23 december 2013

Ez û Noel


Erê erê, vaye Noelek(jul)din jî hat, salek din jî li ber qedandinê ye. Em salek din jî kal û pîr bûn.
Piştî du saetên din kar diqede û wek herkesî ezê jî berê xwe bidim mal. Sibe êvara Noelê û dusibe jî roja Noelê ye. Stockholm dîsa ewê du rojan xir û xalî bibe. Swêdî dîsa ewê du rojan ji malên xwe dernekevin û heta dibin term vexwin, şer bikin û li jinan xin…

Loma jî gelek zarok û jinên swêdî ji Noelê nefret dikin, dixwazin jê birevin…

Neyse, ez dev ji swêdiyan û problema wan ya civakî berdim û vegerim ser plan û programa xwe ya Noelê.
Weleh îsal em bi derekê da jî naçin, ez û Hêvî xanim emê li malika xwe serê xwe bidin ser hev û hinekî qala pêşeroja xwe bikin. Belkî hinekî bixwînim û dûzaneke nuh bidim hundur.

Heger xaniyê me yê Wêranşarê biqediya belkî me biçuya bidîta, lê wa ye derew derket. Xwedêgiravî mutahît ewê heta serê salê teslîmî me bikira, lê vir derket, ma havînî. Ku havînî jî derew dernekeve baş e.

Yanî ev xeyala min jî hîn di serî da qurçimî. Bi vê yekê ez pir xemgîn bûm…
Ji bo min soz pir muhîm e, meriv soz da dibê soza xwe bicî bîne. Dema soz nayê bicîanîn ez pir pê diqeherim. Lê qahra min pere nake. Însan derewan dikin û hevûdu dixapînin.

Lê yê min tim wiha ye, kabê min tu carî mîr nayê, tim kerkî tê, dim dibê eksiyek derkeve…

XXX
Hunermendê bi nav û deng Dilovan di heyvpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye, ”Ger ez Ermenî bûma, qîmeta min wê bêhtir bûya.”
Hunermendê hêja sedîsed rast gotiye, li ba kurdan xerîb(tirk, ereb û faris) tim bi qîmettir in.

Bavê Dilovan jî û Dilovan bi xwe jî ji muzîka kurdî ra ji Aram kêmtir xizmet nekirine. Lê ne Dilovan û ne jî Bavê wî Reşîdê Baso bi qasî Aram nayên naskirin.

Gava hunermendekî tirk straneke kurdî çewtomewto dibêje, kurd qiyametê radikin, di medya sosyal da bi rojan belav dikin, pesnê wî didin.

Lê kes qedir û qîmetê nade hunermendekî wek Dilovan mezin. Ji xwe zêde kes wî nas jî nake. Ez di facebookê da kêm caran rastî parvekirina straneke Dilovan têm. Bêguman ev bêwefayî ye…
Lê li alî din bi hezaran stranên tirkî parve dikin, reqlama wan dikin.
Çimkî ”gîha hewşê tahl e” …

XXX
Şerê Erdogan û Gulen di rojên pêş da ewê gurtir bibe. dibê em kurd nebin şûrkêşî tu aliyî. Bira hevûdu bixwin, bira sextekariyên hev eşkere bikin, ji me ra baş e. Dijminê baş û xerab tuneye, dijmin dijmin e. Ew çiqasî zeîf bin ji bo me hewqasî baş e. Dibê em daxwazên xwe û hebûna Kurdistanî bi wan bidin qebûlkrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE