28 december 2013

Roboskî di dilê miletê kurd da birînek pir kûr e…



Tam du sal di ser qetlîama Roboskê ra derbas bû, lê hîn ne bûyer eşkere bû, ne berpirsiyar û qatil hatin girtin, ne jî kes ceza bû.

Wek gelek qetlên "qatilnediyar" berpirsiyar û qatilên vê qetlîamê jî hîn "ne diyar" in. Dê û bavên 34 zarokan û miletê kurd hîn nizanin 34 zarokên wan ji bo çi û kê bi balafirên şer ew kuştin, kê biryara kuştina wan da?

Û tu carî jî qatilên bombe barandin û yên emir dan wan eşkere nebin, ji ber ku qatil dewlet e.

Roboskî di dil û hafizeya miletê kurd e birînek pir kûr e, qetlîamek nuh e û bi hemû dîmenên xwe ve, bi laşên perçebûyî, bi bedenên li qantiran pêçayî li ber çavê kurda ye, kurd ewê vê qetlîamê tu carî ji bîr neke.

Him hukûmeta AKP-ê û him jî edaleta Tirkiyê berpirsiyar û sûcdarê eşkerenekirina vê qetlîamê ne.

Qetlîama Robokî, ne di warê huqûqî û exlaqî tenê, di dîroka Tirkiyê ya siyasî da jî ewê wek rûreşiyeke mezin û lekeyek reş bimîne.

Sebebê diyarnebûna qatilan bêguman hukûmet e û bi taybetî jî serokwezîr Erdogna e. Heger Erdogan bixwesta nuha ji zûda bûyer eşkere bûbû, sûcdar htibûn girtin û cezayên heq kiribûn girtibûn.

Lê Erdogan nahêle qetlîam zelal bibe, nahêle berpirsiyr û qatil werin girtin.

Wek nimûne, di bûyera Mavî Marmarayê(Marmaraya Hişin) da hêzên Îsraîl 9 hemwelatiyên Tirkiyê kuştin.

Erdogan ji bo vê bûyerê tu nemabû bi Îsraîl ra têkeve herbê. Tirkiyê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîl ra qut kir. Erdogan got, heta ku Îsraîl uzrê xwe ji Tirkiyê û ji malbatan nexwaze, tazmînata Tirkiye dixwaze nede û ambargoya li ser Xezayê raneke em bi Îsraîl ra venagerin nava têkiliyên normal.

Îsraîl piştî hin naz û nûz him uzrê xwe xwest û him jî dana tazmînatê qebûl kir, lê Tirkiye dîsa jî qebûl nekir. Tirkiyê got, ”dibê hûn ambargoya ser Xezayê jî rakin.”

Yanî tiştê ku Erdogan ji bo 9 hemwelatiyên xwe yên hatin kuştin ji Îsraîl dixwaze ji bo 34 kurdan qebûl nake û bicî nayne.

Çima qebûl nake?
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in. Belkî jî yên hatin kuştin piraniya wan zaokên qoriciyan bûn, heger bav û birayên wan, belkî merivên wan qorîcî bûn. Lê ji bo dewletê dîsa jî ferq nake, ew dîsa zarokên wan dikuje.

Dibê em kurd vê rastiyê bibînin û fêm bikin.
Erdogan, ne eşkerekirin û girtina sûcdaran qebûl dike, û ne jî uzirxwestinê. Dibêje ez çend quriş sedeqe bidim we û dengê xwe nekin û vê qetlîamê ji bîr bikin.

Yanî bi kurtî meriv baş dibîne ku Erdogan çi ferqê dixe nabêna miriyên xwe û miriyên kurdan.

Ji bo 9 miriyên xwe yên Mavî Marmarayê ev 3 sal in bi Îsraîl ra li hev nayê, lê ji bo qetilkirina 34 zarokên kurd tenezulî uzirxwestineke cidî û samîmî jî nake.

Loma jî Qetlîama Roboskî ji bo me kurdan bû kevirê mîhengê, me carek din fêm kir ku dewleta tirk jî û Erdogan kurdan însan nahesibîne, wek neyarê xwe dibîne…
Heger Kurdistaneke me kurdan jî hebûya qetlîama Roboskî çênedibû

Ez 34 şehîdên Roboskiyê bi hurmet bibîr tînim û ji hemû malbatan ra sebrê dixwazim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE