30 september 2013

Erdogan dîsa got li Tirkiyê yek milet heye

Serokwezîr Erdogan, dîsa neqarata xwe ya ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet” dubare kiriye û gotiye:
”Dema em bi rê ketin me gotiye yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet. Emê îro jî û sibe jî vê yekê dubare bikin… Kesên ku dixwazin li welatê me aleka duyem hil din di nava îxanetê da ne. Bi 738 kîlometre qare erdê welêt, em yek welat in. Emê musaade nekin ku kes li ser van erdan emeliyatê, operasyonê bike.”

Lê hin kurd hîn jî hêviya çareseriya mesela Kurdistanê ji kesê xwediyê van dîtinan dikin û pesnê demokrasiya Erdogan didin, dibêjin weleh Erdogan ewê mafê kurdan bide.
Weleh Erdogan ji bo xapandinê bêyî hin tawîzên beradayî û çend qurişên bertîlê tu mafekî jî nade kurdan.
Kesê ku hebûna kurdan bi resmî qebûl neke, ma ewê çi mafî bide kurdan?
Ev gotinên Erdogan înkara hebûna miletê kurd e, înkara Kurdistanê ye, înkara zimanê kurdî ye.
Ji xwe gava miletek û welatek tunebe bêguman ziman jî tuneye. Ziman yê miletekî ye û milet jî bi welatê xwe, bi coxrafya ya xwe heye.

XXX
Neyarên miletê kurd li Hewlêrê 4 teqîn pêk anîne. Ez vê êrîşa terorîstan şermezar dikim û ji kesên şehîd ra rahmetê û ji yên birîndar ra jî şîfayê dixwazim.
Li hemberî terorîstan çeka me ya herî mezin tedbîr û hevkariya me ye. Dibê em li Kurdistana rojava û başûr hemû hêzên terorîst, El- Qaîde biqedînin.
Bi hêviya ku hêzên ewlekariyê hemû qatilan û kesên li pişt wan bigrin.



XXX
Ez nabêjim bira dilê me tenê ji bo kurdan lêde, em tenê ji bo kurdan bişewitin û tenê ji kurdan hez bikin. Hestekî wiha, fikrekî wiha ne însanî ye.
Ez dibêjim dibê meriv dost û dijminê xwe baş ji hev bigerîne, xêrxwaz û nexêrxwazê xwe nas bike, kesê ku bi çavê dostaniyê li meriv nenêre, kesê neyartiya meriv bike, dibê meriv jî jê hez neke, jê ra li çepikan nexe.
Yanî kesê nifira li meriv bike dibê meriv dua lê nake, ez viya dibêjim.

Tuncel Kurtîz û şîna kurdan


Ev çend roj in hin kurd di şîna Tuncel Kurtîz digrin, di medya sosyal da bi sedan kurd ji ber mirina Kurtîz ya ji nişka ve xemgîniyên xwe tînin zimên.
Ez nabêjim dibê em bi mirina wî kêfxweş bibin, lê dema ne dostê miletê me jî dibê em bi mirina wî xemgîn nebin.
Do bi şev di facebookê da min dît kurdekî rismê wî kiriye rismê profîla xwe. 
Min jê pirsî, bê gelo ji bo çi wî ew risim kiriye rismê profîla xwe, gelo ew Tuncel Kurtîz nas dike ya na?
Di sohbeta me da derket ortê ew Kurtîz nas neke, lê texmîn dike ew ”devrimcîyekî/şoreşgerekî” pir baş bûye.
Ez jî Tuncel Kurtîz nas nakim, lê ji ber ku çepekî tirk bû ez hinekî jê bi şik bûm, loma jî min texmîn dikir ku bi kêmanî ewê ne dostê miletê kurd be.
Di nava çepên tirk da helbet îstîsna hene, ez qala wan nakim. Min xwest ez him vê yekê û him jî koka Tuncel Kurtîz fêr bibim.
Tuncel Kurtîz heta salên 1990-î li Swêd, li Stockholmê dima. Lê me qet hevûdu nas nekir, tesaduf nebû.
Min do ji hevalekî ji zûda ye li vir e, pirsa dîtin û fikrên Tuncel Kurtîz yên derbarê kurdan da kir.
Hevalê min jê pirsî, Tuncel baş nas dikir, got, ”merivekî neyarê kurdan” û li dijî azadiya kurdan bû.
Hevalê min got, wî bi Tuncel Kurtîz re li ser mesela kurd minaqaşeyên pir sert jî kiriye.
Belê, yanî ev Tuncel Kurtîzê ku ev sê çar roj in kurd wer şîna wî dikin, merivekî li dijî kurdan û doza kurdan bûye, lê kurdên me dîsa jî şîna wî dikin.
Filistîneyek heta yekî cihû baş nas neke, nizanibe ew di heqê filistîniyan da çi difikire, tu carî pê ra nabe heval, pesnê wî nade û jê hez nake.
Poloniyek heta yekî rûs baş nas neke, ew çi be jî gotineke baş di heqê wî da nabêje.
Esas di normalê da ferdên her miletî li hemberî ferdên miletên serdest ya jî yên dijmin wiha hereket dikin.
Lê tenê kurd wiha nakin, tenê kurd bêyî ku tirkekî nas bikin, bêyî ku bizanibin di heqê kurdan û mucadeleya wan da ew şexs çi difikire, dibin evîndar û heyranên wî...
Û numûneya herî dawî jî Tuncel Kurtîz e, mêrik wek çepên Perînçek û Partiya Komunîst li dijî kurdan bûye, lê kurdên me dîsa jî xwe dirûçikînin û şîna wî dikin.
A xwenasnekirin û bêşiûrî ev e…

29 september 2013

Li ser konferansa Îsmaîl Beşîkçî

Do bi şev min soz dabû we ku ezê îro piçekî qala konferansa Îsmaîl Beşîkçî xoce bikim. Ez nuha vê soza xwe tînim cî.
Bêyî çend serokên kurdan, ez bawer nakim tu mirovekî din li dinyayê bi qasî Îsmaîl Beşîkçî ji alî kurdan ve were hezkirin. Kurd, wek milet ji Îsmaîl Beşîkçî xoce pir hez dikin û wî didin ser serê xwe.
Di civîna do da jî kurdan ev wefadarî û qedirşînasiya xwe ya li hemberî Beşîkçî bi zêdayî nîşan dan. Salona nêzî 400 kesî tije bûbû û gelek kes jî li ser piyan bûn. Vê jî têrê nekir, saloneke din jî vekirin û gelek kesî jî bi riya vîdeoyê lê guhdarî kirin. Li gorî texmînan bi kêmanî li dora 600 kesî di herdu salonan da hebûn.
Yanî di warê qedir û hurmetê û beşdariyê da kurdan tu qusûr nekirin.
Ez bawer nakim kurd hewqas qedir û qîmetê bidin yên xwe. Di nava kurdan da jî gelek kesên wek Beşîkçî xoce ji bo kurd û Kurdistanê micadele dane hene û ji wî bêtir jî hefs razane, lê dîsa jî kes navê wan jî nizane. Ji ber ku ”gîhaya hewşê tim tahl e”!
Do seyda M. Emîn Bozarslan jî li wir bû, min bala xwe dayê tew kes wî nabîne, her kes li dora Beşîkçî wek perwaneyê doş dibûn, lê kesî mezinekî wek Bozarslan nedidît. Ew M. Emîn Bozarslanê ku wî û hemû malbata wî xwe fedayî kurd û Kurdistanê kirine, li kêleka Beşîkçî xoce nedihat dîtin, çavên kurdan ew kurdperwerê mezin nedidît. Ji bo ku bi Beşîkçî xoce ra rismekî bikşînin herkes diket dorê, ev yek bi min pir zor hat, lê loma jî min û Serdar Roşan çû bi seyda Bozarslan ra rismek kişand
Dema ez viya dibêjim ne ku ez li dijî qedirgirtina Îsmaîl Beşîkçî xoce me, na, Beşîkçî hêjayî her tiştî ye, ez qala psîkolojiya kurdan dikim.
Beşîkçî di konferansê da çi got?
Meriv bi kurtî dikane bibêje ku Beşîkçî di konferansa xwe da heta nuha çi gotiye dîsa eynî tişt, eynî gazin û rexneyên xwe yên li kurdan dubare kirin.
Beşîkçî got, li ba kurdan şiûrê dîrokê û hestên netewî kêm e, loma jî kurd xwe nas nakin, dîroka xwe nizanin, nizanin çawa û çima bindest bûne?
Çima Kurdistan bûye çar perçe, çima Kurdistana Sûriyê, Tirkiyê, Îranê û Îraqê heye û ya wan tuneye?
Çima li dinyayê bi qasî Andora ya ku 50(78.360) hezar nufûsa wê heye giraniya wan tune û wek wê ne xwedî statu ne?
Çima 57 dewletên Îslamî hene û çima dewleteke kurd tuneye?
Û gelek pirsên wiha, pirsên ku dibê her kurd ji xwe bike, ji kurdan kir û fikrên xwe li ser vê yekê got.
Yanî bindestî û perçebûna kurdan li gel faktorên der, bi hin zaafên kurdan ve girê da.
Beşîkçî xoce di axafitina xwe da got, şêx, mîr û axayên kurdan ”tetîkçiyên” yanî qatil û mêrkujên Ittihat û Terakkiyê û dû ra jî yên kemalîstan bûn, ermenî bi destê osmaniyan û kurdan hatin qirkirin û şêx û axayên kurdan jî wek sermiyandarên tirkan, bi mal û milkê ermeniyan dewlemend bûne.
Beşîkçî, ji tirkan wek nimûne jî malbata Koç û Sabancî nîşan da, got koka dewlemendiya van malbatan mal û milkên rûm û ermeniyan e.
Herçî mesele tirkan û talana mal û milkên rûm û ermeniyan e êdî bi îspat û belgen e, di vî warî da gelek lêkolîn hene.
Ji pereyên Banka Zîraetê bigre, heta bi Meclîsa Tirkiyê û gelek qesir, qonax û fabrîqe ku berê li Stenbolê, Îzmîrê, Edenê û gelek bajarên din yên rûm û ermeniyan bûn ya dewletê dest da ser ya jî bi pereyekî pir hindik, bi zor ji rûm û ermeniyan girtin. Ev yek bi îspat tê zanîn.
Lê ji bo kurdan heta nuha min tu lêkolîneke wiha nedîtiye û Beşîkçî xoce jî tu numûne neda, negot li kîjan bajaran û kîjan malbatên kurd bi malên ermeniyan dewlemend bûne û bûne fabrîkator.
Heger 1,5 milyon însan tên qirkirin û tehcîrkirin helbet ji van însanan hin milk û mal, wek dikan, xanî û zevî dimîne, ev rastiyek e.
Lê îdîeya ku şêx û axayên kurdan bi mal û milkên ermeniyan dewlemend bûne, bingehê serweta malê wan yên ermeniyan e ez dibêjim pir ne rast e.
Yek jê, Kurdistan ne welatê ermeniyan tenê bû û kurd jî li Kurdistanê ne mahcir û karkir û feqîrên ber destên ermeniyan bûn.
Û ermenî jî hemû ne xwedî mal û milkên pir û kurd jî ne parsek bûn, ne cotkarên ermeniyan bûn.
Lê li gelek derên Kurdistanê rewş eksê wê bû, bi hezaran ermenî cotkar û karkirên mîr, beg, şêx û axayên kurdan bûn, li ba wan kar dikirin. Di berhemên Mele Mahmûdê Bazîdî da meriv dikane vê rastiyê bibîne. Ji xwe kesên rût nabin mîr, axa, beg, mîr û şêx.
Ya din, piştî qetlîama ermeniyan dewletê bi sedhezaran mahcir ji Îranê, ji Kafkasan û Balkanan anîn û li Kurdistanê, li bajarên ku ermenî jê derxistibûn bi çîkirin, mal û milkên ermeniyan dan wan. Beşîkçî vê rastiyê dizane lê belê bi yek gotinê jî qala wê nekir.
Wan, Meletî, Xarpêt, Erzerom, Meraş û Diyarbekir di vî warî da çend nimûne ne.
Beşîkçî xoce qala van mahcirên li van bajaran û li bajêrn hatin bicîkrin nekir, tenê got koka dewlemendiya şêx û axayên kurdan mal û milkên ermeniyan e.
Bi dîtina min alimek gava tiştekî wiha bibêje dibê hin delîl û îspatên wî hebin, kanibe hin numûneyan bide. Lê Beşîkçî xoce di vî warî da tu numûne neda. Û ez viya jî wek kêmasiyekê dibînim.

27 september 2013

Piştî vebûna "pakêta demokrasiyê kurd ewê bikanibin ji "xiyaran" ra bibêjin xiayr !

Tilîlîlîlîî, ji kurdan ra loto lêket, ji pakêta Erdogan şoreşa herfên ” x,w,q” derket!
Tê gotin ku Erdogan yasaxa li ser van hersê herfên kurdî radike.
Êdî kurd ewê kanibin bi nivîskî jî bibêjin ”xiyar”, ”wî li min pepûkê” û ”qûna tazî tembûr dixwazî”!
Arinç digot dema pakêt vebe herkesê matmayî bimîne min bawer nedikir, bi rastî jî mêrikn wa ye qûş li demokrasiyê û azadiya qetandine, azadiyek bi vî rengî ne li Swêd, ne li Îswîçreyê û ne jî li Emerîkayê heye.
Ma kîjan dewlet wiha bi rehetî herfên ” x,w,q” li hemwelatiyên xwe serbest dike?
Ji bo demokarasiya Tirkiyê û tirkan ev yek ssoresseke bi şirik û gulik e. Dibê kurd rabin û rûnin û spasî vê çêyîya Erdogan bikin…
Wey mala Xwedê hezar carî ava be ku me kurdan ev roj jî, azadiya van hersê herfên xwe jî dît.
Ez bawer dikim BOMBEYA pakêtê ya herî mezin ev e, ji xwe ji vê gavê mezintir gav nabe, loma jî dibê kurd êdî doza tu mafên din jä nekin...

XXX
Piştî biserneketina ”fîrara mezin” ji kerba dilê xwe min çend nivîsên xemgînkar nivîsîn. Kesên nas di rojên giran da dibê xemgîniyê û bêhêvîtiyê belav neke. Her çiqas zor be jî dibê êşa dilê xwe zêde ned eder, bi kevirekî êşa dilê xw sincirî dilê xwe bikewîne.
Dema şevê ya herî tarî nêzî berbangê ye, sibe nêzîk e. Dibê em ji bîr nekin ku her şevek sibeheke wê jî heye.
Bêguman ev roj jî ewê biborin, roja kurdan jî ewê hilê û her 18 şêrgeleyên azadiyê jî ewê rizgar bibin û bigihîjin azadiya xwe.Bi vê yekê hêviya me temam e.


XXX
Dilşadiya min qurçimî,
xewn û xeyalên min nîvçe man
şev zîz bûye
xewa min nayê
kurd xayin e,
loma kes neçû gazî û hawarê

26 september 2013

Şêrgeleyên azadiyê negihîştin hedefa xwe



Do bi “fîrara mezin” gelekî kêfxweş bûm, îro bi girtina 18 lehengan gelkî xemgîn im((:
Ez dibêjim di bin vê girtinê da ewê îxaneta kurdan hebe. Bêyî alîkariya kurdan ewê ev girtin ne mimkûn bûya. Lê ez hêv dikim ku bêbextî û îxanet ji bin vê trajediya mezin dernekeve.


XXX
Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, dîsa wek hamîhaman û xwediyê aqil û fahman peyivîye, camêr wek alimekî mezin û kûpê êqil aforîzmeyeke nemir xuliqandiye, gotiye, ”Li vî welatî em du salan navê PKK-ê negrin devê xwe, PKK ewê belav biba.”
Diyar dema aqil par bû Arinç dereng ma û loma jî para wî pir kêm ket, heger nuxsaniyeke wiha bi meriv ra tunebe meriv gotineke wiha nake.
Doz û micadeleya miletekî bi înkarê û nedîtinê ji ortê ranabe, çareser nabe, kê ev aqil dabe Arinç henekê xwe pê kiriye. PKK û kurd ne berf in ku bihelin.
Serokwezîrê wî Erdogan jî wextekê gotibû, ”Mesela kurd di serê we da heye, heger hûn ji serê xwe derxin, hûn nefikirin mesela kurd tuneye.”
Diyar e dîtina Arinç ya çareseriya mesela kurd û Kurdistanê wek ya Erdogan hîn jî înkar e.
Heta salên 70-î kesî newêrîbû qala kurd û Kurdistanê bikira, fena ku li Tirkiyê ne kurd hebin û ne jî Kurdistan.
Lê bi vê înkarê ne kurd qediyan û ne jî Kurdistan firiya, bi asîmanan ket.


XXX
Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, li hemberî rexneyên xwedêgiravî ”pakêta demaokrasiyê” bi zextên PKK-ê hatiye amadekirin, xwe gelkî aciz kiriye û gotiye, tiştekî wiha tuneye û îdîayeke wiha bêedebî ye.
Arinç, dû ra jî ”pakêta kurd û demokrasiyê” wiha îzah kiriye:
”Bi pakêta demokrasiyê em dizanin em çi karî dikin. Pakêta me hazir kiriye ne bi PKK-ê ra, ne bi Îmraliyê ra, heta ne bi merheleya çareseriyê û rewşa dawî ra ji dûr û nêzîk ve tu têkiliya wê tuneye…”
Yanî tu têkiliya pakêtê bi PKK-ê, bi kurdan û bi ccareseriya gelşa kurd û Kurdistanê tuneye.
Ê ji xwe em jï viya dibêjin, di pakêtê da ji bo kurdan tiştek tuneye.


XXX
Dil hebe, hêvî xurt be
zinadan pîn û holik in
nobetdar, teknîk, qirdiyan
têl, dîwar, hesinê sar
û qamareyên ewlekariyê
ji bo şêrgeleyan ne tu tişt in

///Zinarê Xamo

25 september 2013

Zindana Çewlikê bû xwedî tunela azadiyê


Li gorî medya sosyal dinivîse 18 girtiyên PKK-ê ji zindana Çewlikê reviyane û tu kes jî bi ”fîrara” wan nehesiya ye!
Pepûûûk, îşê wiha jî dibe!
Ne yek, ne du, ne sisê, tam 18 kes, bi gorra bavê min ji vî îşî ra gelkî kêfa min hat…
Qey dema hemû qirdiyan û leşker di xew da bûne ”fïrar” kirine, loma jî evdê Xwed bi reva wan nehesiya ye...
Dibêjin ji ber ku wek xiltan di binê erdê ra çûne, loma jî ne kes bi reva wan hesiya ye, ne alarmê lêda ye û ne jî kamareyên hefsê rismên wan girtiye…
Yanî camêran ne kes bi xwe hesandine û ne jî kes aciz kirine, wek cinan ji ortê beta bûne…
Helaaa helaaa, yaho ev PKK jî her tim tiştê ecêb dike, mucîzeyan dixuliqîne, Xwedê hefza meriv ji van PKK-yîyan bike…
Tiştê ji me tê dua ye, Xwedê tebaîşê wan be û riya wan vekirî be. Ez hêvî dikim hemû jî bi saxî û selametî bigihîjin çiyayên xwe yên bilind…

XXX
Tirk bi pişopişoyê, bi heyran qurbanê, bi devjêrberdan dewleta kurd nayên xapandin û mafekî herî biçûk jî nadin kurdan.
Erdogan dibêje, dayina mafekî herî biçûk ewê daxwaza mafên mezin bi xwe ra bîne. Loma jî nuha tu mafî nadin kurdan.
Madem rewş ev e, ya baştir û rasttir ew e ku meriv heqê xwe wek mêran xweşik û temam bixwaze.
Em kurd in, zimanê me kurdî ye, welatê me Kurdistan e. Û em dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Heger tirk dixwazin bi me ra bijîn, dibê van rastiyan qebûl bikin û ji bo şiklê dewleteke mişterek bi kurdan ra dest bi hevdîtinan bikin.
Yanî daxistina daxwazan ne tu rê ye û tirk pê naxapin.

XXX
Kulûba Diyarbekirsporê piştî 45 sal xebat û liberxwedan îro dawî li jiyana xwe anî û ji ber deyndariyeke zêde çû îflasê.
Çi heyf ku bi hezaran Diyarbekriyên milyarder destên xwe nebirin ji bêrîka xwe da û Diyarbekirspor gula kurdan û paytexta Kurdistanê ji îflasê xelas nekirin.
Bira milyon û milyarên wan serê wan bixwe, bira herin xwe bi qurbana tirkan û taximên tirkan kin.
Têkçûna Diyarbekirsporê di serî da ji hemû dewlemendên diyarbekrî û bi giştî jî ji bo hemû dewlemendên kurdan kêmasî û şermeke pir mezin e.

24 september 2013

Dawiya derewan hat



Minaqeşeyên li ser pakêta Erdogan berdewam in, herkes derbarê naveroka pakêtê da texmînekê dike, tiştekî dibêje.
Gelo ji bo çi Erdogan vê pakêta xwe ya xapandinê hewqasî bi dizî digre, rojê tiştekî jê derdixe û lê zêde dike?
Hemû mesele dîtina furmuleke xapandinê ye, Erdogan li furmul û dereweke ku tu mafî jî nede kurdan, lê dîsa jî kanibe wan pê bixapîne digere.
Heger nêta Erdogan ya çareseriyeke adil hebûya wek rûviyan hewqas çiv nedida xwe, pakêta xwe ji BDP-ê, PKK û Ocalan venidişart.
Ev jî tê wê maneyê ku di pakêta Erdogan da ji bo kurdan tiştekî cidî tuneye.
Ji xwe êdî zarok jî dibînin ku hukûmet ne dixwaze kurdan wek milet qebûl bike û ne jî zimanê kurdî bike zimanê resmî, yê perwerdeyê.
Hêviya hukûmetê hîn jî ew e ku bi çivên wiha, bi tedbîrên leşkerî, bi kuştinê û zinadankirinê tevgera kurd ya netewî tasfiye bike.
Dixwazin heta hilbijartinan rewşê bi taktîkên wiha îdare bikin û piştî hilbijartinan jî dîsa dest bi girtin û tewqîfatên mezin bikin.
Dibê PKK û BDP li gorî vê tedbïrên xwe bigrin û haziriyên xwe bikin.
Pakêta Erdogan bi îhtîmaleke pir mezin balon e…

XXX
Heta ku çepên tirk û elewî di warê legal da aqilmend û rêberên tevgera PKK-ê bin, ne li Almanya tenê, ewê tevgera kurd li her dera dinayayê bikin dûvikê tevgerên marjînal û ya çepên tirk yên kemalîst.
Tevgereke netewî dibê siyaseteke netewî bimeşîne, nebe dûvikê grûbên marjînal…
Ez bi xwe bi netîceya hilbijartinên Almanya yê gelkî diqeherim…

23 september 2013

Hilbijartinên Almanya û rebeniya kurdan


Bi qasî tê gotin tirkan li Almanyayê tam 11 tirk şandine parlamentoyê û kurdan jî 0, erê erê, tam SIFIR!
Yanî ne yek jî…
Yanî milyonek kurd û belkî jî hîn zêde, nikanîbûne parlamenterekî jî derxin.
Çi rûreşî sosireteke mezin e, wek kurd ez li ber xwe ketim…
Çimma tirk dikanin 11 kesan bişînin parlamentoyê, lê kurd nikanin yekî jî bişînin?
Esbabî mucîbeya vê yekê çi ye?
Ez ji we ra bibêjim: Ji ber ku tirk wek milet û kurd jî wek eşîran difikirin û hereket dikin.
Li ba tirkan şiûrê netewî xurt e, li ba kurdan zeîf e.
Ferq ev e.
Tirk ji kîjan fikir, dîtin û baweriyê dibe bira bibe, di demên wiha da wek ferdên miletekî hereket dikin, dijayetiyên xwe yên şexsî, siyasî, îdeolojîk û mezhebî didin aliyekî û berjewendiyên xwe yên milî didin pêş. Ne li kar û menfeeta şexsê xwe, partiya xwe, li ya miletê tirk, li ya dewleta xwe difikire, vê yekê muhîntir dibîne.
Li ba piraniya kurdan ev hest, ev şiûr tuneye, dikane bi rehetî li hemberî kurdekî piştgiriya tirkekî bike.
Li gorî texmînan li Almanyayê li dora 2, 5 milyon hemwelatiyên Tirkiyê hene.
Ji vê nufûsê heger ne milyonek be, bi kêmanî 700-800 hezarê wan kurd in. Bavo bira 500 hezar be.
Tu nufûsa kurdên Sûriyê, Îranê û Îraqê jî têxî ser vê hejmjarê, nufûsa kurdan jî li dora digihîje milyonekî. Belkî jî hîn zêdtir be.
Yanî nufûsa kurdan jî bi kêmanî bi qasî nîvê ya tirkan heye û belkî jî hîn zêdetir e.
Lê li gel vê jî tirkan 11 parlamentreran derxistine û kurdên me jî 0...
Yanî di maça tirk û kurdan da, tirkan 11-0 zora me birin.
Kurd bi paranî ne wek ferdên miletekî, wek ferdên eşîrekê hereket dikin.
Loma jî kurd qet xêra hev naxwazin, naxwazin kurdekî ne ji fikrê wî, ne ji partiya wî, ne ji bajarê wî, ne ji dînê wî, ne ji mezhebê wî bi ser keve.
Kurdekî li dijî PKK-ê dinya jî xera bibe, raqibê yê PKK-ê tirk be jî raya xwe nade kurdekî PKK-yî ya jî nêzî PKK-ê.
Yekî PKK-yî jî raya xwe nade kurdekî ”serok qebûl neke”, kurdekî ji fikir û hêzeke din.
Elewî raya xwe nade yê sunnî, sunnî jî raya xwe nade yê elewî…
Êzdî raya xwe nade yê dîndar, dîndar jî raya xwe nade yê êzîdî.
Yê ruhayî raya xwe nade yê mêrdînî, yê mêrdînî raya xwe nade yê ruhayî.
Kurmanc raya xwe nade yê soran, soran raya xwe nade yê fêlî û yê zaza jî raya xwe nade yê soran û nizanim kê…
Ez dikanim vê çîrokê gelkî dirêjtir bikim, lê ne hewce ye, hûn jî dizanin em kurd çi mal in, çi xwelîser û çi edîqomên hev in.
Heger em ne xwelîser, edîqom û bêkêr bûna me yê jî wek tirkan li Almanya yê heger ne 11 parlamenter ba jî, 5-6 parlamenter derxista.
Lê me dernexist, ji ber ku em ne layiq in. Heger em miletekî layiq bûna me yê li Almanyayê parlamenterekî kurd derxista.

Dema meriv hustuyê xwe xwar kir xelkê li meriv suwar be


Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, gotiye Abdulah Ocalan gava qala serokwezîr dike, dibêje, ”Birêz serokwezîr”, gava qala serokkomar dike, dibêje, ”Birêz serokkomar. Çima? Ji ber ku hurmeta wî ji muxatabên wî ra heye. Baş e serokwezîr radibe çi dike? Li meydanan dibêje, serokê terorîstan. Berî her tiştî ev şerm e.”
Berpirsiyarê vê uslûba Erdogan berî her kesî Abdulah Ocalan e û dû ra jî PKK-ye, piştî diyalogê dibê wan ev uslûba Erdogan û berpirsiyaran qebûl nekirana, bikirana problem.
Ev îş ne mesela şermê mermê ye, siyaset e, Erdogan bi zanetî wiha dibêje. Ji ber ku Ocalan dijminê wî ye, biçûk dibîne, dixwaze biçûk nîşan bide, henekê xwe pê bike, bi vê gotinê heqaretê li wî, li tevgera wî û li miletê kurd dike.
Ji roja hevdîtinan dest pê kiriye û vir da, dibê ev uslûba Erdogan û berpirsiyarên din qet nehata qebûlkirin.
Heger meriv yê hemberî xwe cidî bibîne meriv wiha xîtabî wî nake, newêre bike. Û dema kir jî dibê meriv jî tahma devê bidê, bêdeng nemîne.
Serokê tevgereke hewqasî mezin, hewqasî xurt, bi milyonan însan li piştê, piştî destpêkirina hevdîtinan dibê ev heqaretên Erdogan qebûl nekira, ji wan ra bigota, ya bi min ra rûnin û dema hûn rûniştin jî hûn nikanin li derve bi vî rengî xîtabî min û tevgera min bikin.
Kesê hurmetê nîşanî meriv nede, meriv jî nîşanî wî nade. Dibê Ocalan jî bi hurmet qala Erdogan neke, jê ra nebêje ”Birêz”!
Dema meriv li hemberî heqaret û bêedebiyên yê hemberî xwe bêdeng bimîne, hustuyê xwe xwar bike, netîce ev e, ewê bêtir pêşda here...


XXX
Me îro dara xwe rûçikand !
Her demsalek li gorî xwe hin xweşikî û hin kar û xebatên xwe hene. Nuha dema taliya fêkiyên payizê ye, meriv hêdî hêdî dest bi topkirina fêkiyên payizê dike.
Me jî îro dara xwe ya sêvê rûçikand, ne hemû lê me piraniya sêvên xwe jêkirin. Û me li çend cîranan belav kir.
Sibe ezê çend heban jî bi xwe ra bibim ji hevalên xwe yên kar ra.
Sêvên me ji cinsên sêvên herî baş, herî mezin û herî tahmxweş in. Bêguman dibê sêvên Zinarê Xwemo ne wek yên her kesî bin…
Xanimê sêvên herî mezin, herî xweşik ji lawê xwe yê mezin ra da aliyekî, roja sêşemiyê ewê were mal. Dilê dê tim tenik e…

22 september 2013

Bi van rêberan em nagihîjin tu deran

Gulten Kişanak xanimê, ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî referandûm xwestiye. Dijayetiya dewleta kurd ne bes e, nuha jî dixwazin perwerdeya zimanê me bibin referandûmê.
Xwedê aqilekî bide we, bi xwedê bi van siyasetmedaran kurd 30 salên din jî şer bikin û bi hezaran şehîdên din jî bidin bêfeyde ye, kurd tu tiştî bi dest naxin.
Dewleta tirk ev 90 sal in li hemberî kurdan siyaseteke asîmîlasîyonîst û tunekirinê dimeşîne, ji bo guherandina demografya Kurdistanê ji Kafkasan, Balkanan û Îranê bi milyonan mahcir anîne li Kurdistanê bi cî kirine. Û di rewşeke wiha da siyasetmedarên me jî referandûmê pêşniyar dikin. Hema bibêjin em perwerdeya kurdî naxwazin baştir û weselam...
Meriv ji bo axaftina zimanê xwe referandûmê nake, raya dijminê xwe napirse. Tirkan welatê me îşxal kirine, zimanê me yasax kirine. Em mafên xwe yên hatine xesbkirin dixwazin. Referandûma çi?
Dijminê me helbet ewê bibêje na.
Heta li Kurdistanê jî piranî dikane bibêje em perwerdeya kurdî naxwazin, piranî dikane Kurdistanê jî nexwaze. Wê demê divê kurd him dev ji zimanê xwe û him jî dev ji welatê xweberdin. Yanî tirkîtiyê qebûl bikin…
Welehî bi vî aqilî em nagihîjin tu heqî…

XXX
Heyvanê wî xerab e!
Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Kamer Gençê melezê tirk û faris, derbarê guhertina navê Tuceliyê da gotiye wî bi dilekî rehet îmze neavêt binê pêşniyara navguhertinê. Yanî paşdedana navê Dêrsimê ne bi dilê wî ye.
Bi baweriya min ev mexlûqat bi rastî jî ne kurd e, melezekî tirk û faris e, ancax tirk hewqasî neyarê miletê kurd in.
Lê dêrsimî dîsa jî wî didin ser serê xwe. Dema ev neyarê miletê kurd diçe dêrsimê bi hezaran însan dikevin dorê, ji bo ku destê wî maçî dikin.
De heger ne wisa ye bira nuha bi sedan siyasetmedar û ronakbîrên dêrsimî rabin vî melezê xorasanî protesto bikin.



XXX
nivîsa bi tirkî bixwînin hûnê bibînin ku bi rastî jî zimanê tirkî tuneye, zimanekî pîne ye, ji sedî 95-ê wî gotinên biyanî ne.Yanî wek miletê tirk, tirkî jî zimanekî sentetîk e, sûnî ye.
Lê propagandeya tirkan û nezaniya me tirkî li ber çavê me mezin kiriye.

Netîceya hilbijartinan hemû kurd dilşa kir



Hilbijartinên parlamentoyê yên çaran li Kurdistana Federe do bêyî teşxele, bêyî bûyereke ne xweş bi serfîrazî derbas bûn. Vê netîceyê hemû kurd dilşa kir.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê piştî hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdariya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji %90 bûye. Û encamên fermî yên hilbijartinan jî ewê roja 26-ê îlonê bên eşkerekirin.
Li gorî anket û netîceyên ne resmî, PDK ji %52.36 Goran ji % 17.73, YNK ji %13.9, Yekgirtû ji % 8.04, Komel ji %5.41 û partiyên din jî ji % 2.55 ray girtine.
Li gorî vê netîceyê PDK bûye partiya yekem, Goran duyem, YNK sêyem, Yekgirtû çarem û Komala jî bûye partiya pêncem.
Ji sedî 52-ê rayên milet girtin bêguman bûyereke mezin e, lê di eynî wextê da jî bar û berpirsiyariyeke pir mezin dixe ser milên PDK-ê. Ev netîce tê wê maneyê ku PDK dikane hukûmetê bi serê xwe av bike. Gelo ewê wiha bike ya na, di rojên pêş da ewê diyar bibe.
Li alî din netîceyên hilbijartina bi îhtîmaleke mezin di nava YNK-ê da jî ewê bibe sebebê peydabûna hin gelşan. Ji ber ku YNK-ê pir ray wendakirine.
Hêviya min ew e ku bepirsiyarên PDK-ê bi mesûliyet hereket bikin û ji bo miletê kurd û berjewendiyên netewî çi baş be wiya bikin.
Derbasbûna hilbijartinan bi rengekî bê teşxele ji bo gelê kurd serkeftineke mezin e. Ez vê serkeftina gelê xwe yê başûr ji dil pîroz dikim û ji hemû partiyan ra serkeftinê dixwazim.

XXX
Li Stenbolê li herêma Bagcilarê li şantîyeya ku lê dixebitin ji ber ku di telefonê da bi kurdî peyivîne tirkan çend karkirên kurd gulebaran kirine.
Ji ber ku bi kurdî peyivîne tirkan heta nuha bi hezaran êrîşên wiha birine ser kurdan, bi dehan kurd hatine kûştin û bi sedan jî birîçndar bûne.
Zimanê ku dewlet yasax bike, tirk jî ewê nehêlin kurd di telefonê da jî pê bipeyivin. Yasaxa dewletê çeka lêdan û kuştina kurda ye.

XXX
Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu di programeke telewîzyonê da gotiye, ”Di pakêta demokratîkbûnê da perwerdeya zimanê dayikê tuneye, li ser vê meselê di nava partiya me da dubendî heye.”
Camêr yasaxkirina zimanê xwe wek cudahiyeke fikrî ya basît dibîne, bi wê sivikiyê qal dike.
Hukûmetê ne tiştekî hindik, zimanê wî, zimanê miletê wî yasax kiriye, lê ew hîn jî li pey xwediyên van yasaxan dimeşe, hîn jî dev ji wan bernade.
Xelk hebûna meriv qebûl neke, zimanê meriv li meriv yasax bike, lê meriv dîsa jî dev ji zilamtiya wan bernede, ez dibêjim belkî ev bêxîretî tenê mexsûsî kurdên bakur e…
Yaho hûn nikanin mafên xwe jê bistînin qenekê nebin hevalê wan.

21 september 2013

Li gorî dewletê kurd hene lê miletê kurd tuneye

Dewleta tirk kurdan wek ferdên bêmaf qebûl dike, lê wek ferdên ji miletekî qebûl nake. Li gorî dewletê, kurd hene lê miletê kurd tuneye. Çimkî AKP di esasê xwe da hebûna kurdan qebûl nake. Hebûna kurdan ya ferdî taktîkeke xapandinê û asîmîlasyonê ye.
Kurdên bêmaf hebin çi ye, tunebin çi ye?Esas îro li Tirkiyê rewşa kurdan ji rewşa reşikên Afrîka Başûr jî xerabtir e. Li Afrîka Başûr hebûna wek gûb, wek milet nedihat înkarkirin. Dewletê digot, hûn hene, vira welatê we ye, lê em mafê we nadin.
Li Tirkiyê kurd hîn wek milet nayên qebûlkirin, dewlet ji kurdan ra dibêje ne hûn wek milet hene û ne jî welatê we heye.
Ma heqareteke ji viya mezintir heye?
Lê hin kurd dîsa jî li ber xwe nakevin û dîsa jî dev ji xulamtiya tirkan bernadin.

XXX
Hêz, partî, siyasetmedar û ronakbîrên kurd li aliyekî kampanya zimên vekirine, Ji dewletê serbestiya kurdî dixwazin, lê eynî hêz û kes di facebook û tiwttirên xwe da wek berê tirkiya xwe didomînin.
Yanî ji dewletê serbestiya zimên dixwazin, ji milet ra dibêjin ”zimanê me hebûna me ye”, ”bê ziman jiyan nabe”, lê di praktîkê da ew bi xwe dirhemekê jî dev ji tirkî bernadin.
Heyran ya ji dewletê vî mafî nexwazin û dema we xwst jî dibê hûn jî bi kurdî bipeyivin û binivîsin.
Tiştê hûn bi xwe nakin çima dewletê bike?
Çare dibê kurd li hemberî van babet siyasetmedaran bêdeng nemînin, wan protesto bikin…


XXX
Her bijî miletê kurd û Kurdistana azad!
Li Kurdistana başûr, li beşê Kurdistanê yê azad gelê îro hilbijartinên giştî ne, gelê kurd îro diçe ser sindoqan û birêvebirên welatê xwe hildibijêre.
Ji bo miletê kurd bêguman ev hilbijartin him serkeftin e û him jî pêşketinene mezin e.
Heta nuha di hilbijartinan da tu bûyereke ne xweş rû nedaye, ez hêvî dikim ku îro jî bûyereke ne xweş neqewime.
Ez ji nuha da ji gelê xwe yê başûr ra, ji hemû partî, hêz û siyasetmedarên kurd serkeftinê dixwazim.


XXX
Hukûmeta AKP-ê ji bo ku telewîzyona MMC bide girtin bi milyonan bertîl da Danîmarkayê. Lê kurdên bi xîret wa ye Med Muzîk vekirine. Ser xêrê be û li miletê kurd pîroz û bimbarek be.
Xerabiya wan ji wan ra ma, lê li ber xwe nakevin; li ber xwe nakevin çimkî neyarên miletê kurd in.

18 september 2013

Erdogan newêre pakêta xwe veke

Serokwezîr Erdogan, ”pakêta xwe ya demokrasiyê” dîsa venekir û herkes di meraqê da hîşt. Hîn kes nizane di ”pakêtê demokarsiyê”da çi heye, mar e, mişk e, nayê zanîn.
Bi baweriya min dawiya firladaqan hat, ji ber ku tu jahr û zuqûm di ”pakêtê” da tuneye loma jî Erdogan newêre ”pakêkata xwe ya xapandinê veke, tim taloq dike.
Ez bawer nakim di ”pakaê” ta da ji bo kurdan mafekî cidî hebe, pir pir ewêpîzpîzkek(tûtikek) jê derkeve. Erdogan dixwaze pîzpîzkekê bide destê kurdan, ji bo ku ji xwe ra lêxin û hinekî pê bibilin, li ber dengê wê bilîzin.
Ez çima ji ”pakêta” Erdogan wiha bêhêvî me?
Ji ber ku ez li gotin û kirinên Erdogan û hukûmetê dinêrim loma ez wiha dibêjim.
Kesên ku li hemberî daxwazên kurdan yên herî biçûk ji kurdan ra bibêjin zarokên xwe ji bo perwerdeya kurdî bişînin ”bakurê Îraqê” û hûn jî herin ji xwe ra warekî din, welatekî din bibînin, tu mafî nadin kurdan.
Kesên ku bi hezaran sûtal û pêxwsên dinyayê top û çekdar bikin û bişînin ser kurdan, gun û bajarên kurdan wêran bikin tu mafî nadin kurdan. Nêteke wa nya mafdanê tuneye.
Ji xwe Arinc û Erdogan hîn jî qala tu mafê kurdan nakin, dibêjin ew dixwazin ”terorê” biqedînin, ji bo qedandina ”terorê” ev ”pakêt” hazir kirine û van gavan davêjin.
Gava meriv bala xwe dide axaftinên Erdogan û Arinç, meriv dibîne ku li hemberî kurdan, BDP-ê û PKK-ê kîn û nefretke mezin, agir û jahr ji devê wan dibare.
Kesên xwediyê vî zimanî û van dîtinan ne mimkûn e ku tu ”pakêtên çareseriyê” amade bikin.
Loma jî ez dibêjim di ”pakêtê” da tiştekî cidî tuneye, heger hebûya ewê roja pêşî vekirana. Herî zêde ewê şekirekî qulpik û pîzpîzkek zaroakn hebe…
Ez ji dil û can hêvî dikim ku ev texmîna min ya reşbîn ne rast û şaş be…

Siyasetmedarên tirk gotinên ji serên xwe mezintir dikin.



Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan, bersîveke pir baş daye Bulent Arinç û Erdogan.
Wek tê zanîn, Arinç li dijî perwerdeya kurdî derketibû û gotibû bi kurdî fizîk, matamatîk û nizanim çi nabe û heger kurd perwerdeya kurdî pir dixwazin bira zarokên xwe bişînin ”Bakurê Îraqê” û serokwezîr Erdogan jî li hemberî daxwazên kurdan ya perwerdeya kurdî û hin mafên netewî reaksiyoneke mezin nîşan dabû û kurd ji welatê wan qewitandibû û gotibû, ”kesên dewleteke duyemîn dixwazin, bira kerem bikin herin ji xwe ra dewletekê li ku dibînin bira bibînin…”
Li hemberî van gotinên Arinç û Erdogan, AltanTan îro gotiye:
”Bira kes gotinên ji serê xwe û ji hedê xwe mezintir neke. Tu hinekî rûne Îlmîhalê bixebite. Ne hedê te ye ku tu hin kesan bi derekê da bişînî. Tew di ser da qet û qet ne hedê kesê ku ji derve were û xwediyê malê biqewitîne. Loma jî dibê her kes li gotinên xwe miqatebe. Dibê kes gotinên ji aqilê xwe û ji bejna xwe mezintir neke.”
Bersîveke pir baş e.
Ji xwe Altan Tan, merivekî hazircewab e, tim jî bersîvên xweş û giran dide tirkan.
Lê dibê gelek kes bersîvên wiha bidin Arinç û Erdogan, dibê reaksiyon gelkî berfirehtir be.


XXX
Hukûmeta AKP-ê ji bo ku telewîzyona MMC bide girtin bi milyonan bertîl da Danîmarkayê. Lê kurdên bi xîret wa ye Med Muzîk vekirine. Ser xêrê be û li miletê kurd pîroz û bimbarek be.
Xerabiya wan ji wan ra ma, lê li ber xwe nakevin; li ber xwe nakevin çimkî neyarên miletê kurd in.

17 september 2013

Ancax hezkirineke mezin karekî wiha zor bi meriv bide kirin

Min hevpeyvîna Fuad Onen ”Jiyan û Helwest” nuh qedand
Hevpeyvîna bi Fuad Onen ”Jiyan û Helwest” min nuha qedand. Ev demek bû min di ber gelek karên din ra bi liva kûsî dixwend. Cilda pêşî(Ray Raman û Bîranîn)min berê xwendibû. Ev cild bêtir li ser bûyer û dîroka nêz e. Loma jî bêtir heyecanê dide meriv.
Bi xwendina van herdu cildên hevpeyvînan meriv Fuad Onen di warê fikrî, siyasî û emelî da hinekî din ji nêz ve nas dike.
Min bi xwe wisa bawer dikir ku ez wî ”baş” nas dikim, lê bi xwendina van herdu cildan min dît ku ev texmîna min ne rast bûye, gelek aliyên wî yên min baş nas nekiriye hebûne.
Bi xwendina van herdu cildan ez bi xwe kêfxweş bûm, min hevalekî xwe yê salan hinekî din jî nas kir. Ev jî tiştekî pir baş e…
Di vê cilda duyem da li ser dîroka siyasî ya kurdên Kurdistana bakur û PKK gelek tespît û analîzên balkêş û muhîm hene. Onen, di vê cildê da qala gelek bûyer, mijar û tiştên hêjayî minaqeşeyêne dike.
Pêşdaçûn û şiroveyên wî bi ser û ber û pir sîstematîk in, diyar e Fuad Onen xwediyê hafizeyeke pir xurt e; pîroz dikim.
Min gelkî dixwest ku li ser vê hevpeyvîna hêja fikir û dîtinên xwe bibêjim, tiştekî bi ser û ber binivîsim, lê mixabin qet wexta min tuneye.
Hevalên ev hevpeyvîn kirine kar û xizmeteke pir giran û hêja kirine, ez wan ji dil û can pîroz dikim. Ancax hezkirin û qedirşînasiyeke pir mezin karekî wiha mezin bi meriv bide kirin…
Bi dîtina min, Fuad xwe xistiye bin barekî pir giran…

XXX
Camêrekî gotiye,
”Xwezî ji bo hin mexlûqatan bigotana ”xeletiya îmalatê heye, em malê xwe paşda top dikin…”
Di sîstema kapîtalîzmê da şîrketên mezin malê bi qusûr paşda top dikin, lê ji bo însanan hîn pêşketineke wiha çênebûye, rojekê çê bibe baş ewê baş be…

XXX


Ez pir meraq dikim, gelo ji sedî çuqasê kurdan ya jî li her bajarekî Kurdidtanê çend malbatan zarokên xwe neşandin dibistanan?
Heger rojnemavanên kurd hebûna ewê nuha biçûna ji hemû serok, siyasetmedar, berpirsiyar û ronakbîrên kurd ev yek bipirsiya…

16 september 2013

Erdogan kurdan bi tehcîrê û qetlîamê tehdîd dike



Erdogan, çend roj berê li Semsûrê li hemberî daxwazên kurdan yên perwerdeya kurdî û mafên xweîdarekirinê xwe gelkî aciz kir û wek Mahmût Esat Bozkurt, Nîhal Atsiz û Îsmet Înunu yê nîjadperest û faşîst ji kurdan ra got, ya hûnê bibin tirk ya jî dibê hûn ji vir bar bikin û herin dereke din.
Di salên 1930-î da faşîstên wek Mahmût Esat Bozkurt, Nîhal Atsiz û Îsmet Înunu jî wek Erdogan ji kurdan ra digotin, ya hûnê bibin tirk, ya ji vir bar bikin û ya jî tiştê me anî serê ermeniyan û miletên din, emê bînin serê we kurdan jî.

Nîhal Atsiz ji bo kurdan çi gotibû ez dixwazim berê bi kurtî gotnên wî pêşkêşî we bikim. Ji ber ku gelek xortên nuh van nîjadperestên mahcir û neyarên qewmê kurd nas nakin…..
Nihal Atsiz(1905-1975)
”Me li van erdên han xwîna herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê(ji kurdan ra dibêje) û berî ku ew jî tune bibin dibê bidin rê û ji vir herin. Ewê herin ku? Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir. Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî. Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî(NY)bikin û li Afrîkayê ciyekî bixwazin. Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan...”

Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943)
“Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin.”
Serokê CHP-ê yê kevn Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt û Nîhal Atsiz ne Kêmtir e, li ser kurdan wî jî wiha gotiye:

”Eşkere ye, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim jî unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin (îmha bikin) û bavêjin. Tiştê em ji kesên dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin tirkbûna wan e.”

Ev jî gotinên serokwezîr Erdogan in:

”Kesên ku dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wira.”
Di nabêna van gotinên Erdogan û yên Atsiz, Baozkurt û Înonu da tu ferq tuneye, Erdogan jî wek wan kurd bi komkujiyê û tehcîrî tehdît dike, dibêje heger hûn doza mafên xwe bikin emê we ji welatê we derxin.
Gotinên Erdogan pir muhîm in, zîhnîyetekê, siyasetekê îfşa dike. Bi van gotinan diyar dibe ku Erdogan jî hîn wek Atsiz, Bozkurt û Înonu difikire, pakêtên çareseriyê û demokartîk hemû vir in, xapandin e.
Kurd xwediyê vî welatî ne, ne koçer û mahcir in, yên rojekê ji vir herin ne kurd in, hêzên zorba û îşxalkar in, Erdogan e.
Gotineke kurdan heye, dibêjin ”hat ji palê bû xwediyê malê”, ya Erdoganê mahcirê Gurcîstanê jî ev mesele ye, mêrik ji derve hatiye welatê me îşxal kiriye, ev ne bes e, di ser da me jî ji welatê me diqewitîne, dibêje ji vir herin, ji xwe ra welatekî din bibînin.
Dil dixwest ku li hemberî van gotinên Erdogan, hemû partî, serok, ronakbîr û siyasetmedarên kurd qiyamet rakirina û derseke baş bidana Erdogan, ji bo ku careke din jahreke wiha belav neke…


15 september 2013

Miletek heta ku zimanê xwe biparêze milet e



Do bi şev di malpera dostekî da ez rastî vê rîwayeta qiralê îngilîz hatim. Nivîs bi tirkî bû, min ew kir kurdî.
Her bersîva qiralê îngilîz, ji bo me kurdan hêjayî îbretgirtinê ye.
Fermo, hûn jî bixwînin û ji bersîvên mezinên xelkê derzê û îbretê bigrin.
Ji Qiralê îngilîz pirsîne, gotine:

”- Heger tu mecbûr bibî ku di nabêna Împaratoriya Brîtanya Mezin û fîloyê da tercîhê bikî, tu yê kîjanê tercîh bikî?
Qirêl gotiye:
- Helbet ezê fîloyê tercîh bikim. Heta ku fîloya me hebe em dikanin împaratotiyê ji nuh ve ava bikin.
Dû ra gotine baş e:
-Ya di nabêna fîlo ya jî Îngilistanê da tercîha te ewê çi be?
Qirêl gotiye:
- Helbet Îngilistan. Fîloyeke bê Îngilistan ji çi ra dibe?
Dû ra gotine:
- Îngilistan ya jî zimanê îngilîzî? Tercîha te kîjan e?
Qirêl berê gotiye:
”Xwedê îngilîzan mecbûrî tercîheke wiha neke ” û dû ra jî wiha domandiye:
-Heger ez mecbûrî tercîheke wiha bibûma, bêguman minê ÎNGILÎZÎ tercîh bikira. Ji ber ku miletek heta ku zimanê xwe biparêze milet e. Civata ku di zanîn û şiûrê miletbûnê da be zû dereng dibe xwedî welat.”

Gelo li hemberî van pirsan serok û siyasetmedarên kurd ewê çi bigotana û çi tercîh bikirana?
Wek tê dîtin, miletek ancax bi zimanê xwe milet e, roja ku zimanê xwe wenda bike ew jî wenda dibe.
Û miletê ku di şiûrê miletbûna xwe da be zû dereng dibe xwedî welat.
Mixabin, li ba serok û siyasetmedarên Kurdistana bakur, him şiûrê miletbûnê û him jî ya muhîmiya zimên zeîf e. Û ji xwe loma jî heta nuha em nebûne xwedî welat û xwedî dewlet.

XXX
Roja 16-ê îlonê, ne li bajarekî du bajaran tenê, dibê kurd li hemû bajarên Kurdistanê bi meş û tevgerên cûr be cûr dibistanên Tirkiyê boykot û protesto bikin û perwerdeya kurdî bixwazin.

Erdogan ji kurdan ra dîs got herin welatekî din...



Serokwezîr Erdogan li Semsûrê(Adiyamanê)li hemberî daxawazên kurdan yên demokratîk û perwerdeyê xwe gelkî aciz kiriye û riya koçberiyê nîşanî kurdan daye, gotiye:
”Kesên ku li ser 780 hezar kîlometrekareyê dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin bira kerem bikin herin wira.”
Wisa xuya ye ku beşê pakêta çareseriyaê yê herî muhîm ev e, kurdîn azadîxwazdibê herin ji xwe ra welatekî din bibînin…
Ev ne cara pêşî ye Erdogan riya koçberiyê nîşanî kurdan dide, camêr berê jî ji me ra gotibû ”ya hûnê ji me hez bikin ya jî koç bikin, herin dereke din…”
Erdogan nêta xwe pir vekirî û eşkere dibêje, lê hin kurdên me yên bêxîret, 75 parlamenterên xwedêgiravî kurd hîn jî ji pey wî naqetin û ji van gotinên wî ra li çepikan dixin.

XXX
Hukûmeta AKP-ê TV ya Kurdî Dîjle TV jî da girtin.
Koordînatorê giştî yê Dîjle TV-yê Hasan Sancar diyar kiriye ku weşanên telewîzyona wan bi rengekî bêqanûnî û bi cezayekî pera yê pir giran hatiye rawestandin.
Tê gotin ku li Tirkiyê 400 qanalên telewîzyonan hene, lê dewlet tehamulî qanaleke kurdî jî nake.
Li gorî hukûmetê dibê qanaleke kurdî ya ne di bin emrê wan da jî tunebe., dibê kurd nebin xwediyê tu tiştî, tu dezgehê. Ji ber ku hedef helandina kurda ye.
Hukûmeta AKP-ê, bi îmkanên dewletê yên mezin û bi belavkirina bi milyonan bertîl û rişwet, bi hukûmeta Danîmarkayê Roj TV, Nûçe TV û MMC TV da girtin. Piştî girtina van hersê qanalên kurdî, nuha jî berê xwe dan Dîjle TV-yê û ew jî bi lez û bez dan girtin û 268 hezar TL jî ceza danê.
serokwezîr Erdogan gotibû ewê di 16-ê mehê da pakêta çareseriyê vekin, lê wa ye bi girtina Dîjle TV-yê zûtir vekirin.
Ser xêrê be û çavê Aysel Tugluka ”sosyalîst” û neyara kurdperweran ronî be. Dibê mizgîniya vê girtinê jî bide Taha Akyol…

XXX
Ji roja pêşî da ye baweriya min ew e ku li ser daxwaz û emrê Tirkiyê, Artêşa Azad li Sûriyê çekên kîmyayî bikar anî û min ev yek roja pêşî nivîsî…
Li gorî vê nivîsê û vê belgeyê, ev texmîn û îdîa min rast bûye. Bi baweriya min sedîsed Tirkiye li pişt vê ye û rojekê ev rastî miheqeq ewê derkeve ku hukûmeta AKP-ê biryara vê qetlîamê daye. Ev, sûcekî li dijî mirovatiyê ye.
Belegeya li jêr pir balkêş e.

Hukûmet ji kurdan ra dibêje ji xwendinê zarokên xwe bişînin "Bakurê Îraqê"!



Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, ji kurdên bakur ra gotiye, hûn pir perwerdeya kurdî dixwazin ”zarokên xwe bişînin Bakurê Îraqê, bira li wir bi kurdî bixwînin.”
Diyar e ”pakêta çareseriya” hukûmeta AKP-ê ev e, dibêkurd bi milyonan zarokên xwe bişînin welatekî din, yanî mêrik me ji welatê me diqewitîne.
Li hemberî vê bersîva bêedep dibê em daxwaza serxwebûnê bidin pêş, ya na tirk biaqil nabin û nayên rê…

XXX
Cîgirê serokwezîr Bulent Arinç, ji kurdên bakur ra gotiye, hûn pir perwerdeya kurdî dixwazin ”zarokên xwe bişînin Bakurê Îraqê, bira li wir bi kurdî bixwînin.”
Diyar e ”pakêta çareseriya” hukûmeta AKP-ê ev e, dibêkurd bi milyonan zarokên xwe bişînin welatekî din, yanî mêrik me ji welatê me diqewitîne.
Li hemberî vê bersîva bêedep dibê em daxwaza serxwebûnê bidin pêş, ya na tirk biaqil nabin û nayên rê…

XXX
Hemû kurd dibê beşdarî vê îsyana rast û bi heq bibin!
Ez vê biryara BDP-ê pîroz dikim û ji hemû meriv, dost û kurdan hêvî û rica dikim ku ew jî piştgiriyê bidin vê tevgera kurd ya netewî.
Ev tegera zimên dibê di nava kurdan da pir xurt bibe, ev tevger bi qasî destpêkirina şerê çekdarî muhîm e. Do, li hemberî înkar û îmhaya wendakirina miletê kurd şerê çekdarî çiqasî zerûrî bû, tevgera serbestiya zimanê dayikê jî îro hewqasî muhîm e.
Her kurdê xwedî xîret û ûjdan û dibêje ez kurdim dibê piştgiriya vê tevgerê bike û zarokên xwe hefteyekê neşîne dibistanên Tirkiyê.
Telebeyên zanîngehan jî dibê hefteyeê neçin zanîngehan, ew jî beşdarî vê îsyana nuh ya zimên bibin…

14 september 2013

Çare bilindkirina şîara serxwebûnê ye



Çend roj berê katalanan ji bo veqetandina ji Îspanyayê û îlankirina serxwebûna xwe zincîreke mirovî ya 400 km çêkirin, yanî mirovên katalan 400 km bi destê hev girtin û bi vê riyê nîşanî dinyayê dan ku ew wek milet dixwazin ji Îspanyayê veqetin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Bi baweriya min çalakiyeke pir manîdar û pir xweş e, dibê em kurd jî dest bi tevgerên wiha bikin.
Mesela, bira yê me ne 400 km, bira 200 km be, em jî dikanin ji Diyarbekrê heta bi Rihayê zincîreke mirovî çêkin û nîşanî Tirkiyê û dinyayê bidin ku em serxwebûna xwe dixwazin.
Ji ber ku hukûmeta AKP-ê wa ye nafikire ku zimanê me jî serbest bike, loma jî riyek tenê li ber me kurdan maye; ew jî bilindkirina daxwaza serxwebûnê ye. Qebûlnekirina perwerdeya kurdî rê li ber serxwebûna kurdan vedike.
Ez vê pêşniyara xwe ji PKK-ê û BDP-ê û hemû rêxistin û partiyên kurdan ra dikim, dibê em jî dest bi tevgereke wek ya katalanan bikin.

XXX
Berdevkê serokwezîr û hukûmetê Bulent Arinc, derbarê perwerdeya kurdî da gotiye, ”di heqê perwerdeya bi zimanê dayikê da hin îtîraz hene, mijar ne di rojeva me da ye.
Ev gotinên Arinc tê wê maneyê ku derbarê perwerdeya kurdî da hukûmet naziyan dike, yanî nêta wê tuneye vî mafî bide kurdan.
Madem wiha ye, dibê kurd jî(PKK, BDP û hemû partiyên din) ji nuha û pêva dev ji daxwaza perwerdeya kurdî berdin û wek Katalonan daxwaza mafê veqetandinê bikin.
Katalonan do ji bo veqetandina ji Îspanyayê zincîreke însên ya 400 km çêkirin, seranserê 400 km însanan bi destê hev girtin û bi vî rengî daxwaza serxwebûna xwe kirin.
Dibê em kurdên bakur jî ji vê çalakiya katalonan derzekê derxin. Bi dîtina min heta ku tirk mirinê nebînin bi tayê razî nabin, ji bo ku hukûmet perwerdeya kurdî qebûl bike dibê kurd doza serxwebûnê bilind bikin.

XXX
Dûriya ji te min hustuxwar dike
evîna te min dîn û har dike
hêviyekê ji min ra bişîn
ji bo ku ev dilê serserî zêde neke şîn

12 september 2013

Di dîroka kurdan da îro rojeke reş e




Îro di dîroka kurdên Kurdistana bakur da rojeke pir reş û bi êş e, 33 sal berê roja 12-ê Îlona1980-î, di bin serokatiya general Kenan Evren da leşkeran li Tirkiyê bi darê zorê dest danîn ser hukum, meclîs û hemû partî fesih kirin û li hemberî hemû kes û hêzên çep, pêşverû lê bi taybetî jî li hemberî kurdan û tevgera kurd ya netewî dest bi operasyon û teroreke pir mezin kirin. Ji xwe armanca cûntayê ya esasî jî şikandina tevgera kurd ya netewî bû.
Piştî darbeyê bi hezaran kurdên şoreşger û pêşverû hatin girtin û marûzî îşkenceyên hovane bûn, gelek kurd di van îşkenceyan da hatin qetilikirin. Bi dehhezaran kurdî welatê xwe terikandin.
Li gel ku di ser darbeya 12-ê Îlonê ra 33 sal derbas bûne jî lê Tirkiye hîn jî bi qanûnên vê cûnta leşkerî tê îdarekirin, generalên darbecî û bi hezaran kesên îşkencecî hîn jî nehatine girtin û cezakirin. Gelekên van qatilan terfî kirine û hîn jî li ser karên xwe ne.
Yanî di praktîkê da li Tirkiyê hîn jî eynî tas e û eynî himam e, ji bo me kurdan hîn jî guherîneke mezin çênebûye.


XXX
Li ser rojekê boykotkirina dibistanên tirkan, Serdar Roşan pêşniyareke baş aniye, gotiye dibê rojeke salê were tespîtkirin û em kurd wê rojê zarokên xwe, ji dibistanên destpêkê bigre, heta bi zanîngehan neşînin dibistanan. Bira ew roj her sal bibe roja xwedîderketina li zimên. Ez vê pêşniyara Serdar Roşan li jêr pêşkêşî PKK-ê, BDP-ê, KURDî-DER-ê, TZP-ê û hemû rêxistin, partî û siyasetmedarên kurd dikim.
”De ka werin em bi çalakîyeke sivîl, yeke bêîtaetî rabin, em rojekê ji bo parastina zimanê kurdî destnîşan bikin û wê rojê zarokên kurdan, xortên kurdan, yên ko çi li unîversîteyan çi jî li dibistana detpêkê dixwînin bila neçin dibistanan, bila ew roj bibe xwedîlêderketina zimanê miletê me, bila dê û bav ji zarokên xwe re wê rojê sebebê neçûna dibistanê bêjin, bila balê bikşînin ser asîmîlasyonê!
Mirov kare vê çalakîyê ji Dîyarbekirê dest pê bike û paşê li seranserê bakurê Kurdistanê berfireh bike!
Û divê ev çalakî her bidome heta ko zimanê kurdî wek zimanekî resmî bête qebûl kirin!”


XXX
Îro deh saliya kuştina wezîra karûbarê derve ya Swêd Anna Lînd e. Anna Lînd, deh sal berê di 10-ê îlonê da di mixazeya Stockholmê ya herî kevn û navdar(NK)da ji alî sûtalekî sirb ve hat kêrkirin û roja din yanî di 11-ê îlona 2003-a da ji ber birînên xwe mir.
Anna Lînd heger nehata kuştin serokwezrîra Swêd ya pêşerojê bû. Lê qedrê nehîşt ew wê rojê bibîne û bibe serokwezîra Swêd.
Ji roja Anna Lînd hatiye kuştin û virda ye partiya Sosyaldemokrat ya Swêd ketiye nava buhraneke serokatiyê û dike nake, nikane serokekî bibîne. Partiya sosyaldemokrat di dîrokê da tu carî rûbirûyî krîzeke wiha nebûbû.
Diyar e li welatên pêşketî jî dewsa siyasetmedar û şexsiyetên mezin zû bi zû nayê dagirtin.

11 september 2013

Bersîva Murad Ciwan û Avestakurdê


Çend roj berê(5/9-13)Husên Duzen di malpera xwe ya facebookê da li ser Ajansa Anadoliyê beşê kurdî nivîsek nivîsîbû. Di wê nivîsa xwe da gotibû li gorî tê gotin, ”Murad Ciwan wek mamoste di dezgeha AA de kar dike.”
Li ser vê nivîsa Husên Duzen, min jî nivîsek nivîsî û got, ”Min bi xwe jî texmîn dikir ew di bin vî îşî da ye. Û bi baweriya min ji dewletê ra gelek karên din jî dike…”
Murad Ciwan, pêr(9/9-13) bêyî ku navê min û Husên Duzen bide bersîva me daye û Avestakudê jî ev bersîva Murad Ciwan weşandiye. Ez do pê hesiyam.
Berê ez dixwazim çend gotinan li ser şêl û exlaqê rojnamegeriya Avestakurdê çend gotinan bibêjim.
Murad Ciwan, di dawiya nivîsa xwe da gotiye, ” Ji bo agahdariya di vî warî de ez vê maîlê ji hin heval û dost û nasan re verêdikim.”
Yanî wî nivîs ji bo weşanê ji Avestakurdê ra neşandiye, xwediyê Avestakurdê li ser xwe wek wezîfe dîtiye nivîsa Murad Ciwan biweşîne û bi vê riyê dilsoziya xwe nîşanî wî bide.
Lê Avestakurdê bi yek gotinê jî ji xwendevanên xwe ra qala bûyerê, nivîsa min û ya Husên Duzen nekiriye, lînka nivîsên me nedaye. Tenê nivîsa Murad Ciwan weşandiye.
Avestakurd bi vê jî nehatiye serî, gotinek jî li sernivîsa Murad Ciwan zêde kiriye. Murad Ciwan derbarê îdîa ”me,” ku ew di AA-yê da kar dike gotiye, ” îdîayeka wiha bi her awayî bêbingeh û derew e. Ez li AA’yê tu karî nakim.”
Lê diyar e dilê berpirsiyarê Avestakurdê Dilbixwîn Dara bi van gotinên Murad Ciwan rehet nebûye, loma jî rabûye gotina ”ew kes derewan dikin” li sernivîsê zêde kiriye; di gel ku di nivîsa Murad Ciwan da gotineke wiha, ”ew kes derewan dikin” tuneye.
Yanî gotine ”ew kes derewan dikin” ne ya Murad Ciwan , ”falsîfîkasyoneke” rojnamegeriya berpirsiyarê Avestakurdê Dilbixwîn Dara ye.
Wisa xuya ye ku Dilbixwîn Dara nêzîkayiyekê di nabêna xwe û Murad Ciwan da dibîne, loma jî ji rexnekirina wî gelkî aciz bûye û xwestiye bi vê êrîşa xwe ya li hemberî me dilsozî û piştgiriya xwe nîşanî Murad Ciwan bide. Belkî ji Murad Ciwan eferimekê bigre ya jî rojekê di karekî dewletê da jê ra lazim bibe.

Nuha jî ez werim ser bersîva Murad Ciwan.
Murad Ciwan, bersîva xwe bi êrîş û pozbilindiyeke mezin dest pê kiriye, gotiye, ”hin kesên xwenenas” îdîa kirine ku ew di Ajansa Anadoluyê (AA) da kar dike, lê ”îdîayeke wiha bêbingeh e, derew e.”
Îcar ”xwenenas”!
Yanî hin kesên cahil û hedê xwe nezan.
Wisa xuya ye ku li gorî Murad Ciwan, rexnekirina wî cahilî, hedê xwe nezanî yanî ”xwenenasî” ye.
Lê Murad Ciwan ji bîr dike ku ”xwenenasê” herî mezin tu esas ew e, heger wî xwe bizanîbûya û qîmet bida dîrok, nav û xeabta xwe, ew nedibû dersdarê ”du nîv rojan” yê Ajansa Anadoluyê û şirovekarê telewîzyona dewletê(TRT6-ê); ew dewleta ku heta çend sal berê jî wî wek serokê partiyeke kurd dixwest ji ortê rake.
Murad Ciwan, ji bo têkbirina vê dewleta ku ew îro di telewîzyona wê da dixebite, di ajansa wê da ”mamostetiyê” dike, di rojnameya Pêşeng û Armancê da bi sedan meqaleyên pir şoreşger nivîsîne, derbarê zalimî û xerabiya vê dewletê da gelek şîret li kurdan kiriye, lê îro ji me ra qala tiştekî din dike.
Gotineke heye, dibêjin ”gurriya navê min li te, kumê min li serê te”, ya Murad Ciwan jî bûye ev mesele.
Murad Ciwan, bi salan lîder û serokê partiyeke kurd bû, bi salan doza Kurdistaneke serbixwe kiriye, gotiye ev dewlet dewleteke îşxalkar e, emê vê dewletê ji welatê xwe derxin.
Lê îro rabûye di dezgehên vê dewletê da karkirinê normal dibîne û karê ku dewlet didê jî bi kêfxweşî qebûl dike.
Murad Ciwan, vê şêla xwe, vî karê xwe wek ”xwenenasî” yê nabîne, lê ji kesên vê şêla wî rexne dikin ra dibêje ”xwenenas”!
Bi dîtina min, ”xwenenasiya” herî mezin ew e ku di siyasetê da mriv li gorî demê û ji bo çend quriş pere rojê têkeve boyaxekê, weke buqalemûnan reng bugehere, dev ji dîrok û hemû bawerî û nirxên xwe yê berê berde û here di dezgehên neyarê xwe da, neyarê ku do wek serokê partiyekê li dij bû, kar bike.
A esas ”xwenenesî” ev e…
Murad Ciwan, di bersîva xwe da îdî dike ku ew di AA-yê da kar nake, wî tenê ”du nîv rojan li ser gramerê û zimanê rojnamevaniyê kurs daye redaksiyonê. Ew qas.”
Diyar e Murad Ciwan xwe pir biaqil û xelkê jî ehmeq dibîne, ew karê xwe yê TRT6-ê û dersdariya xwe ya ”du nîv rojan” wek kar nabîne, qey wek henekekan dibîne.
Ya muhîm ne mudet e, helwest e, tu ne li dijî karkirina di dezgehên dewletê da yî û te heta çendakî berê jî di TRT6-ê da kar dikir.
Hukûmetê îro ji bo ”du nîv rojan” kar daye te û te jî ew qebûl kiriye, lê heger ji bo demeke dirêj bûya jî, te yê ew jî qebûl bikira. Yanî tu ne li dijî xebatkariya di dezgehên dewletê da yî.
Ji xwe ji roja TRT6 ava bû û virda, ji bo dewlet di TR6-ê da kar bide te, te bi dehan program û pêşniyar birin ji berpirsiyarên TRT-ê ra. Heta ku we li ser yekê li hev kir.
Heger tu li dijî karkiriya dewletê bûya, te yê wek serokekî kurd yê berê li xwe dananiya di TRY6-ê da kar bikira, te yê dersdariya AA-yê ya ”du nîv rojan” qebûl nekira.
Bi sedan zimanzanên nêzî hukûmetê hene, çima di nava wan hemûyan da banî te dikin?
Dêmek di nabêna we û birêvebirên dewlet-hukûmetê da nasî û samîmîyetek heye kuberpirsiyarê AA-yê di nava hemûyan da banî cenabê we dike.
Ya din, ma çi ferqa karkiriya TRT6-ê û AA-yê heye ku? Herdu jî dezgehên dewletê ne. Ew dewleta ku heta çend sal berê jî tu wek serokê partiyeke kurd li dij bû û te li hemberî wê bi serokên kurd yên din ra cephe çêdikir.
Lê îro te çixîzek kişandiye ser wê dîroka xwe û tu êdî bi rêvebirên eynî dewletê ra dostî û hevaltiyê dikî, tu di dezgehên vê dewletê da kar dikî. Roja kar didin te, çi kin û çi jî dirêj tu qebûl dikî.
De îcar çima ne rast e, çima derew e?

PARVE BIKE