21 december 2013

AKP-ê qelîteya bertîlê bilind kir

Bi rastî jî wezîrên AKP-ê yên bertîlxur ”hêjayî teqdîrî”(!) ne, mêrikan ne kurtêlxur in, tu carî tenezulî pereyên nanekî nekirine, tim pereyên mezin, milyon dolar girtine.

Yanî dibê di bertîlxuriyê da jî qelîteyek hebe, dema merirv xwe rezîl kir, dibê ji bo pereyekî mezin rezîl bike.
Tirkiye welatekî ecêb e. Li welatê xelkê dema diz, mafya û çete tên girtin tewqîf dibin, lê li Tirkiyê eksê wê bû, dizan û çeteyan pûlis ji karên wan girtin.

Ev jî xusûsiyeteke Erdogan e, dibê dizin wî neyên girtin. Çi pûlis, çi sawcî, kî dizin Erdogan bigre malik lê divirite…

XXX
Piştî eşkerebûna vê sosireta bertîlê îşê hukûmetê pir zor e û bi îhtîmaleke pir mezin ewê perçe bibe. Ji ber ku diz, çete û bertîlxur ne ev çar wezîr tenê ne, pir in. Ev perçebûn her ku here ewê zêde bibe. Ewê nuha bertîlxuriya hin wezîrên din jî derxin. Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av hilkuşîne…

Lê ya xerab alternatîfa hukûmetê jî hîn tuneye. Lê dibe ku di vê mij û dûmanê da hin alternatîfên nuh derkevin.

XXX
Wek Heyder Diljen jî gotiye, bi rastî jî ji ber gendelî, bertîl û rişwetên bi milyar dolaran yên li Tirkiyê ketine bêrîka wezîr û zarokên wezîran serê dinyayê tevlihev bûye, li hemberî reqemên hewqasî mezin dinya gêj bûye û nizane çi dike…

Li dera dibê germ be dike zivistan, pûk û tozan û berfê dibarîne û li dera dibê sar be dike buhar.
Min bîstek berê li rapora hewayê nêrî, li bajarê min Wêranşrê di binê sifirê 16 derece sar e û li Stockholmê jî di ser sifirê ra 3 derece germ e.
Meriv matmayî dimîne…
Ez fêm nakim meriv çawa diwêre bertîlên hewqasî pir, hewqasî mezin ji xelkê bigre?
Yek reqemên hewqas mezin wek bertîl teklîfî min bike, ji tirsa ewê dilê min bisekine…
Tobe tobe, ev wezîrên Erdogan bi rastî jî dikanin deve tevî hawidê wî daqultînin û zikê wan jî nenepixe…
Bi rastî jî mêrikan mezin dilîzin û loma jî pariyên mezin dadiqultînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE