29 april 2013

Îskenderê Mezin û Şîreta Arîsto


Îskenderê Mezin ji Arîsto ra nameyekê dinivîsîne, jê alîkariyê û aqil dixwaze, dibêje:
”Ji bo ku ez bikanibim însanên ku ez welatên wan îşxal dikim di bin hukmê xwe da bihêlim, dibê ez çi bikim?”
Û dû ra jî van her sê pirsên xwe ji Arîsto dike:
”1.Gelo ez giregir û mezinên welêt bişînim sirgûnê?
2.Gelo ez giregir û mezinên welêt bavêjim zindanê?
3.Gelo ez serê giregir û mezinên welêt bifirînim?”
Arîsto bersîva jêr dide Îskenderê Mezin:
”1.Li surgûnê ewê li hev kom bibin û li hemberî te serî hildin.
2.Zindan ewê bibin hêlînên mîlîtanan û ji kontrolê derkevin.
3.Nifşên(nesil, cîl)piştî wan ewê bi kîn û nefretê mezin bibin û textê te bihejînin.
Dibê tu bizrê nîfaqê di nabêna însanan da biçînî, nîfaqê têxî nabêna însanan. Gava dest bi şerê hev kirin, dibê tu wek hekem xwe bi wan bidî qebûlkirin. Lê belê dibê tu hemû riyên diçin çareseriyê tim bixetimînî…”
Bala xwe bidinê osmaniyan û tirkan jî tim wiha kirine, bi gelek rê û wasiteyan berê kurd perçe kirine, hinek kirine hevalên xwe û dû ra jî herdu serî bera hev dane.
Û dema kurd ketine gewriya hev û dest bi kuştina hev kirine, demekê lê temaşe kirine û dû ra jî wek ”hekem û edaletê” ketine nabênê. Û navê vê siyasetê xwe jî kirine, ”Dabeş bike, perçe bike û îdare bike.”
Tirkan bi saya vê siyaseta xwe heta nuha rê li ber yekîtiya kurdan girtine û bi vê riyê jî nehîştine kurd xwe rizgar bikin.
Lê kurd pir hindik êdî bi vê siyaseta dijmin hesiyan e û roj bi roj yekîtiya xwe xurt dikin.
Kurdan di dil û mejiyê xwe da yekîtiya xwe çêkirine, maye praktîk, ew jî di rê da ye, bere bere çêdibe…




XXX
Dengir Mir Mehmet Fırat dîsa xwe hetikandiye û bi devê Erdogan êrîşê kurdên welatperwer, kurdên mezlûm kiriye.
Dengîr di bersîvên xwe da kurdên welatperwer, kurdên ku dixwazin ji bindestiya tirkan xelas bibin, kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin, kurdên ku dixwazin wek tirkan ew jî bibin xwedî dewlet, xwedî meclîs û al wek kesên nîjadperest bi nav kiriye û gotiye, ”nîjadperestiya kurd ji ya tirk prîmîtîvtir e, hîn hişk e, hîn êrîşkar e…”
Însan çaxa bibe merivê dijmin ûjdan jî pê ra namîne, heger piçek ûjdan bi Dengîr ra hebûya ewê mîlîyetçîtiya kurd ji îrqçîtî, nîjadperestîya tirk xerabtir û hovtir nedîta.
Mîlîyetçî û welatperwerên kurd naxwazin Tirkyê têxin bindestên xwe, naxwazin tirkan bikin kurd û zimanê wan qedexe bikin.
Mîlîyetçîyên kurd tenê dixwazin ew jî wek tirkan û miletên din azad bin û li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Lê li gorî Dengîr her kurdê ku wek wî, nîrê bindestiya tirkan qebûl neke ”ehmeq û nîjadperest e”.
Li gorî Dengîr, kurdê ku Kurdistaneke serbixwe biparêze ”ehmeq ” e, ji ber ku Stenbol, Antalya û Mêrsîna Kurdistanê tuneye.
Dema bi însên ra ruhê netewî nemîne, diya xelkê ji diya xwe û welatê xelkê jî ji welatê xwe xweştir dibîne. Û loma jî him diya xwe û him jî welatê xwe red dike.

28 april 2013

Tirk ji siya hin kurdan jî aciz in


Nuha min pêşgotina kitêba ”Jiyan û Helwest” cilda duyem ya Fuad Onen xwend. Cilda yekem min berê xwendibû û ez bi bêsebrî li bende cilda duyem bûm.
Ji ber ku di cilda duyem da ewê mijar û bûyerên dema min û belkî jî hinên ku ez bûme şahid hebûna.
Pêşgotin û naveroka cilda duyem, li gorî pêşgotin û naveroka cilda yekem bêtir heyacan da min. Ji ber ku dîtin û rexne êdî ne li ser dîrokek borî û li ser kes û qeheremanên çûne rahmetê, li ser dîroka me ya nêz, li ser kes û siyasetmedarên ”ketî” û yên ”li ser nigan mayî” ye. Ev yek jî bêguman kitêbê bêtir balkêş dike.
Min cilda yekê ”Ray Raman û Bîranîn”, hinekî dereng bidest xist û dereng xwend. Ji ber tunebûna wextê ez pir dereng dixwînim.
Nêta min ew bû ku ez çend gotinan li ser bibêjim. Lê hinek ji ber tembeliyê û hinek jî ji ber tunebûna wextê, min tiştek nenivîsand. Û dû ra jî min ji xwe ra got, de tişt nabe, ”meriv diz be çevreş pir in”, piştî cilda duduyan heger gotineke min hebe ezê bibêjim.
Îcar vaye cilda duyem derketiye, min li hevalekî temî kir, heger bîne, ezê bixwînim û heger ji min were û gotineke min hebe ezê fikrên xwe bibêjim.
Hin însan hene dewleta tirk, rast, çep û dîndarên tirk ji siya wanî jî nefret dikin, di nava tu beşê civata tirk da ”dilxwaz” û ”sempatîzanên” wan tunene. Bi dîtina min dema di nava dijmin da ”dilxwaz” û ”sempatîzanên” meriv tunebe, meriv li ser riyeke rast e.
Fûad Onen yek ji wan kesan e, civata tirk cî nade fikir û dîtinên wî. Bi îhtîmaleke mezin ku dîtinên wî ji bo xwe pir tahlûke dibînin. Loma jî qet pê naşêwirin.
Meriv bi fikrên wî ra be ya ne pê ra be, ew tiştekî din e, lê ew însan û kurdekî pir saxlem e, di kurdayetî û fikrên xwe da dobre û bêtawîz e.
Lê xwezî kadirekî wiha di siyasetê da hinekî din organîzator û hostetir bûya. Hewcedariya kurdan îro di siyasetê da ji her demê bêtir bi kesên wiha heye…


XXX
Li ser şiroveyên kukûmet bi PKK-ê ra ”bazariyê” dike ya nake, wezîrê Transport û Deryayê Bînalî Yildirim gotiye:
”Erê me bazarî kir. Me bazariya yek dewlet, yek milet, yek welat, yek alê kir. Bêyî viya tu bazariyeke din tuneye…”
Yanî me tirkbûn bi wan da qebûlkirin. Ji ber ku mêrikan tu tiştek nedaye kurdan.
Bînalî Yildirim, daxwazên kurdan yên netewî û mesela Kurdistanê jî wek belayekê dibîne û loma jî di axaftina xwe da gotiye, ”înşelah emê ji vê belayê xelas bibin…”
Û di serda jî ji kurdan ra dibêjin dengê xwe nekin…


XXX
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, di merasima pêşwazîkirina Îsmaîl Beşekçî xoce da gotiye:
”Rast e dikanin kurdan bikujin û zilmê lê bikin, lê nikanin îradeya kurdan bikujin.”
Ê ji xwe ya ku heta nuha kurd li ser nigan hîştiye jî ev îradeya ji polayê ye. Kurdan di dîroka xwe ya dûr û nêz da nîşanî hemû dost û dijminên xwe dan ku ev îradeya ji polayê jî serttir tu carî natewe, naşikê…

27 april 2013

Merheleya veqetandinê destpêkiriye



Mine Kirikkanat xanimê di telewzyona CNN-ê da gotiye, ”Ez ne tirkçî me, ne kurdçî me û ne jî milîyetçî. Heger Diyarbekrê bigrin û herin ez nabêjim na jî. Lê belê girtina wan ya Diyarbekrê pir vekirî ye. Ji ber ku Diyarbekir ji xwe êdî ne ya me ye. Em ji hev vediqetin. Ev tenê ne merheleyeke aştiyê ye. Ev merheleyeke veqetandinê ye.”
Hîn tam nehatiye wê nuxteyê lê ewê were. Bi xebateke kurdewarî, kurd ewê werin nuxteya veqetandinê. Dibê bi xebata îdeolojîk meriv di nava gel da vî hestê veqetandinê vejîne, xurt bike.
Mine Kirikkanat, dixwaze bi dana Diyarbekrê xelas bibe, lê Kurdistan ne Diyarbekir tenê ye, pir mezin e, 23 bajarên Kurdistanê hene. Heta ku kurd hemû welatê xwe rizgar nekin xatir ji tirkan naxwazin.
Lê hukûmet dixwaze bi alîkariya siyaseta Abdulah Ocalan dema vê girtinê dirêj bike.
Ji ber ku Ocalan, nexwestina dewleteke serbixwe bi PKK-ê jî da qebûlkirin. Nuha PKK-ê jî dibêje ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Nabêjin ev heqê me ye lê em îro naxwazin, dibêjin ji bo kurdan dewleta netewî xerab e. Û li dijî dewleta tirk dernakvin, yanî ji wan ra baş û ji me ra jî xerab e.
Lê jiyan miletan dirêj e, ev dem jî ewê derbas be, gelê kurd piştî demekê ewê vê îdeolojiya Ocalan jî red bike û wek her miletê bindet, ewê jî doza dewleteke serbixwe bike.
Bi viya baweriya min temam e. Tu milet heta û heta bindestiyê qebûl nake, ne mimûkûn e ku qebûl bike.
Û ji xwe heta ku kurd nebin xwedî dewlet li Rojhilata Navîn ji xwe îstîkrar û aştiyeke mayinde jî ne mimkûn e; dibê kurd bibin xwedî dewlet, xwedî al û nasname. Çareseriya herî rast ev e…

XXX
Berpirsiayrên tirk ne ji dîroka xwe û ne jî ji dîroka cîranên xwe ders girtine. Heger ders girtibûna ewê di şer da hewqasî sirar nekirana û li hemberî kurdan ewê neketana nava van lîstik, dek û dolabên bêfeyde. Hîn jî hesab û planên asîmîlekirina kurdan û serketinê dikin.
Israra di zulmê, neheqiyê û şaşiyê da wek pêşiyên wan, ewê wan jî poşman bike.
Kurd miletekî vê erdnïgariyê yê qedîm e û Kurdistan welatê wan e, dibê ev rastî were qebûlkirin.
Lê dewlet û hukûmeta AKPê hîn jî naxwaze vê rastiyê qebûl bike.
Heta ku ev rastî neyê qebûlkirin û miletê kurd negihîje azadiya xwe ne rehetî tê Tirkiyê û ne jî demokrasî. Û şer jî îro raweste sibe ewê dîsa dest pê bike.
Dîroka kurdan ya 150-î salên dawî îspata vê yekê ye; heta ku kurd nebin xwedî al, xwedî nasname û xwedî dewleteke serbixwe dev ji şerê xwe yê netewî bernadin…
Dixwaze bi ev şer 150 salên dinî bajo…
XXX
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, di merasima pêşwazîkirina Îsmaîl Beşekçî xoce da gotiye:
”Rast e dikanin kurdan bikujin û zilmê lê bikin, lê nikanin îradeya kurdan bikujin.”
Ê ji xwe ya ku heta nuha kurd li ser nigan hîştiye jî ev îradeya ji polayê ye. Kurdan di dîroka xwe ya dûr û nêz da nîşanî hemû dost û dijminên xwe dan ku ev îradeya ji polayê jî serttir tu carî natewe, naşikê…

25 april 2013

Dawiya dawî Beşîkçî xoce Kurdistana xwe ya azad dît



Sosyolog û nivîskar Îsmaîl Bêşîkçî xoce, îro ji bo serdanekê li Kurdistana Federe bû. Dema min ev xeber xwend ez ji kêfa firiyam.
Îsmaîl Beşîkçî, di daxuyaniyekê da ji Rûdawê ra gotiye, ew pir keyfxweşe ku dibîne ala Kurdistanê li ser xaka Kurdistanê hêl dibe.
Beşîkçî, li ser banga fermî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana Kurdistana Federe dike.
Ji ber ku Beşîkçî xoce, Kurdistana Federe ziyaret kir û berî mirina xwe beşekî Kurdistana azad dît ez û pir dilşa me.
Gelek spas ji bo hemû kesên ev rêwîtiya Beşîkçî xoce organîze kirin.

XXX
Berdevkê çapemeniyê yê Însîyatîfa Azadiyê Adnan Firat, gotiye ”Ne mesela kurd, em gotina Kurdistanê rasttir dibînin.”
Rast e, dibê meriv bibêje msela Kurdistanê, ji ber ku rastî jî ew e. Em ne mahcir in ku gelşa me hebe, em doza welatê xwe dikin. Loma jî dibê meriv nebêje, ”mesela kurd”, bibêje mesela Kurdistanê. Wek ku xelk dibêje, ”mesela Qibrisê, mesela Kosovayê, mesela Filîstînê, mesela Azerbeycanê, Qarabaxê û hwd.
Mixabin trikan di virda jî kurd asîmîlekirine, gelek caran meriv bi şaşî ji dêlî ku bibêje mesela Kurdistanê, dibêje ”mesela kurd”, lê ev şaş e, dibê meriv li termînolojiya xwe miqate be…


XXX
Ahmet û ker
Rojekê Ahmed bi kerê xwe diçe Hewlerê. Dema derbasî wî aliyê rê dibe, lembeya trafîqê ya sor vêdikeve. Herkes radiweste, lê Ahmet bi kerê xwe derbasî wî aliye din dibe. Polîsê trafîkê wî digire û jê re dibêje:
- Çima dema lembeya sor vêketîbû tu derbasî aliyê din bû?
Ahmet bi matmayî ji polîs ra got:
- Lembe lembe ye, de îcar sor çi ye, zer çi ye! Ma hemû jî ne ji bo ronahî ne?
Polîs bala xwe dayê ew tiştekî fam nake, rabû ew bir qereqolê. Li qereqolê polîsan jê ra gotin:
- Dema lemba sor vêketîbe û meriv derbas bibe ceza ye. Loma jî em ji bo te 2 dînar û ji bo kerê te jî dînarekî ceza li te dibirin.
Ahmet bi hustuxwarî li polîs nêrî û bi dengekî lavakir got:
- Ma hûn nikanin min jî wekî kerekî bihesibînin û ji min jî dînarekî bistînin?




24 april 2013

Buhara kurdan hindik maye



Di salekê da çar demsal hene; buhar, havîn payiz û zivistan. Kurd, di dîroka xwe da demsalên havîn, payiz, zivistanê jiyan, lê heta nuha tu carî buhara rengîn nedîtin û nejiyan.
Lê hindik maye, di vê sedsala 21-ê da êdî dor hatiye buhara kurdan, Tirkiye û dijminên kurdan yên din çi bikin jî nikanin rê li ber buhara kurdan bigrin; kurdê di vê sedsalê da buhara rengîn jî bibînin û bibin xwediyên welatê xwe.
Çawa tu kes nikane rê li ber hatina buharê bigre, her wisa tu kesê êdî nikane rê li ber azadî û serxwebûna kurdan jî bigre, ev, êdî biryar û qanûneke dîrokê ye.
Ji bo ku kurd azad nebin hukûmeta AKP-ê gelek dek û dolaban digerîne, geh dikeve postê gurr û geh jî dikeve postê berx. Hukûnmet ji kurdan hinekan dixapîne, hinekan dikire, hinekan bertîl dike, hinekan ditirsîne; hemû jî ji bo ku kurd ji bindestiya wan xelas nebin. Lê beyhûdeye, kes nikane rê li ber hatina buharê bigre, kurd ewê buharê jî bijîn…
Loma jî dibê kurd bêhîvî nebin û moralê xwe xera nekin, emê biserkevin. Ji ber ku em bi xwe hesiyan e, em bi heq in û me di dil û mejuyê xwe da yekîtiya xwe çêkiriye…

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Adil Kurt, paşnavê xwe guhertiye, kiriye ”Zozanî”!
Ez gelkî kêfxweş bûm. Di dîroka Tirkiyê da ev cara pêşî ye ku parlamenterekî kurd(belkî yê tirk jî)paşnavê yê tirkî diguhere û paşnavekî kurdî li xwe dike. Ez vê gava Adil pîroz dikim.
Aqûbet li serê Ahmet Turk be. Ez hêvî dikim ku Ahmed Turk û hemû kurdên paşnavên wan bi tirkî ne, lê bi taybetî jî hemû ”Turk, Ozturk” û sosiretên wek wan, ew jî wek Adil Zozanî paşnavên xwe yên bi tirkî biguherînin û paşnavên kurdî li xwe kin.
Li ser vê mijaraê heta nuha min çend caran nivîsî, dibê kurd êdî nav û paşnavên tirkî li xwe nekin. Dibê ji nav û paşnavê me diyar be ku em ne tirk in û em kurd in. Ji bo kurdan nav, nasnameyeke pir girîng e, dibê her kurd bibe xwediyê vê nasnameya kurd.
XXX
Roja 24-ê nîsanê li seranserê cîhanê wek roja Komkujiya Gelê Ermenî tê bibîranîn.
Ez vê komkujiya hovane şermezar dikim û êşa gelê ermenî ya mezin wek êşa xwe dibînim û hemû qurbaniyên komkujiyê bi hurmet bi bîr tînim.

22 april 2013

Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre



Di  rojên 27-28-ê nîsanê da hevalên me yên DDKD-î yên kevn li Diyarbekrê civîneke siyasî çêdikin. Armanca civînê i bo xwe organîzekirinê minaqeşeyeke siyasî, lêgerîneke siyasî ye.
Wek kadirekî DDKD-ê û partiya Pêşengê, hevalan ez jî vexwendime civînê. Ji bo vexwendina wan, ez spasî hevalên berpirsiyar dikim.
Min çend roj berê bersîva hevalan da û got şertên min yê beşdarbûna civînê tuneye. Lê wek hevalekî wan yê kevn bêguman dilê min bi wan ra ye.
Ez hêvî dikim ku di civînê da heval bi serkevin, bigihîjin netîceyekê û gaveke siyasî bavêjin.
Hevalên me yên ji tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê tên, ev çend sal in çend caran teşebusên wiha kirin, hin platform û komele ava kirin. Û herî dawî jî salek berê komeleya DDKD ji nuh ve li çend bajaran ava kirin.
Lê nuha wisa xuyaye ku heval dixwazin partiyeke siyasî ava bikin, ji bo gaveke wiha di nava lêgerînekê da ne.
Ji xwe di hemû gav û hewildanên berê da jî nêta hevalan her ev bû; avakirina partiyeke siyasî.
Lê heta nuha biserneketin. Ez hêvî dikim ku di vê civînê da biserkevin û ji civînê biryara avakirina partiyekê derkeve.
Ji ber ku micadeleya siyasî û xebata ji bo azadiya kurd û Kurdistanê bi komelan nabe, ji bo karekî wiha partiyeke siyasî, programeke siyasî lazim e.
Min bala xwe da lîsteya navên ji bo civînê hatine vexwendin. Bi sedan nav hene, ez bawer dikim hevalan  ban hemû   DDKD-yiyên sax kirine. Di nava kesên hatine dawetkirin da hin kesên wiha hene ku berê hatine ceribandin, berê gelek caran bûne berpirsiyar û serok lê îmtihaneke pir xerab dane, di praktîkê da diyar bûye ku ew ne yên vî karî ne.
Ji van berpirsiyar û serokên berê yên hatine vexwendin, hinekên wan tevgerên pir mezin, partiya xwedî sedhezaran belavkirine.
Ji van serok, kadir û berpirsiyaran hinek çûne li mala xwe rûniştine, hinek ji siyasetê dûr ketine û hinekan jî dev ji îdîalên xwe yên siyasî ya Kurdistaneke azad û serbixwe berdane û çûne bûne aqilmendê dewletê.
Yanî ew endam, kadir û berpirsiyarên do di nava DDKD-ê û KÎP-ê da xwedî yek îdîalê, yek armanc û hedefa siyasî bûn, îro ji hev pir dûr ketine.
Ji bo gelek endam û berpirsiyarên DDKD-ê û partiya KÎP-ê yên berê parastina Kurdistaneke azad êdî xewn û xeyaleke vala ye û dibê kurd dev ji van xeyalên vala û fikra Kurdistaneke serbixwe berdin û hîn ”realîst” bin.
Yanî bi kurtî, em kesên do endamên komele û partiyekê bûn û xwediyê yek program û hedefê bûn, îro di warê fikrî û îdeolojîk da em ji hev pir dûr ketine.
Lê bi dîtina min problem ne mîqtar e, qalîte ye, yanî kesê ku kanibe serokatiya partiyeke kurd bike lazim e, şert û merc viya dixwazin.
Heger serokekî netewî, bi xwe bawer û xwedî îdeal û wîzyon hebe temam e, her tişt hel dibe, însan pir in.
Welatê me di bin îşxalê da ye û însanên ku li dijî vê îşxalê derkevin pir in, bi demê ra meriv xurt dibe û dibe hêzeke siyasî. Di orta salên 70-î da dema me jî dest pê kir em berê çend kes bûn, dû ra tevger mezin û xurt bû.
Loma jî îro problem ne hejmar e, serokekî ku kanibe pêşengiya vê merhelê bike û hedefa siyasî ye; ev hebin temam e. Yanî lîder û hedefa siyasî.
Û ji bo tiştekî wiha jî ne hewceyî vexwendina bi sedan însanî ye. Çend kesên bi xwe bawer û xwedî îdîal û wizyoneke kurd û Kurdistanî tên ba hev, partiya xwe ava dikin û dû ra jî dest bi xebatê dikin.
Ji xwe kesên berê partî çêkirin jî wiha kirin, yek derket ortê, destê xwe li sînga xwe xist û got ji bo azadiya kurd û  Kurdistanê  ”ez heme” û hêdî hêdî însan li dora fikrên xwe top kirin û dû ra jî partî danîn û dest bi xebat kirin.
Lê mixabin piştî şehadeta Dr. Şivan, li Kurdistana bakur di nava tevgera me da serokekî ku bikanîbûya pêşengiya tevgerê û milet bikira dernekt, hemû serokên me di nîvê rê da westiyan û ji micadelê baz dan.
Loma jî tevger û partiya ku heta salên 1980-î li Kurdistanê hêza herî xurt bû, wek berfa roj bide ser, hêdî hêdî heliya û dawiya dawî jê tiştek nema.
Çima? Ji ber ku tevger û partî di destê kesên ne ehil, ne jêhatî û jîr da bû. Şert û merc hatibûn guhertin û ew êdî ne kesên ku kanibûna siyaseteke li gorî wan şert û mercên nuh bimeşînin. Loma jî li ser koka partiyê rûniştin û belav kirin.
Heger heval dixwazin li Kurdistanê xurt bibin û di nava gel da bibin xwedî hêz, ku ev îmkan û valahî  îro heye, dibê dev ji van ”sîlehên xerabe” yên berê hatine ceribandin berdin û tu hêviyê ji wan nekin, ji dêlî wan, li kes û serokekî saxlem, serokekî ku bi fikrê xwe û bi dilê kurd be bibînin.
Û dibê ew kes jî ne bi zora hevalan, bi xwe talibê xebatê û micadelê be.
Û gotina dawî.
Bi dîtina min, ji bo çêkirina helawiyê, ard heye, rûn heye, şîr heye, şekir heye, tenê hoste kêm e. Heger hosteyekî baş jî were dîtin meriv dikane helawiyeke pir xweş çêbike.
Bi hêviya ku heval kanibin ”hosteyekî” baş bibînin û careke din  nexwazin ”sîlehên xerabe” biceribînin.

21 april 2013

Kurd belasebeb xwe li ber baranê şil dikin


Tirkiye li alîyekî bi navê ”çareserî û aştiyê”(!) kurdan dixapîne û li aliyê din jî li ser sînorê Tirkiyê û Îraqê 402 qereqolên pir modern yên bi navê "KALEKOL" ava dike.
Derket ortê ku ji agirbesta PKK-ê virve li serê çiya û girên bilind heta nuha 149 ”KALEKOL” bi lez û bez hatine avakirin.
Li gorî xebera Avestakurdê û rojnameya Radîkalê, li ser sînorê Tirkiye û Îraqê, li ser lûtkeyê(qotê) çiyayên 2 hezar mîtro bilind qereqolên pir modern, pir saxlem û ji alî ewlekariyê ve jî pir mikemel çêdikin.
Navê van qereqolên nuh kirine "Kalekol". Îcar çima ”KALEKOL” û ”KALEKOL” tê çi maneyê di xeberê da nayê gotin. Lê dibê meriv fêr bibe. Li pişt vî navî miheqeq fikrek heye.
Ji destpêka sala 2012-a ve ye Tirkiyê biryara avakirina van qereqolan daye û dixwaze ava bike. Lê belê PKK-ê bi êrîş û şewitandina alet û wasiteyên kar yên fîrma TOKÎ-yê(fîrma dewletê ye) nedihîşt qereqol werin çêkirin.
Lê belê piştî têkiliyên bi Ocalan ra û dû ra jî agirbesta PKK-ê ya vê dawiyê, avakirina qereqolan lez û bez û suretek mezin girt.
Tê gotin heta nuha 149 ”KALEKOL” hatine avakirin û yên mayî jî hetanî dawiya salê ewê werin temamkirin.
KALEKOLÊN tên çêkirin, bi teknolojiyeke nû tên avakirin û taybetiya wan jî ew e ku, xwedî ewlehiyeke temam û pir bilind in.
Bi avakirina qereqolên nû ra hukûmet li Kurdistanê pergala cerdevaniyê jî berfirehtir dike. Ev demeke dewlet li gelek herêman cerdevanên nû digre kar û hejmara wan jî zêde dike. Ev jî tê wê maneyê ku dewlet û hukûmet ji bo şerekî mezin ji nuha da tedbîrên xwe digre, haziriya xwe dike.
Bêdengbûna çekan ji bo dewletê îro fersendek mezin e, loma jî dixwazin di nava demeke pir kin da kar û haziyên xwe biqedînin, ”KALAKOLÊN” xwe temam bikin û leşkerên xwe têxinê.
Berpirsiyaran gotiye, berê PKK-ê nedihîşt ev qereqol werin avakirin, fîrma tehdît dikirin, rê mayin dikirin, wasite dişewitandin. Lê nuha şer tuneye, kes rê li ber avakirina qereqolan nagre, loma jî xebat zûtir dimeşe.
Berpirsiyar gotiye, berê qereqolên leşkerî wek pînên mirêşkan bûn û li der û ciyên ne bi ewleh bûn, lê nuha di van qereqolan da leşker ewê hîn baştir û ewletir xwe biparêzin.
Yanî netîce, bira kurdên me bê def û zurne ji xwe ra govendê bigrin û ”barişê/aştiyê” pîroz bikin, lê dewlet ji bo rojên pêş haziriyeke pir mezin dike; ji bo ku kurd careke din nikanibin dest bavêjin çekan û derkevin serê çiyan tedbîrên xwe yên leşkerî digre.
Kesên her roj ”barişê” pîroz dikin, siyasetmedarên kurdan dibê ji hukûmetê pirsa van haziriyan û avakirina 402 ”KALEKOLAN” Jî bikin, bibêjin we xêr e, çima hûn li ser sînoran, di dilê welatê me da hewqas qereqol didin çêkirin? Hûn haziriya çi dikin?

Weleh zû bi zû kurd dev ji hezkirina tirkî bernadin



Ayhan Geverî, piştî vegera xwe ya ji Kurdistana başûr ferqa di nabêna kurdên Behdînî û Soran da wiha aniye zimên:

”Ferqa Soran û Bahdînan: Muzîka şofêrên Soran: Kamkars, Hesen Zîrek, Leyla Ferîqî, Ednan Kerîm, Qala Mara. Ya ên Behdînan: İbrahim Tatlises:)”
Rast e, lê Kurdistana bakur ji Behdînan jî xerabtir e, li Kurditana bakur ne muzîk tenê, ziman jî bi tirkî ye, qenekê li Dihokê ziman bi kurdî ye.
Lê ev heyraniya Tatlises û ya zimanê tirkî ne li Silêmaniyê, lê min li Hewlêrê pir dît. Sektora serwîsê ji xwe di destê tirkan û kurdên tirkiyê da ye. Û zimanê wan jî tirkî ye. Heta li Hewlêrê li gelek ciyan rasterast ji me ra bi tirkî gotin, ”hûn bi xêr hatin û hûn çi emir dikin…?”
Li aşxaneya yekî Batmanî, gava xêrhatin bi tirkî da me, ez pir aciz bûm. Li ser vê uzrê xwe ji min xwest.
Li Diyarbekrê, li Ruhayê, meriv xwe wek li bajarên Tirkiyê his dike. Hegemonya tirkî meriv dîn û har dike, meriv dixwaze bibêje ”hahooo” û kirasê xwe biçirîne…
Di sala 2010-a da dema ez çûm Kurdistana başûr min jî li wir heyraniya Tatlises dît. Heta ne tenê muzîk, li Hewlêrê li otêlê jî di telewîzyonê da fîlmên Tatlises yên reşûspî nîşan didan. Di vegera xwe da min di çend nivîsan da qala van tiştan kir.
Bi baweriya min îro ji bo me kurdan şoreşgerî û welatperweriya herî mezin dibê meriv ala îsyanê li hemberî zimanê tirkî û muzîka tirkî hilde, li her derê dibê meriv nerazîbûna xwe nîşan bide û doza kurdî bike. Çare ev e, ez bi xwe li Diyarbekrê bi tu kesî ra bi tirkî nepeyivîm, dema digot ”ez zaza me”, min digot, wê demê bi min ra bi zazakî bipeyive…


XXX
Dibêjin Împarator Napolyon, generalê ku xwest wî bikuje da mahkimê û ji hakim ra jî xeber şand, got, ”Tu wî mahkûm bike, ezê wî efû bikim!”
Hakimê serokê mahkimê, bersîveke dîrokî da Napolyon:
”Baş e, le kê min efû bike?!
Ne di dîroka Osmaniyan da û ne jî di ya Komara Tirkiyê da hîn hakimekî wiha mêr derneketîye.
A ji ber ku derneketiye îro li Tirkiyê edalat hîn jî di bin emrê Erdogan da ye, ew çi emir û fermanê bide kîjan hakimî, ew emir û ferman wî bicî tê…




XXX

Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse, kurdê kêmaqil û nezan ji neyarê xwe hez dike, wî

Kurd, miletê bêhafize


Li bajarê min Wêranşarê gundekî bi navê Eyûbnebî heye. Li başûrê gund, li wê çolê di nava keviran da gomeyek û çiravek, kaniyek hebû. Li gorî çîroka di nava milet da, digotin Hz. Eyûb Pêxemberê kurmaxwarî, di rojeke ji pertavketî da pişta xwe spartiye vî gomeyî û ji Xwedayê xwe şîfa xwestiye.
Û Xwedê Teala jî jê ra wehî kiriye, gotiye ya Eyûb nigê xwe li erdê xe, ewê avek dierdê bizê, di wê avê da xwe bişo, tu yê rehet bibî.
Û Hz. Eyûb jî nigê xwe li erdê dixe, av di erdê dizê, xwe di wê avê da dişo û bi vî hawî hemû birînên wî rehet dibin û dîsa tê ser siheta xwe.
Heta sala 1980-î, heta ku ez li wir bûm ew gome ne ziyaret bû, kevirekî ji xwe ra li wir bû. Ji xwe bêyî wêranşariyan haya kesî jî ji wî gundî tunebû. Li wê derê ne tu gorr, ne tu ziyaret û ne jî mizgeft hebû...
Lê nuha ew gome bûye ziyaretgeh, gorr û mizgeft lê çêbûye û salê belkî bi milyonan însan wê derê ziyaret dikin.
Do bi şev min di kanaleke telewîzyonê dît ji gelek bajarên Tirkiyê însan çûbûn Eyûbnebiyê ziyaretê. Digotin ewê ”Kutlu Dogum Haftasi” yê pîroz bikin.
Berê tiştekî wiha tunebû, lê nuha ji bo mijûlkirin û xapandina milet tiştekî bi navê ”Kutlu Dogum Haftasi”(Hefteya Dilşad ya Jidayikbûyênê) û nizanim çi û çi derxistine.
Bala xwe bidinê, gomeyekî li wê çolê kirin ziyaretgeh, lê gorrên mezin û şehîdên kurdan yên wek ŞÊX SEÎDÊ kal, SEYID RIZA, BEDÎUZZEMAN SEÎD-ê KURDÎ û bi sedan kesên ku bi wan ra hatine îdamkirin nîşanî kurdan nadin, nahêlin gorra Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî bibin ziyaretgeh.
Nahêlin ji ber ku ew kurd in, dema kurd herin ser gorrên wan, ewê îdama Şêx Seîd û Seyid Riza bê bîra kurdan, ewê zulma tirkan li Seîdê Kurdî û miletê wî kiriye were bîra kurdan û ev yek jî ewê zanîn û şiûrê kurdan ya dîrokê û hestên wan yê netewî xurt û qewî bike.
Loma jî gomeyekî li wê ortê dikin ziyaregeh, lê belê gorrên şêx û alimên kurdan vedişêrin, nahêlin bibin ziyaretgeh, nahêlin kurd herin ser wan û dîrok û çîroka wan bizanibin.
Lê çi heyf ku kurd, alim û siyasetmedarên kurdan hîn jî vê siyaseta dewlet û hukûmetê ya nîjadperest nabînin, heger bidîtana dibê bi milyonan kurd li ber meclîsa Tirkiyê biciviyana û ji hukûmetê gorrên şêx û mezinên xwe bixwestana, li gorrên wan bigeriyana…

20 april 2013

Kurd bûne heyranê dijminê xwe

Nuha min bîstekê bala xwe da programa Bajarê Me ya TRT6-ê ya ji Batmanê dihat weşandin.
Moderatorê programê bi walî û çend kesên siwîl ra li ser rewşa bajêr û hin meseleyên siyasî sohbetê dikir.
Kurdên me dema qala hukûmetê û serokwezîr dikin, tu dibêjî belkî qala serokê Kurdistanê ya jî qala Pêxemberekî dikin.
Li hemberî hukûmetê û berpiriyarên dewletê hewqasî nazik û bi hurmet dipeyivin, hewqasî wan zeyt dikin madê meriv ji wan digere, verşiya meriv tê.
Tu namîne ku meriv ji kerba dilê xwe bibêje, weleh ji vî miletî tu gû jî dernakeve…”! Piştî ku siyasetmedar, xwenda, zana û pêşengên civatê li hemberî neyarê xwe(ji xwe êdî kes tirkan û dewletê neyarê xwe jî nabîne)hewqasî xweşbîn bin, milet ewê tew dijmin bide ser serê xwe. Çimkî gava kesên pêşeng, kesên rêber ji dijmin ra nebêjin dijmin, milet jî nabêje.
Lê esas ne ev programa îro tenê, hema hema birêvebirên hemû programan, piraniya kurdan li hemberî dewletê û hukûmetê wiha bûne.
Gel, merivê li kuçê, gelek siyasetmedar û ronakbîr bi heyranî û şelafiyeke pir mezin qala hukûmetê û Erdogan dikin.
Tu dibêjî belkî Erdogan ne serokwezîrê Tirkiyê ye û Kurdistan jî ne di bin îşxala vê dewletê da ye.
Fena ku vê dewletê, 4 hezar gundên kurdan wêran nekiribe, 40 hezar gerîlayên kurd nekuştibe, 17 hezar û 500 kurd jî bi qatilên xwe yên veşartî nedabe kuştin, 3-4 milyon kurd jî mecbûrî mahciriyê nekiribe…
Li hemberî vê dewleta ku hewqas zulm li kurdan kiriye, li hemberî polîs, artêş û hukûmeta vê dewletê meriv di dilê gel da, di dîtin û gotinên wan da bi qasî misqalekî jî nerazîbûnekê, neyaritiyekê nabîne.
Her kes ji dewletê, ji hukûmetê û ji Erdogan ji erd heta bi asîman razî û memnûn e, rica wan tenê ew e ku ”bariş” çêbibe û hukûmet hinekî din li wan were rahmê.
Lê tu daxwazeke kesî ya siyasî, ya netewî tuneye.
Dînekî, xêvekî filîstîniyan yê kolan û kuçan jî ji kurdan û siyasetmedarên wan yên îro bêtir siyasî ye, bêtir dijminê xwe nas dike…

Xezal mabû, wê jî derbek li min xist



Îşev ez gelkî xemgîn im. Ya do bi şev ya jî îro xezal ketiye hewşa me, hemû kulîlk, pîvaz û laleyên me xwarine; bêûjdanê heywaneka hewqasî çavnebar bûye, yek pîvaz, kulîlk û lale jî ji me ra nehîştiye…
Ev deh sal in em di vî xaniyî da ne, ji ber ku kulîlkên me wek yên cîranan nedihatin xwarin em pir kêfxweş bûn.
Lê ev du sal in xezaleke(belkî jî çend heb bin) bêxwedîyê tahmijiye kulîlkên hewşa me, tam dema kulîlk serên xwe ji bin axê derdixin û dikevin bûtikan û dikin hewşê bixemilînin tê wan dixwe û dihere.
Ez bawer dikim dîsa eynî xezal e, carê riya mala me nas kiriye, xwe dide benda vebûna kulîlkan, roja kulîlk vedikin, tê hemûyan dixwe û dihere…
Ez bawer dikim ji hewşa mala cîranê me tê, ji ber ku deriyê wan tuneye, dikeve hewşa wan û ji wir jî ji nav sêncên di orta me da dikve hewşa me.
Ji ber ku hewşa me bi derî ye û dora hewşê sêncên bi strî ne, ez dibêjim ne mimkûn e xwe di nav ra ke.
Wek ku diz ketibin mala me û hemû kitêbên min dizîbin, hewş nuha bi min pir xalî tê.
Min îsal hin pîvazên, nuh çandibûn, min meraq dikir gelo ewê kulîlkên wan çawa bin, zalimê nehîşt ez kulîlkên wan bibînim…
Xezal mabû, wê jî derbek li min xist...

XXX
Ji ber ku herfên “X”, W”, ”Q” di navên kuçe û kolanan da bikar anîye, di heqê seroka belediya Dêrikê Çaglar Demîrel xanimê da doz hatibû vekirin.
Lê ji ber ku Çaglar Demîrel girtiye, mahkimeya Sêrtê ya Sulh û Cezayê bi nivîskî îfedaya wê girtiye. Sûcê Demîrelê ew ku wê herfên di elîfbeya tirkî da tunene bikar anîne û li gorî qanûnên Tirkiyê ev jî sûc e, nabe kurd li borî elîfbeya xwe navan li kuçe û kolanên xwe kin.
Hukûmeta AKP-ê bi hostayî her tiştê kurd û Kurdistanê tîne bîra meriv qedexe dike, nahêlin kurd wek kurd bijîn.
Bi elîfbeya bi îmleya xwe, bi navên xwe, bi zimanê xwe dixwazin kurdan bikin tirk, dibê di tu warî da bîna kurdbûnê ji kurdan neyê. Yanî kurdan di warê kulturî da jî asîmîle bikin.
De îcar hukûmeta ku elîfbeya kurdî qebûl neke, herfên “X”, W”, ”Q” sûc bibîne, ewê jê çi sadir bibe û çi mafî bide kurdan…
Mixabin hin kurd hîn jî xwe dixapînin û ji hukûmeta AKP-ê û Edogan hêviya çareserkirina mesela kurd û Kurdistanê dikin.


Kurdê li malê kurd û li kuçê tirk

Endemê Heyeta Rîspiyên herêma Derya Spî Muhsîn Kizilkaya gotiye, ”Ez li malê kurd im, li kuçeyê tirk im.”
Ev bersîva Kizilkaya, qerekterê kurdê şelaf, kurdê ku ji şexsiyet û hêjayiyên xwe yên netewî dûr ketiye, ji bo menfeetê bûye tirk û merivê sîstemê nîşan dide.
Meriv ya kurd e ya ja jî tirk e, meriv nikane ”li mal bi kurd û li kuçê jî bi tirk be.”
Lê kesên şelef dikanin, ew li gorî rewşê dikevin her boyaxê û her qalibî. Kesên şelef dişibin bukalemûnan, li gorî hawirdorê û şertan reng diguherin.
Li malê kurdbûn pir ne muhîm e, demagojî ye, ya muhîm li kurdbûna kuçê ye, di resmîyetê da ye. Kesê li der, li kuçê bibêje ”ez tirk im”, êdî ew tirk e, ”kurdbûna li malê” ji bo xapandinê ye, gotineke vala ye…
Lê ev bersîva Kizilkaya wê yekê jî nîşan dide ku mirovê kurd ketiye çi halî û çiqasî bêşexsiyet bûye!
Qerekterên wiha ji civatên têkçûyî, civatên rizyayî derdikevin. Di civatên wiha da bêşexsiyetî dibe wek qerekterekî netewî.
Ji nava 50 milyon tirk ne mimkûn e ku tirkek derkeve bibêje, ”ez li mal tirk im, li kuçeê kurd im.”
Ne tirk tenê, bêyî kurdên Tirkiyê, ferdê tu miletekî din, tu carî xwe hewqasî kêm û biçûk naxîne.
Li Tirkiyê li aliyekî hukûmeta AKP-ê û li aliyê din jî siyasetmedar û siyasetê, civata kurd, mirovên kurd pir bêşexsiyet kirine. Her tişt bûye pere û menfeet. Êdî kes pênc pereyê xwe jî di xurûra netewï nade.
Kizilkaya ne kurdekî reben û nezan e, xwedêgiravî zana, xwenda û bîrewerekî kurd e. Kesên wek wî, dibê ji bo azadî û serxwebûnê bibe rêberê gelê xwe
Dema ew bibêje, ”ez li kuçê tirk im”, kurdê feqîr û nezan tew ewê bibêje, ez tirk lawê tirk im.
Û ji xwe wisa jî bûye.
Wê rojê li gorî îdeeya anketekê, digot nîvê BDP-yiyan hazir in bibêjin em tirk in. Ji sedî 95, 5-ê kurdan gotine ew naxwazin ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlweteke serbixwe.
Tenê ji sedî 4, 5-ê kurdan gotine ew terefdarê Kurdistaneke serbixwe ne.
Min got belkî tirk derewan dikin, lê heger yekî wek Muhsîn Kizilkaya li derve, li kuçê bibêje “ez tirk im”, ev îdîa rast e, mesele qediyaye, dewletê û siyasetvanên kurd malik li kurdan viritandine, piraniya kurdan kirine tirk.
Berpirsiyarê herî mezin yê vê malkambaxiyê û têkçûna îdeolojîk jî helbet Abdulah Ocalan e...
Siyaset û partiyên ku xwedêgiravî ewê Kurdistan rizgar bikirana, ewê evîna Kurdistanê di dilê kurdan da gurr û geş bikirana, evîna heyî jî kuştin, êdî tenê ji sedï 4,5-ê kurdan Kurdistaneke serbixwe dixwaze. Êdî edîb û “ronakbîrê” kurd jî li der, li kuçê nabêje ez kurd im, kurdayetiya xwe înakr dike, dibêje “ez tirk im…”

17 april 2013

Kurd çima ji tirkî hez dikin?

Kovara Dîwar, di hejmara xwe ya vê mehê da mijareke pir girîng, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin ? kiriye mijara sereke.
Kovar, di her hejmarekê da mijarekê digre dest û ji gelek aliyan ve li ser wê mijarê radiweste. Di vê hejmarê da mijara sereke, ”Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin”? e.
Li gorî anons û pêşgotina kovarê, di vê hejmarê da çend nivîskar li ser tesîra sê zimanan, ”erebî, tirkî û farisî” ya li ser kurdî sekinîne.
Ez erebî û farisî didim aliyekî, ji ber ku zanîna min têra xwe li ser rewşa kurdên Îranê, Îraqê û Sûriyê tuneye. Ezê tenê li ser kurdên Tirkiyê çend gotinan bibêjim. Ew jî pir kin. Ji xwe ne hewceye meriv zêde dirêj jî bike. Çimkî sebeb pir vekirî ye.
Bi dîtina min meriv dikane pirsa kovarê hîn konkrettir bike.
-Kurd çima bi tirkî dinivîsin?
Ez bawer nakim li ser vê mijarê tu kesî bi qasî min nivîsîbe, ji destpêka salên 1980-î virda ye ez gelek caran li ser vê meselê rawesitiyame. Lê ezê fikrê xwe bi kurtî careke din jî dubare bikim.
Ji ber ku kurdên bakur ji kurdî hez nakin û ji tirkî hez dikin loma bi tirkî dinivîsin.
Û sebebê vê hezkirina ji tirkî jî helbet asîmîlasyon e. Yanî ji ber ku kurdên bakur(Tirkiyê)di warê zimên û kulturî da asîmîle bûne loma bi tirkî dinivîsin.
Kurdên bakur ji ber ku ji alî tirkan ve asîmîle bûne, loma jî di warê kulturî, hest û fikrên netewî da jî ji kultur, aso, şiûr û taybetmendiyên xwe yên netewî dûr ketine, êdî bi fikir, hest û zewqên xwe yên şexsî ji kurdan bêtir dişibin tirkan.
Mesela, ferqiyeta ku meriv di nabêna du gundiyên kurd û tirk da dibîne, meriv nikane di nabêna ronakbîr û bajariyekî kurd û tirk da bibîne. Êdî her du jî dişibin hev, ji ber asîmîlasyonê tu ferqeke zêde di nabêna bajariyekî kurd û tirk, ronakbîrekî kurd û tirk da nemaye. Ya jî pir hindik e. Çimkî zimanê wan yek e, û bi zimên ra kultura wan jî pir nêzî hev bûye.
Ji ber ku kurdên bakur asîmîle bûne, zimanê tirkî bûye zimanê wan yê esasî, yê perwerdê, edebiyatê û siyasetê. Kurdî, êdî ji bo piraniya kurdan ne zimanê meju û dil e, teqrîben wek zimanekî biyanî ye, carnan dema pêwîst be û ew jî bi rengekî sînorkirî pê dipeyivin. Wek turîstan. Lê ne wek zimanê dayikê.
Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, ji kurdî jî hez nakin û heger pir ne mecbûr bin naxwazin pê bipeyivin jî. Ji muzîka kurdî jî hez nakin.
Kurdên bakur ji ber ku asîmîle bûne, loma jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji Tirkiyê, ji bajarên Tirkiyê, ji keçên tirk pir hez dikin. Çimkî asîmîlasyona zimên ya kulturî û siyasî jî bi xwe ra aniye, êdî wek tirkan, ew jî ji zimanê tirkî, ji muzîka tirkî, ji edebiyata tirkî, ji bajarên Tirkiyê û ji jiyan û şevbêrkên bi tirkî hez dikin, zewqê jê digrin.
Ziman kilîta dil e, bi riya vê kilîtê însan û milet ciyê xwe di dilê meriv da çê dikin.

Aqilekî baş têrê nake


Aqilekî baş têrê nake, dibê meriv bizanibe wî aqilî baş bikar jî bîne. Îcar bi hin siyasetmedarên me ra aqilê baş heye, lê nizanin wî aqilî baş bikar bînin. Û li ba hinan jî tew cismê aqil tuneye. Loma jî em dikin nakin, em nikanin biesrkevin.


XXX
Hiso merivekî şivan bû.Pismamê wî miribû, jina pismamê wî jinbî mabû.Hiso piştî 50 saliya xwe, xwe li sofîtiyê danî. Hiso digot, li gorî dînê îslamê zilamê ku bi jineke jinbî ra bizewice pir xêr e, li ba Xwedê pir meqbûl e.
Hiso bi vê fikarê rabû ccû ba meleyê gund. Jim mele ra got:
-Seyda, ez dixwazim xêrekê bikim.
Mele got:
-Bêje, ka xêra tu dixwazî bikî çi ye?
Hiso got:
-Seyda, Fata bûka me ev deh sal in bî ye. Ez dixwazim li xwe mahr bikim û pê ra bizewicim.
Mele got:
-Xêra tu dixwzî bikî ev e Hiso?
Hiso got:
-Erê weleh seyda ev e. Ma qey ne baş e ez xêreke wiha bikim?
Mele got:
-Teres, îcar xêr, ma xêr bi doxîna te ve ye kuro? De rabe ji min biteqize…!


XXX
Yekî Cilînî şeveke zivistanê li çolê mabû, ji bo ku li malekê zikê xwe têr bike û di nava nivînên germ da rakeve çû gundekî, lı perê gund dageriya malekê, li deriyê malekê xist. Xwediyê malê derî lê vekir. Yê cilînî got:
-Selamunaleykum, ez xwarzîye Xwedê me û dixwazim îşev bibim mîvanê we.
Xwediye malê got:
- Aleykumselam, serseran û serçavan, bi bide dû mın.
Rabû ew bir nava gund û bi tiliya xwe mizgefta gund nişanî wî da û got:
-Mala xalê te wa ye, here bibe mîvanê mala xalê xwe....

16 april 2013

Li Tirkiyê bikaranîna herfa hîn jî ”W” sûc e


Dibê meriv ji bo ”demokrasiya Tirkiyê” û ”merheleya çareseriyê” çend dengan ji Erdogan ra bilîrîne. Ji ber ku demokrasiya Tirkiyê êdî halan û lîrandin heq kiriye.(!)
Cîgirê Şaredarê Wêranşarê yê berê Kemal Kodîn, ji ber ku li ser wesaîtên şaredariyê bi kurdî, "Şaredariya Wêranşarê" dabû nivîsandin sê sal berê doz lê hatibû vekirin. Kemal Kodîn, roja pênşemiyê li Wêranşarê ji ber vê dozê hat girtin.
Di sala 2010 an de ji aliyê Dadgeha Wêranşarê ve bi îdîeya, ”li dijî qanûna elifbaya tirkî derketiye”, di heqê Kemal Kodîn da doz hatibû vekirin. Sûcê Kemal Kodîn ew bû ku, wî herfa "W" bikar anîbû. Çimkî di elîfbeya tirkî da herfa ”W” tuneye, loma jî dewleta tirk ev herf li kurdan qedexe kiriye.
Li ser îtîraza abûqatê Kodîn, Kemal Kodîn îro hat berdan, lê doza wî ewê dom bike.
Dewleta ku xwedêgiravî dixwaze mesela kurd çareser bike, elîfbeya kurdî qebûl nake, yanî qebûl nake ku kurd elîfbeyeke ne wek ya tirkî bikar bînin.
Ji xwe mesele jî ev e, tirk naxwazin kurd bibin xwediyê elîfbeyeka serbixwe ya ji elîfbeya tirkî cihê.
Dewleta tirk li dijî her tiştê kurdan yê cuda û netewî ye, li dijî hemû sembolên kurdî yên netewî ye.
Elîfbeya kurdî qebûl nakin, ala kurdî qebûl nakin, zimanê kurdî qebûl nakin, navê Kurdistanê qebûl nakin, coxrafya Kurdisyanê qebûl nakin, navên bajar, herêm û gundên kurdan qebûl nakin.
Ev hemû qebûlnekirin ji bo ku kurd nebin xwediyê sembol û navên kurdî û tiştên netewî. Dixwazin kurdan di nava kultura kurdîda bihelînin, bikin tirk.


XXX
Gelek çep, maoîst û dostên Ocalan yên kevn îro bi hêzên nîjadperest û faş îst ra bûne yek û wek gurên har êrîşî kurdan dikin, ji hukûmetê ra dibêjin bi PKK-ê ra rûnenin, tu mafî nedin kurdan, bira dewlet siyaseta klasîk ya înkar û îmhayê bidomîne.
Jiyanê gurên ketibûn postên berxan nîşanî kurdan da. Ji xwe dost jî û dijmin jî di rojên giran da xuya dibin. Van rojên giran dost û dijminên kurdan baş bi wan da nasîn.
Lê ji bo naskirinê çav tenê têr nake, jê ra aqil jî lazim e…

14 april 2013

Mirin, weleh tu pir bêbext î !



Bira qeda li vê dinya derewîn keve, va ye careke din ez û xanim, em rêwiyên ser gorra miriyan in; em dikin herin ser gorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekê xemgîn û heznî bibin, wan roj û salên borî bi hesret bibîr bînin.
Roja 9-ê nîsanê 12-mîn salvegera wefata wî bû, wê rojê îmkana me ya çûyinê tunebû, emê îro herin.
Îro Stockholm zêde ne sar e, berf hîn li erdê ye, lê roj hinekî heye. Meriv naqefile…
Hin kes hene di ser mirina wan ra çuqas sal derbas bin jî, meriv qet naxwaze mirina wan qebûl bike, Aslan ji bo min kesekî wiha bû, mirina wî bi min pir zor hat û ez hîn jî nikanim qebûl bikim.
Mirinek din jî ya Yilmaz(Selîm Bakac)e, wefata wî jî ez pir êşandim û di jiyana min da valayiyeke mezin çêkir, hêlîna dilxweşî bextewariya min ya li xerîbiyê xera kir.
Mirin gelek caran bêedalet û bêbext e, lê di mirina Aslan da ji bin da bêedaletî û bêbextî kir. Ji nişka ve û bi dizî hat, nehîşt em xatir jî ji hev bixwazin.
Lê belkî jî mirina herî baş, mirina ji nişka ve ye, meriv kesî ne xemgîn dike û ne jî diwestîne. Û ji xwe felsefeya wî jî ev bû, xwe di ber her kesî da diwestand, lê nedixwest tu kes di ber wî da biweste. Yanî meriv dikane bibêje ku mirina wî jî tam li gorî felsefeya wî bû.
Em danê nîvro ji mal bi rê ketin û me berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden. Heta herêma Globenê rêwîtiya mebaş derbas bû, em ji cî û warê xwe yê berê buhurîn û me bîstekî bala xwe da wan deran.
Lê li herêma Globenê gelşê dest pê kir. Îro maça taximê Hammarby hebû, bi hezaran alîgirên Hammarby li wan ortan belav bûbûn, alên hişin û spî di destên wan da hirre hirr û birre birra olanek mezin dida. Pûlis gelek rê û dirb girtibûn, trafîq xetimî bû. Me çû du nêrgizên zer kirî û xwe da benda otobozê. Piştî demek payin axirê otoboza me hat û em bi rê ketin.
Erê li Stockholmê hîn berf li erdê heye, lê min nizanîbû di nava gorristanê da hîn hewqas berf li erdê ye.
Gorristana gorra Aslan lê di nava daristanê da ye, ji ber ku pêge kêm e û zêde rojê jî nabîne loma jî berf hîn lê pir bû.
Me xwe li berfê qeliband û çûn ser gorra wî, silavek dayê û ji bo çend 4 roj derengî uzrê xwe jê xwest. Wî jî bi bînfirehiya xwe ya her tim dîsa got, ”tiş nabe canim, hûn nehatana jî dibû.”
Me nêrgizên xwe, li kêleka rast û çepê kevirê ber serê wî, di nava berfê da bicî kirin. Min xwest cixareyekê îkramî wî bikim, lê ji şansê xerab ra hesteyê min nexebitî. Axirê dû ra malbetek hat, min çû agir ji wan girt û cixareya xwe vêxist…
Hinek berî me hatibûn ziyareta wî û kulîlkek dabûn ber serî, lê xezala bêbext tavilê kulîlka wî xwaribû. Lê ewê nikanîbûya nêrgiza me, bi swêdî jê ra dibêjin ”påsklilja” bixwara. Li gorî agahdariya yê gulfiroş, pezkûvî û xezal ji nêrgiza zer hez nakin û loma jî naxwazin. Me bi xwe ev yek nizanîbû.
Ez û xanim bîstekê bêdeng li ber serê wî rûniştin û ketin xem û xeyalan. Ji ber ku berf bû me nikanîbû der û dora gorra wî paqij bikira.
Min û xanimê got, xwezî tu ne li vê gorristana xerîb, bi hezaran kîlometir ji welat û qewmê te dûr bûya, xwezî tu li welatê xwe, li kêlek gorra bavê xwe bûya.
Dawiya dawî wexta xatirxwestinê hat û me xatirê xwe jê xwest, lê me herduyan jî nîvê dilê xwe li gorristan Strandkyrkogarden, li ba lawikê xweşmêrê kurd hîşt…

Çepên do bûne gurên îro


Mahacira ji Kafkasan, çepa berê ya bi nav û deng, xwediya ”Nîşana Azadiyê” ya filîstîniyan û faşîst û panturkîsta nuh Alev Alatliyê do bi şev di programeke telewîzyonê da gotiye, ”Nasnameya Tirk kela me ya dawî ye. Heger em nîjada(qewmîyeta) vê şemsiyeyê wenda bikin emê ji hev perengperengî bibin. Hevalên kurd yên ku girîngiyeke mezin didin nîjada xwe bi min pir komîk tên…”
Hela hûn werin bala xwe bidin vê dêlegura mahcir, heger tirk girîngiyê nedin nîjada xwe ewê ji hev perengperengî bibin, lê gava kurd eynî tiştî dikin, bi dêlegura Kafkasî komîk tê…
Ez çi bikim, qey di nanê kurdan da xwê tuneye, heger xwê hebûya Alev Alatliya mahcira Kafkasan û pêsekiniya tirkan nuha hewqasî nedibû neyara kurdan…
Yasar Arafat, ji ber xizmet û alîkariyên Alev Alatli yên bi gelê filîstîn ra di sala 1986-a da Nîşana Azadiyê da wê.
A ev şervana azadiya Filistîniyan, nuha wek dêlegureka har êrîşê dibe ser kurdan û ji bo bindestmana wan xwe perçe dike…

XXX
Tu du gotin kurdî fêr bibûya
Xortekî Diyarbekrî, baş ajnê nizanîbû û ketibû cemê Dîclê û ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, boxiliyem! Kurtarin boxiliyem!… -Haho, ez difetisim, min xelas bikin! Haho ez fetisîm...-
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst, lê ji ber ku bi tirkî nizanîbû, jê fêm nekir xort çi dibêje. Berbê çû, pê da qîriya û got:
-Kuro çi “qurtar qurtara û boxilim boxilima te ye! Ez fêm nakim tu çi dibêjî. Ji dêlî tirkî, tu du gotinên Kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî.


XXX
Sê heramzadeyên dêrsimî
Kiliçdaroglu: Ez ne kurd im, turkmen im. Em ji eşîreke tirkmenên ji Xoresanê ne. Bûyerên Dêrsimê ne bûyereke ku meriv ji bo wê uzir bixwaze
Lê xanima Kiliçdaroglu(keça xaltiya wî ye)Sevîm Kiliçdarogluyê got, em kurd in.

Kamer Genc: Em ne kurd in, em tirk lawê tirkan e(turk oglu turkuz). Ciyekî bi navê Dêrsimê tuneye, Tuncelî heye.

Huseyin Aygun: Ez ne kurd im, ez elewî me. Ev erd ji serê hezar salan e ku axa(erdê)tirka ye.

XXX
Mamoste ji şagirt pirsî:

-Kurro tu çima her tim pîştî ku zengil lêdide tê?.

Şagirt got:

-Rast e mamoste, lê tu bi qederê Xwedê dikî hela ka tu ji min re bêje, çima her tim berî ku ez werim zengil lêdide?.





Dema tirs ketê newêrîbûn bibêjim em musilman in


Mêrik kêr di dest da ket hundurê mizgeftê û bi dengekî bilind got:
-Ey cimat, ma di nava we da kesê misilman heye?
Kesî ji tirsan dengê xwe nekir. Dawiya dawî kalekî ji ciyê xwe hêzî ser xwe kir û got, ”law ez misilman im…”
Xwediyê kêrê ji kalo ra got, wê demê deqîqeyekê were derve. Û ket milê kalo û ew derxist derve.
Bi hev ra ji mizgeftê derketin, ji hewşa mizgeftê hinekî wê da çûn ber deriyekî, mîhek li ber derî girêdayî bû. Xwediyê kêrê, kêra xwe dirêjî kalo kir û got:
-Kalo, xêra xwe tu dikanî vê qurbanê ji min ra şerjê bikî. Ez nizanim. Bira li gorî qaîdeyên îslamê be.
Kalo got baş e û dest bi şerjêkirina mîhê kir. Lê ji ber ku pir kal bû, zû westiya, ji xort ra got:
-Xorto, weleh ez westiyam, here mizgeftê yekî din bîne, bira ew temam bike.
Mêrik bi kêra bi xwîn dîsa çû ket hundur mizgeftê û dîsa bi qîrîn got:
-Ma di nava we da mislimanekî din jî heye?
Dema çavê cimatê li kêra bi xwîn ket, cimat ji tirsan qutufî, kesî newêrîbû dengê xwe bikira, her kesî berê xwe bi îmam da kir û li wî nêrî...
Îmam bi hêrs got:
-Hûn çi li min dibêrin, ma ji ber ku min du rekaet nimêj bi we da kirin, qey ez bûm misilman!

XXX
Ez zêde bi tirkî nizanim
Ji ber ku lawê xalê Emîn xortekî kurdperwer bû û karê siyasî dikir, çawîşê qereqola gund ji xalê Emîn qet hez nedikir, tim bela xwe tê dida. Rojekê gava xalê Emîn ji ber qereqolê dibuhrî, li ber hewşa qereqolê kerekî dest bi zirînê kir.
Çawîşê qereqolê jî li ber deryê qereqolê bû, bi tinaz bang xalê Emîn kir û jê ra got:
Emîn Axa, Emîn axa!
Xalê Emîn berê xwe pê da kir û got, ”ne var qumtan beg/çi ye qumtan beg”?
Çawîş got:
-Emîn axa, bu eşek ne diyor/Emîn axa, ma ev kera çi dibêje?
Xalê Emîn got:
-Weleh ben anlamadi qumtan beg, çimkî ben tirkî fazla bilmî/Weleh min fêm nekir qumtan beg, ji ber ku ez zêde bi tirkî nizanim...

XXX
Hakim bi hêrs ji diz pirsî, got:
-Kuro ma tu şerm nakî, tu her roj li vir î…
Diz serê xwe rakir û bi mêranî ji hakim re got:
-Bextê xwe navêje, rastîyê bibêje, rastiyê. Ma yê her roj li vir e ez im ya tu yî ?

13 april 2013

Kurd xwe dixapînin


Heta ji kurdan tê bira bibêjin em û tirk birayên hev in, di nabêna miletê tirk û kurd da tu dijminatî tuneye. Li hemberî vê derewa kurdan tirk di bin simêlê ra dikenin.
Bêyî Stenbol, Anqere û Îzmîrê, hema hema li hemû bajarên Tirkiyê li zanîngehan xwendevanên kurd di bin hesargehê û teroreke mezin da ne.
Li hemû bajarên Tirkiyê yên biçûk kurd di binê teror û çavsoriyeke pir mezin da ne, kurdek çiqasî biheq be jî, tu carî newêre li hemberî tirkekî dengê xwe bilind bike.
Li her bajarê ku tirk lê pir in û di zanîngehê da jî piranî tirk in halê xwendevanên kurd pir xerab e. Em bajarên Derya Reş bidin aliyekî, li wan bajaran ji xwe halê xwendevanên kurd pir xerab e, wa ye li Qeyseriyê jî mafê xwendinê û jiyanê nadin xwendevanên kurd. Xwendevanên kurd nikanin ji malên xwe derkevin der.
Lê kurdên me dîsa jî dibêjin, efendim ”di nabêna miletê tirk û kurd da tu problem tuneye…”
Ez nizanim dibê tirk hîn çi bikin ji bo ku kurdên me bibêjin, ”weleh em ne bira ne û di nabêna me da dijminatî heye.”
Heta ku kurd bi derewan ji dijminê xwe ra bibêje ”dost û bira”, weleh ewê halê kurdan tim ev perîşanî û ev rezalet be.
Heger yekî neheqî li meriv kir, bi meriv ra dijminatî kir, dibê meriv bi derewan nebêje, ”ev dostê min e, em birayên hev in, em ji hev hez dikin…”
Piraniyeke mezin ya tirkan ji hemû kurdan(çend kurdên xulam ne tê da) nefret dikin, dixwazin hemû kurdan(ne kurdên Tirkiyê tenê, yên Îraqê, Sûriyê, Îranê jî)ji ruyê cîhanê rakin.
Piraniyeke mezin ya miletê tirk û siyasetmedarên wan, dixwazin li vê cîhanê kurd tunebin. Û ji bo ku yên hene jî nemînin çi ji destê wan û dewleta wan tê dikin, bi rengekî bênabên û bi hemû hêza xwe ji bo tunekirin û bindesthîştina kurdan dixebitin.
Kurdê vê rastiyê nebîne, vê rastiyê înkar bike xwe dixapîne…

XXX
Demokrasî meseleyeke perwerdeyê ye. Heger meriv bi girseyên(kîtleyên) bêperwede derbasî sîstema demokrasiyê bibe, ewê olîgarşîyê bixuliqe. Olîgarşî dom bike, ewê demagog zuhur bibin. Û ji demagogan jî dîktator sadir dibin.
///Platon
Tu dibêjî belkî apê Platon ev tespîta xwe ji bo Tirkiyê kiriye.

11 april 2013

Kurd çima ji tirkan hez dikn?

Xortekî kurd di facebookê da gotiye, ” Dibê her kes nesîbê xwe ji micadeleya Galatasarayê ya bi şerf bigre…”
Wek tê zanîn, Galatasarayê pêr bi şev li Stenbolê zora Realmadrîdê 3-2 bir. Vê serkeftina GS-yê gelkî kêfa xortê kurd aniye û lema jî bi van gotinên jorîn pesnê GS-yê daye.
Helbet ne tenê ev xorta, ez bawer dikim bi sedhezaran kurd bi vê serkeftina GS-yê eynî wek tirkan kêxweş bûn.
Li vir pirsek tê bîra meriv.Gelo kurdên bakur çima hewqasî ji tirkan hez dikin, çima bi serkeftina wan kêfxweş dibin?
Di normalê da dibê meriv bi serkeftina dijminê xwe kêfxweş nebe. Lê kurdên bakur dibin. Ev jî ne tiştekî normal e.
Bêyî kurdan tu miletekî din xêra dijminê xwe naxwaze, bi serkeftina dijminê xwe kêfxweş nabe. Tu kes, ji kes, dewlet û miletê ku lê neheqî û zulm kiribe hez nake.
Mesele fînî û polonî ji rûsan qet hez nakin û bi serketina rûsan jî tu carî dilşa nabin.
Her wisa ereb û filîstînî ji cihûyan û cihû jî ji ereban, arnawit ji sirban, sirb ji arnawitan hez nakin û tu carî jî bi serkeftinên hev dilşa nabin.
Tirk jî wisa ne. Ma qet mimkûn e ku tirkekî ji Çorimê, ji Yozgatê bi bi serkeftina Diyarbekirsporê kêfxweş bibe?
Helbet ne mimkûn e, hûn li sernaserê Tirkiyê bigerin, hûn nikanin tirkekî alîgirê Diyarbekirsporê, Rihasporê, Wansporê, Meletyesporê bibînin.
Lê bi sedhezaran kurdên alîgirê taximên tirkan hene, di her serkeftineke Galatasarayê, Fenerbahçeyê û Beşîktaşê da bi sedhezaran kurd eynî wek tirkan kêfxweş dibin û serketinê pîroz dikin.
Lê kurdên başûr(Îraqê)û Rojhilat(Îranê) ne wiha ne, ew bi serkeftina taximekî Îranê û Îraqê kêfxweş nabin. Ev anormaliya tenê di mejuyê kurdên bakur da heye. Kurdên bakur ji dijminê xwe hez dikin, ji kesên ku zulm û neheqî li wan kirine, mafê wan xwariye hez dikin. Tirk çiqasî zulmê li wan bike, ew hewqasî ji wan hez dikin.
Dibê sosyolog û psîkologên kurd li sebebên vê paradoksê, vê Sendroma Stockholmê bigerin; kurdên bakur çima ji dijminê xwe hez dikin?
Kurd dibêjin xeta xwar ji gayê pîr da ye, yanî ev paradoksa ji rêber û mezinên kurdan da ye, wan dijminê kurdan bi kurdan dane şîrînkirin.
Wê rojê hevalekî ji min ra got ku, T. E. Lawrence, li derekê gotiye, min destê xwe avêt kîjan miletî, ew milet li hemberî tirkan rabû. Lê min kir nekir, min nikanîbû kurdan li hemberî tirkan bidim îsyankirin. Lawrence bi rastî wiha gtiye negotiye ez nizanim, lê heger gotibe rast e, tirk çi zulmê li kurdan bikin, kurd dîsa jî nabin dijminê tirkan, dîsa jî ji tirkan aciz nabin û naxwazin ji tirkan xelas bibin.
Tirk, gû jî bi me didin xwarin, hebûna me qebûl nakin, lê ew dîsa jî dibêjin em ”birayên” hev in. Û ji birayê xwe jî tu carî heqê xwe jî naxwaze, tim jê ra şelefiyê dike…

Xeta xwar ji miletê tirk da ye


Serokê CHP-ê liqê Betlîsê Çetîn Yavuz gotiye, ”Apê Mihemedê yozgatî ya jî xaltîka Eyşê ya trakyayî bi kurdan ra dijminatiyê nakin. Di nabêna gelan da tu gelş tuneye.”
Bêguman ev ji kok da derew e. kurd buhtanan li tirkan û miletê tirk dikin. Miletê tirk her tim dijminatî, kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye û dide…
Lê vê derewê ne birêz Çetîn Yavuz tenê, hema hema hemû siyasetmedarên kurd jî dikin.
Lê ev îdîa ne rast e, vireke mezin e. Xwezî rast bûya.
Bi baweria min dijminatiya herî mezin ”apê Mihemedê yozgatî û xaltîka Eyşa trakyayî” dikin, yanî miletê tirk dike.
Ma yên ku her roj li vî bajarî û li wî bajarî kurdan lînc dikin, nahêlin karkirên kurd têkevin bajarên wan, dikan û malên kurdan talan dikin, ji bajarên xwe bera xwendevanên kurd didin, nahêlin kurd miriyên xwe li goristanên wan veşêrin, ma ne miletê tirk e? Heger bi rastî jî wek tê gotin, miletê tirk ne li dijî kurdan bûya, kurd nuha ne di vî halî da bûn.
Ma yên raya didin MHP-ê û CHP-ê û AKP-ê ne miletê tirk e? Heger miletê tirk ne dijminê kurda ye bira rayên xwe bidin BDP-ê, Hak-Parê, KADEP-ê, bira piştgiriya kurdên doza mafên xwe dikin bikin. Bira li dijî înkara kurdan derkevin, bira mafê perwerdeya bi zimanê kurdî biparêzin…
Helbet tiştekî wiha tuneye, ”apê Mihemedê yozgatî û xaltîka Eyşa trakyayî” ji kurdan xwînvedirşin, heger bi wan bimîne dibê artêşa tirk rojekê berî rojekê koka kurdan biqelîne, hemûyan qir bike.
Lê xwedê kir ku artêş û siyasetmedar gurra milet nakin û wek Seddam çekên kîmyayî li hemberî kurdan bikar naynin. Tenê li hemberî gerîla bikar tînin. Lê heger bi ya milet bikin ewê li bajaran jî bikar bînin.
Kesên van viran dikin, dixwazin xwe bi tirkan bidin hezkirin, dixwazin eferimekê ji tirkekî, ji mamûrekî tirk bigrin. Mesele ev e...

XXX
Heger ne derew be dibêjin endamê Heyeta Rîspipiyan Yilmaz Erdoganê şanoger û lîstikvanê sînemayê û tiyatroyê li Girava Heybelîadayê di dema kişandina fîlmekî da gava li der û dorê ala tirk nedîtiye, pir qeherîye û xemgîniya xwe nîşanî bepirsiyaran daye.
Her wisa dema çavê wî li heykelê Ataturk ketiye, tavilê şirtek(melkizek) girtiye destê xwe û binê heykelê Ataturk paqij kiriye...
Bi îhtîmaleke mezin ewê xeber rast be, ji ber ku şelefiyên wiha tam li gorî qerekterê kurda ye, piraniya kurdan bûne şelafên(şalûz, dalkavuk)tirkan û Ataturk.
Siyasetê û siyasetmedaran û heta dereceyekê jî ronakbîran zeîf û reben şexsiyet bi kurdan ra nehîştine, kurd kirine şaluz û qeşmerokên tirkan. Loma jî pir mimkûn e ku Yilmaz Erdogan wiha gotibe.

PARVE BIKE