31 mars 2013

Hukûmet li pey xapandinê ye


Erdogan, berê jî çend caran gotibû li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye, mesela ”terorê” heye. Meriv ji beyan û axaftinên Erdogan yên nuha jî fêm dike ku mêrik her eynî tiştî dibêje.
Yanî Erdogan dibêje, ew bi Ocalan û PKK-ê ra ne mesela kurd, mesela ”PKK-ê û terorê” hel dikin; mesela kurd ji xwe tuneye.
Lê li hemberî vê şêla Erdogan, PKK dibêje, ew bi hukûmetê ra mesela kurd guftogo dikin. Lê ya girîng gotinên hukûmetê ye, ji ber ku ewê mafê kurdan bidin.
Ji xwe Erdogan di axaftinên xwe da navê kurd û mesela kurd jî qet nagre devê xwe, mêrik bi israr qala qedandina ”terorê” û vekişîna ”terorîstan” dike. Dema uslûb û termînolojî ev be, ev hewildan jî ewê tiştekî bi xwe ra neyne.
Lê mixabin li gel vê şêla Erdogan ya nîjadperest û pozbilind jî kurd ji hevdîtinan pir hêvîdar in. Ji ber ku piraniya gel ji xwestina mafên xwe yên netewî bêtir, dixwazin hema şer raweste. Loma jî gava li kuçe û kolanan ji kurdê sade dipirsin, tu çi dixwazî?, dibêje ez "barişê" dixwazim.
Yanî di serê milet da tu daxwazeke konkret tuneye, nabêje, ez ji dewletê viya, viya, viya dixwazim, tenê "bariş" û bariş"!

XXX
Di dîroka miletê kurd da îro rojeke pir reş e. 66 sal berê, di 30-ê adara 1947-an da Pêşewa Qadî Mihemed bi birayê xwe Sedrî Qadî û pismamê wî Seyfî Qadî ve li bajarê Mihabadê li meydana Çarçira, ew meydana ku salek berê Komara Mehabadê ya kurd lê hatibû îlankirin, ji alî rejîma Şahê Îranê ve hatin darvekirin.
Qadî Mihemd û hemû şehîdên Komara Mihabadê ewê her tim dilê miletê kurd da bijîn, bira gorrên wan buhuşt be.

30 mars 2013

Nîjadperest ewê rehet nesekinin



Li dora 300 giregirên tirk, kesên edîb, hunermend, siyasetmedar, akademîsyen, û brokrat di nav da bi navê ”Banga li Miletê Tirk”, du roj berê beyaneke li dijî kurdan û hukûmetê belavkirin.
Beyana ku 300 şexsiytên tirk îmze kirine li Anqerê li otêla Sumerê ji alî Prof. Mustafa Kafali ve hat xwendin. Kafali, di axaftina xwe da gotiye, ”Di vê dema dîrokî da em dixwazin kesên li ser navê miletê tirk hereket dikin şiyar bikin.”
Di beyanê da bi kurtî ji hukûmetê van daxwazên jêr tên kirin:
-Navê miletê tirk, ku ew avakar û xwediyê Komara Tirkiyê ye, nabe ku ji qanûna esasî derkeve.
-Dibê hemwelatiyên dewletê li gorî nîjadan û mezheban neyên cihêkirin.
-Dewleta Milî ya ku li cografya Anedoliyê ji dema Selçûkiyan bigre heta bi nuha, tim di bin hukumraniya miletê tirk da bûye. Ev dewleta ku Ataturkê mezin avakiriye nabe ku şiklê wê ji ortê rabe.
Yanî bi bi kurtî di beyanê da dibêjin, ev dewlet heta nuha çawa bû, dibê ji nuha û pêve jî wiha bimîne, hebûna kurdan neyê qebûlkirin û tu mafên netewî ji kurdan ra neyê dayin.
Di beyanê meriv gelek kesên ji fikir û îdeolojiyên cihê, qet bawer nedikir werin ba hev dibîne.
Her ku kurd nêzî azadiya xwe dibin, nîjadperest û faşîstên tirk jî ewê serên xwe hildin û ji bo ku kurd azad nebin ewê her riyê bikar bînin. Di rojên pêşda mumkun e ku bi muxalefeta siyasî û demokratîk jî neyên serî, van êrîşên xwe dagerînin êrîşên fiîlî û cînayetan jî.
Ji ber ku li Tirkiyê gelek kes û hêz li hemberî azadbûna kurdan e, ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe dikanin her provaksyonê bikin. Loma jî ev beyana 300 nîjadperest û faşîstên tirk dibê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hukûmetê jî sinyalek şiyarbûnê be û girtina hin tedbîran be.

XXX
Pûlisê tirk qeyd û malûmatên di heqê 14 hezar û 434 kesan da ji şîrketa dêwîn ya nivîsê Microsoftê xwestiye. Helbet piraniyeke mezin ya van kesên ku ji bo taqîb û topkirina îstîxbaratê pûlisên tirk edres û qeydên wan xwestine kurd in. Ji bo ku van kurdan di cîhana înternetê da jî rehet nehêlin, tim taqîb bikin.
Microsoftê di rapora xwe ya îsal(Rapora Şefaf)da gotiye, pûlisê tirk ji wan di heqê 14 hezar û 434 kesan da agahdarî xwestiye, lê wan tenê di heqê ji 8 hezar kesî zêdetir zanînên şexsan daye.
Tirkiye berê jî dewleteke polîs bû û nuha jî wisa ye, hebûna wan li ser karê îstîxbaratê ye, bi xêra vê sîstema polîsiye li ser nigan dimînin.


XXX
Heger ne bêxîretiya hin kurdan bûya Erdogan ewê tu carî nikanîbûya hewqas fort bida xwe. Ev cesareta wî ji ber bêdengî û bêxîretiya hin kurda ye.


XXX
Hin daxwazên dilê dîn yên wisa hene ku aqilê reben qet fêm nake.

XXX
-Ji ber ku insan çuqasî pîs in min qet matmayî nahêle, lê belê dema ez dibînim ku ji ber vê yekê qet fedî nakin min pir matmayî dihêle.
Goethe

Tu mîratek bi qasî rastiyê ne dewlemend e



Camêrekî gotiye, ”Bi pirbûna peran re hezkirina ji pera jî zêde dibe.” Ji xwe ji ber vê yekê ye hin kes nikanin dev ji pûlperstiyê berdin.
-Keştiya hedefa wê tunebe tu ba nikane jê ra bibe alîkar
MONTAIGNE

-Hosteyiya kaptan gava derya sakin be fêm nabe.
LUKIANOS

XXX
-Ma ji ber ku rûvî pînê baş nas dike meriv dike bekçî?
TRUMAN
Çi heyf ku kurd dikin. Bekçiyên pînên kurdan bi piranî tim rûvî ne...
XXX
-Kesê ji bo fikrên mezin dijî, dibê xwe ji bîr bike
LA EDRI

-Kapîtalîzim dara ku nikanibe siya wê bifroşe dibire.
K. MARX

XXX
-Dema xera bibe mexlûqatekî ji însanan pîstir tuneye.
SOPHOKLES
Weleh camêr pir rast gotiye. Însan dema xera bibe ji hêka xerabûyî jî pîstir e.
Pêşiyan gotiye, ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, ji têla zirav dengê qalind dernayê.

XXX
-Tu mîratek bi qasî rastiyê ne dewlemend e.
W.SHAKESPEARE

-Heger hêza te nagihîje çêyiyê, qenekê xerabiyê meke.
ARİSTO

XXX
Heta ku meriv xwe baş newestîne û zorê nede sînorên aqilê xwe, weleh meriv nikane tu quzulqurtê jî bidest xe.

XXX
-Fêrbûn buha ye, lê belê cehalet hîn buhatir e.
H.CLAUSEN

-Koka perwerdehiyê tahl e, lê belê fêkiyên wê şîrîn e
ARISTOTELES

-Mamoste dişibe mûmekê, bi helandina xwe ronahiyê dide kesên din
RUFFINI

-Kesê kaptanê wî Nûh be ma qet ji pêlên deryayê ditirse?
SADİ

-Hevalê baş wek sihetê ye, qîmeta wî ancax piştî wendabûna wî tê fêrbûn.

28 mars 2013

Dibê PKK bi benê Erdogan danekeve bîrê

Serokê BDP-ê Selahattîn Demirtaş, do di civîn açapemeniyê da hin tiştên girîng gotine. Demîrtaş gotiye, ji bo ku Qendîl ji meseja Ocalan tam bawer bike û îqna bibe, dixwaze daxwaza çekberdanê û paşdavekişînî ji dengê Ocalan bibihîze.
Ev yek pir girîng e. Ji ber ku name MIT-ê daye BDP-ê, nuha kî dizane ew name bi rastî ya Ocalan e ya jî nehatiye guhertin. Heger sibe Ocalan bibêje nameya min hatiye guhertin, ewê çawa bibe?
Loma jî ev daxwaza PKK-ê di cî da ye.
Bi baweriya min name ya Ocalan e û dema jê were pirsîn jî ewê eynî tiştî bibêje. Lê li gel vê jî dibê ev yek ji devê wî jî were guhdarîkirin.
Demirtaş gotiye, piştî beyana Ocalan ya di 21-ê Adarê da li Diyarbekrê da, ew wek BDP bi hukûmetê ra ketin têkiliyê. BDP-ê ji hukûmetê xwest,” ji bo ku hêzên PKK-ê derkevin derî sînorên Tirkiyê, dibê bingeheke qanûnî were amadekirin.”
Demirtaş, di hevdîtina xwe ya bi wezîrê edaletê Sadullah Ergîn ra ji wezîr ra gotiye, ”dibê di nava meclîsê da komîsyoneke were avakirin û ev komîsyon paşdavekişînê taqîb bike.”
Demirtaş gotiye, ”nuha li Tirkiyê şertên paşdavegerê tuneye. Hukûmet dibêje, ”emê çavên xwe bigrin. Serokwezîr dibêje, ji bo kesê dixwaze vegere mala xwe tu asteng tuneye. Serokwezîr wiha dibêje, lê heger dozgerek, pûlisek viya bicîh neyene û bibêje, ”tu hîn do li serê çiyê bûyî, min tu girt”, wê demê tu yê bibêjî çi? Qanûn nuha têrê nakin. Şert ji bo paşdavegerê têrê nakin.”
Demirtaş gotiye, viya ew tenê nabêjin, Ocalan û PKK-ê jî ji wan ra gotiye, ”heger garantiya qanûnî tunebe paşdavekişîn ne nabe.”
Daxwaza garantiyên qanûnî û huqûqî bi rastî jî pir girîng e, dibê PKK bi gotin û sosên Erdogan tenê nexape e. Erdogan dixwaze liberxwedan û şerekî netewî yê 30 salî bêyî biryarên resmî, bêyî hin gavên qanûnî, bi ”hokus pokusekê” biqedîne; fena ku tiştek nebûbe. Dibê PKK neyê vê lîstika Erdogan.
Erdogan wek kewê teqle ye, dikane hezar û teqleyî li ser hev bavêje. Ne diyar e û ne jî tu garantîyek heye ku Erdogan sibe ewê çivekê nede xwe û li meqamekî din nexe. Ji bo ku hukûmet nikanibe tiştekî wiha bike, dibê garantiyên qnûnî hebin.
Erdogan bi çiv, teqle û dîtinên xwe yên li dijî hev gelkî meşhûr e. Esas pir ne dûr e ku(heger garantiyeke qanûnî tunebe) Erdogan sibe rabe dîsa bibêje, ”terorîst ji başiyê fêm nakin” û dîsa dest bi edebiyata gurrkirina şer bike.
Loma jî dibê meriv bi benê Erdogan ebeden danekeve bîrê, daketina bi benê Erdogan ewê şaşiyeke pir mezin û întîxar be…

Rapora rûreşiyê



Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyê, Rapora Komîsyona Qilabanê a li ser Komkujiya Roboskiyê ku 34 kurd ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyê ve hatin qetilkirin piştî 15 mehan hat amadekirin do qebûl kir.
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, bi serokatiya Parlementerê AKP-ê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun li hev civiya û Rapora Roboskiya ya ji aliyê Komîsyona Qilabanê ve hatibûamadekirin nirxand. Di rapora 84 rûpelan da tê gotin ku tu delîlên bûyer bi zanebûn hatiye kirin tuneye.
Li gorî raporê, qetlîam bi qestî û bi zanebûn nehatiye kirin, tiştekî bêhemdî û bi şaşî bûye.
Wek ku parlementerê CHP-ê Levent Gok jî gotiye, "Rapor lekeyeke reş e. Di vê metnê da ûjdan, mafên mirovan, edalet û lêborîn tuneye."
Ev rapor jî nîşan dide ku hukûmet di mesela kurd da ne samîmîye û hîn jî li hemberî kurdan siyaseteke antî kurd û bêexlaq ya çavtirsandinê dimeşîne.
Hukûmeta ku di vê qetlîamê da vê raporê bide amadekirin mesela kurd çareser nake, ewê nexwaze bike…

XXX
Li gorî malpera ANF-ê dinivîsîne, hosteyê bilûrê Şêroyê Kasimovîç duh danê êvarî li paytexta Gurcistanê li Tîflîsê li mala xwişka xwe jiyana xwe ji dest da.
Şêroyê Kasimovîç, di seranserê jiyana xwe da ji mûzîka kurdî ra bi bilûra xwe gelek xizmet kir.
Şeroyê Kasimovîç, demeke dirêj li Ewropayê jî ma û di hin telewîzyon û saziyê kurd da bi bilûra xwa gelek xebatên hêja kir. Beşdarî gelek festival û organîsazyonê mezin bû û bilûra kurdî bi cîhanê da naskirin.
Wefata Şêro ji bo muzîka kurdî wendayiyeke mezin e. Bira serê malbat wî û gelê kurd sax be.

27 mars 2013

Em nêzî dawiyê dibin

Teqrîben ji destpêka salên 1950-î heta bi salên 2000-î li hemberî kurdan hevkarî û koalîsyoneke 4 dewletên dijmin ya pir xurt hebû.
Ji bo ku kurd bîna xwe negrin û nikanibin li hemberî wan serî hildin û xwe ji bindestiyê rizgar bikin, di nabêna xwe da berê Pakta Bexdayê û dû ra jî ya Cento û gelek hevkariyên eşkere û bi dizîdin ava kirin.
Lê meriv dikane bibêje ku ji salên 2000-î û virda ye ev koalîsyona dijmin ya li hemberî kurdan ne bi temamî be jî, lê bi giranî têkçûye. Ev her çar dewletên dagîker(Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriye) êdî wek berê nikanin bi hev ra hereket bikin û li hembrî kurdan hêzên xwe bikin. Vê yekê rehetiyek mezin daye kurdan.
Lê li hemberî vê têkçûna koalîsyona dijmin, tifaq û hevkariya di nabêna kurdan da pir pêş ketiye û pir xurt bûye. Ev yek jî bêguman ewê rizgarbûna kurdan nêziktir bike.
Dibê kurd ji vê rewşê baş feydeyê bibînin.
Berê hêzên dijmin yek û xurt bû, û ya kurdan zeîf, perçe û belavbelavî bû, lê nuha rewş eksê wê ye. Kurd ji dijminên xwe xurttir in.
Siyasetmedarekî ji beşekî Kurdistanê dikane li ser navê kurdên beşekî din yê Kurdistanê bipeyive û berpirsiyarê bigre ser milê xwe. Kurd li hemberî her bûyerê li her çar beşên Kurdistanê êdî bi hev ra reaksiyonê nîşan didin. Ev yek pêşketina şiûrê netewî nîşan dide, kurd êdî wek miletekî tevdigerin. Loma jî azadiya wan pir nêzîk e.

XXX
Gotinên ji dil werin diherin digihîjin dilan, loma jî kurdan gotiye, ”rê ji dilan diçe dilan…”

XXX
Dibêjin general û dehayê leşkerî yê herî mezin Anîbal, di şerê bidestxistina Romayê da li hemberî zorî û zahmetiyan gotiye, ”Ya emê rêyekê bibînin ya jî rêyekê vekin.”
Kurd jî îro di eynî rewşê da ne; ji bo xelasbûna ji bindestiyê ya ewê rêyekê bibînin ya jî rêyekê vekin. Rêyekê sêyem tuneye.

XXX
Saeta şevê ya herî tarî nêzî berbanga sibehê ye.
Berbang hindik maye.

XXX
-Heger tu nizanibî tu diherî ku, riya tu hildibijêrî pir ne girîng e.
Loma jî keştî bê pûsûla dernakevin rêwîtiyê.

26 mars 2013

Dibê hukûmet dev ji vê zorbatiya xwe berde



Vê sibehê li Diyarbekrê û li hin navçeyên wê, berpirsiyarên hin BDP-ê jî di nav da, 70 kes di operasyonên pûlisan da hatine girtin.
Diyar e projeya çareseriya Erdogan hîn ev e; hîn girtin, terorîzekirin û kuştina kurda ye.
Bi rastî ev zorbatî û terorîzekirina miletê kurd e, dibê hemû ronakbîr rêxistin û dezgehên kurdan li dijî vê zorbatiya hukûmtê û terorîzekirina kurdan derkevin û hukûmetê protesto bikin. Dibê hukûmet dev ji vê zorbatî û çavsoriya xwe berde û kurdan rehet bihêle.

XXX
-Gava bayê guherînî tê yên biaqil aşê bê(bayî) ava dikin, kêmaqil dîwaran lêdikin.
Gotina pêşiyên çîniyan

XXX
Ey kurdê gernas, ji dêlî xeyalkirina Kurdistaneke azad, ji bo rizgarkirina wê bixebite, piştgiriyê bide kesên ji bo vê armancê dixebitin.

XXX
Di van 30 salên dawî da di warê îdeolojîk, fikrî û rûhî da yekîtiya kurdan pir xurt bû. Sînorên sûnî yên di meju û dilan da çê bûbûn rabûn, nuha dor hatiye ser rakirina sînorên fizîkî. Kurd, di vê sedsalê da ewê van sînorên sûnî jî yên ji alî neyarên wan ve hatine danîn rakin, welatê xwe rizgar bikin û yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.

XXX
Xeleka Tirkiyê ya herî zeîf mesela kurd e, kurd ev nod sal in bi vê xelekê da ketine, hindik maye, li ber şikandinê ye. Kurd ewê vê xelekê bişkînin û xwe azad û tirkan jî medenî bikin.

XXX
-Dema lîstik diqede şah jî û piyon jî dikevin eynî qutiyê.

Dengê defê ji dûr ve xweş tê

Min du sê roj berê bihîst, 4 endamên Meclîsa Giştî yên Hak-Parê yên din jî ji ber ”totalîteriya” Kemal Burkay ji Hak-Parê îstîfa kirine.
Kemal Burkay, ji dûr ve û di kanalên telewîzyonên tirkan da pir nerm xuya dike. Lê hemû kesên wî nas dikin û kesên ku bi salan pê ra hevaltî kirine dibêjin, camêr dîktatorekî temam e, dibê her kes jê bitirse…
Endamên Meclîsa Partiyê Mustafa Kalhan, Huseyîn Avcu, Raîf Parlak û Sabahattîn Korkmaz, piştî îstîfayê belavokek belav kirine.
Di belavoka xwe da dibêjin, di civîna partiyê da li ser hin rexneyên Sabahattîn Korkmaz, Burkay bi hêrsek mezin radibe ser piyan û ji Korkmaz ra dibêje, ”Tu tiştên beradayî dibêjî, vira ne TEVKURD e, dibê tu hedê xwe bizanibî,” û azara dide Korkmaz.
Vira ne TEVKURD e, yanî tu li vir nikanî serbest bipeyivî min rexne bikî. Ji ber ku di nava TEVKURDê da azadiya xweîfadekirinê hebû, her kesî dikanîbû heer kesî rexne bike. Lê Buraky dibêje, li vir ew azadî tuneye, dibê li hemberî min tu devê xwe bigrî.
Li ser bersîva Korkmaz, minaqeşe mezin dibe û rojekê nabênê didin civînê. Lê roja din jî dîsa di nabêna Korkmaz û Burkay da minaqeşe derdikve û Burkay dîsa destûrê nade axaftina Korkmaz. Û mesele mezin dibe, û netîce her çar kes civînê terk dikin.
Li ser vê, endamên Meclîsa Partiyê Mustafa Kalhan, Huseyîn Avcu, Raîf Parlak û Sabahattîn Korkmaz civînê diterikînin û ji Hak-Parê Îstîfa dikin.
Berî vê bi demekê dîsa çend kesên din jî ji ber metodên Burkay yên dîktatorî ji Hak-Parê îstîfa kiribûn.
Beyana ku li ser navê Mustafa Kalhan, Huseyîn Avcu, Raîf Parlak û Sabahattîn Korkmaz hatiye belavkirin hinekî dirêj e û têda qala gelek bûyerên balkêş tê kirin.
Burkayê ku di kanalên telewîzyonan da demokrasî ji devê wî nakeve, di praktîkê da li hemberî hevalên xwe çawa totalîter û bêtolerans e meriv di beyanê da dibîne.
Fermo beyanê bixwînin û Kemal Burkayê rastîn nas bikin.

25 mars 2013

Kurd yekîtiya xwe xurt dikin

Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, îro bi ziyareteke resmî çû Tirkiyê. Nêçîrvan Barzanî, li Anqerê li balafirxaneya Esenbogayê tu beyan neda. Lê li gorî medya dinivîsîne Barzanî, ewê îro saet li dora 19.00 ji teref serokwezîr Erdogan ve were qebûlkirin û dest bi hevdÎtinan bikin.
Tê gotin ku di hevdîtinê da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Erdogan ra ewê bi giranî li ser banga Ocalan û PKK-ê ya agirbestê û krîza Sûriyeyê rawestin.
Di demeke wiha nazik da hatina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê gelkî muhîm e. Wek di medyayê da jî hatiye gotin, mijara hevdîtina her du serokwezîran ewê Banga Ocalan û PKK-ê ya rawestandina şer û şerê Sûriyê be.
Nêçîrvan Barzanî îro li hemberî dewleta tirk ji her demê bêtir xurt û piştrast e. Îro hemû kurd, hemû hêzên her çar perçeyên Kurdistanê li pişt Barzanî ne. Di dîrokê da yekîtiya kurdan tu carî wek nuha berfireh û xurt nebûye. Kurdan îro pir hindik êdî sînorên sûnî rarkirine û wek mile thereket dikin, wek siyasetmedarên miletekî bi hev ra didin û distînin. Kes nabêje ez siyasetmedarê filan beşî me îşê min bi beşê din tuneye. Kurdan ev sînorên sûnî yên fizîkî, rûhî û fikrî rakirine. Ji bo serkeftinê ev şoreşeke pir mezin e. Kurd ewê di pêşerojê da fêkiyên vê şoreşê bixwin.
Li başûr ne tenê hukûmeta Kurdistanê, PDK, YNK, Goran û hemû hêzên îslamî jî piştgiriya banga Ocalan û ya PKK-ê dikin.
Hêzên Kurdistana bakur, Rojhilat û Rojava jî piştgiriyê didin agirbestê.
Yanî hêzeke pir mezin û yekîtiya miletê kurd li pişt serokwezîrê kurd heye. Ev yekîtiya kurdan û hêza mezin ewê di hevdîtin û di bazarê da serokwezîrê Kurdistanê xurt û piştrast bike.
Ez hêvî dikim ku aliyê tirk dev ji siyaseta xapandinê û hîleyan berdin û bi rastî jî ji bo agirbestê hin gavan bavêjin. Ji ber ku nuha top di nigê wan da ye…

24 mars 2013

PKK-ê daxwaza Ocalan ya agirbestê qebûl kir

Serokê KCK-ê Mûrad Karayilan, do di peyama xwe ya Newroza Bonnê da diyar kir ku ew banga Ocalan qebûl dikin.
Karayilan, di peyama xwe ya bi vîdeoyê da got, "Ji 21-ê Adarê pê ve em wek tevgera KCK, PKK û HPG bi awayekî fermî û zelal agirbestê îlan dikin. Biryara ku rêber Apo daye, ew biryara me hemûyan e. Em vê biryarê qebûl dikin û piştgiriyê didinê. Em naveroka peyamê dîrokî, rast û grîng dibînin. Em vê peyamê wek destpêkeke nû ya heyameke dîrokî dihesibînin."
Karayilan, her wisa got, heger êrîş neyên ser gerîlayên Kurdistanê, ewê tu tevger û çalakiyên leşkerî çênekin. Lê heger hêzên dewletê êrîşê bibin ser gerîlayên wan, ewê xwe biparêzin. Û ewê ji nuha û pê ve li bende bin ku hukûmet û meclîs ji bo vekişandinê berpirsiyariyên xwe bînin cî, ji bo ku ew jî ji nava sînorên Tirkiyê vekişin.
Bersîveke baş û di cî da ye. Lê ji xwe bawerî û texmîna her kesî jî ew bû ku PKK ewê bersîveke wiha bide. Di nivîsa xwe ya berê da min jî gotibû, bi baweriya min PKK ewê banga Ocalan qebûl bike.
Şert û naveroka peyama Ocalan bidin aliyekî, lê qebûlkirina rawestandina şer ji bo kurdan nuha gaveke baş e. Û ji xwe qenaet û baweriya her kesî jî ev e.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya agirbesta PKK-ê kir û daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi awayekî cidî nêzî agirbesta PKK-ê bibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di beyana xwe da got: “Bi baweriya me biryareke erênî ye, di cihê xwe de ye û hêvîdar im ku bibe despêka bêdengbûna yekcarî ya çek û rawestandina rijandina xwîna navbera gerîlayên PKK-ê û hêzên çekdarî yên Tirkiyê. Herwiha divê Enqere jî bi awayekî cidî mamele ligel bike. Bi baweriya me pirsa kurd li Tirkiyê pirseke siyasî ye û tenê dikare bi rêya siyasî bê çareserkirin. Neku bi şer û awayên leşkerî.”
Bêyî Kurdistana Federe, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê jî piştgirî dan banga Ocalan ya rawestandina şer. Helbet ji bo kuran ev yek jî pir girîng e.
Dîsa hêzên kurd yên wek Hak-Parê, Platforma Azadiyê û bi piraniya kurdan jî li gel rexnekirina termînolojiya Ocalan û rexnekirina naveroka peyamê, rawestandina şer rast û di kara kurdan da dîtin û piştgirî danê.
Di nivîsa xwe ya 21-ê Adarê da min wiha gotibû:
” Netîce, yê heta nuha şer dikir PKK bû û yê dike dev ji şer berde jî dîsa PKK ye. Ji ber ku em bi xwe ne di nava şer da ne, loma jî ne mafê me ye ku em bibêjin dev ji şer bernedin.
Hedefa PKK-ê ya detpêkê serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna kurdan bû. Lê îro êdî PKK serxwebûnê, federasyonê û heta otonomiyê jî naxwaze. Tiştê Ocalan dibêje û dixwaze, ”demokratîkbûna Tirkiyê ye”. Ê dema hedef ev be, bêguman ne hewceyî şerê çekdarî ye, xebat û têkoşîna siyasî, legal û demokratîk têrê dike.
Loma jî ez dibêjim, devjêberdana ji şerê çekdarî ewê ji bo kurdan baş be. Dibê em vê riyê jî biceribînin.
Bêguman bi vê lihevirina bi Ocalan ra hesab û armanca hukûmeta AKP-ê ew e ku PKK-ê biqedîne, bi demê ra qels bike û bi vê rêyê belkî bikane serîhildan û tevgera kurd ya netewî têk bibe.
Lê wek gelek hesabên din, ev hesabê dewletê û hukûme

Min zivistana îsal bi selametî xelas nekir

Min do ji bîr kir bibêjim. Pêr bi şev, dema ez hatim mal, li nêzî mala me di kaşekî da ez şemitîm û ser piştê ketim. Îsal, ev ketina min ya sisiyan lê ya herî xerab bû.
Tiştê baş serê min li erdê neket û neşikiya, lê ji ber ku ez pir xerab ketim, ez boçikî bûm. Do ez bi kûtanî çûm Newrozê. Li ser kursiya hişk, bi saetan rûniştan jî pir zor bû.
Lê kêfxweşiya temaşekirina govenda kurdan ya bi sedan kesî, pir hindik êşa boçikê bi min dida jibîrkirin.
Keç û xortên kurdan dilê xwe li govendê rehet dikirin, min tenê kanîbû pel pel, bi dilşewatî lê binêriya. Ne ji ber îşa boçikê, ji ber ku ez nizanim bazdim, yanî nizanim govendê bigrim. Û ez wek kurd, vê nezaniyê li ba xwe wek kêmasiyeke pir mezin dibînim. Rahmetiyê bavê min tim sergovend bû. Yê kurd dibê bizanibe govendê bigre. Xanim hinekî îdare dike, lê ew jî ranebû...
Bi tabetî jî govenda soranan min dihelîne, ez heyrana govenda wan im. Govenda soranan dilê min radike pêdarê, lê piştî vî umrî fedî dikim fêr bibim. Esaz dibê meriv fedî neke, umrê fêrbûnê tuneye, lê axirê meriv naxwaze xelk bi meriv bikene. Kurd zalim in, zû bi meriv dikenin.
Û ya din jî kê têkeve destê nezanekî wek min?
Em hetanî saet donzdan rûniştin, salon tije bûbû, ez bawer dikim di salonê da li dora 2 hezar kesî hebûn. Mala Medenî Marşîl û xanima wî ava be, nehîştin şevnîvêşevê, di wê sar û sermayê da em bi saetan têkevin riyan û belkî careke din jî bikevim û dereke xwe ya din bişkînim. Em bi erebeya xwe, anîn danîn ber deriyê me…
Xwedê kesî bê dost û heval neke… Amîn…

23 mars 2013

Kurdistana serbixwe "îptal" nebûye


Cengîz Çandar, kêfa xwe gelkî ji peyama Abdulah Oclan ya Newroza Diyarbekrê ra aniye û gotiye, ” Kurdistana serbixwe îptal bû.”

Ne Çandar tenê, gelek siyasetmedar û nivîskarên tirk yên din jî bi nameya Ocalan ya do di Newroza Diyarbekrê da hat xwendin kêfxweş bûne û jê ra li çepikan dixin û methiyeyan rêz dikin.

Doza Kurdistana serbixwe bi micadeleya Abdulah Ocalan û PKK-ê dest pê nekiriye û bi devjêberdana wan jî tu carî ”îptal nabe”!

Kurdistan ne milkê bavê Ocalan e ku hîbeyî tirkan bike û bibêje bira ji we ra be. Kurdistan, welatê miletê kurd e, heta kurd hebin ewê doza serxwebûna welatê xwe bikin; heta ku welatê xwe rizgar dikin.

Loma jî dibê Erdogan, Çandar û tirk kêfa xwe zêde bi ”soza” Ocalan ya nexwestina Kurdistanê neynin.

Ocalan tenê dikane li ser navê xwe û hevalên xwe bipeyive, lê ne li ser navê hemû kurdan.

Miletê kurd hîn gotina xwe ya dawî negotiye. Dibê tirk baş bizanibin ku Kurdistan ewê tu carî ji wan ra nemîne, xwediyên Kurdistanê hewqasî jî ne pîs in…

XXX

Tarîfkirina mefhûma azadiyê gelkî zor e. Gelo azadî çi ye û tê çi mane yê?
Bêguman wek evînê, wek dîndariyê azadî jî îzafî ye, ji bo her kesî nayê eynî maneyê û ne eynî tişt e. Yanî azadî, ne pîvaneke ji bo her kesî ye. Li gorî şexsan tê guhertin; dikane ji bo yekî temam û ji bo yekî din kêm e.
Lê ji bo şexsê min ”azadî”, xwedî nasnameyeke(cuzdaneke, huwîyeteke)kurdbûnê ye. Heta ku wek tirkekî, erebekî û fariskî, îngiliz û almanekî ez jî nebim xwedî welat, xwedî al, xwedî meclîs, xwedî dezgehên netewî û xwedî nasnameyeke kurd, ez xwetu carî azad nabînim…
Heta ku ez ji van tiştên jor mahrûm bim, ezmerivekî bindest im û ezê xwe tim bindest his bikim…

21 mars 2013

Li ser peyama Ocalan


Peyama Abdulah Ocalan ya ku ev çend roj bûn gelek kes bi meraqeke mezin li bendê bûn, îro di Newroza Diyarbekrê da bi kurdî û tirkî hate xwendin.

Wisa dihat hêvî kirin ku Ocalan, ewê di peyama xwe da şert û madeyên li hevkirina di nabêna xwe û dewletê da eşkere bike.

Lê di peyama Ocalan da diyar bû ku li ortê tu peyman tuneye, dewletê tu soz û tu ahd nedaye Ocalan û pê ra tu peyman jî îmze nekiriye.

Esas ev serê 14 salan e Ocalan çi dibêje, di peyama xwe ya îro da jî eynî tişt got, yanî ji bo kurdan tu mafî, tu statuyê naxwaze.

Tiştê di peyama Ocalan da konkret e, çekdanîna PKK-ê ye. Ocalan bangli PKK-ê dike, dibêje çekan deyne û derkeve derî sînor. Tiştên din hemû vala û zeytkirina dewletê ye.

Wisa xuyaye ku dewletê bê qeyd û şert ev peyam dîkteyî Ocalan kiriye.

Gelo PKK ewê ji vê peyama Ocalan ra çi bibêje, gelo ewê banga Ocalan qebûl bike û çekan deyne ya na?

Bi baweriya min hinek qebûl nekin, hinek veqetin jî PKK ewê qebûl bike.

Serokwezîr Erdogan li Hollandayê peyama Ocalan şirove kir û got, ew peyama Ocalan wek pêşketineke baş dibîne û tiştên Ocalan di peyamê da gotine û tiştên ew dibêjin li hev dikin.

Bi rastî jî peyam, tam bi termînolojiya tirkekî û li gorî dilê tirkan bû. Û loma jî Erdogan eciband.

Erdogan bi ecibandinê jî nehat serî, dû ra jî got, wî dixwest ku li qada Newrozê ala tirk jî hebûya, tunebûna ala tirk, ew wek kêmasiyekê dibîne.

Ne hewceye meriv zêde dirêj bike, axaftina ku ji alî serokwezîrê Tirkiyê ve were ecibandin, maneya xwe ew e ku Ocalan ji bo kurdan tu tiştekî konkret nexwstiye û naxwaze û ji xwe loma jî Erdogan peyama wî ecibandiye.

Netîce, yê heta nuha şer dikir PKK bû û yê dike dev ji şer berde jî dîsa PKK- ye. Ji ber ku em bi xwe ne di nava şer da ne, loma jî ne mafê me ye ku em bibêjin dev ji şer bernedin.

Hedefa PKK-ê ya detpêkê serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna kurdan bû. Lê îro êdî PKK serxwebûnê, federasyonê û heta otonomiyê jî naxwaze. Tiştê Ocalan dibêje û dixwaze, ”demokratîkbûna Tirkiyê ye”. Ê dema hedef ev be, bêguman ne hewceyî şerê çekdarî ye, xebat û têkoşîna siyasî, legal û demokratîk têrê dike.

Loma jî ez dibêjim, devjêberdana ji şerê çekdarî ewê ji bo kurdan baş be. Dibê em vê riyê jî biceribînin.

Dewleta tirk bi vê manawrayê dixwaze PKK-ê belav bike û demake din jî serî li mesela kurd bigerîne; belkî bi demê ra kurd bihelin û bibin tirk. Ji ber ku hêviya hukûmeta AKP-ê hîn ev e, asîmîlekirina kurda ye…

Demagojiyên ”aştiyê”, filan û bêvan hemû vir û çîrok in û ji bo xapandinê ye. Hukûmeta AKP-ê bi Ocalan ra çi pîlanan çêke, çi dolaban bigerîne jî vala ye, PKK û tevgera ntewî naqede, kurd miheqeq ewê xwe ji bin vê bindestiyê rizgar bikin.

Heta ku kurd azad nebin û nebin xwediyê welatê xwe, di nabêna tirk û kurdan da tu ”aştî maştî” ne mimkûn e. Bi vê manawrayê pir pir ewê çend salên din dirêj bikin, emê çend salên din micadelê bidin û hew…

Loma jî çekberdan PKK-ê û rawestina şer bi dîtina min ewê ji bo kurdan gelkî baştir be.















20 mars 2013

Newroza we pîroz be!




Sibe Newroz e, cejna gelê kurd ya netewî ye, destpêka sala nû û mizgîniya hatina buharê ye.
Gelê kurd sibe li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li Diyarbekrê ewê Newroza xwe bi girseyî û bi coşeke pir mezin pîroz bike, daxwaz û payamên azadî û serxwebûna xwe ragihîne dost û dijminan û cîhanê.
Newroza îsal, Newrozke dîrokî ye, sibe li Diyarbekrê bi sedhezaran kurd ewê di pîrozbahiyên Newrozê da werin ba hev û li dijî bindestiyê dengên xwe bilind bikin, doza azadî û serxwebûna xwe bikin.
Ez Newroza gelê kurd yê fedekar û têkoşer, ya hemû kes û hêzên azadîxwaz ji dil ûcan pîroz dikim.
Rojên pîrozkirina Newrozan li Kurdistaneke azad û serbixwe ne dûr e, dijminên me çi dek û dolaban bigerînin jî ew roj pir nêz e.

XXX
Heta ji meriv were dibê meriv serê xwe bi tiştên biçûk ra neêşîne. Tiştên biçûk, him meriv û him jî asoya meriv jî biçûk dike.

XXX
Kurdan carê dest bi şoreşê kirine, miheqeq ewê bibin serî û biqedînin. Astengiyên li ser riya wan tên derxistin kefteleftên beyhûde ne...


XXX
Konfuçyus ji bo kesên bêkêr gotiye:
”Ya riyekê bibîne, ya riyekê veke, ya jî xwe ji rê bide alî…

XXX
Nivîsa zahmetê nede kesê dinivîse, zewqê nade kesê dixwîne jî.
S.Johnson

19 mars 2013

Ji min keto, bi min keto



Kurd ji ewladên bêxêr ra dibêjin, ji min keto, bi min keto.
Nîjadperest û faşîstên tirkan ne bes in, Kiliçdarogluyê me yê heramzade yê dêrsimî jî ji faşsîtan bêtir xwe li kurdan radikşne, ji Erdogan û hukûmetê ra dibêje, ewê nehêlin Tirkiye perçe bibe, ewê hesab ji hukûmetê bipirsin.
Kiliçdaroglu carê kumê bêxîretiyê û tirkperestiyê daye serê xwe, loma jî vegera wî ne mimkûn e, heta ew sax be ewê neyartiyê kurdan bike.
Loma jî tu tiştekî meriv ji Kiliçdaroglu hêvî bike tuneye. Lê çend parlamenterên kurd yên di nava CHP-ê da ne meriv hêvî dike ku ew vê siyaseta Kiliçdaroglu qebûl nekin û ji CHP-ê îstîfa bikin.
Bi dîtina min di nava CHP-ê da mayin êdî şaşiyeke mezin e, dibê meriv nebe şirîkê vê siyaseta Kiliçdaroglu ya nîjadperest û antîkurd.

XXX
Dawiya dawî Hasan Cemal jî di agirê kurdan da şewitî; serokwezîr Erdogan, piştî Ahmet Altan, ew jî ji karê wî da avêtin.
Mesela kurd agir e, kî ne li gorî dilê hukûmetê nêz bibe mailik lê divirite, ji karê xwe dibe.
Heta ku kurd azad nebin rojnamevan jî ewê nikabin karê xwe bi rehtî bikin.

XXX
Dek û dolab û hîleyên hukûmeta AKP-ê çiqasî mezin bin jî pere nake, kurd ewê zincîrên vê bindestiyê biqetînin û bigihîjin azadiya xwe…
Tu kes, tu zor, tu hîle ewê nikanibe rê li ber vê meşa kurdan ya berbî azadiyê bigre.
Kurdan carê biryara xwe daye, bindestiyê hew qebûl dikin, dixwazin li welatê xwe azad û serbixwe bijîn. Bêyî vê, hemû alternatîfên din, serîlêgerandin û dirêjkirina demê ye.

XXX
Merivê rastgo dostê wî jî, dijminê wî jî pir in.

17 mars 2013

Ez "barişê" naxwazim !
Wek her sinetî, her qadê, siyaset jî xwedî termînolojiyekê ye. Merivên siyasetmedar ne bi termînolojiya endam û berpirsiyarên komeleya tibê ya jî ya ”aştîxwazan”, bi termînolojiya siyasî dipeyivin.Yanî meriv siyasetê bi gotinên siyasî dike.
Termînolojiya siyasî bi riya siyasetmedaran dikeve devê endam, dost û alîgirên partiyan jî. Ew jî gava dipeyivin bi termînolojiyeke siyasî dîtinên xwe tînin zimên û mafên xwe dixwazin.
Lê kurdên me siyasetê bi ne termînolojia siyasî, bi termînolojiya mirovên aştîxwaz dikin. Kîjan kurd devê xwe vedike, him jî bi tirkî dibêje, ”em barişê”yanî ”aştiyê” dixwazin.
Her cara ku ez ji devê kurdan gotina ”barişê” dibihîzim ez pê pir hêrs û xemgîn dibim. Ne ku ez li dijî aştiyê me. Na, ji ber ku gotin ne di cî da tê birkaranîn loma min hêrs dike. Dema di cî da were bikaranîn tu îtîrazeke min tuneye.
Ji dêlî ku em ji medyayê, ji dewlet û hukûmetê ra bibêjin, ”em mafê xwe, heqê xwe yê netewî dixwazin, dibêjin ”em barişê” dixwazin…
Deynê meriv li yekî be, yekî heqê meriv xwaribe, meriv deynê xwe, heqê xwe jê dixwaze, ne ”barişê”!
Dewleta tirk bi darê zorê welatê me dagîr kiriye, zulmê li me dike, hebûna me qebûl nake, zimanê me qedexe kiriye. A ji dêlî ku em îşaretî vê zulmê bikin, gav û saetê ji xwediyên vê zulmê, vê neheqiyê doza ”barişê” dikin.
Ev termînolojiyeke şaş e, dibê meriv tiştan bi navê wan yê rast binav bike, siyasetê bi gotinên siyasî bike.
Loma jî dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurd termînolojiyeke rast bikar bînin û ji milet ra bibin nimûne.
Dibê her kurd ji dêlî daxwaza ”barişê”, bibêje, ez ji dewletê mafê xwe, azadiya xwe dixwazim, dixwazim em jî wek her miletî li welatê xwe, xwe îdare bikin.

XXX
Îro li Wêranşarê Newroz ji alî BDP-ê ve bi coş û bi girsyeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newroza îsal da tiştê gelkî kêfa min anî, hebûna du hunermendên ereb in.
BDP-ê, bi vexwendina hunermendekî erebê Sûriyê û Mustafa Taşçi tiştekî pir baş û karekî pir rast kiriye. Ji bo vê biryara BDP-ê ya di cî da ez berpirsiyarên BDP-ya Wêranşarê ji dil û can pîroz dikim.
Ereb jî wek kurdan hemwelatiyên Kurdistanê ne, loma dibê ew jî beşdarî vê roja kurdan ya netewî bibin û bi birayên xwe yên kurd ra pîroz bikin. Tiştê herî normal ew e ku meriv diçe şîna cîranê xwe, pê ra xemgîn dibe û di şahiya wî da jî pê ra kêfxweş dibe.
Dibê ji nuha û pêve kurd hemwelatiyên xwe yên din îhmal nekin û wan jî tim vexwînin şîn û şahiyên xwe. Azadiya kurdan û Kurdistanê ya hemû hindikayiyên din e jî.
Mustafa Taşçi, erebekî wêranşarî ye, berê bi tirkî distira, lê nuha di kanala Rihayê da dest bi programên erebî kiriye.
Wek mirovekî wêranşarî ez Newroza hemû hemşeriyên xwe pîroz dikim! 

16 mars 2013

Îro kurd dîsa heznî bûn

Dema hiş kêm be meriv wiha xwe perîşan dike. Îro tam 2 saetan zûtir çûm bîranîna Helebçeyê. Min digot belkî merasim saet di yekê da dest pê dike, lê saet ne di yekê da, di sisiya da bû.
Wek min got, ez 2 saetan zûtir çûm dêrê, lê min bala xwe dayê kurdek jî tuneye, hemû swêdî bûn.
Piştî telefonekê min fêm kir ku min wext tevlihev kiriye.
Lê bi vê şaşiyê min ne tenê xwe westand, min bihîst hin dost û heval jî bi nivîsa min xapiyabûn û ew jî weke min zû hatibûn.
Ji ber ku ez 2 saetan zûtir çûbûm, wexta min hebû ku ez li hin cî û meskenên xwe yên salên 1980-î bigerim û wan deman, wan demên ku ez nuh hatibûm Swêd xeyal bikim û bînim ber çavên xwe.
Merasimeke pir baş bû, gelek kurd û swêdiyên dostên kurdan hatibûn merasimê. Nûnerên her çar partiyên Swêd jî peyivîn û piştgiriya xwe nîşanî kurdan dan.
Qetlîama Helebçe yek ji qetlîama herî mezin e ku hatiye serê miletê kurd. Rejîma Seddam bi enfalên berî qetlîamê dû ra jî bi qetlîama Helebçeyê dixwest miletê kurd ji kok da ji ortê rake.
Û dinyayê jî li van qetlîaman temaşe dikir. Her tişt li ber çavên cîhanê dibû.
Ji xwe heger ne piştgirî û bêdengiya cîhanê bûya Seddam nikanîbû dest bi jenosîda kurdan bikira. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û hemû welatên mezin yên cîhanê çavên xwe ji kirinên Seddam ra digirtin loma Qetlîama Helebçeyê hat kirin.
Herçiqas îro li başûrê Kurdistanê statuyeke kurdan hebe jî lê dîsa jî îhtîmalên Helepçeyan ji bin da ji ortê ranebûye.
Û heta ku kurd li her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin û nebin hukumdarên welatên xwe, tehlûkeyên Helepçeyên nuh ewê û tim û tim hebin.
Ji bo ku Helebçeyên din nebin, dibê li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Dibê Komkujiya Helebçeyê ji alî Neteweyên Yekbûyî ve wek jonosîda li hemberî miletê kurd were qebûl kirin û roja 16-ê adarê bibbe rojeke navnetewî.

Cîhan hîn jî naxwaze Komkujiya Helebçeyê qebûl bike


Saet di yekê da li dêra bi navê Adolf Fredrikskyrkan merasima 25-mîn salvegera Jenosîda Helebçeyê heye. Wek her sal, îsa jî gelek kurdên Stockholmê ewê kom bibin û şehîdên xwe bibîr bînin.
Ezê nuha rabim herim wir. Ev serê salan e ku kurdên Stockholmê li vê dêrê merasima bîranîna Helebçeyê li vê dêrê çêdikin. Hemû nûnerên partiyên Swêdî beşdarî merasimê dibin. Di merasimê da helbest û axaftinên li ser qetlîamê tên kirin û muzîka heznî tê guhdarîkirin.
Di meha adarê da gelek bobelatên mezin hatine serê kurdan, Jenosîda Helebçeyê jî yek ji van karastan e.
Komkujiya Helebçeyê di dilê her kurdî da birîneke kûr vekiriye, heta ku Komkujîya Helbçeyê ji alî Koma Miletan ve wek jenosîda li hemberî miletê kurd neyê qebûl kirin, ev birîn ewê tu carî nekewe.

Not: Min wext tevlihev kiribû, merasim ne saet di yekê da, saet di sisiya(15.00) da bû.

XXX
Saet ji heyştê sêbê da ye min pişta xwe rast nekiriye, ji kar pişt li min firiye. Pişta min berê qembûr e, bi vî halî ewê zembûr jî lê zêde bibe.
Ez çi bikim, lotoya min lênakeve, heger lêketa min jahr dikir karê swêdiyan, bi ger û seyrana li welatê xwe minê dilê xwe honik bikira. Lê lotoya min lênaxe ü ez bawer dikim ewê tu carî jî lênexe û ezê heta taliya imrê xwe di akrê swêdiyan da bişewitim û weselam…
De piştî hewqas saet kar, hema ka hûn ji min ra bibêjin, ezê ji kurdan ra çi xweliyê li serê xwe kim?
Mecbûrî, ezê nuha herim hêrsa xwe di nezerê(pinîkêrê)da ji hin kurdan bigrim, hema kî bi ber lepên min keve ezê bipişêfim, bikim pişêfk û berdim…


-Heta ku însan azad nebe bextewar nabe. 

14 mars 2013

Hin kurd wek kewê dijminê qewmê xwe ne


Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bekîr Bozdag, îro li ser daxwaza kurdan ya azadiya Ocalan û statuyeke siyasî daxuyaniyek daye.
Bozdag gotiye
"Ne ji Ocalan re azadî dibe û ne jî ji bo kurdan statuyeke siyasî. Ji xwe kurd û tirk xwediyên eynî mafî ne. Ne mimkûn e ku ji Ocalan re efû derkeve û bikaribe siyasetê bike. Me ev yek gelek caran aniye zimên. Û tu rastiyeke daxwaza statuyeke siyasî jî tuneye. Livî welatî her kes wekhev e û her kes hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye.”
Dibe ku her kes nizanibe, lê bi qasî ez dizanim Bekir Bozdag kurdekî ji Anadoloya Navîn e; ya ji Konyayê, Yozgatê, Kirşehîrê, yanî ji wan deran ji derekê ye. Lê kurd e, bes kurdekî ji cinsê kewê ye, yanî neyarê serê qewmê xwe ye.
Nuha tirkekî ya jî erebekî ev gotinên Bozdag bikira, li dijî qebûlkirina nasnameya kurd derketa, dîsa rê tê hebû. Me yê bigota, de dijmin e, normal e, naxwaze kurd ji bindestiyê xelas bibin.
Lê gava yekî kurd, wek neyarekî kurdan li dijî azadiya gelê xwe derdikeve û dibêje, ez qebûl nakim ku kurd jî wek tirkan bibin xwedî statu, xwedî meclîs û xwedî eynî mafan, a wê çaxê meriv dibehece û dibêje wey tufî li wê bejn û bala te were!
Di dîrokê da ji kurdan gelek merivên mezin, gelek merivên hêja û qehreman derketine. Lê li alî din gelek merivên pîs, rezîl, bêxîret û xayinên mezin jî derketine.
Ez bawer nakim bêyî kurdan ji nava miletekî din merivekî wek Bozdag(helbet kurdên wek Bozdag pir in)derkeve.
Ferdê ji tu miletekî din ne mimkûn e ku hewqasî eşkere û vekirî biwêribe hevalbendiya neyar bike û ji gelê ra xwe ra bibêje, ”ez qebûl nakim t azad bibî, wek miletê serdest bibî xwediyê heman mafan.”
Bêguman ji nava her miletî ajan derketine û derdikevin dibin hevalên dijmin. Lê ne hewqasî vekirî û eşkere; bi dizî dike.
Lê xayinên kurdan tenê ji xiyaneta xwe, ji hevalbendiya bi neyar ra şerm nakin û venaşêrin.
Bêyî kurdan, mirovên tu miletekî din ne mimkûn e ku hewqasî vekirî neyartiya qewmê xwe bikin. Û di ser da jî bikanibin derkevin nava civatê û xwedî îtîbar bin…
Baweriya min ew e ku ev mirovên bêexlaq tenê ji nava kurdan derdikevin. Ji ber ku kurdan kesên wiha di dîrokê da tu carî nericimandine…

XXX
Îro li Meclîsa Swêd ji bo bîranîna Helepçeyê civîneke bîranînê hat lidarxistin. Ev sê sal in kurd û dostên kurdan yên di meclîsa Swêd da Jenosîda Helepçeyê li Meclîsê bibîr tînin.
Gelek kurd û hin swêdiyên dostên kurdan beşdarî civîna îro bûn û li ser Jenosîda Helepçeyê axaftinên kurt hatin kirin.
Civîneke mişt xemgînî û heznîtî bû.
Di 16-ê mehê, roja qetlîamê da li Stockholmê dêra bi navê Adolf Fredrikskyrkan ewê merasimeke hîn mezintir were lidaxistin.

13 mars 2013

Dewleta tirk ruhê zarokên kurdan dikuje !



Piştî dosyeya Kejê Bêmal ya li ser zarokên kurd yên ku bi tirkî nizanin û ji ber vê yekê jî dewlet wan wek zarokên kêmaqil, seqet û dîn dixin merkezên rahabîlatasyonê di rojnameya Evrenselê da belav bû û şûnde, nivîsê di çapemeniya tirk û di medya sosyal da olaneke mezin da. Parlamenterê BDP-ê yê esiltirk Levent Tuzel, mesele bir meclîsê.
Kejê Bêmal, bi vê dosyeyê û bi van hevpeyvînan ji bo zarokên kurd û gelê xwe xebateke dîrokî kiriye. Ez wê bi dilû can pîroz dikim û dibêjim mala te ava…
Lê esas dibê heta nuha li ser zarokên kurdan bi sedan xebat û lêkolînên wiha hatibûna kirin, lê mixabin nehatiye kirin, kurdan ev yek îhmal kirine.
Lê qet nebe ji nuha û pêva dibê hemû partî û dezgehên kurdan, civata kurd, siyasetmedar û bi taybetî jî sosyolog û psîkologên kurd qiyametê rakin û vê sîstema faşîst rezîl û riswa bikin û zarokên kurd yên di wan kampên nîjadprest û nazîst da ne ji vê zulmê û barbariyê xelas bikin.
Dibê siyasetmedar, ronakbîr, sosyolog û psîkologên kurd û heta civata kurd bi rengekî xurt û berfireh daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî derxin pêş.
Siyasetmedar û partiya ku doza perwerdeya bi zimanê kurdî neke dibê ji alî kurdan ve were şermezar û rûreşkirin.

XXX
Kuştina hest û ruhê mirovekî, cînayeteke ji kuştina wî ya fizîkî mezintir e…
Dewleta tirk, bi perwerdeya tirkî ya nîjadperest û rasîst, ruhê zarokên kurdan dikuje, qetil dike. Ev, sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.
Lê çi heyf û mixabin ku kurdan hîn ev yek fêm nekirine.

XXX
Tirkan di şer da wendakirin, dixwazin li ser masê qezenc bikin. Lê ev hesabê wan jî ewê şaş û pûç derkeve. Kurdan çawa ku di şer da qezenc kirin, ewê li ser masê jî qezenc bikin. Evmiheqeq e.
Lê ev yek jî wek şerê çekdarî, ewê wextê bigre.

XXX
Heger tu dixwazî gulê bîhn bikî, dibê tu tehamulî stiriyên wê bikî. Gul bê stirî nabe.





12 mars 2013

Bêweciya Gul Swêd mehû kir !


Yaho ev serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul çi merivekî qebîh û bêwec û bêoxir e, ji roja hatiye Swêd û virda ye qeza û belav bi ser serê Swêd da dibarin.
Bi hatina Gul ra qralîçeya Swêd Lîlîana 97 salî ku wek tak rihan bû ji nişkave mir û hemû Swêdî xemgîn bûn û ketin şînê.
Ev ne bes bû, do polîsekî parêzvanê korteja Gul, di dema merasimê da qeza kir; wasiteya wî (wasiteyeke çar teker e, dişibe cîpê, quad bike, fyrhjuling)di ser dîwarî îskeleyê ra firya nava bahrê, bûz şikest û polîs û wasiteya xwe tevhev noqî binê bûzê bûn. Pûlis ji mirinê xelas nebû û do bi şev li nexweşxaneyê mir.
Polîs îro li bajarê Uppsalayê bera dû erebeyeke dizan da, li ser pira Hjulstabron erebeya dizan li barierên pirê qelibî û ser serî firiya nava bahrê. Her du xortên di erebê da jî xelas nebûn, fetisîn.
Keçikeke 13 salî xwe avêt ji ber trênê da û întîxar kir.
Dizan sifirê(paxirê)xeta trênê dizîn, trêna nabêna Stockholmê û Goteborgê bi saetan rawestiya.
Serma ji nişkave li Stockholmê daket 20 derece binê sifirê.
Otoboza me dereng hat, tu nemabû ez ji serma biqefiliyama.
Li ciyê karê min kalorîfer xera bû, germiyana hundur daket 14 dereceyî, xanimên Swêdî kar berdan û reviyan malên xwe.
Hêvî xanim di trênê da raket û çû dereke ne nas, tu nema bû ku nizanibe were mal û di vî temenî da ez bê xanim bimînim…
Welhasil, di nava van 3 rojên ku Gul li vir e bawer bikin qeza û belayên nemayî, yên dûrî aqilan hatin serê Swêd, swêdiyan û me kurdan; ez nuha li kar im, wexta min tuneye hemûyan ji we ra yeko yeko li pey hev rêz bikim.
Lê ez hêvî dikim ku ev wecê qebîh, ev merivê bêoxir ewê zû swêd ji Swêd here ji bo ku Swêd ji van qeza û belayan xelas bibe…

XXX
Serokkomarê Tirkiyê Gul û Qiralê Swêdê, ewê îro li Qesra Belediyê, li Salona Hişin ya xwarinên Nobelê lê tê dayin navrojê bixwin.
Seroka Koma(grûba) Partiya Çep(Vansterpartiet)ya belediya Stockholmê Ann-Margarethe Livh, redkirina vexwendina xwarina bi Gul ra di rojnameya Stockholmvanster da wiha aniyezimên:
”Ez nikanim bi serokkomarê welatekî ra navrojê bixwim ku li wî welatî bi hezaran hevalên min yên siyasî lê zindankirîbin. Loma jî min vexwendina xwarina bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul ra red kir.”
Tenê meriv dikane pîroz bike. Xanim hewqasî xwedî û ûjdan û xwedî prensîb e ku xwarina bi dîktatorekî postmodern ra red dike.
Ez bawer dikim tirkan bawer nedikir ewê protestoyên li hemberî Gul hewqasî berfireh û sert bin.
Ev du roj in li hemberî Gul, di medya û çapemeniya Swêd da protestoyeke pir mezin heye, Gul dihere ku li hemberî xwe kurdan û pirsa kurd dibîne. Bêyî protesto nikane gava xwe bavêje

11 mars 2013

"Zarokên ji zimanê xwe xeyidîne!"


Bi xêra nivîsa Serdar Roşan, ez ji hevpeyvîna Kejê Bêmal ya di malpera AgendaKurd da haydar bûm.

Min hevpeyvîna Kejê Bêmal ya bi keçeka kurd ya 13 salî ya ji Qereyziya Erzeromê xwend. Bi xwendina hevpeyvînê ra him hêsir ji çavên min barîn û him jî kîn û nefreta min ya li hemberî dewleta tirk hinekî din jî zêde bû.

10 mars 2013

Alî Fikrî Işik azad bikin!


Alî Fikrî Işik, nivîskarekî kurd e. Ji bo ku ji Tirkiyê ra leşkerî nekiriye û naxwaze bike, ev du car in tê girtin û zulmeke mezin lê dikin.
Işik, ji roja ku cara duyem(27/2-13) hatiye girtin û virdaye li hemberî zulmê û vê bêedaletiyê û bêhuqûqiyê di zindana leşkerî ya Edîrneyê da ketiye grewa birçîbûnê û rewşa wî roj bi roj girantir dibe.
Işik, cara pêşî di 9-ê hezîrana 2012-a da ji bo ku ji leşkeriyê reviyaye li Diyarbekrê hat girtin. Di dadgeha leşkerî da bi kurdî xwe parast û got, ew wek kurdekî naxwaze ji dewleta tirk ra leşkeriyê bike; ew mirovekî redkarê ûjdanî ye, naxwaze çekan bigre destê xwe û here însan bikuje.
Işik, cara pêşî çar meh û nîvan li bajarê Edîrneyê di zindana leşkerî da ma û dû ra bi şertê ku here leşkeriyê hat berdan.
Lê doza wî dom dikir. Işik, cara duyem, di 27-ê sibatê da ji alî dadgeha leşkerî ya Edîrneyê ve dîsa hat tewqîfkirin. Û ji bo ku neçûye leşkeriyê jî salek û 15 roj ceza lê hat birîn. Işik, nuha li Edîrneyê di girtîgeha leşkerî da ye.
Li ser vê biryara dadgehê Işik, ji roja hatiye girtin û virdaye di girtîgehê da di grewa birçîbûnê da ye.
Di nava 47 welatên endamên Yekîtiya Konseya Ewrûpayê da Tirkiye tenê di qanûna xwe ya esasî da mafê reda ûjdanî, mafê neçûna leşkeriyê qebûl nake û çekan bi zor dide destê însanan û wan bi zor dibe leşkeriyê…
Li gorî Qanûna Esasî ya Tirkiyê jî Tirkiye mecbûr e biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpa bi cih bîne. Lê Tirkiye di bûyera Işik da guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê û wan bicih nayne.
Û bi vê yekê jî Tirkiye him biryarên Yekîtiya Konseya Ewrûpayê û him jî qanûnên xwe binpê dike.
Hukûmeta AKP-ê, bi bicihneanîna vê biryarê ne tenê zulmê li nivîskarekî kurd dike, her wisa ew rîayetî qanûnên xwe û yên navnetewî jî nake, li însanan zorbatiyê dike.
Muameleya bi Işik ra tê kirin, zulm e, terora dewletê ye û her wisa sûcekî li dijî însaniyetê ye jî.
Dibê hemû rêxistin, komele, partî û şexsiyetên kurdan yên li Tirkiyê û li Ewrûpayê bi xurtî li dijî vê terora dewleta tirk derkevin û piştgiriyê bidin Işik.
Dibê çapemeniya kurd jî li hemberî vê zulmê û bêqanûniya Tirkiyê bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike, bûyerê tim aktuel bihêle.
Ez wek nivîskarekî kurd, vê bêqanûniyê, bêedaletiyê û zulma dewleta tirk ya ku li hemberî Işik û bi giştî jî li hemberî miletê kurd tê meşandin protesto dikin û ji Tirkiyê dixwazin ku Işik tavilê azad bikin û kurdan bi darê zorê nebin leşkeriyê.
Leşkeriya bi darê zorê, sûcekî li dijî mafê însanî û demokrasiyê ye.
Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro(10-ê adarê) ji bo ziyaretke kin hatiye Swêd û ewê sibe di meclîsa Swêd da axaftinekê bike.
Daxwaza me kurdên li Swêd ji hemû parlamnterên kurd yên di meclîsa Swêd da ev e ku di vê civînê û di civînên din yên Bi Gul ra vê mijarê bînin rojevê û hesabê vê zulm û bêqanûniya li hemberî nivîskarê kurd Alî Fikrî Işik tê meşandin ji Gul bipirsin.
Her wisa, dibê bêdengiya wezîrê derve Carl Bildt û yê hukûmeta Swêd jî bi xurtî were şermezarkirin. Bildt, ji Îranê, Rûsyayê, Kubayê û hin welatên din demokrasiyê bi heraret dixwaze, lê gava dor tê ser Tirkiyê, xwe ker û lal dike û bi hezaran siyasetmedarên girtî û bûyerên wek yên Işik nabîne.
Dibê parlamenterên kurd, vê dublmoraliyê bibîra Carl Bildt xin.
Heta ku Alî Fikrî Işik azad nebe, dibê em dev ji çalakî û protestoyên xwe yên li hemberî Tirkiyê bernedin.
Zinarê Xamo
2013-03-10

NOT:
Malper, dost û heval vê beyana li ser Alî Fikrî Işik belav bikin ezê kêfxweş bibim

Bi dev kurd in lê bi mejî tirk in




Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, Kurdekî ji bakurê Kurdistanê bi navê Hamdî Ulukaya li Amerîka bi çêkirina mast bûye mîlyarder.
Ulukaya, di sala 1990-î de ji ber zulm û cînayetên li dijî kurdan ji Tirkiyê reviyaye, çûye li Emerîkayê bi cîh bûye. Û li Emerîkayê çawa bûye, jê ra lihev hatiye û dest bi çêkrina mast kiriye.
Hamdî Ulukaya, kurdekî ji Xarpêtê(Elazigê)ye. Xwedêgiravî ji ber terora dewletê ya li hemberî kurdan reviyaye, lê dîsa jî navê mastê xwe bi tirkî kiriye ”Çobanî.”
Min ji xwe ra got, çima ne navekî bi kurdî, çima ne ”Şivanî”, çima Çobanî?
Dewlet, tirk çiqasî zulmê li kurdên me yên Tirkiyê bikin, wan bi çol û çepelan xin jî, lê dîsa jî hezkirina wan ya li hemberî Tirkiyê û tirkan kêm nabe, dîsa jî ji Tirkiyê û tirkan aciz nabin.
Mesela di kanala TRT6-ê da di programa Cîran Cîranê da paşnavê Şermînê bi tirkî ”Eliaçik” e, yanî destvekirî, comerd.
Di fîlmekî bi kurdî da navê paşnavê lîstikvaneke kurdî bi tirkî ye. Çima ne bi kurdî, çima ne ”Destvekirî”?
Nakin ”Destvekirî”, nakin ”Çobanî”, ji ber ku asîmîlasyonê melekên wan yên kurdayetiyê, hestên wan yên kurdayetiyê kuştiye, tim wek tirkekî difikirin, tu carî nikanin wek ”ew” û ”em”, weke ew tirk û em kurd bifikirin.
Nasnameya ”em kurd” li ba piraniya kurdên bakur miriye, bi dev bibêjin em kurd in jî, lê bi hest û di praktîkê da wek mirovên kurd tevnagerin, timwek tirkan hereket dikin.

XXX
”Şerma mezin ew e ku meriv nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be.”
Celadet Bedirxan
Çi heyf ku hîn jî piraniyeke kurdan ya mezin ji ber vê nezaniya xwe şerm nakin. Û ji ber ku şerm nakin, loma jî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe nabin.

PARVE BIKE