27 december 2013

Piştgiriya Erdogan ne karê kurda ye


Min berê jî got, lê ez dîsa jî dubare bikim, bi qasî xuya dike li Tirkiyê şerê nabêna diz, bertîlxur û çeteyan ewê dom bike. Ji ber ku dizî û talanên pir mezin li ortê heye û Erdogan mecbûr e her babet bêqanûniyê û dîktatoriyê bike ji bo ku serî negihêje wî. Çimkî navê lawê wî jî ji bo girtinê derbas dibe.

Yanî şer mezin e û ewê dom bike. Pir ne dûr e gelek kesên din jî ji AKP-ê îstîfa bikin. Û ev jî tê wê maneyê ku hukûmet dikane bikeve ya jî here hilbijartineke zû.

Loma jî ketina hukûmetê û hilbijartineke zû, berî 2015-a di rê da ye.
Di dîroka cumhûriyetê da bêyî Ataturk, tu serokwezîr bi qasî Erdogan otorîter û dîktator nebûye. Loma jî ewê li bela xwe rast were, ji ber ku har bûye, xwe wek padîşahekî dibîne û dixwaze Tirkiyê jî wisa îdare bike…

XXX
Li Wan û Qersê vê sibehê dîsa avêtine ser malên kurdan û 16 kurd girtine bin çavan. Ev demeke dîsa dest bi girtin û terorê kirine.

Her cara ez di medyayê da xeberên girtinan dixwînim ez tavilê xwe dixim dewsa girtiyan û xemgîn dibim.

Vê hukûmeta zalim jiyan li kurdan kiriye zindan, her roj bi zereqa rojê ra ewê bigre ser malên kurdan û xelkê ji nava nivînên wan rake û bi lextan bajon erebeyan. Ev teroreke dewletê ya sîstematîk e, dibê tu kurd xwe rehet û azad his neke, tirsa dewletê tim di dilê wî da be…

Ez baş nizanim li hemberî vê terora daimî meriv dikane çi bike û çi neke. Lê wek kurd bi vê zulmê ez pir nerehet im û pê diêşim. Tiştê ez dizanim dibê hemû kurdên bi xîret û xwedî ûjdan li hemberî vê zulmê derkevin û rayên xwe nedin van zaliman.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE