31 december 2013

Paşnavên tirkî beşek ji projeya asîmîlekirina kurdan û gelên din bû.



Dostê minê hêja Temûrê Xelîl, di nivîsa xwe ya îro da gotiye ji bo çi paşnavên hemû kurdên Kurdistana bakur bi tirkî ye û li gorî rêzimana tirkî ye, ne li gorî rêzimana kurdî ye?

Numûne daye, gotiye, ”Hema bêje hemû klasîkên me, dengbêj û mêrxasên me berê bi awahê kurdî xwe bi nav kirine û nivîsîne, wek: Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Evdalê Zeynikê” û gelek navên din jimartine.

Ji bo ez sebebê vê yekê ji birayê xwe Temûr û ji hemû xwendevanên xwe ra îzah bikim, min ev nivîsa jêr ya li ser dîroka paşnavên tirkî hazir kir. Bi hêviya bi dilê we be…

Di şerê Cîhanyê Yekm da Îttîhat û Terakkîcî têk çû. Piştî şer hevalbendên wan di bin serokatiya Mustefa Kemal da hatin ser hukim.

Kemalîstan jî wek îttîhaçiyan xwestin miletekî nuh, bi navê miletê tirk çêkin û Tirkiyê û Kurdistanê bikin welatê tirkan tenê.

Lê hebûna kurdan û miletên din li hemberî vê projeya xwe ya ”yek milet” wek asteng dîtin.

Ji bo ku kurdan û gelên din bihelînin bikin tirk, hin rê, ”teknîk” û ”taktîkên” nuh bikar anîn. Ji van rê û teknîkên asîmîlekirina kurdan û gelên din ya herî muhîm derxistina ”Qanûna Paşnavan” e.

Avakirina dewleteke tirk ya netewî bi îktîdara Îttîhat û Terakkiyê dest pêkiribû û di îktîdara kemalîstan da jî bi rengekî hîn sîstematîktir hat meşandin.

Kadroyên kemalîst piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest bi sirgûn û tasfiyekirina gelên din yên ji qetlîaman xelas bûbûn kirin.
Bi sedhezaran rûm şandin Yûnanîstanê, gelek rûm û cihûyên ji qetlîamê xelas bûbûn ji bo canê xwe xelas bikin reviyan Emerîka, Ewrûpa û welatên ereban.

Û ji bo asîmîlekirina kurdan û ferdên miletên din jî, yên ku ji qetlîamê xelas bûbûn di sala 1934-a da ”Qanûna Paşnavan” derxistin.  Ji bo ku kok û şopa wan ya netewî wenda bikin...

Di pêşgotina ”Qanûna Paşnavan” da, paşnav wek ”nîşana nasnameya netewî”dihat nîşandan.

Di minaqeşeyên meclîsê yên li ser ”Qanûna Paşnavan” da  daxwaza mişterek ew bû, dibê ”paşnav nîşan û delîlê tirkîtiyê be.”
Yanî dibê ji paşnavê mirovekî meriv tê derxe ew tirk e.

Li gorî ”Qanûna Paşnavan”, dibê her tirk xwediyê paşnavekî tirk bûya. Qnûnê, paşnavên ”eşîreke, malbateke û nîjadeke cihê” yanî ne bianiya bîra meriv yasax dikir.
Dibê bîna tu miletekî din ji paşnavan nehata.

”Nîzamnaneya Paşnavan” ya ku ji alî Heyeta Wezîran ya wê demê ve hat derxistin, paşnavên wek ”Arnavutoglu, Kurdoglu, Çerkez, Boşnak, Gurcu yanî paşnavên ku miletekî din, nîjadeke din, eşîr û malbeteke kurd tîne bîra meriv yasax dikir.

"Qanûna  Paşnavan", herwisa, paşgirên wek ”yan, of, ef, vîç, îç, îs, dîs, pulos, akî, zade, veled, bin” û yên wek van yasax dikir.
Paşnavên nuh dibê hemû bi tirkî û li gorî rêziman, qaîde û struktura zimanê tirkî bûna.


Têkiliya paşnav dibê ji nîjad, dîrok, kok, esil û nasnameya şexs ya netewî, eşîrî û malbatî bihata qutkirin, dibê bi tu hawî bîna miletekî din ji paşnavê wî nehata.

Li ser vî esasî lîsteyên paşnavan şandin hemû dahîreyên nufûsê yên li Tirkiyê û Kurdistanê. Û mamûrên nufûsan jî li gorî van lîsteyên di destên xwe da paşnav dan kurdan û ferdên miletên din. Bi piranî bêyî ku hay û baya xwediyê paşnav jê hebe paşnav dan kurdan...

Helbet tu têkiliya van paşnavan bi zimanê kurdî, bi dîrok, nasname, cî û war, kultur, urf û adatên kurdan ra tuneye. Paşnavekî biyanî ye.

A paşnavên wek ”Turk, Ozturk, Turkoglu, Akturk, "Hasturk", "Turkmenoglu", Bozturk, Koruturk”, û bi sedan paşnavên gelkî ne xweş û li gorî kultura kurdan sosiret ji ber van sebebên min li jor rêzkirin dan kurdan.

Yanî paşnavên bi tirkî perçeyekî projeya wendakirina miletê kurd û asîmîlekirina kurda ye. Nigekî jenosîda miletê kurd e.
Dibê em kurd viya baş bizanibin.

Kurdên vê dîroka paşnavan zanin dibê êdî bere bere van paşnavên tirkî biguherînin û paşnavên kurdî, paşnavên li gorî ziman, urf û adet, dîrok û kultura kurdî li xwe kin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE