31 januari 2013

Meriv fedî dike xwe bi xelkê ra miqayese bike



Cemîl Oguz, di kovara Dîwar da li ser kitêbên kurdî yên ku di sala 2012-an da li Tirkiyê û li Kurdistanê hatine weşandin îstatîstîkek hêja belav kiriye.Oguz, ev çend sal in vê xebata xwe didomîne.Ew karekî pir hêja dike, ez wî pîroz dikim.
Li gorî reqema ku Oguz daye, di sala 2012-an da li Tirkiyê û Kurdistanê tam 158 kitêbên bi zimanê kurdî hatine weşandin.
Cemîl Oguz vê reqemê pir mezin dibîne û dibêje, ”ev hejmar di dîroka weşangeriya kurdî da hejmara herî bilind e.”
Li hemberî vê hejmarê meriv nizane bigrî, nizane bikene. Nufûsa kurdan li Tirkiyê û li Kurdistana bakur bi kêmanî 20 milyon e, lê di salekê da kitêbên bi kurdî htine weşandin here were 158 kitêbên…
Li Swêd reqemên kitêbên di sala 2012-an da hatine weşandin hîn nehatine belavkirin. Lê reqemên 2010 û 2011-an hene. Di sala 2010-an da li Swêd 16.465 kitêb û di sala 2011-an da jî 14.957 kitêb hatine weşandin. Ev hejmar ya ku ketiye bîblîyografya netewî. Gelek kitêbên ku şexsan weşandine jî hene lê hîn nehatine qeydkirin.
De îcar hûn ferqê dibînin.
Nufûsa kurdan li Tirkiyê û li Kurdistana bakur bi kêmanî 20 milyon e û di salekê da 158 kitêb weşandine û nufûsa Swêd jî 10 milyon e 16.465 kitêb weşandine.
Dema meriv xwe bi xelkê ra miqayese dike, meriv fedî dike, naxwaze miqayeseyê bibîne…
XXX
Ev rastiyek e, heger ne hevkarî û piştgiriya hevkarên kurd ya bi dijmin ra bûya, kurd nuha ne bindest bûn û ji zûda gihîştibûn azadiya xwe.
Sebebê ku em îro hîn jî nikanin tirkan ji welatê xwe derxin û serxwebûna xwe îlan bikin ne ji ber xurtbûna dewletê tenê ye, ji wê bêtir, ji ber bêxîretiya kurdên hevkarên dewletê ye.
Di praktîkê da kurdan zora dewletê biriye, lê hîn zora kurdên hevakrên dewletê nebirine.
Dibê kurd zora van hevkarên dewletê jî bibin…

Di hundurê xwe da hemû ji Gulerê xerabtir in



Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan däsa xwş peyivîye, gotiye, ”bi kêmasî ji çaran sisêyê meclîsê wek parlamentera Îzmîrê Bîrgul Ayman Gulerê difikire.”
Rast e, heger ne zêde be ne kêm e. Belkî di nava AKP-ê û CHP-ê da pir pir du sê kesên wisa nefikirin hebin, lê piraniya mayî, hemû jî wek Gulerê difikirin. Ji xwe heger ne wiha bûya heta nuha kurd bindest nediman.
Ma bêyî parlamenterên BDP-ê(ew jî ne hemû), ji AKP-ê, CHP û MHP-ê kîjan parlamener dixwaze kurd û tirk xwediyên heman mafan bin?
Qet yek jî naxwaze.
Tan gotiye, ”ewê îronê be lê belê ez sipasî Bîrgul xanimê dikim. Di nava AKP-ê, MHP-ê û CHP-ê da bi sedan kesên wek Bîrgulê difikirin hene, lê belê yek jî cesaret nake ku wek wê fikrê xwe eşkere bibêje. Dema Arinç got, ”ma kurdî zimanekî medeniyetê ye” eynî tişt îfade kir. Dema serokwezîr dibêje, ”perwerdeya bi kurdî ewê Tirkiyê perçe bike jî eynî tiştî dibêje. Dîsa dema serokwezîr dibêje, ”yek milet, yek ziman” jî eynî tiştî dibêje. Lê her ji ber çi be jî qiyamet piştî Beyana Bîrgul Ayman Gulerê rabû.”
Yanî netîce, bi rastî jî hemû partî û parlamenterên wan wek Bîrgul Ayman Gulerê difikirin, dibêjin nabe ku kurd û tirk bibin xwediyên eynî mafan; dibê kurd bindest û tirk jî serdest bin. Ev, rastiyeke û kes nikane înkar bike. Esas Guler bûye tercumana meclîsê û ji xwe loma jî hemû parlamenterên MHP-ê û bi sedan jî yên AKP-ê û CHP-ê ji Gulerê ra li çepikan xistin.

XXX
Jiyan ne tiştê çûyî paşda tîne û ne jî wexta te wendakiriye paşda vedigerîne.
Ya tiştên tu yê bijî dibê tu di wextê da bijî, ya jî ji ber ku tu nejiyayî dibê tu negrî…
Tolstoy

29 januari 2013

Tiştên kurdan bi xwîna xwe qezenc kirine dibê li ser masê neyê wendakirin


Li gorî hin îdîayên di medya kurd û tirk da, di hefteya pêş me da li Hewlêrê ewê di nabêna Teşkîlata Istîxbarata Tikriyê (MIT-ê) û PKK-ê da hevdîtin pêk werin.
Bi qasî ku nivîskarê rojnameya Radikalê Rifat Başaran dinivisîne, MIT ewê di bin serokatiya Fîdan da here Hewlêrê û bi PKK-ê ra (çekberdan jî di nav da) dest bi hevdîtinan bike.
Dîsa li gorî çapemeniya tirk, weke destpêk ewê li herêma Dêrsimê li dora 20 gerîlayên PKK-ê çekên xwe deynin.
Welhasil van rojanan di medyayê da li ser hevdîtinên Tirkiyê, Ocalan û PKK-ê gelek tişt tên gotin. Ji van îdîayan çiqasên wan rast in , çiqasên wan ne rast in meriv nizane. Lê belê tiştek heye, hin hevdîtin ya dibin û ya jî ewê bibin.
Di van 30 salên şer da PKK-ê şerekî pir mezin kir, gelek berxwedan û qehremaniyên bêemsal nîşan da. Gelê kurd jî fedekariyên mezin kir û bedelekî pir mezin da.
Di vî şerî da meriv dikane bibêje ku dewleta tirk, di warê şer da li hemberî PKK-ê û gelê kurd têk çû.
Tirkiyê baş fêm kir ku bi şer nikane zora PKK-ê û kurdan bibe. Loma jî hukûmeta AKP-ê nuha taktîk guherandiye û dixwaze tiştê ku di şer da wenda kiriye, li ser masê, bi siysetê qezenc bike.
Loma jî dibê PKK pir şiyar be û tiştên di nava van 30 salan da bi şer û bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin, li ser masê wenda û heba neke.
Hevdîtin, muzakere temam, baş e, bira bibe; ji xwe şer jî ji bo vê yekê bû. Lê belê dibê kurd careke din, wek dema Şerê Cîhanê yê Yekem neyên xapandin û tiştên ku bi şer û bi bedelekî pir mezin bi dest xistine li ser masê û ji bo xatirê Abulah Ocalan wenda nekin.
Azadiya miletê kurd ji azadiya şexsekî mezintir û muhîmtir e. Loma jî dibê azadiya kurdan di ser her tiştî ra be.
Kudan, bi dayina bedlekî pir mezin Tirkiye mecbûrî ser masê kirne, dibê li ser masê bi çend tawîzên biçûk yên nexapin û rût û repal ji ser masê ranebin.


Hêvî dikim di gotinê da nemîne



Sebebê ku Tirkiye diwêre çeteyên ereb bişîne ser kurdên Kurdistana rojava hinekî jî ji ber bêtifaqiya kurdan e. Heger hemû hêz û partiyên kurdan ji roja roj da, di nava yektîtiyekê da li ser hev bûna, Tirkiyê ewê nikanîbûya hewqasî bi pêşda here.
Loma jî çeka kurdan ya herî mezin ya li hemnerî Tirkiyê û hemû dijminên wan, hevkarî û yekîtiya wan e. Bi derengî be jî kurdên rojava ev yek fêm kiribin pir baş e.
Ez hêvî dikim ku beyana Sekreterê El-Partî Ebdulhekîm Beşar û Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ebdulhemîd Derwêş di gotinê da nemîne û derbasî praktîkê bibe...


XXX
Ker...
Paşnavê mêrik kiribûn ”ker”. Her kesî qerfê xwe pê dikir, jê ra digotin ”kero” virda û ”kero” wê da.
Bi vî paşnavî pir diêşiya. Rojekê dawiya dawî biryar da ku ji vî paşnavî xelas bibe. Rabû çû mahkimê. Hakim jê pirsî, got:
-Derdê te çi ye, tu çi dixwazî…?
Got, ”Paşnavê min ker, her kes ji min ra dibêje ker…”
Hakim got:
”Le bira bibêjin çi ?”
Got, ”bira dahşik be, qenekê biçûk e, sempatîk e, yanî li gorî kerê baştir e…”
Hakim dageriya ser xanima katib û got:
”Binivîse keça min, paşnavê wî bû dahşik…Gava mezin bibe çawa nebe ewê dîsa bi ker be…”

XXX

-Dibê meriv rastiyê ne bi pîvana însanan, însanan bi pîvana rastiyê nas bike.
XXX

-Heger serokwezîr Erdogan rojekê bibêje, ”ez ji keran hez dikim”, li Tirkiyê bi hezaran însanên ku bibêjin ”ji xwe ez ker kurê kerê me.” hene.

XXX
Oxcar Wîlde gotiye, ”demokrasî, çokirina gel ji alî gel ve, ji bo gel e.

28 januari 2013

Kurd wek we ne mahcir in Birgul xanim


Parlamentera CHP-ê Bîrgul Aymana mahcira ji Bosnayê, koka xwe eşkere kiriye û gotiye, ”, Ez boşnaqeka hemwelatiya tirk im. Ez naxwazim welatê min jî bibe wek welatê bavê min Yugoslavyayê…”
Hela hûn bala xwe bidin vê mahcira Bosnayê û pêsekiniya tirkan çi aqilî dide me kurdan...
Bîrgul Aymanê û bavê wê, ji ber ku bindestiya sirban qebûl nekirin koçî Tirkiyê kirin, lê ji me kurdan ra dibêje hûn bindestiya tirkan qebûl bikin; qebûl bikin ji bo ku rehetiya xanimê xera nebe
Tiştekî pirr ecêb e, hema hema hemû kemalîst, nîjadperest û faşîstên tirk mahcirên Balkan û Kafkasan in. Ji ber ku ew mahcir in û pêsekiniyên tirkan e, loma jî tu dozeke wan ya netewî û nasnameyê tuneye, ew amadene ku esil û feslê xwe wenda bikin û zû bibin tirk.
Helbet kî dibe tirk, kî nabe tirk ev ne problema me kurda ye, em ji kesî ra nabêjin nebin tirk.
Lê ya xerab mahcirên Balkanan û Kafkasan ji me ra dibêjin bibin tirk, dixwazin em jî wek wan bibin tirk. Fêm nakin ku em ne mahcir in, yên mahcir û ji derve hatine tirk in, em xwediyê vî welatî û vê axê ne. Em wek Bîrgul Aymanê û bavê wê, ji ber kesî nereviyan e û ne mahcir in.
Dibê Bîrgul xanim û hemû mahcirên Balkan û kafkasan vê yekê fêm bikin.

XXX
Dr. Haluk Gerger, derbarê siyaseta hukûmeta AKP-ê da çend tespîtên rast kirine, gotiye ”Anqereyê ji Îraqê ders girtiye. Ji xwe ew bi xwe jî dibêjin. Em li Îraqê tunebûn, lê emê li Sûriyê hebin. Tirkiye emperyalîzma însanî dike. Yanî bi riya nîşandana sebebên
însanî dixwaze mudaxeleyî herêmê bike. Tirkiye dixwaze statuya berê berdewam be. Lê belê jiyanê îcar li hemberî kurdan çikûs hereket nekir. Bi qasî hêviyê, felaket jî li bende kurda ye. Planeke Tirkiyê ya B heye. Anqere nuha dixwaze Kurdistana baş ûr ji Kurdistana rojava cihê bike, veqetîne. Kurdistana başûr esaseke, rojava jî çîmeto û hesinê vî asasî ye.”
Pir rast e, ji xwe ji bo ku Kurdistana başûr ji ya rojava cihê bike Tirkiye ji der û hundur çeteyan top dike û dişîne ser kurdên rojava û gund û bajarên wan dide ber topan. Armanca hukûmeta AKP-ê ew e ku li Kurdistana rojava jî kurd, wek başûr, nebin xwedî statuyeke siyasî…
Û ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe(yanî li rojava kurd azad nebin) çi ji destê Erdogan û hukûmeta wî were ewê bikin.

XXX
Cîgira serokê BDP-ê Gulten Kişanak xanimê gotiye, ”Bi all ra tu carî gelşa me çênebûye, ew hêjayiya vî welatî ya mişterek e.”
Yanî Kişanak dibêje ku ”em ala kurdî naxwazin, ala tirk, ala me ya mişterek e.”
Kişanak û partiya wê dikane bibêje, ”em ala kurd naxwazin û ala tirk , ala me ya mişterek e”.
Lê ez û bi milyonan kurd wiha nafikirin û wiha nabêjin. Em dibêjin ala tirk ne ala me ye û em ala kurd dixwazin.
Ez jî ne li dijî ala tirk im, lê tirk li dijî ala min in. Tirk li dijî ala kurd in, ji ber ku naxwazin kurdan wek milet nas bikin. Heger wan bi rastî û ji dil hebûna kurdan qebûl bikira bêguman ewê al jî nekirana problem. Dema al were qebûlkirin êdî kurd dibin xwedî statuyeke siyasî, xwedî desthilat û xwedî al û ax. A ji ber ku tirk naxwazin hewqasî bi pêşda herin, loma jî ev şertê xwe bi PKK-ê û BDP-ê dane qebûlkirin.
Lê dibê him dewleta tirk û him jî PKK û BDP baş bizanibin, heta ku kurd li ser axa xwe nebin xwedî al û dest hilat ev mesele ewê çareser nebe.

27 januari 2013

Ji kovara DÎWAR ra xîçek jî ji min



Roja îniyê gava ez ji kar hatim mal, li ser masa min çavê min bi zirfeke mezin ket. Dema min zirf vekir û kovara DîWAR hejmara pêşî dît, ez pir kêfxweş bûm.
Çend nivîskarên kurd di sala 2013-an da gaveke hêja avêtine û kovara Dîwar dîyarî edebiyat û xwendevanên kurd kirine.
Ez wek şexs, gelkî sipasî hemû dost, heval û kesên ku beşdarî vê xebata giranbuha bûne dikim û dibêjim, ji bo vê cesarata we, mala we ava.
Çimkî di vê serdema înternetê, Ayfon û Iphonê da avêtina gaveke wiha, derxistina kovareke mehane ne hêsaye, jê ra îmkan, fedekarî û hinekî jî cesaret lazim e.
Ez hêvî dikim ku hevalên ji bo xizmeta ji ziman û edebiyata kurdî ra zend û bendên xwe vemaltine û ev gava hêja avêtine biserkevin.
Berpirsiyarê kovarê, dostê min ê hêja Helîm Yûsif e. Helîm, nivîskarekî berhamdar û bi îstîkrar e.
Cemîl Oguz û Perwîz Cîhanê jî du nivîskarên xebatkar û berhemdar in. Hebûna van navan baweriya meriv ya bi weşaneke domdirêj xurt dike.
Perwîz Cîhanî, di nivîsa xwe ya li ser gotina Dîwar da, ”Dîwar di ferhenga kurdî da” wiha gotiye:
”Ji her xîmekî ra dîwarek divê, heta ku bibe avahî, sûr, hesar, birc, barû, şûre, berzek, hewş, heyat, xanî, kela, gund û bajar. Nuha vaye xemxurên ziman û toreya kurdî dest dane hev û dixwazin dîwarekî li ser wî xîmî deynin.”
Ez ji nuha da ji hemû hoste, xebatkar û karkirên vî ”dîwarî” ra serkeftinê dixwazim…
XXX
Carnan ez ji xwe dipirsim, dibêjim:
Ji bo çi kurd wek milet ne azad û hîn bindest in?
Helbet meriv dikane gelek sebeb û faktorên der û hundur bijmêre.
Bi baweriya min ji van sebeban yek jî gelo ne ew e ku kurdan azadî û serxwebûna xwe baş neparastine. Heger rêber û mezinên kurdan bi hostayî û têra xwe li azadî û serxwebûna xwe xwedî derketana ez dibêjim em bindest nediman.
Ez bala xwe didimê li Kurdistanê îro jî eynî tahlûke û eynî xeter heye; tahlûke û xetera ku em dîsa werin xapandin, dîsa siyaseteke şaş ya ku me azad neke bimeşînin.

Heta me dijmin nas kir, me mal li xwe xelas kir


Mumtaz Turkoneyê faşîstê berê, îro di quncikê xwe yê rojnameya Zamanê da dibêje:
”Ez ji Birgul Aymanê ji 30 salî û virve ye nas dikim. Di mulkiyê da dema me bi hev ra master dikir, ew di xeta IGD-ê da(rêxistina xortan ya Partiya Komunîst ya Tirkiyê) sosyalîsteke saxlem û ez jî wek faşîstekî bi tescîl dihatim naskirin, lê me dîsa jî baş li hev dikir.
Demek komunîst û faşîstên tirk li hemberî kurdan ne îro tenê, 30 sal berê jî di bin ra hevalên hev bûne, lê haya me kurdên saf û nezan jê tunebûye. Em kurdên çepên kêmaqil jî ji bo çepên tirk û TKP-ê(rtiya komunîst a Tirkiyê)diketin gewriya hev û me serê hev dişkand...
Nuha, piştî 30-40 salî dema meriv van tiştan fêrdibe, meriv li ber xwe dikeve û fêm dike ku em çiqas nezan bûne.
Lê ya xerab, ev safî û nezaniya me kurdan îro jî hîn tam neqediyaye…
XLi Kurdistana başûr kurd navên xwe yên erebî diguherînin, dikin kurdî. Vê tevgerê berê li herêma soran, di nava kurdên soran da dest pê kir, wa ye nuha di nava kurdên herêma Behdînan da jî dest pê kiriye. Ev, şiyarbûneke baş e, nasnameya kurdî xurt dibe.
Min berê jî nivîsîbû, bi dîtina min dibê li Kurdistana bakur jî kurd dev ji navên erebî û tirkî berdin û navên kurdî li zarokên xwe kin. Tirk û ereb navên kurdî li zarokên xwe nakin. Ev yek ji bo me kurdan hîn girîngtir e, nav jî nasnameyeke kurdayetiyê ye û pir girîng e.

XXX
 Seroka belediya wîlayeta Aydinê ya CHP-ê Ozlem Çerçioglu(wisa xuyaye ku bavê wê ya jî kalê wê etar, çerçî bûye) gotiye ewê Aydinê ji kurdan paqij bike. Esas ne ji Aydinê tenê, tirk dixwazin kurdan ji Tirkiyê û Kurdistanê û heta heger mimkûn be ji ruyê dinyayê jî paqij bikin.
Lê li gel vê jî kurdên me, serok û rîsipiyên me, xwe bi tirkan û bajarên tirkan va kirine qîr û ji wan naqetin.
Tirk çiqasî heqaretê li kurdan dikin, kurdên me hewqasî xwe bi wan û bajarên wan ve dizeliqînin.
Tarîxê êdî biryara xwe daye, tirk û kurd hew dikanin wek berê bi hev ra bijîn. Dibê kurd vê rastiyê bibînin û berê xwe bidin welatê xwe. Heger em dixwazin bibin xwedî welatekî serbixwe dibê em dev ji mahciriya nava tirkan berdin û li welatê xwe bijîn.

26 januari 2013

Hela hûn bala xwe bidin vê sosiretê!


Hela hûn bala xwe bidin vê sosireta giran, serokwezîrê Tirkiyê, Erdoganê ku hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî jî qebûl nake, li dijî gotinên parlamentera CHP-ê ya Îzmîrê Bîrgul Aymanê ku derheqê kurdan da kiribû derketiye û gotiye, ”tu milet ji miletekî din, tu nîjad ji nîjadeke din ne hêjatir e. Kesê viya biparêze di serî da bêhurmetiyê li hemberî vê axê dike, îxanetê bi naveroka van erdan ra dike…”
Gotinek heye, dibêjin, ”yê ji dînê min ra xebera dide nuha ew bi xwe musliman bûya…”
Nuha ne kes, Erdoganê ku hîn hebûna kurdan û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nake, qebûl nake ku di qanûna esasî da navê kurdan hebe, destûrê nade ku parlamenterekî kurd di meclîsê da du gotinan bi kurdî bibêje, radibe nîjadperesteke din rexne dike û dibêje ”tu çima dibêjî dibê kurd û tirk gerek ne wek hev bin?
Fena ku li Tirkiyê kurd û tirk wek hev in û xwediyên eynî mafan e…Rastî ji xwe wiha ye, kurd bindest û tirk jî serdest in…
Tiştê Bîrgul Aymanê gotiye, Erdogan di praktîkê da bicî tîne, ew nahêle kurd û tirk bibin xwediyê heman mafan. Lê însan dema bêrû û bêheya be her tiştî dibêje.

XXX
Bi dîtina min dibê meriv di komeleyên kurdan da cîh neda tirkan û heta mimkûn be hevza xwe ji wan bike. Bi qasî ku xuyaye li Ewrûpayê komleyên apociyan bûne hêlîna tirkan. Her babet û her celep tirk di komeleyên wan da cirîtê davêjin.
Tirk di komele û dezgehên me da wasiteyên asîmîlasyonê û ajantiyê ne. Ne hemû bin jî lê piraniya wan ji bo xerabiyê tên nava kurdan û ”dostayeke” bi hesab bi kurdan ra datînin.
Heta ku PKK xwe ji tirkan paqij neke nikane siyaseteke tam netewî bimeşîne. Hebûna tirkan di nava PKK-ê da li hemberî siyaseteke netewî astengeke pir cidî ye…

Berî ku xelk we bikuje hûn biaqil bûna



Kurdên me yên PKK-yî hîn nuh destpêkirine secereya Omer Guneyê faşîst û ajanê tirkiyê derdixin. Piştî ku mêrik sê jinên kurd bi rengekî pir hêsa kuşt û şûnda, zîrek û jîrên me wek pêlewanên derewçîn dest bi derxistina secereya wî û têkiliyên wî yên bi Tirkiyê ra kirine.
Madem hûn hewqasî jîr û zanene û dikanin secereya însanan wiha zû derxin, çima we berê nekir?
Berî ku xelk serokên we bikuje…
Yê qatil bi mehan li malên wan maye û gotiye ku bavê wî “kurd” e, lê diya wî tirk e. Ji ber ku reheke(tamareke) tirkayetiyê têda dîtine kurdên me xwe kirine qurban, ew dane ser serê xwe û hemû derî jê ra vekirine.
Heger mêrik bigota bavê wî jî tirk e, ez bawer dikim ewê her tiştên xwe teslîmî wî bikirana û heta ew bikirana serokê xwe jî. Ji ber ku kurdên me heyranên kes û serokên tirk in, heyranên jinên tirk û ji zimanê tirkî ne.
Lê baş e ku qatil negotiye bavê jî tirk e, diyar e tirkîtiya diya wî tenê têra karê wî kiriye…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, li Ewrûpayê sinyala cînayetên nuh da û got ”di dorê da Almanya heye.”
Erdogan, fena ku ji bo cînayetan meriv şandibe Almanyayê gotiye, ”Almanya di dorê da ye. Min çend caran ji Merkelê ra qala van meselan kir. Nuha li ba me 4 hezar dosyeyên tên mahkimekirin hene. Me Sakîne Cansiz xwest lê nedan. Nuha rewş ket vî halî. Ji nuha û pêva Almanya jî dikane rûbirûyî gelek astengiyan bibe…
Wisa diyar e ku merivên wan yê Almanya jî hazir e, li bende emrê dewleta Erdogan e, ew kînga emir bidin, ewê derbasî hereketê bibe û çend kurdan bikuje.
Li alî din Erdogan merivekî pir bêexlaq e, li gel ku eşkere bûye ku Omer Guneyê qatil ajanê wan e, di nava mehekê da 10 caran çûye Anqerê û hatiye, lê Erdogan dîsa jî dibêje ”bûyer netîceya şerekî nava wan e.”
Dema însan bêexlaq û bêûjdan be dikane her derewê û her bêbextiyê bike.

XXX
Mêraniya parlamenterê CHP-ê yê Semsûrê Salih Firat, tenê çend saetan ajot û dû ra teslîm bû.
Do piştî nîvro dema medya sosyal xebera îstîfa Salih Firat ji CHP-ê da gelkî kêfa min hat, min wiha nivîsî:
”Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku wa ye ji bo carekê be jî parlementerekî kurd(parlamenterê CHP-ê yê Semsûrê Salih Firat) ji ber gotinên nîjadperest yên parlamentera CHP-ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Gulerê, ji partiya xwe îstîfa kiriye.”
Lê vê kêfa min zêde neajot, ez bawer dikim piştî çend saetan Firat îstîfa xwe paşda girt.
Esas rastiyek heye dibê meriv qebûl bike, teyrê carê ji refên xwe biqete zû bi zû paşda venagere.
Kurdên ku carê ji refên qewmê xwe veqetiyan e û çûne nava partiyên dijmin, ku carnan yek du îstîsna cêbin jî, lê bi piranî êdî ew ne malê me ne, ew bûne malê cepha dijmin.
Dijmin ji bo kurdan çi bibêjin, çi bikin jî ew dev ji hevaltiya dijmin bernadin, ewê her û her bi dijmin ra bin.
Not:Rojek piştî vê nivîsamin Salih firat beyanek da û got wî îstîfa paşda negirtiye. Lê do, hevalên wî gotin paşda girtiye.

24 januari 2013

Em nemrin emê hîn gelek ecêban bibînin




Li gor ku malpera AVESTAKURD dinivîsîne, serokê Teşkîlata Îstîxbarata Tirk (MIT-ê) Hakan Fidan Kurd e.
Di xeberê da tê gotin ku gundiyekî Hakan Fidan gotiye, Hakan Fidan Kurd e û ji Erdîşa qeza Wanê ye, ji gundê Dêra Jorîn e.
Bi îhtîmaleke mezin gundekî êrmeniyan e, i ber ku navê wî ”Dêr” e.
Gundiyê Hakan Fîdan gotiye, 50 sal berê bavê Hakan koçî Enqereyê kiriye û li wir cîwar bûye.
Dîsa li gorî agahdariya Avestakurdê, Hakan Fîdan ji eşîra Seyidkî ye û navê apê jî Hecî Mecîd Fîdan e. Û ew bi xwe jî muxtarê gundê Dêrê ye.
Li gorî çavkaniya Avestakurdê, Hakan Fîdan her çiqas li Enqerê mezin bûbe jî lê ew dîsa jî bi kurdî dizane.
Weleh ez nizanim ez çi bibêjim, sîstema kemalîst û asîmîlasyonê bi milyonan kurd rezîl û riswa kirine û kirine neyarên qewmê xwe û xizmetkarê dijmin. Loma jî kurdbûna Hakan Fîdan jî dikane rast be. Dema yekî esilkurd bibe serokê MÎT-a Tirkiyê, maneya xwe ew e ku ew merivekî tam neyarê kurda ye. Ya na dewlet wî nake serokê MÎT-ê.

XXX
Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku wa ye ji bo carekê be jî parlementerekî kurd(parlamenterê CHP-ê yê Semsûrê Salih Firat) ji ber gotinên nîjadperest yên parlamentera CHP-ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Gulerê, ji partiya xwe îstîfa kiriye.
Bîrgul Ayman Gulerê, di axaftina xwe ya meclîsê da gotiye, “Hûn nikanin bi min bidin qebûlkirin ku netewa tirk û miletê kurd wek hev in û wek hev hêjane.”
Li ser van gotinên Gulerê, ji rêzên MHP û CHP-ê parlamenteran jê ra dûr û dirêj û bi heraret li çepikan xistine û gotine her bijî.
Yekî nizanibe ewê bibêje qey li Tirkiyê di nabêna kurd û tirkan da wekhevî heye. Ji xwe ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye ku tu carî  di nabêna tirk û kurdan da wekhevî çênebûye; kurd tim bindest û tirk jî serdest bûne, kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar mane. Yanî ji xwe rewş wiha ye.
Lê li gel vê jî ev gotinên Gulerê, gotinên wezîrê edaletê yê Tirkiyê yê pêşî Mahmût Esat Bozkurt tîne bîra meriv. Bozkurt, di sala 1930-î da di axaftineke xwe ya meclîsê da gotibû:
”Tirk, efendiyên vî welatî, xwediyên vî welatî yên tik û tenê ne. Kesên ku xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî mefekî wan tenê heye; mafê xizmetkariyê, mafê koletiyê. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin…”
Bi baweriya min ne Salih Firat tenê, dibê hemû parlamenterên CHP-ê yên kurd, yên ku xwe kurd dihesibînin bi hev raji CHP-ê îstîfa bikin.
Meriv kurd be û para xwe hinekî be jî ji kultura demokarsiyê girtibe dibê meriv bi kesên wiha ra di eynî partiyê da nemîne.
Ez vê bangê li parlamenterên partiyên din jî dikim, bi baweriya min dibê kurd êdî ji tirkan biqetin.

XXX
Wey bi xêr be, nîhayet wa ye lazan jî li Rîzeyê dest bi weşana telewîzyonê ya bi lazî kir. Kurdan bi micadeleya xwe ya salan li Tirkiyê ereb û laz jî ji gorrê derxistin û bi kultur û nasnameya wan hesandin. Loma jî dibê ereb û laz rabin û rûnin û ji miletê kurdan ra dua bikin.
Lê mixabin ne ereb û ne jî laz sipasî kurdan nakin, ji dêlî wê, wek nîjadperestên tirk bi dewletê ra êrîşî kurdan dikin.
Ev jî bêşansiya me kurda ye, em bi kê xêrê û çêyê bikin, dibe kevir û kuçik û li me dibare…
XXX
Serokwezîr Erdogan dîsa demagojiya ew ji ”birayên” xwe yên kurd hez dike, kurd ”birayên” wî ne kiriye.
Qey ji ber ku wî zimanê kurdî qedexe kiriye û bi lêdanê kurdan fêrî tirkî dikin loma ew ji kurdan hez dike û dibêje kurd birayên wî ne?
Tirkiye dewleta tirka ye, wek milet ji ta heta bi derziyê her tiştê tirkan heye; meclîs, al, bi hezaran mekteb, zanîngeh, artêş, pûlis, cendirme û hwd.
Lê tu tiştekî kurdan tuneye, bira hebûna tiştekî li wir bimîne, hîn hebûna kurdan jî nayê qebûlkirin.
Ê qey ji ber vê ye ku Erdogan ji kurdan ”hez” dike(!) û dibêje kurd ”birayê” me ne…

23 januari 2013

Dibê dijmin hewqs bi rehetî nikanibe me bikuje

Bi qasî ku xuya dibe qatilê sê jinên kurd, Omer Guneyê faşîstê wek sîxurekî dewleta tirk du sal berê bi şiklekî pir rehet li Parîsê bûye endamê komeleyeke nêzî PKK-ê.
Ne dema mêrik bûye endamê komelê û ne jî di nava van du salan da tu berpirsiyarekî komelê ne hewce dîtiye û ne jî meraq kiriye gelo ev ”Omer Guneyê” tirk kî ye, çi kes e?
Meriv meraq dike, dipirse, hinekî lê hûr dibe, malbata wî, der û dora wî, fikrên wî meraq dike…
Lêkesî qet meraq nekiriye, mêrik çi gotiye her kesî wer bawer kiriye. Ev bi serê xwe felakat e.
Mêrik bêyî zor û zahmetî zû bûye dost û hevalê berpirsiyarên komelê û piraniyan endaman, gelek caran ji wan ra tercumanî kiriye.
Dema meriv çîroka endametî û têkiliya Omer Guney bi berpirsiyarên komeleyê ra fêr dibe, meriv matmayî dimîne.
Erê komele ne partiyên îllegal in, rêxistinên demokratîk û ji her kesî ra vekirîne. Lê belê ev nayê wê maneyê ku komele ewê wek xanekê, wek otêlekê be û hema kî were û kî bixwaze ewê bikaribe bibe endam û hewaqasî pêşda here. Dibê hin bend, hin barîer hebin.
Rêxistin û komeleyên nêzî PKK-ê di girtina endaman da dibê ji rêxistin û komeleyên kurdan yên din bêtir şiyar û tîtîz bin, bêtir bi temkîn bin û li xwe miqate bin.
Dibê faşîstekî sîxurê dewletê hewqasî bi rehetî nikanibe bibe endam û bi salan di nava komeleyê da bimîne û xwe veşêre.
Heger berpirsiyarekî komeleyê carekê meraq bikira û rojekê di înternetê da, di facebookê da li profîla ”Omer Guney” binêriya, ewê bi hêsanî bidîta ku ev merivekî tarî û pir tahlûkeye.
Lê wisa xuyaye ku di komeleyên nêzî PKK-ê da tu kes tîtîziyeke wiha nîşan nade û kî bixwaze bi rehetî, bêyî lêpirsîn û lêkolîneke cidî dikane bibe endamê komeleya ew dixwaze.
Ev şaş e û bêmesûliyetî ye, dibê xwîna kurdan hewqasî ne erzan be. Dibê berpirsiyar û birêvebirên komele û rêxistinên nêzî PKK-ê mesûliyeta mezinayiya xwe, mesûliyeta navê xwe bizanibin û li gorî wê tevbigerin û tim bi tedbîr hereket bikin.
Dewleteke wek Tirkiyê xedar bi şev û roj li pey PKK-ê, endam û kadirên wê ye, loma jî dibê PKK û rêxistinên wê jî her tim bi rengekî pir cidî hesabê vî dijminê xwe yê xedar bikin.
Dema nekin wê demê li gorî navê xwe û berpirsiyariya xwe hereket nakin.
Meriv bi çar dewletan ra dijminatî û şer kir, dibê li gorî vî şerê xwe jî cidî hereket bike û xwe baş biparêze. Ne ku faşîstekî tirkê sûtal bi rehetî were têkeve nava rêxistinên we û nava rojê sê kadirên we di komeleya we da bikuje. Ev skandal e.
Di vir da par û mesûliyeta berpirsiyarên komelê jî pir e, wan jî berpirsiyariya xwe neanîne cî. Û loma jî qatil di mala PKK-ê da bi rehetî sê jinên kurd kuşt.

22 januari 2013

Ev înfaz karê Tirkiyê ye

Bêguman li pişt cînayeta Parîsê ya sê jinên kurd dewleta Tirk heye. Min ev texmîna xwe roja pêşî anîbû zimên.
Tirkiye li pişt cînayetê ye, ji ber ku ji her kesî û her dewletê bêtir Tirkiye li pey kuştina endam, kadir û birêvebirên PKK-ê ye. Kî li Qendîlê, li Licê û li Nisêbînê PKK-yiyan dikuje, li Parîsê jî qatil ew in, wan kuştiye.
Wek tê zanîn, bi bihîsitna cînayetê ra berdevkê serokwezîr û yê hukûmetê Huseyin Çelîk, fena ku ew ji hin tiştan haydar be, tavilê got, ”ev, înfazeke hundur e.”
Dû ra serokwezîr Erdogan jî gotinên nêzî yên Çelîk gotin û got dikane ”înfazeke hundur be…”
Her wisa medya di bin emrê hukûmetê da ya dîndar, nîjadperest û faşîst jî eynî propgande kir, gotin ev îşê PKK-ê ye.
Lê nuha derket ortê ku qatilê bi navê Omer Guney tirk e û bi îhtîmaleke mezin sîxurekî dewletê ye.
Û ji xwe sebebê ku Çelîk û Erdogan jî elelecele bûyer dikirin hustuyê PKK-ê ev yek e. Wan dizanîbû ev karê dewleta wan e û loma jî dixwestin şopê ji ser xwe dagerînin.
Wek cînayeta Hrant Dînk, ev cînayet jî dîsa bi sûtalekî dane kirin. Lê ewê pir û pir zahmet be ku serî here bigihîje dewleta tirk û kesên emir dan qatil. Him Fransa û him jî Tirkiye ewê bixwazin cînayetê şêlû û tevlihev bikin, ji bo ku qatilên rastîn dernekevin.
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in û ji miletekî bêxwedî ne, loma jî dewlet û hukûmeta Fransa ewê ji bo kurdan tu carî lêkolîneke ku kanibe Tirkiyê nerehet bike neke.
Çawa ku hêz û kesên li pişt qatilê Hrant Dînk û gelek bûyerên din eşkere nebûn, bi îhtîmaleke pir mezin kesên li pişt Omer Guney jî ewê eşkere nebin.
Lê Fransa kesên li pişt qatil/qatilan derxe, dernxe, diyar e kuTirkiye li pişt vê cînayetê ye, Omer Guney qatilekî wan yê basît e…

Gotina rast rast e...



Dibêjin Tolstoy gotiye:
-Dibê meriv însanekî ne li giorî mewqiyê ew lê ye, li gorî mewqiyê wî çavê xwe berdayê bipîve. Rast e, gotineke pir di cî da ye. Hin kes carnan tên meqamê ku ew ne layiq in. Çavên wan ji mezinayî û rêberiya miletekî bêtir li xizmetkariya dijmin e.

XXX
Min nuha ji sernivîsa dostekî îlham girt û ew wiha şirove kir:
-Kurdistan yek e, ne çar, neyar ew kiriye çar par.

XXX
Komara Kurdistanê, li Mehabadê li Meydana Çarçira berî nuha bi 67 salan di 22-01-1946-an da di bin serokatiya pêşewa Qazî Mihemed da hate îlankirin.
Ez, 67 saliya avabûna Komara Kurdistanê, serokê wê pêşewa Qazî Mihemed û hemû berpirsiyar û birêvebirên wê yên din bi hurmet bibîr tînim. Bira gorra hemûyan buhuşt be…

XXX
Mêrxas û kurdperwerê hêja Necmedîn Buyukkaya 29 sal berê di 22-ê çileya paşîn da (22/1-84)ji alî qatilên dewleta tirk ve di zindana Diyarbekrê da bi îşkenceyeke mezin hate qetilkirin. Di 29 saliya şehadata wî da ez vî mêrxasê kurd û kurdperwerê hêja bi hurmet û giramî bi bîr tînim. Ewê tim û tim di bîra me da be.
Hemû şehîdên kurd û Kurdistanê nemirin.

XXX
Weke tê zanîn li Frensayê çend roj berê ji doza kuştina 3 jinên kurd li Parîsê du kes hatibûn girtin. Li gorî ku çapemenî dinivîsîne ji girtiyan yek îro hatiye berdan. Lê yê bi navê Omer Guney ku tirk e û ji Sêwasê ye bi sûcê kuştina her sê jinan hatiye tewqîfkirin.
Li gorî beyanên dozger bi îhtîmaleke mezin qatil Omer Guney e.
Ji roja pêşî da min got Tirkiye li pişt vê cînayetê ye. Gelek kesan edresên din nîşan dan. Lê wa ye hêdî hêdî diyar dibe ku qatil tirk e û ji malbateke nîjadperest e û bi îhtîmaleke mezin wek ajanê dewletê ketiye nava komeleyên nêzî PKK-ê.
Yanî dewletê taktîkên di hemû cînayetan da bikar aniye, li vir jî eynî tişt kiriye, sûtalek wek ”tetikkêş” bikar aniye.
Qatil endamê PKK-ê be ne endam be qet ferq nake, ew bi serê xwe vê cînayetê nake, hinekan ev wezîfe dan wî. Yanî ew tenê taşaron e, lê mutahîdê mezin yê li pişt wî bi îhtîmaleke mezin ”dewleta kûr” ya tirk e. Yanî ji bo ku dewleta ”ne kûr” paqij derxin, ewê têxin hustuyê ”dewleta kûr”…

XXX
Cîhan wek kitêbekêye, kesê seyahet neke, negere û nebîne rûpelekê tenê dixwîne.

XXX
Kesê menfeetperest çelziman e, dikane têkeve her qalibî û her boyaxê. Menfeet li ku be ew li wir e.

XXX
Hema hema dermanê her derdî, her nexweşiyê heye. Lê belê heta nuha dermanê bêxîretiyê hîn nehatiye dîtin.

20 januari 2013

Erdogan: Ji bo min mesela kurd tuneye


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Niziba qeza Dîlokê(Entabê) camêr dîsa wek mêra û him jî li kêleka kurdekî bêxîret Huseyîn Çelîkê wanî , li hemberî kurdên ku qala çareseriya mesela kurd dikin nerazîbûnek pir mezin nîşan daye û gotiye:
"Her tim dibêjin pirsgirêka kurd û pirsgirêka kurd. Tiştekî wisa tuneye. Ji bo min pirsgirêka kurd tuneye…”
Û dû ra jî mêrik wek dîkê qoqo qala ”terorê” kiriye û gotiye, li Tirkiyê ne mesela kurd, teror heye û ew ji ”birayên xwe yên kurd hez dike, lê belê kurdparêziyê red dike..!”
Her ku Erdogan dibêje, ”ji bo min mesele kurd tuneye”, hin kurdên reben û zilamên wî û yên ku naxwazin ji nanê xwe bibin, Erdogan bi asîmanan dixin û dibêjin, heger PKK çekan deyne û şer rawestîne Erdogan ewê mafê kurdan bide û mesela kurd bi riyeke aştiyan e çareser bike.
Mêrik çareseriya mesela kurd bi çekan û şer ve girê nade, nabêje heta ku PKK çekan daneyne ez mafê kurdan nadim, dibêje, ”ji bo min mesleyeke kurd êdî tuneye”. Erdogan dibêje, problem teror e û ew jî dibê PKK bê qeyd û şert çekan deyne û teslîm bibe.
Erdogan, qet demagojiyê nake, pir vekirî û zelal dipeyive, camêr dibêje, wî hemû mafê kurdan daye û loma jî ji bo wî êdî mesela kurd tuneye.
Kurdê ku piştî van gotinan hîn jî hêviya çareseriyê ji Erdogan bikin ew him xwe û him jî gelê xwe dixapînin. Erdogan dibêje wî şer qezenc kiriye û dibê kurd teslîmî merhameta wî û dewleta wî bibin.
Lê ev hesabê Erdogan şaş e, kurd heta ku negihîjin azadiya xwe û îdareya welatê xwe negrin destê xwe teslîm nabin û ewê tu carî jî nebin.
Pêşketina aboriya Tirkiyê Erdogan har kiriye, wek rûviyan bi dêla xwe dilîze. Lê ev bitrî ewê jê ra nemîne, kurd vê rastiyê ewî nîşanî wî bidin.
Şansê wî heye ku muxalefet ji wî gelkî xerabtir e û heta ku raqibên wî Bahçelî û Kilçdaroglu bin mêrikê li meydanan tim wiha bike buxebux û hirehir…

Hevalbendiya dijmin heram e



Serokwezîr Erdogan, li Dîlokê(Entabê)li ser netîceyên anketa şîrketa Kondayê dîsa hatiye heyecanê û agir bera erdê daye, gotiye AKP li 7 herêmên Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 54-an hîn jî partiya yekem e.
Û dû ra jî gotin dîsa aniye ser BDP-ê û gotiye, ew li Kurdistanê jî ji BDP-ê bêtir raya digrin.
Weleh mixabin beşekî kurdan heta nuha ray dan vî neyarê xwe yê har, ev rast e.
Lê ji nuha û pêva nimêj li ser cenazeyê kurdê ku piştgiriya AKP-ê bike û raya xwe bidê nabe.
Çawa ku serokê diyaneta Tirkiyê dibêje, nimêj li ser cenazeyê gerîla nabe, ez jî dibêjim, nimêj li ser cenazeyê kurdê hevalbendê AKP-ê nabe...
Kîjan mele dibêje dibe, bira fermo fetwa xwe ji min ra bibêje…

XXX
Ez û xanim nuha ji gerra ser gola me hatin. Gola me cemidî ye, em bîstekê li ser geriyan. Di vegerê da nêzî mala me, em rastî sê pezkûviyan hatin. Min rismê wan girt, bazdan çûn ketin nava daristanê.
Li perê golê milet êm dida ordegan, me bîstekê li şahiya ordegan temaşe kir û em bi halekî westiyayî hatin mal. Ezê nuha rabim qahweyeke kurdî ji xwe û xanimê ra hazir bikim...
Gelî xaniman, hûn jî ji hevalên xwe qahweyeke kurdî bixwazin.

XXX
Heramzadeyekî din, Toktamiş Ateşê ku li gorî hin îdîeyan kurdekî herêma Enedoloya Navîn e li Stenbolê li nexwşxaneya Çapayê mir. Ez pir bawer nakim ku Toktamiş kurd be, dibe ku di nava kurdan da mezin bûbe û pêsekiniyê kurdan be. Yanî koka wî jî tarî ye. Lê kurd be, ne kud be, axirê ew neyarekî kurdan bû. Her cara ku qala kurdan dikir ji devê wî jahr û agir dibarî…
Min tu carî nedît di heqê kurdan da gotineke baş bike, merivekî pir dilreş bû, xerabiya wî ji wî ra ma. Kurd ewê Toktamişê heramzade tim wek merivekî dilreş bibîr bînin…

XXX
Sûcê mirîşkê çi ye?

Jinikê ji mêrê xwe ra got:
-Tu zanî, sibe salvegera zewaca me ye, dibê em bi hawakî pîroz bikin.
Mêrik got:
-Ê tu dibêjî em çi bikin?
Jinikê got:
-Emê mirîşka xwe şerjêkin û ban çend dost û hevalan bikin û bi hev ra pîroz bikin.
Mêrik got:
-Xanim, em ji xwe ra zewicîne, de îcar sûcê mirîşka reben çi ye ku bibe qurbana zewaca me?

19 januari 2013

Heger hûn alê û dewletê naxwazin di we da seqetiyek heye



Îsmaîl Beşîkçî, roja yekşemiyê di konferanseke li ser rola rêberan da peyivîye. Beşîkçî, di axaftina xwe da gotiye, ”ev çi sîstemeke antî-kurd ya navnetewî ye ku serê salan e ku dixerpişin(dajon) ser kurdan. Li gorî texmîna min li cîhnanê li dora 50 milyon kurd dijîn. Û dewleteke wan tuneye. Ev çi neheqî ye?”
Û dû ra jî gotin aniye ser BDP-ê û gotiye, ”Lê belê li vir para BDP-ê jî heye. Dibêjin em serxwebûnê naxwazin. Heger hûn alê û dewletê naxwazin di we da seqetiyeke heye.”
Di salonê da hevseroka BDP-ê Gulten Kişanak û parlamenterên BDP-ê Ayla Akat, Emîne Ayna û Sabahat Tuncel jî rûniştîbûne. Ev her çar xanim jî li ser van gotinên Îsmaîl Xoce mizjcîne.
Nizanim ji bo çi û bi çi keniyan e? Miheqeq bi halê xwe keniyane… Ji ber ku gotinên Beşîkçî, ne gotinên ku meriv pê bikene.
Ji ber ku serokên filistînîniyan doza dewleteke serbixwe dikin Kişanak, Akat, Ayna û Tuncel bi wan nakenin, lê dema Beşîkçî kurd wê dozê dikin dikenin. Diyar e dewletbûn ji xelkê ra adet e, tenê ji me kurdan ra QEBHET e!
Lê dibê ez bibêjim ku ev ”qebhet” ya rêber û serokên me ne. Çimkî ew serxwebûnê ji bo gelê xwe wek ”qebhetê” dibînin û loma jî naxwazin.
Wek Îsmaîl Beşîkçî xoce jî gotiye, bi rastî jî kurdê ku devleteke serbixwe ji bo miletê xwe nexwaze ne temam e, têda seqetiyeke heye.
Wek kurdên başûr, meriv serxwebûnê dixwaze, ji bo xwe wek mafekî rewa dibîne, lê venaqete. Xwestina serxwebûnê tiştek e, veqetandin tiştekî din e. Yên me li dijî dewletbûna kurdan e, nabêjin ev heqê me ye, lê belê îro em naxwazin vî heqê xwe têxin pratîkê ya jî ji ber ku em nikanin loma em îro naxwazin. Lê belê xwestineke wiha mafê her kurdî ye…

XXX
Derve -17o derece sar e, ez û xanim dikin derkevin der û bîstekê li ser gola me xwe şûş bikin...:))

Li Stockholmê, li herêma Albyê, berfa sipîboz ser her tiştî, ser her qilêr û gemarê girtiye, leylan li ber çavên meriv wek pêlên deryayê hêl dibin. Li hewşa me pirte pirta çivîkan e, li qûtekî digerin û ez û xanim xwe dijdînin ji bo ku derkevin seyraneke xwezayê.
Bi hêviya ku pêşeroja me kurdan jî wek vê berfê sipî be 

XXX
Stockholm bûye Sibîrya, ez nuh hatim mal, derve ji serma dişewite, 16 derece di bin sivfirê da ye. Sibe ewê hîn jî sartir bibe.
Lê her der sipîboz xemilîye, gerra li ser gola cemidî sibe ewê gelkî xweş be...

XXX
-Gurî dimre dibe porhelîl, kor dimre dibe çavxezal.

17 januari 2013

Rojnamevanê 70 salî "kurdbûna" xwe veşart îro mir



Rojnamevan Mehmet Alî Bîrandê ku piştî 70 saliya xwe û ew jî berî mirina xwe bi çend hefteyan got, ”ew kurdekî ji Xarpêtê ye” ya jî ”diya wî kurd e” îro mir.
Bala min lêye di cîhana internetê da gelek kurd û tirk pesnê vî rojnamevanê ”pir meşhûr û hêja” didin.
Li hemberî van pesnan ez matmayî dimînim, merivekî ku 70 salî koka xwe û bajarê ku ew jê ye veşêre, meriv bi ûjdanekî rehet çawa dikane pesnê wî bide û wî wek merivekî, wek rojnamevanekî cesûr û hêja pêşkêşî civatê bike?
Wek hevalê min Fûad Onen jî gotiye, ez bi xwe jî bawer nakim ku ew jî û diya wî jî bi ”rastî” kurd bin, di koka wan da miheqeq durretî heye...
Rojnamevanekî ku 70 salî eslê xwe înkar bike, bira rojnamevanekî baş li wir bimîne, ew şexsiyetekî trajîk e û bizok e.
XXX
Diyarbekrira xopan, warê şêr û şepalan, kela mêrxas û egîdan, bi îhtîşameke mezin li zarokên xwe xwedî derkeve û meziniya xwe nîşanî dost û dijminan bide.

XXX
Ji roja ku suîqasta li Parîsê li hemberî sê jinên kurd yên welatperwer hat bihîstin û virda ye li başûrê Kurdistanê hema hema li hemû bajarên kurdên soran(wek Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên din)milet li ser nigaye û vê cînayetê bi xurtî şeremezar dike.
Ev şêla kurdên soran min pir û pir kêfxweş dike û ez bawer dikim ku neyarên me jî pir nerehet dike.
Bi qasî ku min di kanala Gelî Kurdistan, Stêrk TV û Nûçe TV-ê da temaşe kiriye protesto û xwepêşandanên li dijî vê cînayetê ji yên bakurê Kurdistanê berfirehtir in. Lê li alî Behdînan min protesto nedît, dibe ku ez lê rast nehatibim.
Lê belê şêla kurdên soran wek kurdekî hêviyeke mezin dide min û min pir kêfxweş dike. Bi hêviya ku ev hest li her çar perçeyên Kurdistanê û di nava hemû kurdan da xurt bibe…

XXX
Ji roja ku suîqasta li Parîsê li hemberî sê jinên kurd yên welatperwer hat bihîstin û virda ye li başûrê Kurdistanê hema hema li hemû bajarên kurdên soran(wek Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên din)milet li ser nigaye û vê cînayetê bi xurtî şeremezar dike.
Ev şêla kurdên soran min pir û pir kêfxweş dike û ez bawer dikim ku neyarên me jî pir nerehet dike.
Bi qasî ku min di kanala Gelî Kurdistan, Stêrk TV û Nûçe TV-ê da temaşe kiriye protesto û xwepêşandanên li dijî vê cînayetê ji yên bakurê Kurdistanê berfirehtir in. Lê li alî Behdînan min protesto nedît, dibe ku ez lê rast nehatibim.
Lê belê şêla kurdên soran wek kurdekî hêviyeke mezin dide min û min pir kêfxweş dike. Bi hêviya ku ev hest li her çar perçeyên Kurdistanê û di nava hemû kurdan da xurt bibe…

15 januari 2013

Ez dibêjim ev cînayet karê Tirkiyê ye

Gelek kes û der û dor Îranê, Îsraîlê, Sûriyê, Rûsyayê û heta Fransayê li pişt qetlîama Parîsê nîşan didin, dibêjin dikane tiliya van dewlatan yekê ya jî çendê wan bi hev ra di vê cînayetê da hebe.
Lê ev texmîn û speklasyonên tên meşandin qet nakeve serê min. Ji roja pêşî da ye ez ji Tirkiyê şik dikim û ez dibêjim bi îhtîmaleke pir mezin Tirkiye li pişt vê cînayetê ye.
Ji bo çi Tirkiye?
Ji ber ku ji her kesî bêtir Tirkiye li pey kuştina serok û berpirsiyarên PKK-ê ye loma. Tirkiye ev serê salan e ku bi rengekî pir aktîv li pey Sakîne Cansizê ye, ji bo ku wê teslîm bigre gelek xebitiye û bi milyonan pere rijandiye.
Tirkiye ji bo kuştina her serokekî PKK-ê salê bi milyaran pera dirjîne, her roj balafirên şer dişîne ser Qendîlê û ji bo kuştina wan bi tonan bombeyên jahrî berdide ser serê wan.
Tirkiye ji bo ku hemû kadir û berpirsiyarên PKK-ê, KCK-ê, KNK-ê teslîm bigre xwe diçirîne û navê hemûyan jî daye Interpolê.
Îcar dewleteke wiha dema fersendê bibîne ewê çima Sakîneyê nekuje û nede kuştin?
Hin der û dor dibêjin efendim hukûmet bi Îmraliyê ra ”hevdîtinên aştiyê” çêdike, loma jî bi cînayeteke wiha ewê nexwaze vê pêvajoyê sabote bike.
Bi baweriya min ev jî sebebekî pir ne cidî ye. Hukûmet pênc perê xwe jî di ”hevdîtinên Îmraliyê” nade û ji bo van hevdîtinan ne dev ji operasyonên xwe berdide û ne jî ji kuştin û qetlîamên xwe.
Heger hukûmetê qîmetek bida ”hevdîtinên Îmraliyê” di nava van deh rojan da ewê 30 keç û xortên kurd bi hovîtî nekuşta.
Ji bo kuştina gerîlayekî, endamekî PKK-ê dewlet bi milyaran pera dirjîne.
Yanî ji ber ku hukûmet bi Oclalan ra ”hevdîtinan” dike ewê cînayeteke wiha nede kirin ne rast e. Hukûmet li Kurdistanê her roj destûrê dide qetlîamên wiha.
Loma jî îhtîmala ku dewleta tirk li pişt vê qetlîamê ye ji hemû îhtîmalên din xurttir e. Çimkî ji hemû dewlet û hêzên ku navên wan tên gotin bêtir, Tirkiye li pey girtin û kuştina kadir, serok û berpirsiyarên PKK-ê ye.

Gelek kurd dibêjin xwezî kurdayetî bê kurdî bûya



Ez nizanim ev çi hêz û qewete ku kurdan hewqasî dike muptela û heyranê zimanê tirkî?
Ez dibêjim heger rojekê tirk zimanê xwe li kurdan qedexe bikin, ewê bi milyonan kurd dev ji kurdbûnê berdin û ji bo xatirê tirkî bibin tirk…
Kurdê ku meriv qet jê hêviyê nake ku ewê bi tirkî binivîse, tu hew dibînî ku bi nivîsandina çend gotinên tirkî yên tewşo mewşo dilê xwe rehet dike, agirê di dilê xwe da vedimirîne.
Ji min ra bû derd ez rastî kurdekî bakur werim ku qîma xwe tenê bi kurdî bîne. Tirk çanqelan bavêjin bedena wî, ewê dîsa jî bi tirkî binivîsîne…
Axaftina bi tirkî û zewaca bi keçeka tirk ra statuya wan bilind dike, rutbeyeke mezintiyê bi wan ve dike...
Xwedê li van celeb kurdan were rahmê, Xwedê tirkî li ber çavên wan reş û kurdî jî şîrîn bike…
Ji ber ku kurdî zimanê gundiyan e, loma jî însanên medenî qîma xwe bi zimanê gundiyan naynin...
Loma bi israr tirkî tercîh dikin, çimkî jê hez dikin, ez jê hez nakim û loma jî ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim û nanivîsînim...
Bi min wisa tê ku gelek kurd di dilê xwe da dibêjin xwezî kurdayetî bê zimanê kurdî bûya, yanî kurdî tunebûya û em kurdên tirkîaxêfbûna...

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu, parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji ber ku li Parîsê çûye şîna Sakîne Cansizê, Aygun rexne kiriye.
Tê gotin ku CHP ewê di heqê Huseyîn Aygun da mekanîzmaya dîsîplînê têxe dewrê. Wek malpera Avestakurdê nivîsiye, Kurdeka Dêrsimî ya Elewî li Parîsê hatiye qetilkirin. Kurdekî Dêrsimî yê Elewî û belkî jî merivê wê, çûye şînêa wê. Û Kemal Kiliçdarogluyê kurdê Dêrsimî yê Elewî jî xwe qeherandiye, ji Aygun ra gotiye, "tu çima diçî sersaxiya wê."
Dema meriv bindestê tirkan be wiha ye, merivê ji tirsan li dij be ku kurd herin şîna xizmên xwe jî.

14 januari 2013

Dewlet ji kurdan belgeya kurdbûnê dixwaze



Cîgirê serokê BDP-ya bajarê Mêrdînê Şaban Karakaş, gava xwest li emniyetê îfadeya xwe bi kurdî bide, pûlisan jê belgeyeke kurdbûna wî xwestine, jê ra gotine dibê ew belgeyekê îbraz bike ku ew kurd e.
Û dema Şaban Karakaş belgeya kurdbûna xwe îbrazî nekir, pûlisan îfadeya wî negirt û jê ra gotin heta tu belgeya kurdbûna xwe neyne em nizanin tu kurd î ya na. Ji bo ku tu bikanibî bi kurdî îfadeyê bide, dibê tu bi belge îspat bikî ku tu kurd î…
Lê pûlisan negotine Karakaş ewê vê ”belgeya kurdbûnê” ji kîjan dahîreya dewletê bigre?
Belê, pûlisên hukûmeta AKP-ê ji kurdan êdî ”belge û îspata” kurdbûna wan dixwaze. Diyar e ev jî ”pakêteke” Erdogan ya nuh e. De li hemû kurdên endam, parlamenter û hevkarên AKP-ê bimbarek be…

XXX
Îsmaîl Beşîkçî xoce gotiye, ”Kurd ji bo ku li ruyê cîhanê nemînin ji alî dewletên emperyalîst ve hatin perçekirin û parvekirin.”
Rast e, eynen wisa ye û ev projeya wendakirina kurdan hîn jî di rojeva neyarên me da ye, lê bi taybetî jî di rojeva Tirkiyê da ye. Armanca hukûmeta AKP-ê ya esasî hîn jî ew e ku koka kurdan biqelîne, kurdan ji ruyê cîhanê rake.

XXX
Navên qetlîamên xwe kirine ”aştî ”(!) Rojê 10-15 meytên zarokên me davêjin çol û çepelan û di eynî wextê da jî dibêjin ew li riyên çareseriyê û aştiyê digerin. Bira ev ”aştiya ” we di binê erdêkve” !
We sernanserê welatê me li me kiriye zindan, hûn nahêlin em di eydiyan da bi zarokên xwe şa bibin, di dawetên xwe da kêfxweş û dilşa bibin.
Heger we bi rastî jî ”çaresrî û aştî ” bixwesta we yê rojê cenazeyên 10-15 xortên me teslîmî me nekira, we yê gav û saetê wek neyarekî xedar qala me nekira.
Hûn derewa dikin, armanca we ne ”çareserî û aştî” ye, qedandin û tunekirina me ye. Em bi vê nêta we baş dizanin…

13 januari 2013

Gelê min, hêviya xwe wenda neke !



Wezîrê Franseyê yê karê hundir Manuel Valls, piştî qetilkirina sê jinên kurd yên canfîda derbarê hestên kurdan da ev bayana dîrokî da
”Qîrîn û hawara gelek miletan li vî bajarî bilind bû, lê ya tu miletî wek ya kurdan wisa olan neda û di dîrokê bi cih nebû.”
Neyarên miletê kurd bi qetilkirina sê jinên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê wisa bawer dikin ku ewê kurdan berahev bidin, çavtirsiyayî bikin û ji riya azadî û serxwebûnê vegerînin. Lê ev xeyaleke vala ye, kurd çavtirsiyayî nabin û dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernadin. Dîrok şahidê vê ye. Zû dereng kurd ewê rojekê hesabê van cînayet û qetlîaman ji hemû qatil û hêzên li pişt wan bipirsin.

XXX
Ey Parîsa bêbext, ma qetilkirina sê jinên kurd yên bêkes û bêpişt bi te ketibû? Çima te jî xwe kir şirîkê qetlîamên Anqerê, Tehranê, Şamê û Bexdayê?
Ma ev bêbextî û hovîtî bi te û bi nav û dengê te dikeve? Heger tu jî wek Anqerê, Tehranê, Şamê û Bexdayê ne bêbextî dibê tu qatilan veneşêrî, xwîna sê jinên kurd wenda nekî…

XXX
Gelê min, hêviya xwe wenda neke
li hemberî keftar û wawîkan liberxwe bide
heta tu azad bibî liberxwe bide
em azad hatin dinyayê
dibê azad jî bijîn
ji bo jiyanke azad liberxwe bide
bira tirsok, pîs û pûlperest teslîmî neyar bibin
bira di nîvê rê da ruyê xwe biguherînin
lê tu teslîm nebe, bira di dilê te da hêvî tu carî kêm nebe
daxwaza Kurdistaneke azad bira tim evîna te be

XXX
Ev serdema em têda ji bo me kurdan wek kevirê mîhengê ye, kesê bi xîret û yê pûlperest baş ji hev digerîne.

XXX
Kurd bi xwîna xwe dara azadî û serxwebûnê avdidin. Ev dar di nêz da ewê fêkî bide. Miletê kurd ewê ji bindestiyê xelas bibe.

12 januari 2013

Heger zarokên kurdan zû nehatana hawara me erebên rîdirêj dest davêtin namûsa me



Berî ku ez herim welêt li ser bûyerên Serêkaniyê û kirinên PYD-ê gelek tişt dihat gotin. Roja serê salê ez çûm çend rojan li Wêranşarê mam. Bi qasî ji min ra hat gotin li dora 5 hezar kes hatibûn Wêranşarê û piraniya wan jî di çandiran da di halekî pir xerab da dijiyan.
Ez li Diyarbekrê li xeraca Munîbusan(dolmuş) jî li kesên ji binxetê ku pars dikirin rast hatim. Min berê bawer nekir lê piştî ku ez pê ra bi erebî peyivîm min dît ku rast e.
Di nava koçberên Serêkaniyê da çend malên merivên me jî(malbata Cafo û neviyên wî)jî hatibûn Wêranşarê. Ez du caran çûm ziyareta wan û min ji devê wan li bûyer û tiştên ku li Serêkaniyê bûyî guhdarî kir.
Tiştê wan di serî da jimin ra got ev bû:
”Heger zarokên kurdan zû nehatana hawara me erebên rîdirêj dest davêtin namûsa me hemûyan, jinek jî saxlem nedihîştin. Lê Xwedê kir ku xortên kurdan zû hatin û li wan xistin û em ji destên wan xelas kirin… ”
Li gorî qalkirina wan, Tirkiyê çeteyên rîdirêj qefle bi qefle rêdikirin ser wan, piştî demek şer, ew qefle vedigeriya Ceylanpinarê, westa xwe digirtin û îcar qefleyekî din dişandin. Û bi wan ra çekên giran jî hebûne. Li gora dîtina wan yên şer derxistin tirk bûn, Tirkiyê li Serêkaniyê şer derxist û çeteyên rîdirêj şandin ser wan û şervanên PYD-ê jî ew parastin.
XXX
Di beyana PKK-ê ya li ser qetilkirina sê jinên kurd li Parîsê tê gotin ku ev qetlîam bi hevkariya ”hin hêzên navnetewî û Gladyoya Tirk bi awayekî profesyonel hatiye kirin, ji bo ku pêvajoya aşitiyê ya ku Apo bi dewleta tirk ra daye destpêkirin sabote bikin.”
Ev jî tê wê maneyê ku hukûmeta AKP-ê ji vê qetlîamê bêrîye, tiliya hin hêzên biyanî yên ne tirk di vê bûyerê da heye. Û ji xwe Gladyoya tirk jî bi temamî ne di bin kontrola hukûmetê da ye.
Ev yek wek îhîmal hebe jî lê ez rast nabînim, ez bawer nakim ev bûyer ji bin da derî agahiya dezgehên dewleta tirk hatibe kirin.
Netîce di qetlîamê da ne zirar, karê hukûmetê heye, hukûmet edresa qatilan nava PKK-ê nîşan dide.
Tiştê meriv ji axaftin û beyanên Erdogan, Gul û Çelîk fêm dike, hukûmet dixwaze di nava PKK-ê da nîfaqekê, nakokiyekê peyda bike û bi vê riyê belkî bikanibe PKK-ê û BDP-ê perçe bike. Ji ber ku hukûmet di qanûna esasî da naxwaze tu mafekî bide kurdan loma li pey nîfaq û tevliheviyêye. Pir ne dûr e dibe dîsa bibêjin ”vana pir serî ne, kes gurra kesî nake loma em hevdîtinan qut dikin.”
Û ji xwe bi îhtîmaleke mezin sebebê ji nuh ve destpêkirina ”diyaloga” bi Ocalan ra jî ev hêviya hukûmetê ye; perçekirina PKK-ê.
XXX
Kurmên dara me tim ji yên xelkê pirtir in
Ji sebebên hemû serîhildanên kurdan yek jî bêtifaqî û hevalbendiya hin kurdan ya bi neyar ra bû.
Beşekî kurdan li hemberî dijmin serî hildane û şer kirine û beşekî kurdan jî eşkere û bi dizî piştgiriya neyarê xwe kirine.
Îro jî pir hindik eynî trajedî dubare dibe. Hin kurd hîn jî bi dewletê ra ne û hin jî ji dewletê bêtir xwe li PKK-ê radikşînin. Tu dibêjî qey welatê wan ne di bin îşxala artêş û pûlisên Tirkiyê, di bin îşxala artêş û pûlisên PKK-ê û BDP-ê da ye.
Ev jî bêtalihiya miletê kurd e, kurmên dara me tim ji yên xelkê bêtir in…
XXX
Mirina bêbext do Mustafa Ersoz jî ji me stend.
Mustefa Ersoz, endamê DDKD-ya Wêranşerê û
mêrxasekî DDKD/KIPê bû.
Ew kurê xaltiya Xanê
û birayê Mihemedê Pala bû.
Felekê do li Stenbolê ew ji me, ji dost û havalên wî û ji malbat û zarokên wî stend. Bi vê mirina bêwext em hemû dost û hevalên wî pir xemgîn û dilşikestî ne…
Par havînî dema ez çûm Îzmîrê, min ew dît, em rojekê bi hev ra bûn. Wê demê ne nexweş bû. Lê bêxwediya penceşêrî bi dizî bedena wî kurisandibû û anîbû ber mirinê, bêyî ku haya wî jê hebe.
Mistefa ewê tim û tim di dilê me da bijî.
Bila serê gelê me û malbata wî sax be!

11 januari 2013

Gurên har dîsa dest bi êrîşên ser kurdan kirin


Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul ji miletê tirk ra gotiye, ji bo ”dawîlêanîna terorê” ew gelek riyên cuda diceribînin. Dibê gel ”baweriya xwe bi dewletê û bi berpirsiyarên dewletê bînin. Kî ewê çi bike diyar e.”
Bi van gotinan Gul dibêje ku hinek bi navê ”hevdîtinan” serî li meselê digerînin, dixapînin û hinek jî dikujin. Loma jî dibê tirk sakin bin, her tişt di bin kontrola wan da ye.
Ev demeke hêviya Gul û Erdogan bi girtin û kuştinê gelkî zêde bûye, wisa bawer dikin ku bi van manawrayên xapandinê û kuştinan ewê vê serîhildanan jî kurdan bişkînin. Lê ev xeyaleke beyhûdeye. Kurd bi girtin û kuştinê ne diqedin û ne jî dev ji doza azadiya xwe berdidin.
Ev hukûmet ne li pey qedandina PKK-ê tenê ye, ew li pey tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye. PKK hebe jî tunebe jî ev hukûmet naxwaze tu mafî bide miletê kurd, dibê hemû kurd vê rastiyê baş fêm bikin.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî qetlîama Parîsê ya sê jinên kurd bi cî û war xist hustuyê PKK-ê, got, ”ev şerekî wan yê navxwe ye.” Fena ku tirsa wî ji xwe hebe.
Dema meriv bala xwe dide gotinên Çelîk, Erdogan û nivîsên medya tirk, baweriya ku ev qetlîam bi daxwaza hukûmetê hatiye kirin li ba meriv xurttir dibe. Wek qatilê ku bi xwaze şopê li ser xwe wenda bike, Erdogan û medya wî meselê tevlihev dikin, wek pûlisên fransiz xwe tevî meselê dikin. Ev telaşa Erdogan û medya wî jî nîşan dide ku ”binê wan şil e…”

XXX
Li Parîsê di buroya Kurdistanê ya Enformasyonê ya nêzîkî stasyona Gare du Nord da berpirsiyara PKK-ê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi rengekî pir profesyonel hatin qetilkirin.
Diyar e dewleta tirk jî wek Îranê li dervayî Tirkiyê dest bi qetilkirina kurdan kiriye. Cînayetên wiha karê dewlatan e, qatil kî bin jî bi îhtîmaleke mezin dewleta tirk li pişt vê cînayetê ye. Bi baweriya min, bêyî dewleta tirk tu dijminên van hersê jinên kurd tunene.
Hinekê vê cînayetê jî wek ”sabotekirina hevdîtinên bi Ocalan ra” şirove bikin û dîsa têxin hustuyê ”dewleta kûr”, lê bi dîtina min ”dewleta kûr û nekûr” herdu jî di bin kontrola hukûmetê da ne, bêyî emirê dewletê kes vê cînayetê nake.

XXX
Dem û dewran guheriye. Berê kesê rastgo ji neh gundan diqewiradin, nuha jî kesê virek ji neh gundan ra dikin muxtar.
Bi dûzana Erdogan ra dewran bû dewrana virek û şelafan.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di serdana xwe ya Nîjeryayê da civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku armanca wan ya ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan ra ew e ku çekan bi PKK-ê bidin danîn û hêzên gerîla ji welatê xwe derxin.
Derbarê operasyonên leşkerî da jî Erdogan got, ”operasyonên leşkerî” ewê bidomin.
Bi rastî mêrik wek dijminekî bêtirs pir vekirî dipeyive, nêt û siyaseta xwe qet venaşêre, dibêje ”emê him hevdîtinên xapandinê û him jî girtin û kuştina keç û xortên kurd bidomînin.”
Ya din, mêrik qala lihevkirinekê, dana mafekî nake, dibêje ”armanca wan ya ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan ra ew e ku çekan bi PKK-ê bidin danîn û hêzên gerîla ji welatê xwe derxin” yanî PKK-ê teslîm bigrin.
Gava armanca hevdîtinan(!)ev be dibê meriv tu hêviyê jê neke û heta jê ra nebêje ”hevdîtin” jî. Heta ku Ocalan serok û aktorê esasî yê hevdîtinan be ev siyaseta hukûmeta AKP-ê ya xapandinê ewê berdewam be.

PARVE BIKE