04 december 2013

Êdî îsot jî tesîrê li rihayiyan nake


Serokwezîr Erdogan waliyê Rihayê kiriye namzedê AKP-ê yê serokatiya belediya Rihayê. Dibêjin bi eslê xwe ji Meraşê ye. Bi îhtîmaleka mezin tirk e.

Erdogan rihayiya layiqî wê kursiyê nabîne, loma jî dike yekî xerîb bike serokê belediya wan. Dibê rişma kurdan di destê yekî tirk da be.

Erdogan, berê jî Farûk Çelikê tirk ji Artvînê anî ji Rihayê kir parlamenter û wezîr.
Yanî mêrik rihayiyan nas dike, dizane ew çi mal û çi zilam in. Loma jî Erdogan ji rihayiyan tu hesaba nake, pênc pereyê xwe jî di wan nade.

Ji ber ku Erdogan rihayiyan bi tiştekî nahesibîne, loma jî piştî yekî artvînî, nuha jî dike tirkekî meraşî bike serokê belediya bajarê wan.

Heger piçek xîret bi rihayiyan ra mabe û îsot pozê wan hinekî bişewtîne, ewê waliyê wî paşpê li kerê siwar bikin, çend îsotên sor jî bidin destê wî û bişîn Anqerê ba Erdogan.
Lê ka ew xîret, êdî îsot jî pozê wan naşewitîne…

XXX
Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu, gotiye ”Navê cî û warê kurd lê dijîn Kurdistan e.”
Gotina wî baş e, bi derengî be jî bira bibêje. Dibê meriv hemû kurdên din jî teşwîqî gotina navê Kurdistanê bike.

Lê dibê meriv bizanibe ku Galîp viya ne bi bawerî û “belaş” nabêje, ji bo ku li Diyarbekrê bibe serokê belediyê dibêje.

Yanî ji bo xapandinê û bi destûra serokê xwe viya dibêje, çimkî serokê wî jî çendakî berê li Diayrbekrê cara pêşî navê Kurdistanê girt devê xwe. Armanca herduyan jî xapandin e, hesabê hilbijartinên salê tê ye. Dixwazin bi “jestên” wiha li Kurdisdistanê rayên xwe zêde bikin.

Loma jî dibê kurd bi vê gotina wî tu carî nexapin û wî li Diyarbekrê bi serokatiya belediyê xelat nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE