17 december 2013

Kerê di bîrê da

Rojekê li gundekî kerê gundiyekî di bîreke miçiqî wer bû. Heywanê kerr û lal di bîrê da bi saetan li ber xwe da, bênabên ziriya ji bo ku hinek pê bihesin û werin gazî û hawara wî.

Piştî demekê axirê xwediyê wî pê hesiya, çû ser devê bîrê.
Mêrik bala xwe dayê bîr pir kûr e û heywan jî di halekî perîşan da ye. Fêm kir ew bi tenê nikane ker ji bîrê derxe, loma jî bazda çû nava gund, ji gundiyan alîkarî xwest.

Gundî bi hev ketin çûn ser bîrê, ji bo xelaskirina ker hinekî li ber xwe dan, lê bi ser neketin.
Dûra bi hev şêwirîn gotin, heywan ji xwe wa ye di halekî xerab da ye, nuha gelek êşê jî dikşîne, belkî nigên wî jî şikiya bin. Heger ew xelas bikin jî êdî ewê bi kêrî tu karî neyê.

Ji ber wê jî jî biryar dan heywîn xelas nekin, ji dêlî wê ve axê bavêjin ji ser da, bîrê dagrin û ker jî di bîrê da bihêlin.
Her yekî bêrek, tiştek bi destê xwe xist û ax avêtin ji ser heywîn da, bi vî hawî dest bi dagirtina bîrê kirin.

Her ku wan ax ji jorda diavêtin ji ser ker da, ker jî tim xwe ji axê dawdişand, ax di bin wî da kom bû û ew bi ser axê diket.

Wan ji jor da ax bera ser ker didan, wî jî tim xwe dihejand, ax ji ser xwe dawdişand. Ax di bin wî da kom dibû û ew jî pê ra bilind dibû, ax di bin da kom dibû, ew pê ra bilind dibû.

Bi vî hawî, bi xêra axa di bin wî da kom bûbû, ew hêdî hêdî berbî jor ve bilind bû. Û dawiya dawî bîr tije ax bû û ker jî ji bîrê derket.

Gundî bi vê yekê matmayî man, fêm nekirin bê ker çawa ji binê vê bîra kûr hêdî hêdî bilind bû dûra jî derket jor…

Belê, hûn bala xwe didinê, ker bi kertiya xwe di binê bîreke kûr da jî dest ji ber xwe berneda û bi saya liberxwedana xwe ji bîrê derket û xelas bû...

Di jiyanê da, di şertên herî dijwar da jî dibê meriv tu carî teslîmî şertan nebe û dest ji berxwedanê bernede.
Berxwedan jiyan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE