07 november 2013

Mirin, carnan tu pir bêbext î !


Ev du roj in ez li pey hev xeberên mirina dost û hevalan dibihîzim. Pêr, min di facebookê da xebera cîran û hevalekî xwe yê zaroktiyê Ahmet Kuçuk bihîst. Hîn ez li ser wê difikirîm, xebera wefata heval û welatparêzê hêja Ahmed Bozgîl jî hat.
Ez tevizîm, bîna min teg bû…

Di xortaniyê da xeberên mirinê zêde tesîrê li meriv nake, meriv zêde natirsîne.
Lê di kalîtî û pîrîtiyê da gava nas, dost û hevalên meriv yeko yeko ji nişkave ji dor meriv wenda dibin, bayê xofê û tirsê bi serê meriv dikeve, meriv xwe li dereka xalî di tahlûkê da his dike.

Herçî mirin e, hey emê gişê bimrin, herkes viya dizane, lê bihîstina wê, koçkirina hevalekî nêz, dîsa jî meriv xemgîn dike û gurûzî digre bedena meriv.

Meriv ji xwe ra dibêje, erê, sibe xebera mirina min jî ewê wiha belav bibe, lê ezê wê nebihîzim, ezê nikanibim tiştekî li ser binivîsim. Ezê jî bibim xewnek, dereweke vê dinaya yê.

Heta ku meriv sax e, li heyatê ye, pir hindik dilxwaz û neyarên meriv hene û ew eşkerene. Lê gava meriv dimre, dilnexwaz û neyarên meriv beta dibin. Ev jî çêyiyeke mirinê ye…

Meriv çiqasî were hezkirin, dost û hevalê meriv çiqasî pir bin jî meriv bi tenê û bi kefenekî dikeve gorrê. Heft xwezî bi dilê wî kesî ku navekî baş, berhemên nemir li pey xwe bihêle.

Nuha, gava ez li mirinê difikrim, ez dibêjim mirin, li gel hemû xof û bêedaletiya te jî mala te ava, hebûna te jiyanê û welatê min bi min şîrîntir dike…

Ahmedê hêja, dema ez van rêzan dinivîsim ez li te, li ken û henekê te yên li mala Yilmaz difikirim, cara dawî, du sal berê me li wir hevûdu dîtibû û min soza hatina ba te dabû te. Lê nebû, felekê bêbextî kir, nehîşt.
Nuha tu û Yilmaz(Selîm) hûn li ba hev in, nuha sebra we bi hev tê…

XXX
Jiyana di nabêna dergûşê û gorrê da xewneke pir tevlihev e. Dema diqede meriv careke din bi xwe nahese; navê wê mirin e.

XXX
Min do bi şev bi xemgîniyeke pir mezin xebera gelkî tahl, xebera wefata hevalê hêja Ahmed Bozgîl bihîst. Haya min ji nexweşiya wî tunebû. Destpêkê min nexwest bawer bikim, lê mixabin xebera tahl rast bû.
Me kurdperwerekî hêja û hevalekî xwe yê giranbuha jî wenda kir.
Bira serê zarok û malbata wî sax be. Êşa me pir mezin e. Ewê tim di dil û bîra me da be…
Mirin weleh tu bêbext î!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE