09 december 2013

Ez bawer nakim bi qûşê em bigihîjin Mûşê

Li ser bextê Lotikxanê be, gotiye hevseroka BDP-ê û namzeda serokatiya belediya Diyarbekrê Gulten Kişanak xanim ne kurd e, tirkmeneke elewî ye yanî tirk e. Rast derew ez nizanim, guneh di hustuyê Lotikxanê da. Eynî xeber di malpera Diyarbakir Haberê da jî heye.

Min bi xwe heta nuha digot belkî Kişanak kurdeke zaza ye, lê bi kurdî nizane. Û ez bawer dikim ne min tenê, piraniya kurdan jî wisa dizanîbûn.

Ez bi vê agahdariyê, heger rast be hinekî matmayî mam. Helbet ez ne li dijî her tirkî me, bêguman tirkên baş û dostên kurdan jî hene. Û ji xwe di nava PKK-ê û BDP-ê da pir hindik hene.

Lê dibê kurd vê yekê bizanibin, bizanibin bê serok û namzeda wan ya Diyarbekrê kî ye û ji çi miletî ye?
Gelo Kişanak xwe kurd qebûl dike ya jî tirk?

Heger bi rastî tirkmen/tirk e û xwe tirk qebûl dike çima kurd wê dikin seroka xwe û namzeda belediya Diyarbekrê?
Ma di nava BDP-ê da jineke kurd ya layiqî wê kursiyê tuenye?

Yanî ji bo ku mêrê wê kurd e(dibêjin kurdekî swêregî ye) dibê ew bibebe seroka kurdan?
Sirri Sureya Onder jî tirk e, lê herkes dizane ku camêr tirk e. Û ji xwe wî jî tu carî ev yek veneşartiye, tim gotiye ez tirk im.
Lê heta nuha min nebihîstiye ku Kişanekê gotiye ez “tirkmen” im ya jî tir kim…

Yeka hewqas sal di nava tevgera kurd da bimîne, bibe parlamenter û seroka kurdan lê kurd nizanibin ew kurd e ya na…
Bi dîtina min ev ne rast e.

Gelek kurd jî di nava partiyên tirk da hene, lê herkes dizane ku ew kurd in, di cepheya tirkan û dewleta tirk da ne.
Dibê kurd jî tirkên di nav xwe da nas bikin.

Lotikxanê di dawiya xeberê da gotiye, “sosireta herî mezin, Galîp Ensarîoglu kurd e û di nav partîyek tirk de siyasetê dike û Gultan Kişanak jî Turkmen e, Tirk e û serokatîya Kurdên xwelîliser dike.”

Yanî Ensarîogluyê kurd namzedê tirka ye û Kişaneka tirk jî namzeda kurda ye.
Ez nizanim, li Tirkiyê û li Kurdistanê hertişt bûye gêrmiya gavanan, hertişt tevlihev bûye…

XXX
Hosteyekî, nivîskarekî zimanê kurdî yê hêja di twittirê da bi tirkî dinivîse, nizanim Şivan ji bo Emîne Erdoganê gotiye çi...
Nivîskar, siyasetmedar û hosteyekî zimanê kurdî yê din piştî 30 sal devberdana ji tirkî, bi tirkî bersîvê didê û dibêje bi ya min ew bi vê gotina xwe ji Gulîstanê gazina dike û nizanim û çi …
Du kurd, du nivîskarên kurd, du hosteyên zimanê kurdî di twittirê da bi hev ra bi tirkî dipeyivin.
Çiqas eyb e, çiqas şerm e…
Ya jî tiştê ”normal” û ”rast” ev e, yê dîn ez im, fikrê min ne yê vê demê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE