27 december 2013

Min îro defterek dema kêmaqliya xwe dît



Min îro dûzanek nuh da salonê, ciyê hin kursî û kitêban guhert. Dest bi tasnîfa kitêban kir, yên cot dan alîkî û kitêbên eynî nivîskaran dan kêlek hev.

Hîn neqediyaye, lê heta rojek du rojên din wek Osman Baydemir dibêje, ”bi îzna Xwedê” ewê biqede…

Min got bi vê gavê, bi vê dûzanê û cîguhestinê ez têkevim sala nuh. Hey ez nikanim di jiyana xwe da guherînin mezin bikim û gavên mezin bavêjim, qet nebe bi vî hawî, bi sala nuh ra ez dekoreke nuh bidim hundur.

Di dema tasnîfkirina kibêban da ez rastî du defteran hatim. Yek ji sala 1982-a notên ji kitêbên Lenîn û Stalîn yên li ser partiyeke çep ya Lenînîst e.

Deftera din jî rojaneyên nabêna salên 1996-97-a ye. Min deftera notên ji kitêbên Lenîn û Stalîn avêt û ya rojaneyê hîşt, gava wexta min çêbû ezê bixwînim.

Wisa diyar e deftra notên 1982-a ya dema kongrê û perçebûna me ye. Min li ser karekter û disîplîna partiyeke çep gelek not, bi taybetî ji Lenîn girtine.

Yanî meriv dikane bibêje notên ji dema kêmaqiliya min in. Ji dêlî ku ez welatê xwe, civata xwe, dîroka xwe ya siyasî nas bikim, bixwînim, analîz bikim, ez çûme di kitêbên Lenîn da li çareyê geriya me. Navê vê kêmaqlî ye. Helbet ne min tenê, wê demê her kesî wer dikir. Ji dêlî ku em partiyên li gorî realîteya welat û miletê xwe ava bikin, me partî û îdeolojiyên Lenîn û Mao texlît dikir, di kitêb û îdeolojiyên wan da li çareyê digeriyan.

Ya rast aqilê me yê wê demê têra rakirina barê em ketibûn binî nedikir. Barê me giran, aqilê me sivik bû…

Me hewil dida, her babet fedekarî dikir, lê têrê nedikir û ji xwe loma jî em wek partî bi ser neketin, belav bûn.
Li ser vê meselê îşev hewqas bes e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE