktatorî û tu bindedtî ne ebedî ye.
Wek dîktatorekî biçûk Erdogan jî ewê li bela xwe rast were û text û taca xwe wenda bike. Ev dem êdî hatiye.
Bindestên heta nuha li hemberî Erdogan bêdeng bûn, newêrîbûn dengê xwe bikin, hinekê cesaret bide wan û ewê serî hildin.

Erdogan bi rastî jî merivekî ne yê van diramatan e, merivekî bêkultur, qebe û zirzop e. Îktîdara deh salan ew bitir û aşûnî kiriye. Dema têkçûnê nêz e. Ji xwe li dinayyê jî êdî nuzûra wî rijyaye, êdî her kes bi xerabî qala wî dike.

Di vê têkçûna wî da li gel sebebên girêdayî qerekter û şexsiyeta wî, sebebên der, şêla wî ya li hemberî kurdan û çaresernekirina mesela Kurdistanê jî roleke mezin dilîze. Pêlên micadele û doza miletê kurd bêguman ewê Erdogan jî wek gelek selefên wî, wî jî bide ber xwe û çem û çem bibbe...

XXX
Neyarên miletê kurd li Kobanî dîsa destên xwe yên qirêj di xwîna kurdan gerandin. Ez qatilan û hêzên li pişt wan rûreş û şermezar dikim.

Kurdan heta nuha qelek qetlîamên wiha dîtine. Kurd ne bi kuştinê diqedin û ne jî dev ji têkoşîna xwe ya azadîyê û serxwebûnê berdidin.

Qatil û hêzên li pişt qatilan rûrş in.
Dilê min, fikra min îşev li Kobanê ye. Emê van rojên tarî jî li pey xwe bihêlin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE