04 december 2013

”Bîra Birîna” Fatma Savcî hafiza kurdan xurt dike


”Birîna Bîrê”, berhema Fatma Savcî ya sêyem e, di sala 2010-a da ji alî weşanxaneya Avesta ve hatiye weşandin. Min heta nuha nexwendibû. Wê rojê(30/11)li Kitêbxaneya Kurdî di semînara xwe da Fatma xanê ji min ra îmze kir. Min do bi şev bi kêf û zewqeke mezin xwend.

Mijara şiirên di ”Bîra Birînê” da Heskîf e, yanî bajarê dîrokî, cî û warê bav û kalên kurdan yê qedîm e.
Lê Heskîf sembol e, Savcî, bi riya Heskîfê ji me ra qala bindestiya Kurdistanê û kurdan dike.

Savcî, bi riya Heskîfê ji me ra dibêje, kurdno, welatê xwe nas bikin, dîroka wî fêr bibin û lê xwedî derkevin.
Yanî bi risim, nimûne, teşbîh û teswîrên dîrokî û şaîrane Kurdistanê bi kurdan dide nasîn û bi wan şîrîn dike.

Fatma Savcî nivîskareka berhemdar e, di nava 6-7 salan da 6 kitêb li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye. Kitêba Fatma Savcî ya pêşî
"Gulên Qasid" (helbest, 2006), “Xewnên Zîvîn” (helbest - ceribandin, 2007), “Bîra Birînê” (helbest, 2010), "Şewq û Payîz" (ceribandin, 2011) û berhema wê ya dawî jî "Ristika Morîkan" (çîrok, 2012)

Min ji kitêbên helbestan ”Gulên Qasid” ez bawer dikim 2-3 sal berê xwendibû û gelkî jê hez kiribû, ez bi rojan di bin tesîra şiirên wê da mabûm.

Gulên Qasid, li serê çiyayên Kurdistanê wek keçeke gerîla ya pir pak û pir bedew bû û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê distira.
Lê ”Bîra Birînê” ji wê keçika pak buhurî ye, jê paktir xuya ye. Bi kêmanî xemla wê, girêdana wê, zimanê û rismên wê yên dîrokî jê gelkî tekûztir e û xurttir xuya ye.

Di Bîra Birînê da li gorî Gulên Qasid, zimanê Sawcî kemilî ye, gelkî saxlem û tekûz bûye. Ji herêmî dûr kerite û bûye zimanekî tekûz û bi rêk û pêk.

Ya din jî zanîn û şiûra dîrokî ye, di ”Bîra Birînê” da zanîn û şiûra dîrokê li ba Savcî gelkî xurttir bûye, palpişta xwe ya dîrokî gelkî xurt kiriye. Ev yek jî li ber dilê xwendevan mistewa şiirê bilind dike.

Savcî ji me ra qala dîrok û çîroka bindestiya axa pîroz dike, dibêje,
”çima ev ax li ruyê biyaniyê xêz bû”
ev war jî weke me
pêşî bi şûrekî erebî
ol û îmana wî tarî bû”.
Û dû ra jî me şiyar dike, dibêje ev ax, ev welat yê we ye, mîrata bav û kalên we ye.
”Eyûbiyan bi destên xwe yên polayî
bi çavên xwe yên ji mûman
dilê me li wan bilindahiyan çandibûn
Û bejna Heskîfê li ber xewneke çiyayî lêkiribûn
di rihê kevirê wê ra
roj û xwîna xwe
bi hev ra derbas kiribûn.”

Teşbîh, numûne gelkî xurt e, manewiyata xwendevan bilind dike, hestên xwedîtiyê pê ra çê dike.
Ya jî:

” Em ji şaristaniyan nebêrî bûn
hîna av nepenî bû ji xelkê ra
di van kendalên nebînayî re
me bi destên xwe yên merwanî
bendên avê derbas kiribûn
wek çemên heyatê
diyariyî jin û jîna qesran kiribûn”.

Di van rêzên jor da Fatma Savcî, ji me ra dibêje, hûn tenê ne koçer in, hûn xwedî dîrok û medeniyet in, dema xelk hîn newêrîbûn li wan deran bigeriyana bav û kalên we ji çiya û kendalan bendên avê derbas kirin, herikandin qesir û qonaxan.

Savcî, evîndara welatê xwe ye, ji xwîna dayê ne poşman e, amedeye careke din jî ” xwîna zarokatiyeke xwe ya din” jî di ber vî welatê şîrîn da birjîne. Di şiira bi navê ”Kevirê fîruze” da wiha dibêje:

”Min sond xwariye
Li kendalê vê xerîbiya xemrî
ezê tu gazinên pirbêj nekim
lê ev dilê min î dîn
nizanim çima ewqasî
bi çemên xeman ra ,
diherike?
Xwe nagirim
digrîm….
welatekî fîrûzeyî
ji rondikên çavên min dirije
ber dikevim
ji berê da yeka dîn im
vêga jî dikarim
xwîna zarokatiyeke xwe ya din
di ber vî rondikwelatî da birijînim”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE