18 december 2013

Kurdî tahl e tirkî şîrîn e


Ez nizanim gelo ji ber şansê tirka ye, ya jî ji ber mezinayiya zimanê tirkî ye ya jî di şexsiyeta me kurdanda kêmasiyek derûnî heye loma destê kurdan ji tirkî nabe. Kurdên xwedêgiravî herî kurdperwer û kurdîzan jî ji tirkî qut nabin. Tirkî wek mîknatîzê tim wan berbî xwe ve dikşîne.

Her ku ez vê rewşê dibînim madê min ji tirkî digere, tirkî li ber çavê min dibe marê reş…

Hin xwendevan dibêjin kurd mecbûr in, rast e, li Tirkiyê carnan meriv mecbûr e. Ez viya dizanim û qebûl dikim.
Lê ez qala rewşên mecbûrî nakim, ez qala rewşên nemecbûr dikim. Mesele kurdek ne mecbûr e bi tirkî ji min ra bibêjê ”merheba”! Dibê bi kurdî binivîse.

Hin nivîskarên kurd piştî 30-40 sal nenivîsîna bi tirkî ji nuh ve li tirkî baniyan e û dest bi tirkî kirine. Tew yek heye berê qet bi tirkî nenivîsî bû lê nuha wa ye wî jî dest bi tirkî kiriye, dixwaze tirkî fêr bibe.

Ez di facebokê da dibînim, kurdên ku meriv, dost û hevalên hev in û herdu serî jî kurdî baş dizanin lê dîsa jî ji hev ra bi tirkî dinivîsin. Facebook ne dahîreyeke Tikriyê û ne dikaneke tirk e û kesên em jê ra dinivîsin jî ne tirk in, bi kurdî dizanin.

XXX
Kurmê darê ne ji darê be dar narize. Belkî kurmê dara Erdogan jî tevgera Gulen be. Bêyî Gulen kes nikane zora Erdogan bibe…

XXX
Şêwirmendê Erdogan Yalçin Akdogan derbarê şerê nabêna Erdogan û cimata Gulen da gotiye, ”Em hemû heta qirikê ketine pîsiyê, heger em şerê hev bikin, hûnê jî, emê jî mehû bibin…!

Dogan baş dizane herdu seriyan jî bi hev ra çi jahr belav kirine, loma jî dixwaze şer kûr nebe.
Lê ewê kûr bibe, çare tuneye, Erdogan ewê li bela xwe rast were. Ji ber ku pir stûr bûye…

XXX
Siyaseta kurd kiritîkê qebûl nake, ya tu yê jê ra bi şeqşeqçî û şelaf bî ya jî tu dijmin î.
Edebiyata kurdî jî wisa ye, ya tu yê reqlamcî û propagandîstê wî bî ya jî tu nezanî, tu xêrnexwaz î.

Lokman Ayabe li ser minaqeşeya Remezan Alan û Ferzan Şêr "gotiye, ”Sal bûyê 2013 lê hê jî di edebiyata kurdî de kes nikare ji kesî re bibêje; "birako kumê te xwar e."

Lokmanê hêja, yê ji nivîskarekî ra bibêje ”kumê te xwar e”, nivîskar jî jê ra dibêje, ”yê te jî devê texwar, kesê devxwar nikane ji xelkê ra bibêje kumxwar…
Te fêm kir…
Sebebê vê yekê jî kes kesî naecibîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE