31 oktober 2013

Dibê jinên kurd jî bi kincên xwe yên kurdî herin meclîsê

Sê çar parlamenterên jin yên AKP-yî îro sergirtî çûne meclîsê û gotine ewê ji nuha û pêva jî tim sergitî beşdarî civînên meclîsê bibin.

Weleh çawa beşdar dibin bila bin, ew ji xwe ra dizanin û ez îşê xwe ji vê teşxela tirkan naynim. Ji ber ku meclîs meslîsa tirka ye, ewê çawa û bi kîjan qiyafetî herin meclîsa xwe ew ji xwe ra dizanin.

Lê dibê ji nuha û pêva, jinên kurd jî bi kincên xwe yên netewî herin civînên meclîsê û belediyan. Serokên belediyan jî dibê mêr êdî kanibin bi şal û şapik û jin jî bi kincên kurdî herin karên xwe.

Ji ber ku demokrasî dibê ne ji bo jinên tirk tenê, ji bo kurdan jî hebe…

XXX
Skandala NSA(Teşkîlata Parastina Netewî ya Emerîka) yanî meriv dikane bibêje çav û guhê Emerîka, her ku diçe mezintir dibe. Nuha jî li gorî rojnameya Washington Postê, NSA-yê li hemû trafîka di nabêna Googlê û Yahoo da guhdarî kiriye.

Ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê bigre heta bi Vatîkanê, NSA-yê li milyonan însanî guhdarî kiriye.
Yanî mêrikan negotine viya ji me ye, viya dostê me ye, viya hevalê me ye em lê guhdarî nakin. Na, kanîbûne lê kê û kîjan welatî guhdarî bikin, texsîr nekirine, lê guhdarî kirine.

Lê ez ditirsim ku ne Emerîkayê tenê, welatên din jî eynî tişt kiribin. Ji ber ku hemû jî pîncên eynî sîstemê ne, yek ji yê din ne paqijtir û ne bi exlaqtir e, hemû jî pîncên di ser hev ra ne.

Weleh dinya xera bûye, berê dema telefon melefon tunebûn pir xwess bû, kesî nikanîbû li meriv gudarî bikira. Ji bo guhdarî kirinê dibê ya wek cîroka hirçê di rojinê ra guhdarî bikra ya jî di difikë ra û ya jî xwe bida ber pacê. Wekî din tu rê tunebû.
Nuha kes nikane li mala xwe jî, bi xanima xwe ra jî bêtirs bipeyive, tu garntî tuneye ku NSA li meriv guhdarî nake.

Bi baweriya min pisstî vê teknîkê êdî ji tirkan ra MIT qet ne hewce ye, ma li hemberî teknîkeke wiha MIT dikane çi jahrê belav bike !

Şepaleke kurd û "dîwarê şermê"!

Şepaleke kurd li hemberî ”dîwarê şermê” yê Erdogan di nabê kurdan da dide lêkirin bi qehreman li ber xwe dide
Seroka Belediya Nisêbînê Ayşe Gokkan, ji do da ye ”dîwarê şermê” yê ku dewlet li ser sînorê Nisêbînê û Qamişloyê di nabêna kurdan da lê dike ketiye greva birçîbûnê û vê zulma hukûmeta AKP-ê wek şepalekê protesto dike. Gokkanê ev protestoya xwe ya grewa birçîbûnê îro guherand rojiya mirinê.

Tê gotin ku hemû xebatkarên belediyê jî ji bo piştgiriyê bidin Gokkanê, xebatên xwe rawestandin û berbî sînor ve meşiyane.
Li gorî nûçeya DÎHA-yê, Ayşe Gokkanê do di qada mayinkirî, erdê ku dîwar li ser lê tê lêkirin dest bi grewa birçîbûnê kir û ev çalakiya xwe îro vegerand rojiya mirinê.

Li gorî xebara DÎHA-ê aktîvîsta DOKH-ê Şaîze Çelîk, Hevseroka Rêxistina BDP-ê ya Nisêbînê Zînet Algat û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP-ê Ferhat Tarhan duh bi şev çûne serdana Gokkanê û dîtin ku Gokkan di çalakiya xwe da biryardar e, nafikire dev ji vê protestoya xwe berde.

Gokkanê ji Tarhan û kesên pê ra gotiye,
"Tevî ku ez amîra mulkî me bi rojane tu agahî ji min ra nayê dayîn. Bersivê nadin tu serlêdanên min. Ez Şaredara vî bajarî me. Lê belê derbarê dîwarê li ser sînor tê lêkirin da tu agahiyê nadin min".

Gelek polîs û tîmên dewletê jî bi tank û panzêran xwe dane hemberî Gokkanê.
Erdogan li dijî dîwarê Îsraîl li Gazayê lêkiriye, wî dîwarî ji dewlweta Îsraîl ra tim dike eyb û rûreşîyeke mezin, lê ew bi eynî dîwarî di nabêna kurdan da dide lêkirin.

Ev dîwar tenê têr dike ji bo ku meriv fêm bike ku Erdogan çiqasî neyarê mieltê kurd e.

XXX
Gotinekepêşiyên kurdan heye, dibêjin ”xizano bi raya xwe nizano.”
Kesê bi raya xwe nizanibe li zirarê derdikeve.

XXX
Hin kurd ji mezinayiya tirkan pir hez dikin, dixwazin tirk tim axa bin û ew jî xulam û bermaliyê wan bin.

30 oktober 2013

Ji bo şairê mezin Arjen Arî



Îro yekemîn salvegera wefata şairê hemû evîndaran, şairê kurd û Kurdistanê Arjen Arî ye. Di yekemîn salvegera wefata vî şairê mezin da ez wî bi evîn û bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Arjen Arî, ji şairên dîroka me ya nêz yê herî mezin e, lê çi heyef ku di saxiya xwe da kurdan ev mezinayiya wî kirin qurbana hin hizrên siyasî û loma jî li gorî mezinayiya wî lê xwedî derneketin û qedir nedanê.

Hin kes ne bi hunerê xwe, lê bi saya têkilî û hostatiya reqlama xwe zû meşhûr bûn, lê ji ber ku Arjen Arî tenezulî karekî wiha nekir, bi qasî ku heq kiribû nehat nasîn.

Lê îro hemû kurd dibînin ku Arjen Arî bi rastî jî şairekî miletê kurd yê gelkî mezin bûye, ew hêjayî her qedir û qîmetê ye.
Şiîrên Arjen Arî cara pêşî(1978-80)li Kurdistana bakur di kovara Tîrêjê da derketin. Ew, şervan û şairekî xort yê tevgera DDKD-ê bû, bi wextê ra mezin bû.

Piştî darbeya leşkerî ya 1980-ê jî Arjen Arî gelek berhemên giranbuhyên nemir pêşkêşî gelê xwe û hezkiriyên xwe kir.
Li gel ku ez û Arjen Arî ji eynî tevgera siyasî dihatin, lê ji ber ku ew hinekî xort bû me hevûdu nasnedikir û dû ra jî qismet nebû em hevûdu bibînin û hevûdu ji nêz ve nas bikin.

Lê bi pêşketina înternetê di van salên dawî da şîirên Arjen Arî pir bala min dikikişand û loma jî me çend caran çend rêz ji hev ra nivîsîn. Ez van e-mailên di nabêna min û wî da li jêr diweşînim. Ji bo ku wenda nebin.

Merheba birayê hêja!
Gelek sipas ji bo e-maila te ya giranbuha. Bêguman tiştê te gotiye rast e, ji xwe heger hemû kurd bi xîret bûna û bi qasî ku tirk li tirkîtiya xwe xwedî derdikevin, ew jî li kurdîtiya xwe xwedî derketana nuha halê me ne ev hal bû.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

2008-07-24
Date: Thu, 24 Jul 2008 01:07:45 -0700
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: Bejan û gotinén Huseyn
To: zinarexamo@hotmail.com

Dema te bi xér û xweşî be ezbenî,
Min nivîsa we xwend û min bala xwe dayêku bi nivîsa Huseyn efendî, hûn gelekî êşiyane.
Lêbelê ezbenî, wexta ku tîma tirk û hineke din bi topêdileyizin û ku tirk bi ser dikevin, xwezî êvarekê tu bihata temaşeya coşa Diyarbekriyan; we yê bidîta bê ku Huseynê reben di 'derve' rast negotibe jî, bo 'hûndir' rastiya rast aniyêzimên.
Hima, ji kerema xwe li dora xwe meyzêne: meyzênê bê çend kurdan zimanê tirkan kirine mebesta jiyan xwe...
Li gel silavén ji milkêdil.
Arjen Arî

xxxxxxxxxxxx
2010-12-19
Birayê Arjen, gelek sipas ji bo van gotinên te yên dostane.
Her çiqas dibêjin "rê ji dilan diçe dilan" jî, lê bi xêr îcar dema ez hatim welêt dibê em hevûdu bibînin.
Ma tu li ku dimînî û ez dikanim te çawa bibînim?
Nêta min heye vê buharê, di dawiya meha nîsanê da werim welêt. Heger tu li Kurdistanê bî ez dixwazim te bibînim.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo



Date: Fri, 17 Dec 2010 11:56:06 -0800
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: destxweşî
To: zinarexamo@hotmail.com

Ezbenî, dem û çaxên te bi xêr.
Bi kêfxweşî min serî li malpara te da.
Ji kerema xwe, carinan wisa me ji 'xew' şiyar bike, da ku em nivîsén te yên 'kurdîlî' bixwînin.
Bi hêviya bextewariya we...
Arjen Arî
XXX
Ev Çiya Rûsipî ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr…
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l’bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Arjen Arî

29 oktober 2013

Ji bo ku kurd nebin kurd HDP ava kirin

HDP-ê donepêr(27/10-13) kongreya xwe ya yekem li Anqereyê çêkir. Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel bûn hevserokên HDP-ê.

Bi qasî ku tê gotin piştî hilbijartinên mehelî ya ewê BDP-ê bigrin ya jî bidin aliyekî û HDP-a çepên tirk têxin dewsa BDP-ê. Yanî ked û xebat gelê kurd ya bi salan bi lîstikê ewê bi avê da berdin. Mesela girtin û vekirina partiyan û tifaqa bi çend çepên tirk ra êdî lîstik jî derbas kir, bû komediyeke erzan.

Meriv meraq dike, di demeke ku BDP di nava kurdan da roj bi roj xurt dibe, çima dike were girtin?
Çima dikin kilîtê li deriyê BDP-ê xin û partiyek tirk ya bêşans, ku ewê tu carî nikanibe xurt bibe û bibe alternatîf derdixin hemberî kurdan?

Gelek sebeb tên rêzkirin, lê bi baweriya min sebebê esasî BDP zêde xurt bû, dixwazin ev hêz ji ortê rabe û kurd bêpartî bimînin.
Di warê legal da partiyeke kurdan tunebe û rayên kurdan herin partiyên tirk ya jî bişewitin.

Û pişî hilbijartinan jî dibê kurd di warê legal da bêrêxistin bin, hêza wan têkeve bin destê çend çepên kemalîst.
Ji her kesî bêitir hukûmeta AKP-ê dixwaze ji BDP-ê xelas bibe, loma jî ez dibêjim pir ne dûr e ku tiliya hukûmetê jî di vê projeya HDP-ê da hebe. Ji bo ku kurd di hilbijartinên pêşda bi xuertî û bi tifaqeke netewî nekevin hilbijartinan. Ji bo ke pêrgî li ber AKP-ê vebe, li Kurdistanê hêza herî xurt tasfiye dikin…

Kurd rayên xwe nadin HDP-ê û dibê nedinê jî. Tu feydeya kurdan tuneye ku çend tirkên din jî bişînin parlamentoyê.

BDP-ê heta nuha herçiqasî her tim siyaseteke tam kurd û Kurdistanî nedimeşandibe û carnan hin çepên tirk yên marjînal kiriybe reîs û parlamenterên kurdan jî, lê dîsa jî BDP li ber dilê min û piraniya kurdan partiyeke kurd bû û ji alî kurdan ve dihat îdarekirin.

Lê HDP ne partiyeke kurd e û ji alî kurdan ve nayê îdarekirin. HDP, partiyeke çepên tirkên kemalîst e. Û heger wek dibêjin BDP were girtin, bi milyonan kurd ewê herin partiyeke tirk û Ertugrul Kurkçu ya jî Onder ewê bibe serokê kurdan.

Yanî çawa di AKP-ê û CHP-ê da tirk serok û mezinên kurdan e, li vir jî ewê eynî tişt bibe; tirk ewê bibin mezinên kurdan.

Û kesên bi rayên xwe emê bikin serokên xwe jî kesên zugurd in, bêkes û bêhêz in; ew û rayên xwe ne. Lê ji ber ku tirk in dikin bibin mezinên kurdan.

Meriv fêm nake, çima kurd ewê nebin xwediyên partiyên xwe, çima ewê bi tirkan ra partiyan çêkin?

Li tu dereke cîhîna siyasetmedarên miletê bindest tiştekî wiha nakin, mirovên miletên serdest nakin serokên xwe.

Ma ne di salên 1960-î da me û tirkan riya xwe ji hev qetand û me got em kurd miletekî cihê û xwedî welatekî cihê ne, loma jî emê xwe cihê(ne bi tirkan ra) organîze bikin û me kir. Me partî û komeleyên xwe ava kirin.

Lê wisa xuyaye PKK(bi bawriya min ji PKK-ê bêtir, Ocalan, çep û elewiyên di nava PKK-ê da viya dikin)dixwaze vê dîrokê dîsa paşda bibe û kurdan dîsa têxe bin destê tirkan.

Heger çepên tirk hewqasî ji hevkariya kurdan hez dikin, bira herin nava PKK-ê bibin gerrîla û bi PKK-ê ras ser bikin.

Viya nakin, lê dixwazin bi rayên kurdan bibin serokên belediyan û parlamenter. Bi rayên kurdan bibin serok û mezinên kurdan.
Ma ji viya xweştir?

Lê ev yek ewê hewqasî ne hêsan be, kurd îcar ewê vê daxwaza Ocalan û elewiyên çep bicî neynin.
Kurd bi vê projeya HDP-ê cara pêşîye ewê derseke baş bidin Ocalan û PKK-ê.
Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon û sînyalê vê meylê dibîne…

Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.

Kurd, lê bi taybetî jî cîlên xort êdî ne kurdên berê ne, hestên netewî di nava xortan da roj bi roj xurt dibe û êdî dixwazin kurdên baş, kurdên miletperwer bikin nûnerên xwe, ne çepên tirk yên kemalîst.

Loma jî li jor çi biryar tê dayin bira were dayin, gelê kurd ewê tu carî serokatî û mezintiya çepên tirk yên marjînal û kesên wek Sabahat Tunecelê qebûl neke.

Êdî kurd rast nabînin kemalîstên bêyî raya xwe ne xwedî tu hêz in, bi rayên xwe bikin serokên xwe.
Di ser da van çepên tirk yên kemalîst li dijî serxwebûna kurdan û tifaqa miletê kurd ya mezin in. Dixwazin bi riya partiyên wiha kurdên bakur ji kurdên din dûr bixin û bikin tirk, têxin bin kultur û hegemonyaya tirkan.

Loma jî bi qasî meriv fênm dike kêfa hukûmetê gelkî ji avabûna HDP-ê ra tê. Serokwezîr jê ra pîrozbahiyan dişîne, polîs bînfirehî û xweeşbîneyeke mezin nîşanî kongreyê dide, kesî saxî nake, terorîze nake.

Lê li hemberî kongreyên BDP-ê polîs tu carî wiha nazik û kibar nebûye, tim keşên beşdar terorîze kirine.
Ma her tirkê gotineke baş di heqê me da bike qey emê rabin wî/wê bikin reîs û parlamenterê xwe?
Ev ne tu hawa ye.

Dostên miletên din tu carî naçin nabin parlamenter û serokên partiyên wan.
Ma çima emê bi hin şexs û gurûbên tirk yên marjînal ra partiyan ava bikin û wan bikin nûnerên xwe.
Heger dostên miletê kurd in bira di civata xwe da, di nava milet da bixebitin û ji me ra dostan çêkin, piştgiriyê bidin me.
Heger PKK li dû hevkarî û tifaqê ye, bira bi kurdan ra, bi hêzên kurd yên îslamî û yên din ra tifaqê bike û riyên avakirina cepheyeke berfireh bigere.

Sê kurtefîlmên li ser kurdên paş "Çiyayê Qaf"

Rojnamevan û nivîskar Salihê Kevirbirî îşev li Kitêbxaneya Kurdî 3 kurtefîlmên xwe nîşan da.
Filmê yekê li ser kurdên ermenîstanê bû, yê duyem li ser kurdên Gurcîstanê bû û yê sêyem jî li ser kurdên Kirgizîstanê bû.
Hersê fîlmî jî heryek li dora 25 deqîqeyean bûn, lê li gel vê kinbûnê hersê fîlm jî têra xwe serkeftî û balkêş bûn. Bi kurtî be jî meriv di heq kurdên wan welatan da dibû xwedî fikir û digihîşt qenaetekê.

Kevirbirî, di her her kurtefîlmekî da bi kinî kurdên wan welatan bi temaşevanên xwe dide naskirin, rewşa wan ya siyasî û sosyal radixe ber çavê temaşevan û bi kurtî qala hin gelşên kurdan yên li wan welatan û yên kurdan xwe bi xwe dike.

Destpêk û xebateke baş û hêja ye. Berê ji bo me kurdên Kafkasan û Asya Navîn wek hûtên li paş çiyayê Kaf bûn, me qet nizanîbû di çi halî da ne.

Bi riya fîlmên wiha kurd hay ji hev dibin û hevûdu nas dikin. Meriv dibîne li gel ku bi salan e ji welatê xwe, ji qewmê xwe dûrketine, lê dîsa jî neheliyane, dîsa jî zimanê xwe ji bîr nekirine û dev urf û adetên xwe, dev ji cil û bergên kurdî û muzîka kurdî bernedane.

Lê ya herî girîng jî evîn û hesreta Kurdistanê di dilê wan da tu carî nemiriye, tim gurr û geş maye û şax daye. Ew ji me bêtir ji bo bi dîtina Kurdistaneke serbixwe dişewitin. Û loma jî kurdekî Gurcistanê ya jî Kirgizîstanê got, heger em nikanibin vegerin jî em dîsa jî dixwazin Kurdistan ava bibe, dema dewleta me jî hebe emê jî bibin bi xwedî…

Rast e, miletê bêdewlet miletê bêxwedî ye. Bi hîviya di demek nêz da ”xwediyê” miletê kurd jî çêbibe…

XXX
Heta nuha li gel hemû kêmasiyan di hilbijartinan da kurdan(yên nêzî PKK yên ne nêzî PKK-ê) digot BDP partiya me ye, emê rayên xwe bidin xwe, nadin partiyeke tirk.

Û me ji kurdên rayên xwe didan partiyên tirk ra jî digot, rayên xwe nedin tirkan û partiyên tirkan, bidin kurdan û partiyên kurdan. Ma tirk rayên xwe didin BDP-ê?

Lê heger bi rastî jî BDP-ê bigrin û HDP-a çepên tirk li ser kurdan ferz bikin, kurd ewê vê emirwaqiyê qebûl nekin û rayên xwe nedin HDP-ê, ji dilê wê ve ewê bidin partiyeke kurd.

Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon sînyalê vê meylê dibîne…
Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.
XXX
Hevseroka HDP-ê Sbahat Tuncel xanimê waya ji nuha da rota xwe ya berbî CHP-ê û kemalîstan nîşan daye û gotiye, ”ew dikanin bi CHP-ê ra li Stenbolê namzetekî mişterek nîşan bidin. Ji xwe tiştê dibê bibe jî ev e.”

De ser xêrê be. Lê piştî sosireteke wiha ewê çepên kemalîst û kurdên welatparêz tam ji hev biqetin, herkesê here ser koka xwe.
Ji xwe ciyê we yê rastî CHP ye. Lê kurd ewê nebin CHP û kemalîst. Kurd di warê rûhî û siyasî da êdî ji tirkan qut bûne, kes nikane careke din kurdan bi tirkên kemalîst ve monte bike.

Bi siyasetmedarên wiha Kurdistan rizgar nabe

Heger yek ji derve were û bi darê zorê gundê meriv ji meriv bistîne û têda bicî bibe. Û meriv jî ji xwe ra bike xizmetkar û kole.
Zimanê meriv li meriv û li zarokên meriv yasax bike, nehêle zarokên meriv bi zimanê dayika xwe bixwînin û zimanê xwe jî bi zor bi meriv û zarokên meriv bide fêrkirin.

Navê gundê meriv biguherîne û navekî bi zimanê xwe lêke. Û ji bo ku meriv li dij ranebe û gundê xwe jê nestîne bi hezaran qereqol di gundê meriv da çêke.

Bi hezaran leşker û polis têda bicî bike. Bi sedan zindanên wek kampên êsîran di gund da lêke.
Û gava meriv li hemberî vê zulmê derkeve jî ji meriv ra bibêje “terrorist” û meriv bavêje zindanê û bi salan di zindanan da birizîne. Nehêle meriv di zindanê da bi dê û bavê xwe ra bi zimnê xwe bipeyive, bi zimanê xwe binivîsîne.

Yên neyên girtin û ji ber vê zulmê birevin jî li serê çiyan bi balafiran, bi tank û topan bombebaran bike, çekên kîmyayî li hemberî wan bikar bîne.

Welhasil ji bo ku gundê meriv jê ra bimîne û meriv jî wek qewm bihelîne, her zulmê û neheqiyê li meriv û li xizmên meriv bike.
Heger meriv dev ji doza girtina gundê xwe bernedabe meriv naçe li ba vî axayê zalim naxebite, di radio û telewîzyona wî da programan çêneka û nabe karkirê wî.

Ez bi xwe karekî wiha bi çi nêtê û di bin çi navî da dibe bira bibe, rast nabînim, wek karekî pîs dibînim.
Heger ez nikanibim li hemberî vî zalimê ku gundê min ji min û ji merivên min stendiye û hewqas zulm li min û li merivên min dike rabim, lê jê ra nabim karkir jî, di dezgeha wî ya propagandeyê da kar jî qebûl nakim.

Dema ez viya dibêjim hin kes diqeherin, gazinan ji min dikin, dibêjin tu neheq î…
Xelkê ne gundek, welatek ji me stendiye û van tiştan hemûyan tînin sere me, lê em dîsa jî rast dibînin ku di dezgeha dewletê ya propagandayê da kar qebûl bikin.
Dema ez vê yekê rexne dikim, gelo ez neheq im, tişê ez dibêjim şaş in?

28 oktober 2013

Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min: TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …



Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min:
TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Di 16-ê cotmehê da min nivîseke li ser Îbrahîm Guçlu nivîsî û xebata wî ya di TRT-ê da rexne kir.
Birêz Guçlu îro bersîvek ji min ra şandiye. Ji bo ku neheqî lê nebe, ez bersîva birêz Guçlu him di bloga xwe da û him jî di facebooka xwe da diweşînim. Çimkî min jî nivîsa xwe him di facebookê da û him jî di bloga xwe da weşandibû.
Wekî din jî dixwazim bi kurtî çend gotinan derbarê hin gotinên birêz Guçlu da bibêjim.
Yek, ez li dijî TRT-6 derneketime û min tu carî negotiye kesên têda dixebitin xayin in ya jî dibê kurd lê nexebitin.
Rexneyên min ne li avabûna TRT6-ê, ne li karkirên normal, li hin serok û siyasetmedarên xwedî îdîa yên bûne karkirên wê çêbûye.
Min heta nuha tu carî ne Îbrahîm Guçlu û ne jî siyasetmedarekî kurd yê din ji ber ku derketine telewîzyonên tirk yên taybet rexne nekiriye. Belovacî wê, hin caran min pesnê axaftinên wan daye.
Heta beşdariya telewîzyona dewletê jî min rexne nekiriye. Min tu carî negotiye dibê kes beşdarî minaqeşeyeke zindî nebe û fikrê xwe nebêje. Heger sansor tunebe meriv fikrê xwe li her derê dibêje.
Tiştê heta nuha min rexne kiriye di telewîzyona dewletê da qebûlkirina sansûrê û karkiriya TRT6-ê ya hin serok û siyasetmedarên kurd e.
Min gotiye ne rast e ku siyasetmedar û serokên berê, herin di TRT6-ê da programan çêkin û bibin karkirê TRT6-ê. Serokatiya gel û karkiriya di telewîzyona dewletê li hev nake.
Naveroka axatinan çi dibe bira bibe ferq nake. Siyasetmedarekî xwedî îdîa ne rast e di telewîzyona dewletê da programan çê bike û ji dewletê pera bigre. Beleşa bike jî şaş e.
Siyasetmedarekî cidî, yê li dijî dewletê naçe nabe karkirê telewîzyona dewleta ew li dij e.
Min berê jî gotibû ez disa bibêjim, ma sibe birêz Burkay ji partiya xwe îstîfa bike û here di TRT6-ê bibe programçêkir rast e?
Bi dîtina min ne rast e û ezê rexne bikim.
Birêz Guçlu jî do yekî wek Burkay bû. Wî û Mûrad Ciwan bi Burkay ra li hemberî vê dewletê cephe çêdirkirin.
Dîsa Guçlu di bersîva xwe da gotiye, min “nêrîna wî şaş pêşkêş kiriye, min “buhtan” li wî kiriye”
Ev ji bin da ne rast e. Min di nivîsa xweda wiha gotiye:
“Guçlu ji Şehmûs ra digot, naveroka ”pakêtê” ji daxwazên Ocalan pir pêşdatir e, ”hebûna kurdan hatiye naskirin, rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vebûye” û gelek tiştên din…
Îbraîhîm Guçluyê berê yê pir radîkal, şervanê Kurdistana serbixwe û neyarê dewleta tirk çûbû, Îbrahîmekî din hatibû dewsê.”
Ev gotinên min yên jor yek jî ne “şaş” e û ne “buhatan” e. Heger buhtan e bira teksta axaftina axaftina xwe belav bike û van nimûneyên min dane pûç bike. Hema hema herf bi herf wî wisa got û min jî ew gotinên wî girt nivîsa.
Ez tu carî tenezulî bêbextiyê, buhtanan û derawan nakim. Viya birêz Guçlu jî baş dizane. Wî çi gotiye, min ew neqil kiriye.
Zinarê Xamo


XXX

TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dema ku li Tirkiyeyê telewîzyonek û telewîzyona dewletê TRT-ê hebû, tu car muxalîfên dewletê û kemalîzmê nedikarîn derkevin bernameyê telewîzyonê. Telewîzyona dewletê, ji bona siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdan bi awayekî qetî qedexe bû. Kurdan hîç nedikarîn derkevin bernameyê TRT-ê.

Di dema Ozal de di statuya telewîzyonan de guhertin pêk hat. Li cem telewîzyona dewletê, telewîzyonên taybet û telewîzyonên kesan/şirketan hatin ava kirin. Di destpêkê de telewîzyonek taybet STAR ava bû, pişt re hejmara van telewîzyonan zêde bûn.

Hîç şik tune ye ku ew guhertina li Tirkiyeyê bi xwe bi xwe çênebû. Ev guhertina encama guhertina dinyayê, têkoşîna demokratên tirk û kurdên welatparêz bûn. Wek tê zanîn di dema Ozal de di demokrasiyê û teknolojiyê de û di pirsên bingehî yên Tirkiyeyê de guhertinêb nispî pêk hatin. Ev guhertinan bûn sedem ku li Tirkiyeyê jî guhertinên nû biqewimîn. Ev guhertinan beriya Şerê Sar dest pê kir û piştî ku Şerê Sar qediya jî dom kir.

Di nav van guhertinan de nisbî be jî di pirsa miletê kurd de jî guhertinek pêk hat. Cara yekemîn bû ku miletê kurd ji aliyê serokwezîrekî dewletê de bi awayekî fermî hat nas kirin. Li ser mafên miletê kurd minaqeşeyan vekirî û yasayî dest pê kir. Ozal got ku “li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene û federasyon jî dikare li Tirkieyyê bê minaqeşe û gengeşî kirin.”

Piştî ku telewîzyonên taybet ava bûn, muhalîfên demokrat û çep û îslamî jî di destpêkê de di telewîzyonên taybet de nêrînên xwe anîn ser zimên. Piştî demekê jî siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî di wan telewîzyonan de nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Lê di wê demê de li derveyî welêt jî bi destê PKKê telewîzyonek ava bû. Di vê telewîzyonê de ew kesên PKKêyî û kesên nêzikî PKKê beşdarî bernameyê wê telewîzyonê dibûn û propagandaya PKKê dikirin.

PKKê, ew kesên beşdarî telewîzyonên tirkan û tirkî dibûn jî, tewanbar dikirin. Lê PKKê di telewîzyona xwe de jî cî nedida siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd.

Ji bona ku telewîzyonên taybet ew kesên muxalîf yên demokrat û çep derxistin bernemayên xwe, telewîzyona dewletê TRTê jî, ji bona ku bikare bi wan telewîzyonan re reqabet bike, mecbûr bû ku muxalîfên çep û demokrat derxe bernameyên xwe.

Dema siyasetmedar û rewşenbîr û nivîskarên Kurd derketin telewîzyonên tirkan yên taybet, di nav kurdan de minaqeşek û gengeşiyek dest pê kir. Bila siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîrên kurdan dernekevin telewîzyonên tirkan û di wan telewîzyonan de bîrûreyên xwe diyar nekin.

Bi taybetî jî PKKê û hevalbendên PKKê ev yeka dikirin. Lewra PKKê dizanî ku dema siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd di bernameya telwîzyonan de cî bigrin, wê demê ji aliyê raya giştî ya tirk de dê bihat zanîn ku ji derveyî PKKê jî kurd hene, tevgerên kurd hene, stratejiyên din yên kurdan hene.

Ji derveyî PKKê û hevalbendên PKKê jî beşek/birek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd, di wê reyê de bûn ku divê kurd dernekevin telewîzyonên tirkan.

Min ev reya tu car neeciband. Bi taybetî jî di şertên bandora PKKê de derketina siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên telewîzyonan gelek girîng bû. Min digot ku “divê em li naveroka bernameya û gotinên siyasetmedar û rewşenbîrên kurd binêrin ku kurdên beşdarî telewîzyonan dibin, çi dibêjin.”

Di heman dem de telewîzyon dibûn sedem ku siyasatmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bên nas kirin. Gel, kurdên beşdarî bernameyên telewîzyonan dibin, nas bikin. Ji bona wan qiymetek diyar bikin.

Ez, di wê nerînê de bûm ku ew kurdên digotin ku bila siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd dernekevin telewîzyonên tirkan, dibûn sedem ku bandora yek siyasetekê û rêxistinekê dom bike.

*****

Ez jî piştî demekê beşdarî gelek bernameyê telewîzyonan bûm. Gelek kesan naveroka nêrînên min nedida berçav, rexne dikirin ku ez çima derdikevim bernameyên telewîzyonên tirk.

Dema ku ez beşdarî bernameya telewîzyonan bûm, tu kesî bi min re tu dem bazarî nekir ku ez çi bibêjim û çi nebêjim. Min nêrînên xwe bi azadî anîn ser zimên.

Loma min di telewîzyonan de gelek nêrînên balkêş; bi taybetî jî nêrînên kurd û kurdistanî anîn ser zimên: Min kolonyalîstbûna dewleta tirk, kolonîbuna Kurdistanê, parçebûna miletê kurd û Kurdistanê, îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzm; siyaseta dewleta Kemalîst ya Tirk li hemberî miletê kurd û tirk deşifre kir. Mafê çarenivîsiya miletê kurd parast. Mafê dewletbûna miletê kurd û kêmtirin mafê federal parast. Ji serîhildanên Kurdistanê re xwedî derketim. Ji statuya Başurê Kurdistanê û ji têkoşîna milî ya beşên Kurdistanê re xwedî derketim.

Di gelek mijarên din de jî min nêrînên xwe pêşkêş kirin.

*****
Min di bernameyên telewîzyonan de piştî demekê jî, gelek vekirî karaktera PKKê jî deşîfre kir, siyasetên PKKê û qetlîamên ji aliyê PKKê de hatibûn kirin jî, min pêşkêşî raya giştî kir.

Wê demê li hemberî min qempanyek gelek mezin dest pê kir.

PKKê raste rast li dijî min derket û xwest ku dengê min bibire. Min ev yeka fahm dikir. Lê hezar mixabin birek siyasetmedar, rewşenbîrên kurd jî li dijî min derdiketin.

Di vê merheleyê de jî ev helwesta li hemberî min dom dike.

Lê beşekî mezin siyasetmedar û rewşenmbîrên kurd jî li naveroka bernameya dinêrîn û piştgirî didan min.

Loma ez dibêjim ku divê carek din her kurdek li naveroka wan bernamayan binêre û gor wê min rexne û şirove bikin.

Tê zanîn ku ji bona gelek bernemayên telewîzyonan û hevpeyvînên min yên di rojnameyan de jî gelek doz vebûn. Ez jî hatim ceze kirin.

TRT 6 û Minaqeşeyên Di Derbarê TRT 6ê de…

Piştî ku TRT 6-ê dest bi weşana kurdî kir, di vê pirsê de jî gelek minaqeşe derketin.

PKKê û hevalbendên PKKê raste rast li dijî TRT 6-ê derketin û ji TRT 6-ê re dijminitî kirin. Ew kesên derkevin bernameyên TRT 6-ê û ew kesên ji TRT 6-ê re bernameyan çêkin xayîn îlan kirin.

Lewra PKKê nedixwest ku nêrînên nû û alternatîfên nû yên dezgehî derkevin holê.

Ez, beşek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, me dizanî ku TRT 6 dezgehekî dewletê ye û bi kurdî weşan dike. Loma me ji TRT 6-ê re piştgirî kir. Lê me statuya wê ya hiqûqî û naveroka bernameyên wê jî rexne kir.

Me got ku, “TRT 6 encama têkoşîna neteweyî ya kurdan mewziyeke hatiye qezenç kirin. Loma divê em him rexne bikin û hem jî jê re xwedî derkevin.”

Ew kesên li dijî TRT 6-ê derdiketin: Derneketin bernameyên TRT 6-ê. Lê pişt re beşekî wan poşman bûn û di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ew kesên din yên beşdarî bernameyê TRT 6-ê bûn û di TRT 6ê de bername çêkirin, bi vî awayî xwestin ku TRT 6 pêş bikeve.

Ji bona ku TRT 6 bikare bernameyên xwe bimeşîne û jiyana xwe bidomîne, ez jî bûm alîkar. Min di gelek mijarên girîng hevpeyvîn dan TRT 6-ê. Ez çend caran beşdarî bernameya “Siyaseta Rast”, bernameya “Rojeva Herêmê” û carek jî beşdarî bernameya “Civat û Siyasetê” bûm. Wê demê Amadekarekî bernameya “Civat û Siyasetê” jî Mûrad Cîwan bû.

Di TRT 6-ê de beşek rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî bername çekirin.

Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak û Muhsîn Kizilkaya û kesên din jî di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ez bi naveroka bernameya wan re û bi naveroka nêrînên wan re eleqedar bûm. Gelek kurd jî bi naveroka bernameyên re eleqedar bûm.

Min û kesên din tu cara nefikirî ku Sertaç Bûcak û Mûrad Cîwan û kesên din jî bûne mirovên dewletê.

Îsal ji bona min jî pêşniyar hat kirin ku ez di bernameya “Rojeva Herêmê” û “Civat û Siyasetê” de cî bigrim û bibim şirovekarekî daîm; min bes tu mijar anîn ber çav û ez li ser fikîrim: 1- Gelo ez bi wan bernameyan dikarim fêde bigihînim çanda kurd û siyaseta kurd û tevgera neteweyî ya kurd an na? 2- Ezê di bernameyan de bi azadî nêrînên xwe pêşkêş bikim an na?

Lê dema ku ji min re pêşniyar hatibû kirin, min baş dizani ku ew min nas dikin, helwesta min nas dikin; gorî wê ji min re pêşniyar dikin. Wan dizanî ku ez beşdarî bi sedan bernameya bûme û min bi azadî nêrînên xwe anîne ser zimên.

Dema ku di van herdu xalan de bersîva min êrenî bû, min biryar da ku di bernamaya “Rojeva Herêmê” de cî bigrim.

Dema ku ji min re teklîf/pêşniyar jî hat kirin, min got ku “ez ji bona peran di bernameyê de cî nagrim. Bi we re bazariya pera nakim”. Min bi wan re bes li ser pîvan û konsepta bernameyê axiftin kir. Wan ji min re got ku “ji bona me standartek malî jî heye.”

Lê rastî ez hîn nizanim standarta wan ya malî çi ye? Lewra min heta nûha ji wan pere jî negirtiye.

Ji bona min naveroka bernameyê girîng e. Ez nûha bes dikarim di vê bernameyê de bîrûreyên xwe bi siyasetmedar, rewşenbîr û birayên xwe yên kurd re parve bikim.

Rexne û tewanbariya Zinarê Xamo…

Qasî ez dizanim Zinarê Xamo di berbarê min û hevalên berê yên ku di TRT 6-ê de bernameçekirî de nivîs nivîsand.

Xuya ye ku Seyîtxan Mercan jî, ji wî deyn girtiye.

Gorî Zinar Xamo hevalên din bûna hevalên dewletê û ez jî ketime wê pêvajoyê.

Zinar Xamo dibêje: “Dewlet di TRT6-ê da siyasetmedar û serokên kurd bi hev diguherîne, teskereya yekî dide dest, yekî nuh digre dewsê. Yanî bi buhayekî pir erzan yeko yeko pûç dike. Min nizanîbû, ez nuh fêr bûm ku îcar jî Îbrahîm Guçlu di TRT6-ê da dest bi kar kiriye. Hukûmeta AKP-ê TRT6 kiriye wasîteya teslîmgirtinê, nêçîra xwe bi TRT6-ê dike.”

Pêşi gelek aşkere bibêjim ku ev uslûba Zinarê Xamo ûslubekî edebî û etîk nîn e. Ez wek hevalekî wî yê kevn, heta ez jî kesekî ku di gihîştina wî de xwediyê rolekî me, ez vê uslûbê layiqî wî nabînim û ez wî şermazar dikim.

Ez ji bona ev tespîtên Zinarê Xamo, bibêjim ew cahil e, ez neqiye dikim. Lewra ez dizanim ku ew zana ye. Ew jî baş dizane ku Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak jî nebûne mirovên dewletê. Ez jî nabim mirovê dewletê.

Gelo Zinar Xamo çawa dikare ewqas pirsê û hevaltiya me; me û xwe erzan bike?

Zinar Xamo baş dizane ku em mirovên doza miletê kurd in. Tu kes û tu dewlet nikarin me biguherînin û me bikirin. Em mirovên gelek biha nî. Dewlet û PKK jî nikarin me bikirin. Ne perê wan, ne cigera wan, ne jî takata wan têr dike.

Ew psîkoljiya Zinarê Xamo ji bona min şik çêkir ku gelo ew dê gelek rehet bê guhertin?

Ji derveyî vê ez baş dizanim ku Zinarê Xamo kurdî baş dizane û kurdiya min pirr pirr baş nebe jî, min jî dê baş fahm bike. Lê hezar mixabin ya bernameya me bi temamî guhdar nekiriye û an jî fahm nekiriye.
Zinarê Xamo nêrînên min şaş pêşkêş dike. Min di derbarê “Pakêta Demokratîkbûnê” de hem nivîsandiye û hem jî di bernameyên telewîzyonan de (Telewîzyonên tirkan û kurdan) de gelek aşkere dnêrînên xwe diyar kiriye. Loma nêrînên min baş tên zanîn.

Ya girîng jî ew e ku ew nêrînên min di qasêtan de ne. Zinar Xamo dikare jinûve guhdar bike ku buhtan neke.
Ez naxwazim zêde ji bona nêrînên spekûlasyon bikim û spekûlasyon bê kirin. Hîç şik tune ye ku siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên din jî, ji bona ku meseleyê fahm bikin, dikarin qasetên bernemayên me temaşa bikin.

Divê ku naveroka nêrînên min bê şirove kirin. Loma jî ez pêşniyar dikim ku Zinarê Xamo, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd bernameyên min bişopînin.

PKKê û dewleta Kemalîst dixwaze ku dengên rewşenbîr û siyasetmedarên ne hevalên wan in, bibirin. Bi telewîzyonên xwe seriyê gel bişon û bi nêrînên otorîter tijî bikin. Nêrînên alternatîf ji holê rakin.

Bila kesên din jî ji vê yekê re nebin alîkar.

Lewra ew dixwazin ku sîstema Kemalîst û PKKê ya otorîter û faşîzan dom bike. Sîstema monolîtîk dom bike. Dengên rastegoyan bê birîn.

Amed, 28. 10. 2013



27 oktober 2013

Ancax neteweperwerî dikane hemû kurdan bîne ba hev

Miletperwerî/neteweperwerî jî bêguman îdeolojiyeke, lê belê ne îdeolojiyeke sinifî ye, xwe naspêre hêzekê, gurûbekê ya jî sinifekê bi tenê; xwe dispêre tevayiya milet.
Hemû sinif, tebeqe, mezheb û dîn dikanin li dora vê îdeolojiyê werin ba hev. Loma jî ne îdeolojiyên çep û rast, ancax neteweperweriya kurd û Kurdistanê dikane bibe îdeolojiya hemû kurdan û hemû kurdên ji her sinifê, ji her mezhebê û ji her dînî bîne ba hev.

XXX
Di nava her hêzê, her partiyê da hin kesên fêsad hene. Ji ber fêsadiya van fêsadan hêzên kurd bi hev ketin û bi hev dikvin.

XXX
Tiştekî pir xerîb e, serokwezîr Erdogan peyama pîrozbahiyê şandiye kongreya HDP-ê. Ez baş nizanim, lê ez dibêjim belkî Erdogan tu carî mesaj neşandiye kongreyeke BDP-ê. Lê wa ye mesajeke bi nezaket şandiye kongreya HDP-ê.
Gelo ”esbabî mucîbeya” vê mesaja Erdogan çi ye û ji ber çi ye?
Tiştê ez dizanim Erdogan ji BDP-ê nefret dike û tu carî naxwaze bi başî navê BDP-ê bigre devê xwe. Lê di kongreya HDP-ê da ev neyartiya xwe da daye alieykî. Gelo ev gav bi dilê Erdogan e û dixwaze BDP nemîne û HDP têkeve dewsa wê?

XXX
Hevalên min rismên ji civîna Amedê û hin rismên piştî civînê di malperên ”facên” xwe da weşandine.
Hemûyan eynî risim weşandine, hinekan jî tew du gîsin, sê gîsin kirine. Ji bo dilê kesî ji xwe nehêlim, ez rebenê Xwedê ji vêsê da ye risman yeko yeko diecibînim, lê dawî nayê. Çimkî ne yek e, ne dudu ne, şexs pir in û risim pir in…
Lê dîsa jî tişt nabe û ez bîna xwe teng nakim, çimkî camêran xwe westandine, zirar dane xwe û heta Amedê çûne. Belavkirina çend risman jî helbet heqê wan e.
Û kesên wek min tembel jî dibê hinekî zahmetê bide xwe û bi kêmanê rismên wan û karê wan kiriye biecibîne.
Bi vê hizra han ez bi dîtina rismên hemû hevaln dilşa bûm û hêvî dikim ku ev harmonî û tifaqa wan tu carî xera nebe û di demek nêz da berhemekê bi xwe ra binîne.

XXX
Çepên tirk dostên xwarinê ne, ji bo têkevin defteran û bibin parlamenter û serokên belediyan xwe nêzî PKK-ê dikin.
Lê belê ne PKK-ê wek tevgereke netewî û ne jî şerê kurdan wek şerekî netewî dibînin.

XXX
Li ser banga Komîsyona Dîyalogê, li Amedê di 19 û 20-ê mehê da civîna avakirina pariyeke nuh pêk hat.
Gelek kesên berê di nava KDP, DDKD, KUK, RİZGARÎ, ALARİZGARÎ, OZGURLUK YOLU, TÊKOŞÎN û KAWA yê da cî girtibûn beşdarî civînê bûn û ji bo avakirina partiyeke kurdistanî ya demokratîk pêşniyar û dîtinên xwe gotin.
Piştî civîna du rojan, beşdarên civînê bi yekdengî biryara avakirina partiyeke kurdistanî dan. Ev xebat ewê bi navê HEWLDANA AVAKIRINA PARTİYEK KURDISTANÎ were meşandin.
Ez ji nuha da ji hemû dost û havlên di nava vê xebatê da ne serkeftinê dixwazim. Bi hêviya di demeke nêz da partiya xwe çêkin û dest bi xebata xwe bikin.
Formulärets överkant
Formulärets nederkant


26 oktober 2013

Çepên tirk dostên ne temam in


Gava pêşkêşvanê telewîzyona Foxsê ji Abdulah Ocalan ra gotiye ”serokê terorîstan”, Sirri Sureyya Onder li dij derketiye û gotiye, tu nikanî ji Ocalan ra bibêjî ”serokê terorîstan”. Onder gotiye, ”Ocalan ne serokê terorîstan e. Ew serê tevgerekê/hereketekê ye.”
Yanî çi û tevgereke çawa?
Li dij derketina wî baş e û dibê meriv li dij derkeve, vê heqareta tirkan tu carî qebûl neke û bêbersîv nehêle.
Lê belê heger bala we dikşîne, erê Onder li dijî gotina ”serokê terorîstan” derketiye, lê belê sifetê daya Ocalan jî ne sifetekî pir baş e, negotiye Ocalan serokê tevgereke netwî ye, gotiye, ” Bir hareketin başındaki kişidir”, yanî ew serê tevgerekê ye, ne serokê hêzeke siyasî û netewî, tenê ”serê tevgerekê” ye…
Dîsa wiha jî gotiye, "3 milyon tabanlı bir yapının başındaki kişinin 'terörist başı' olamayacaği" yanî kesê ku serê struktureke(gotiye yapi)3 milyon hevalbendên wê hebin nabe ”terorîst başi!
Hûn dibînin çi zimanekî zindiqî bikar aniye...
Ev tabîr ne tabîra dostekî ye, kesê şerê PKk-ê wek şerekî netewî bibîne wiha nabêje.
Ez meraq dikim, gelo Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî dibîne, tu carî tiştekî wiha gotiye ya na?
Ez texmîn nakim Onder û çepên tirk yên dostên PKK-ê ji şerê PKK-ê ra dibêjin şerê miletê kurd şerê rizgariya netewî ye…

XXX

Loqman BarisApê Zinar, vidyoya ku te mêze kiriye, tenê beşek e. Sırrı Süreyya Önder di berdewama bernameyê de wiha dibêje ''Ocalan Serokê gelekî (miletekî) ye''.

Zinarê Xamo: Ev gotin gotinên wî yên din pûç nake. Û ya din jî "serokê miletekî" dewsa serokê tevgereke netewî nagre, ya muhîm ev serok, serokê tevgereke faşîst e, sosyaldemokrat e, dînî ye ya jî netewî ye. Yanî tirk dibêjin PKK tevgereke netewî ye û şerekî netewî dide ya na? Mesele ev e. Onder viya nabêje, ji ber ku wisa nabîne.

Cemil Oguz Kekê Zinar silav. Ez pêşniyarek bikim: Hinek din hindik şiroveyan bike...
Dîsa jî tu dizanî. Yê min denê pêşniyar bû. Ez dinêrim, tiştên tu hay jê heyî, jî neyî jî şiroveyan dikî.
Mirov nizanibe, yan hay jê tunebe bipirse tiştek din e, lê raste rast bibêje: "Ez texmîn nakim" êdî dibe tiştek din. Xwezî berî te şirove bikira tu hinek li gotinên Onder ên berê bigeriyana, belkî te bidîta di qada înternetê de. Yan jî yên "çepên tirk" ên ku tu dibêjî.
Welsahil. silav
Zinarê Xamo Spas ji bo pêşniyara te. Baş e, wek kesekî ”ji meselan haydar” , tu ji keram xwe ra dikanî çend numûneyên vê rexneya min pûç dikin bidî. Fermo…

Cemil Oguz: Niha ezê bersivê bidim lê niha wekî ku ez ketibim parastina Sirri dixuye... Pêşî notek: Pêdiviya Sirri S. Onder bi parastina min nîn e.
Ez wekî kurdek, li gor min ji ber pêşdaraziya te aciz bûm (gelek kesên din di facebookê de hema dinivîsin) min pêşniyar kir. Nexwe tu çi bifikirî tu azad î, û ez ne mecbûr im gotinên te "pûç" bikim.
Bi destûra te tenê gotinek: (Pêdivi pê hebe ez dikarim bidomînim)
Kekê tu ne li Tirkiyeyê dijî, tu li Ewropayî. Derûniya vê derê cuda ye. Li Tirkiyeyê heta niha kesekî (belkî îstîsna hebin) li televîzyonê newêriye dijî pêşkêşvan derê û bibêje "Ocalan ne terorîst e" û nizanim çi ye... Ne tenê li televîzyonê li nav jiyanê jî ev wisa ye. Di şûna Sirri de ez bama jî ezê newêribama reaksiyoneke wisa bidim. Encam mirov derûniya Tirkiyeyê bizane, mirov dê fêm bike Sirri çi tiştek baş û di cih de kiriye.
Li Tirkiyeyê, dest ji dijderketinê berde, mirovan dema xeber daye, tenê ji ber ku mirovan gotine "Birêz Ocalan" hê girtî ne... Tenê mirov li vê yekê bifikire jî divê mirov heqê wî bide. Bibêje bijî.
Wekî min got, tu bixwazî ez dikarim bidomînim. Lê min pêşniyar kiribû...

Zinarê Xamo:  Cemîl, birayê ezîz, nuha mijarê neguherîne û bersîva pirsa min bide. Min di nivîsa xwe da got, îtîraza Onder ”baş e û dibê meriv li dij derkeve.”
Lê belê Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî û Ocalan jî wek serokê partiyeke şerê netwî dide nabîne. Min gotibû:
”Ez meraqa dikim, gelo Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî dibîne, tu carî tiştekî wiha gotiye ya na?”
Û te jî îtîrazî vê dîtina min kir.
Ez viya ne ji bo Onder tenê, ji bo hemû çepên dostên PKK-ê jî dibêjim.
Tu li dijî vê dîtina min derketiye, te ez bi axaftinên bêbingeh îtham kirime û te gotiye, ” Ez dinêrim, tiştên tu hay jê heyî jî neyî jî şiroveyan dikî.”
Yanî ez beradayî dipeyivim, tiştên ne rast, tiştên nizanim dibêjim û rexne dikim.
Vana gotinên pir giran in û dibê meriv bêyî îspat van gotinan ji xelkê ra nebêje.
Û te dû ra jî hinek aqil daye min û te gotiye, ” Xwezî berî te şirove bikira tu hinek li gotinên Onder ên berê bigeriyana”
Yanî Onder, ne di vê programê da be jî, berê tiştên min rexne kiriye gotine.
Nuha ez jî ji te ra dibêjim, fermo, ji kerama xwe ra çend numûneyan ji ”gotinên Onder ên berê” ku vê dîtina min pûç dikin bide.
Onder û Kurkçu û kesên wek wan ji bo micadela filistîniyan dibêjin ”filistîn kurtuluş mucadelesî” yanî tevgera rizgariya netewî ya filistîn û serokên vê tevgerê jî wek serokên tevgereke netewî ya rizgarîxwaz dibînin.
Ka numûneyekê bide min, ku Onder û çepekî tirk yê din ji bo kurdan(herçar perçên Kurdistanê jî di nav da) li ku tiştekî wiha gotine?
Heger nabêjin ji bo çi nabêjin?
Û dema ez dibêjim nabêjin, çi tu wek kurdekî xwe aciz dikî?
Ya din îdîeya, ”Li Tirkiyeyê heta niha kesekî di televîzyonan da newêrîbûye li dijî pêşkêşvan derê û bibêje "Ocalan ne terorîst e”, ne rast e, gelek kesan gotine Oclan ne terorîst e. Belovacî wê, heta nuha tu kurdekî welatparêz negotiye Ocalan ”terorîst” e, tim li dijî vê heqareta dewletê derketine.
Pêçniyara min ji birayê min ra ev e, ew pêşniyara te li min kiriye tu li xwe jî bikî ewê baş be…
Gelek silav


Erdogan li ber deriyê Malikî ye

Erdogan dawiya dawî kor poşman û bi hustuxwarî çû li deriyê Malikî xist û jê xwest wî efû bike û bi Anqereyê ra li hev were.
Bi qasî ku xuyaye îro bi çûna wezîrê karûbarê derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî, Malikî ev rica serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ya efûkirinê qebûl kiriye.
Wek tê zanîn piştî vekişîna Emerîka ji Îraqê, Erdogan bêtir xwe tevî karû barê Îraqê kir, li hemberî şîiyan piştgirî da sunniyan û xwest mezintiyê li Malikî bike.
Li ser vê zirzopiya Erdogan, nabêna Anqerê û Bexdayê xera bû û Erdogan Malikî bi “mezhebcîtiyê” û Malikî jî ew bi mudaxaleya karê wan û bi “provakatoriyê” îtham kir.
Lê nuha wa ye ev herdu “dijminên” demekê li ser rica Erdogan dikin li hev werin. Û bêguman ewê li hev werin jî. Ji ber ku exlaqê dewletan tuneye, kar û menfeeta wan çi bixwaze wiya dikin.
Erdogan merivekî bêkultur û ne medenî ye, zirzop e û bêtir ji zorê fêm dike. Dema xurt be dibe şêr û dema zeîf be jî dibe pisik.
Nuha dema dît ku bi zirzopoyê nikane bi Malikî, îcar çû xwe avêt dexlê wî, dixwaze pê ra li hev were.
Lê belê ev çerxirina Erdogan jî nîşan dide ku siyaseta wî ya Îraqê û Sûriyê ya li ser neyartiya kurdan tê meşandin îflas kir û li ser Tirkiyê gelkî buha rûnişt.
Pir ne dûr e ku di rojên pêşda Erdogan eynî ricayê ji Beşar Esed jî bike, bixwaze bi wî ra jî li hev were.
Çimkî bûyer wisa nîşan didin Esed ewê di demeke nêz da nekeve, ewê demek din jî li ser hukum bimîne. Loma jî pir ne dûr e ku Erdogan bixwaze bi Esed ra jî li hev were. Ji ber ku derdê Erdogan û Davutoglu yê herî mezin li Sûriyê jî kurd wek li Îraqê negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî desthilat.
Hêviya Erdogan ew bû ku ewê bikanibe vê yekê bi riya muxalefeta Sûriyê bike û loma jî bi hemû hêza xwe alîkarî dan muxalefeta Esed û çeteyên El Nusra û yên din.
Lê nuha gava dibîne ku Emerîka û Ewrûpa naxwaze Esed bi zor ji ser hukum da bixwînin, îcar çerx dike û dihere li deriyê Malikî dide. Lêdana deriyê Malikî heta dereceyekê haziriya lêdana deriyê Beşar Esed e jî.
Lê ev teqle û çerxkirina Erdogan ya li hemberî Malikî li der û li hundur ewê giranî û qirêdiya Erdogan daxîne.
Heger kurdên herçar perçeyên Kurdistanê li hev bin û xwedî îradeyeke siyasî ya mişterek bin, Erdogan dikane sibe dev ji vê siyaseta xwe ya neyartiya kurdan berde û here li deriyê PYD-ê, BDP-ê, PKK-ê û ya hukûmeta Kurdistanê jî xwe. Ji ber ku kurd îro xurt in û Tirkiye jî li herêmê bi tenê ye û gelek “dijminên” wê çêbûne.

24 oktober 2013

Şeb û şekir tevlihev bûye



Eyûp Karageçîlî di facebooka xwe da li ser rewşa kurdan û PKK-ê tiştek nivîsîbû. Di nivîsê da qala Îbrahîm Guçlu jî kiribû. Hin kesan di lehê nivîsê da û hin kesan jî di eleyhê nivîsê da fikrên xwe gotin. Min jî bi çend gotinan fikrê xwe got.
Omer Ozmen bersîv da min û min jî bersîvek dayîê Herdu nivîsên min û bersîva Omer Ozmen li jêr in.


Bi baweriya min li vir du tiştên ji hev pir cuda tevlihev dibin; beşdariya programekê û karkiriya telewîzyona dewketê.
Helbet meriv dikane beşdarî programeke TRT-ê ya zindî bibe û fikirê xwe bibêje. Kes îtîrazî vê nake. Û ji xwe mijar jî ne ev e.
Yanî di kanaleke telewîzyonê da ya jî di TRT6-ê da beşadarî programekê bûyin tiştek e û di TRT6-ê da karkirî û çêkirina programan tiştekî din e. Di virda karkiriya dewletê û qezenckirina pera heye. Îbrahîm Guçlu nuha di TRT6-ê da viya dike.
Yanî ew dewleta Guçlu li dij e, ew nuha di telewîzyona wê dewletê da bi pera programan çêdike. Wek kesên welatparêz dibê meriv vê yekê rast nebîne, neparêze û rexne bike.
Zinarê Xamo


XXX
”Omer Ozmen
Kek Zinarê Xamo; Bırasti ez nızanım,İbrahim Güçlü jı proğama TRT 6 ê pere dıgre an nagre.An jı parlamenterêrn BDP ê ku aligirên pkk ne. gelo jı dewleta Tirk pere dıgrin an nagrın. Mıjaea niqaşan ne ewe. Wateya rexneyên mın ne ew babete.Ez lı ser cotstandardiyek radıwestim. Gava Aligir û berpirsên PKK inkara doza kurdistan dikin.Tıxubên dewleta Tirek dıparêzın, Gelek siyasetmedarên kurd bê deng dimînin.Lê dema muxalifek PKK ê şaşiyek piçukl bıke, hemi siyasetmedarên kurd bı hevre dıkevin pêşbaziyek. êrış dıbın ser muxalıfan.Ev helwest ne exlaqiye.Tiştek cudarenge; rexne jı aliyên PKK ê ve nayên zıman. Jı aliyên kesên navberê de tên zıman.Ez kesanan, jı pkk yiyanm pirtir diqilozin. Dema lı hember şaşî, xeletî u teslimiyeta PKK ê bêdeng dimînin, lı hember muxalifan dıbin mêrxAS, mafê min ji heye ku ez bifiki,rim, Gelo ev kesana dıxwazin jı derfetên PKK ê sudwegrin.
Silav”


XXX
Birayê Omer, ez bawer nakim Guçlu ji TRT-ê ra belaş programan çê dike. Û heger belaş çêke jî di warê siyasî da karekî şaş û ne baş dike.
Guçlu di warê aborîda ne mecbûr e û ne jî muhtacî karekî wiha ye. Sebebê vê şêla wî tenê tawîzeke siyasî ye, devjêberdana îdealên siyasî ye. Îbrhîm Guçluyê 20 sal berê ne mimkûn bû karekî wiha qebûl bikira.
Yanî wek serokekî kevn û siyasemedarekî kurd dibê karekî wiha rast nedîta, lê mixabin wa ye rast dîtiye.
Ma nuha Burkay ji partiya xwe îstîfa bike û here di TRT-ê da programan çêke rast e, emê rast bibînin?
Guçlu heta do bi Burkay, Mûrad Ciwan û gelek serokên kurdan yên din ra li hemberî vê dewletê cephe çêdikir. Ma çi hat guhertin û vê dewletê çi da kurdan ku Guçlu dev ji wê şêla xwe ya berê ber daye û karekî wiha qebûl kiriye?
Me ne dibê ev pirs jî hinekî serê min û te meşxûl bike, ne PKK û Ocalan tenê.
Ya din, parlamenterî û serokatiya belediyan ne wek karkiriya TRT6-ê ye, bêguman tu jî vê ferqê baş dizanî.
Heger meriv çûna parlamentoyê û girtina belediyan red bike ew tiştekî din e. Lê heta meriv vê xebatê red neke parlamenterî û reîstiya belediyan nabe wek karkiriya di telewîzyona dewletê da.
Bi dîtina min parlamenterî û serokatiya belediya Amedê û karkiriya TRT6-ê ne eynî titş in.
Heger emê ji şaşiyan ra bibêjin şaş e, dibê tu li gel rexneyên PKK-ê vê şêla Guçlu jî rexne bikî û rast nebînî.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo



Ji bo me kurdan ziman mesla man û nemanê ye



Bi baweriya min êdî herkesî dît û baş fêm kir ku ji bo me kurdan ziman mesela man û nemanê ye.
Heger wiha dom bike û kurd di demeke nêz da mafê perwerdeya kurdî bi dest nexin û nebin xwedî statuyeke siyasî çû ji me da; yanî dewleta tirk ewê kurdan asîmîle bike û bigihîje armanca xwe.
Û piştî vê nuxtê jî azadbûna kurdan ewê pir û pir zahmet bibe. Loma jî dibê em bi hemû hêza xwe zorê bidin vê hukûmetê ji bo ku hebûna kurdan û mafê perwerdeya bi kurdî qebûl bike.
Tiştê herî girîng îro ev e, dibê em vê badîreya dîrokî ya pir krtîtik bi selametî derbas bikin. Dibê em wek milet asîmîle nebin.
Ji bo asîmîlekirina kurean delet  meselê dirêj dike, serî li me bigerîne.
Heger em vê badîreyê bi selametî û bêyî zirarek mezin derbas bikin êdî tu kes nikane rê li ber serxwebûna kurd û Kurdistanê bigre.


XXX
Li gorî rojnameya tirk Yenî Şefek dinivîse, serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, ji bo ku ji nuha û pêda di nivîsên resmî da gotina ”Bakurê Îraqê” ya jî ”Îraqa Bakur” neyê bikaranîn pêşniyarek daye meclîsa Kurdistanê.
Derbarê vê mijarê da do ji hemû şîrketên turîzmê ra bi mesajekê hatiye diyarkirin ku ”ewê ji nuha û pêda tu şîrket nikanibe têgeha/tabîra ”Bakurê Îraqê bi kar bîne.”, nivîsên bi vê tabîrê ewê neyên qebûlkirin. Dibê her kes, her şîrket navê Kurdistanê rast hilde û rast binivîse.
Biryareke pir dereng mayî ye, lê dîsa jî pir baş e. Ji bo vê biryarê serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê pîroz dikim. Gaveke rast û dîrokî avêtine. Dibê êdî rê li ber ûqeletî û bêedebiya tirkan were girtin.

23 oktober 2013

Adil Zozanî: Ancax em dikanin ala tirk biparêzin û billind bikin!

Parlamenterê BDP-ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, dîsa li ala tirk xwedî derketiye û gotiye ancax ew dikanin ala tirk bilind bikin.
Diyar e Zozanî ji wê ala ku gelek caran di xwîna kurdan geriyaye pir hez dike, loma jî mêrik wek tirkekî evîndarê ala xwe gotiye:
”Heta nuha bi darê vê alê serê me şikandin. Lê belê ancax em dikanin ala vî welatî biparêzin û bilind bikin. Ew ala ku diket erdê û bi darê wê serê me dişkandin, êdî li Tirkiyê ewê bi ala tifiqa gelan be. Ne ala serdestan, ewê bibe ala xwediyên xwe yên rastîn.”
Wek tê dîtin, di serê Zozanî da, di dilê wî da ne ala kurd heye û ne jî Kurdistan, loma jî mêrik bi rehetî û bi kêfxweşî dibêje, ” ancax EM dikanin ala vî welatî biparêzin û bilind bikin.”
Ked û rayên kurdan li te heram be, tu ne layiqî rayên gelê kurd û yên dê û bavên şehîdan î.
Zozanî bîr nabe, heta ew nibe xwedî ala kurd, bi darê ala tirk ewê serê wî û yên zarokên gelên tim wî werin şikandin. Heger em dixwazin bi darê ala tirk serê me neşikê, dibê em kurd jî bibin xwedî al.
Heger piçek hestên kurdayetiyê û şiûrê netewî bi Adil Zozanî ra hebûya, li ciyê rehetiyê wek tirkekî nîjadperest hewqasî bi evîn û bi hurmet qala ala tirk nedikir.
Esas Zozanî dibêne parlamenterê BDP-ê, ya yê AKP-ê ya jî yê CGP-ê bûya. Ji ber ku mêrik ne wek parlamenterekî kurd, wek parlamenterekî tirk qala ala tirk dike. Tu dibêjî belkî ev karê wî ye.
Dibê ciyê kesên wiha êdî di nava BDP-ê da tunebe. Dibê kurd êdî rayên xwe nedin kesên wiha, yên hewqasî evîndarê ala tirk.

XXX

Rojnamevana tirk Ece Temelkuran xanimê li Almanya li bajaê Eşenê, di civîna îmzekirina romana xwe ya dawî da li ser pirsa guhdarekî gotiye.
”Belkî haya me jê tuneye ya jî em qebûl nakin, lê belê hemû jiyana me li dora şerê kurd viz dibe(dizîvire).
Tespîteke pir rast e, tam ev 30 sal in civata tirk bi şerê kurdan ra radibe û bi şerê kurdan ra radikve. Ne jiyana kurdan tenê, ya tirkan jî bûye êsîrê vî şerê kurdan yê netewî.
Ev 30 sal in dewleta tirk bi şev û roj, bi hemû dem û dezgehên xwe ve mijûlî şerê serîhildana kurdan ya netewî ye. Dewlet bi hemû îmkan û hêza xwe ya leşkerî dixebite ku vê şerê kurdan yê netewî bişkîne. Lê nikane û heta gelê kurd negihîje azadiya xwe jî ewê nikanibe.
Kurdan carê biryara xwe ya azadbûnê û xweîdarekirinê daye. Tu hêz, tu artêş nikane vê îradeya gelê kurd bişkîne.
Ji xwe heger ev îradeya kurdan ya azadiyê ji hemû tank, top û balafirên wan û milyonek hêzên wan yên çekdar ne xurttir bûya vê liberxwedanê heta nuha dom nedikir.
Loma jî heger tirk dixwazin rehet bikin, dibê kurd rizgar bibin, bigihîjin azadiya xwe.
Heta em bindest bin tirk jî ewê rehet nekin, êdî her tirk dibê vê rastita tahl bibîne…

22 oktober 2013

Erdogan hedê xwe derbas kir



Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di civîna partiya xwe da, derbarê heyetên ewê biçin ba Abdulah Ocalan da ”azarek pir sert daye BDP-ê, PKK-ê, mêrik di ruyê 60 parlamenter û 6-7 wezîrên kurd da gotiye, dibê herkes hedê xwe bizanibe.
Mêrik bitir bûye, wek berdûşê Kasimpaşayê kurdan tehdît dike, dibê hedê xwe bizanibin. Û belkî hemûyan jî jê ra li çepikan xistine...
Erdogan, bi hêrs û bi azareke mezin wiha gotiye:
”Kî ewê here Îmraliyê, kî ewê nere, birayara wê hukûmet dide. Dixwaze dişîne, naxwaze naşîne. Kes nikane di vî warî da ji hukûmetê ra rotayê tayin bike. Ev selahiyet ya hukûmetê ye, ya Wezareta Edaletê ye. Herkes ewê hedê xwe bizanibe, dema hedê xwe zanibe di çarçeweya huqûqî da ewê bikanibe ji vê îstîfade bike. Em dizanin selahieyetên me çi ne.”
Mêrik merivekî pir dobre ye, rastî eşkere kiriye. Lê sûcê Qendîlê ye, Qendîlê ev şertê Erdogan heta nuha qebûl nekira, Erdogan îro nikanîbû van gotinên ji serê xwe mezintir ji BDP û Qendîlê ra bike.
Nermayiya PKK-ê Erdogan aşûnê kiriye, dibê hinek pê li firêna wî kin. Ji ber ku Erdogan gotinên him ji serê û him jî ji hedê xwe mezintir dike.

XXX
Di 29 saliya wefata Seydayê Cegerxwîn da ez vî kurdperwerê giranbuha û şairê netewî bi hûrmet û bi minetdariyke mezin bi bîr tînim. Miletê kurd ewê tu carî keda û xebata vî şairê netewî ya ji bo kurd û Kurdistanê kiriye ji bîr neke...

XXX
Merheba gelî nas, dost û hevalan!
Ev bîsteke ez gihîşim mal û min data(kompîtora)xwe nuh vekir, ji bo ku sileveke ji dil bidim we. Hey we bîriya min nekiriye, lê min bîriya nivîsînî kiriye. Heger ez di xwe ra bibînim ezê îşev tiştekî binivsim.
Lê bi kinî rêwîtiya min hinekî bi macere, bes baş derbas bû. Ez bi rêda wenda nebûm, sax û selametî gihîştim hêlîna xwe...

XXX
De bi xatirê we, ez bîstek din diçim Almanya nîşana keça birayê xwe Metîn. Heta roja sêşemiyê fêrî tunebûna min bibin. Dinya wiha ye, carnan jî rêwîtî lazim e.
Lê tu rêwîtî bi qasî ya Kurdistanê kêfê û heyecanê nade min. Her cara ku ez diçim Kurdistanê bi rêda heyecana pitikê(gedê, zarokê) dibeze himêza diya xwe bi min ra çê dibe…

XXX
Ez bi xwe tu carî ji şaşkirinê, xeletkirinê natirsim. Heger ez ji şaşiyan bitirsim, ezê newêribim rêzekê jî binivîsim. Şaşiyên min, min bi pêş dixe.

XXX
Merivê cesûr tim serbilind û tim li karê ye. Lî dîsa jî tirsonek di piraniyê da ne.

17 oktober 2013

Dil hebe fêrbûn rehet e



Gava meriv tirkînivîsîna kurdekî rexne dike, di cî da dibêje, ma dibistan û zanîngehên kurdî hebûn ku em neçûnê, em çûne dibistanên tirkî û tirkî fêr bûne, loma jî kurdînezaniya me ne sûcê me.
Kêla mahneyan tu carî tije nabe, gava meriv nexwaze, meriv hezarûyek sebeban dibîne.
Tu dibêjî qey yên bi kurdî dinivîsin çûne dibistan, aqademî û zanîngehên kurdî. Her kes, her nivîskarê kurd bi xeyreta xwe ya şexsî fêrî nivîsîna kurdî bûye. Yanî di warê fêrbûna kurdî da tu kes ji tu kesê din bêtir ne xwedî derfet û îmkan e, em hemû kurd di halê hev da ne.
Rewşa kurdên Kurdistana bakur îro ev e, dibistan, aqademî û zanîngehên me tunene û demeke dirêj jî ewê tunebin. Li gorî vê rastiyê dibê em xwe amade bikin û tev bigerin.
Ji bo fêrbûna kurdî ya herî muhîm daxwaz û biryar e, dibê meriv bi rastî bixwaze fêr bibe û biryara fêrbûnê bide. Dû ra hêdî hêdî, bi xwendin û nivîsandinê ra meriv fêr dibe, xwe bi pêş dixe.
Ez bawer dikim her kurdê xwendin û nivîsandina wî heye dema bixwaze dikane di nava çend rojan da fêrî nivîsandina kurdî bibe.

XXX
Muhamed Salih Hêvîdar, di komentera xwe ya nivîsa min da gotiye, ” kurd dixwazin li kurdistaneke azad bi zimanê tirkî biaxivin..”
Baweriya min jî ew e, heger îro ji kurdên Kurdistana Tirkiyê bipirsin, bi îhtîmaleke mezin piranî ewê bibêjin bira Kurdistan hebe, lê belê zimanê me jî tirkî be…
Lê dema zimanê kurdan tirkî be bi serê min û we, ne kurd dimînin û ne jî Kurdistan çê dibe.
Çimkî miletek bi zimanê xwe heye. Gava ziman bibe tirkî milet jî dibe tirk. Ma li Tirkiyê û Kurdistanê bi milyonan kurd û miletên din ji ber ku zimanê wan bûye tirkî nebûne tirk…
Yanî bira em kurd bin lê zimanê me tirkî bimîne xeyaleke xeter e, nîşan û fikra redkirina kurdbûnê û Kurdistanê ye.

16 oktober 2013

Dewlet di TRT6-ê da serokên kurdan bi hev diguherîne



Dewlet di TRT6-ê da siyasetmedar û serokekên kurd bi hev diguherîne, teskereya yekî dide dest, yekî nuh digre dewsê. Yanî bi buhayekî pir erzan yeko yeko pûç dike.
Min nizanîbû, ez nuh fêr bûm ku îcar jî Îbrahîm Guçlu di TRT6-ê da dest bi kar kiriye. Hukûmeta AKP-ê TRT6 kiriye wasîteya teslîmgirtinê, nêçîra xwe bi TRT6-ê dike.
Wê rojê di TRT-ê da ez rastî programa Şehmus Çakan û Îbrahim Guçlu hatim. Ji mijarên li ser dipeyivîn yekî ”pakêta” hukûmetê bû. Min bala xwe dayê ku Îbrahîm Guçlu ne Îbrahîmê berê ye, pir nerm bûye û li hemberî hukûmetê pir bi îhtîyat dipeyive. Wek siyasetmedarekî dilsozê AKP-ê pesnê ”pakêta” hukûmetê dide.
Guçlu ji Şehmûs ra digot, naveroka ”pakêtê” ji daxwazên Ocalan pir pêşdatir e, ”hebûna kurdan hatiye naskirin, rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vebûye” û gelek tiştên din…
Îbraîhîm Guçluyê berê yê pir radîkal, şervanê Kurdistana serbixwe û neyarê dewleta tirk çûbû, Îbrahîmekî din hatibû dewsê.
Li hember van gotinên wî ez matmayî mam, min got dibe ku ez şaş dibihîzim ya jî ev Îbrahîmekî din e, qey çavên min şaş dibîne…
Min ev mesele pêr ji hevalekî ra qak kir. Hevalê min ji min ra got, ma qey tu nizanî Îbrahîm Guçlu êdî di TRT6-ê da bi Şehmus Çakan û Aziz Îstegun ra programan çê dike.
Li hemberî vê agahdariya hevalê min, devê min ji hev çû, ez çûm dinya wî alî…
Min ji xwe ra got, merivekî wek Îbrahîm Guçlu çawa here bi Şehmûs Çakan û Azîz Îstegun ra di telewîzyona dewletê da programan çê bike?
Min nexwest bawer bikim.
Ji bo ku rastiyê fêr bibin, min îro di înternetê da hinekî bala xwe da vê meselê, gelo ev agahî rast e ya na?
Min dît ku rast e, bi rastî jî Îbrahîm Guçlu bi Şehmûs Çakan û Azîz Îstegun ra di TRT6-ê da dixebite.
Destarê Erdogan jî qet nasekine, dihêre û dihêre. Diyar e Erdogan dixwaze demekê jî birêz Guçlu bi kar bîne…
Dinya çi xerîb e, em ji ku hatin ku?
Siyasetmedar û serokên ku do navên wan Tirkiye dihejand, keç û xortên kurd bi nîvgotina wan diçûn mirinê, îro ketine çi halî.
Ew Îbrahîm Guçluyê ku di wext û zemanekî da serokê hêzekê bû, li hemberî vê dewleta ku nuha ew girtiye kar, bi xelkê ra cephe çê dikir, dixwest li hemberî vê dewleta ku welatê wî Kurdistan îşxal kiriye dest bi şerê çekdarî bike…
Lê îro ew Îbrahîm Guçlu di telewîzyona vê dewletê da dixebite û pesnê ”pakêta” serowezîrê vê dewletê dide.
Îbrahîm Guçlu, di micadele û şerê li hemberî dewletê da xwedî îdîayên pir mezin bû, merivekî gelkî radîkal û dobre bû. Ji doza Kurdistana serbixwe qet danediket jêr.
Guçluyê ku do bi şûran nedihat xwar, hevalên wî hêviyên pir mezin jê dikirin nuha di telewîzyona dewletê da bi pera dixebit û ”pakêta” hukûmetê diecibîne, ji daxwazên Ocalan pêşdetir dibîne.
Em ferz bikin ku Ocalan qet tiştekî naxwaze û ev ”pakêt” bi rastî jî ji daxwazên wî ”pêşdatir” e. Baş e Ocalan naxwaze tu bixwaze, ma tu jî ne serokekî berê û siyasetmedarekî kurd î? Ka tu ji bo kurdan çi dixwazî?
Ka ev ”pakêt” çi mafî dide kurdan?
Dev ji Ocalan berde, tu ji bo kurdan ji dewletê, ji hukûmetê çi dixwazî?
Tu him di telewîzyona dewletê da bi pera kar dikî û him jî Ocalan naecibînî. Ma tiştê wiha dibe?
Dema meriv vê rewşa trajîk ya hin siyasetmedar û serokên kurdan dibîne giriyê meriv tê, meriv hîn nuh fêm dike ku di wexta xwe da me çi xwelî li serê xwe kiriye û ji bo çi heta nuha em bi ser neketine…

XXX
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdarogluyê xorasanî do dev guherand, dev ji xorasanê berda îcar xwe gîhand Hz. Muhamed, got ew ji zuriyeta Pêxember e.
Tobe tobe, nuha ez ji vî heramzadeyî ra çi bibêjim!
Lawo weleh tu ji kîjan zuriyetê be jî axirê tu ne tu meriv î, tu 5 buhayê seriyek pîvaz jî nakî û weselam…

XXX
-Gava lîstik diqede şah jî, piyon jî dixin eynî qutiyê.

Socrates

XXX
Nivîskarê fransisz yê bi nav û deng Montaigne gotiye,
Ji bo serketinê ”dibê meriv ji doza xwe mezintir be.” Rast e, kesên ji doza xwe ne mezintir bi xwe ra dozê jî biçûk dikin.

XXX
Ji ber ku Elyezer bin Yehûda yê cihûyan hebû, cihû ji gorrê rabûn û bûn milet û dewlet.
Heta ji me kurdan jî Elyezer bin Yehûdayek ranebe em kurd ne dibin milet û ne jî xwedî dewlet.
Gorrbuhuştê Celadet Bedirxan ev yek dît, lê felekê nehîş t, zû çû rahmetê

14 oktober 2013

Meriv bibe zilamê dewleta tirk helbet li dijî "Sonda min" dernakeve



Dibêjin parlamenterê CHP-ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun jî wek Kilçdarogluyê dêrsimî ji rakirina ”Sonda me” xwe aciz kiriye û gotiye, ”Sonda me, kê, ji bo çi nereht dike? Ez, ne li dijî mefhûma tirkîtiyê me, em vê mefhûmê rakin ji binê wê ewê umetçîtî derkeve.”
Dema meriv bibe zilamê dewleta tirk, bêguman merivê şûrê tirkan bikşîne û nîjadperestiya tirk biparêze.
Dema însan nasnameya xwe, zimanê xwe, eslê xwe û ûjdanê xwe wenda bike helbet ji ”Sonda min” nerehet nabe.
Ji ber ku Huseyîn Aygun ruhê xwe, mejiyê xwe kiriye xizmeta dewleta tirk, xîret pê ra nemaye, loma jî di bin ”sonda min” da nîjadperestiya tirk û înkara miletên din nabîne.
A dêrsimî jî hîn rayên xwe didin kesên wiha nîjadperest û panturkîst.

XXX
Hesinê nexebite zengarî dibe, ava neherike pîs û genî dibe, siyaseta derbasî xebatê nebe, tim ne aktîf be û wexta xwe bi leqleqê derbas bike zû îflas dike, mahkûmî belavbûnê ye.
Loma jî gotine destê xebitî li ser zikê têr e...


XXX
Derbarê lêkirina dîwarê nabêna kurdên bakur û rojava da
parlamentera BDP-ê Gulten Kişanakê gotiye, ”Heger Tirkiye dixwaze rola Îsraîlê bilîze, kurd jî dizanin bibin Flistînî. Dibê herkes viya li derekê baş binivîse. Heger ewê dîwar lê bibin, ambargo û dorgirtin têkevin praktîkê, kurd jî dikanin wek filistîniyan liberxwedaneke bi rûmet pêşkêş bikin, dizanin bibin Flistînî.”
Bi baweriya min liberxwedan, micadele û şerê gerîlayên kurd ev 30 sal in kurdan kiriye, ji liberxwedan û şerê filistîniyan sed qatî mezintir û bi îhtîşamtir e.
Û ne ji yê filistîniyan tenê, li hemberî hewqas dewlet û hêzên hewqasî barbar li cîhanê tu miletekî din heta nuha bi hêza gelê xwe tenê liberxwedan û şerekî hewqasî mezin û bi rûmet nekiriye. Yanî liberxwedana kurdan efsane ye, li dinyayê bêemsal e.
Lê gel vê jî, numûneya Kişanakê baş e, miletê kurd ewê vî dîwarî miheqeq bi ser serê mîmar wê, Erdogan da bihedimîn. Hukûmeta AKP-ê û dewleta tirk ji ber lêkirina vî dawarê rûreşiyê ewê poşman bibin.

Cejna we ya Qurbanê pîroz be!

Cejna we pîroz be!
Bi hêviya ku Cejna Qurbanê hevkarî , tifaq û yekîtiya kurdan xurttir û azadiya wan nêztir bike û wek miletên din, miletê kurd jî li welatê xwe Kurdistana azad û serbixwe cejn û şahiyên xwe di nava serbestî û azadiyê da pîroz bike.
Bi van hest û hêviyan ez cejna gelê kurd û hemû girtiyên di zindanan da bi dil û can pîroz dikim û ji miletê kurd yê herçar perceyên Kurdistanê ra tifaqeke qewî û jiyaneka dilşa û bextewar dixwazim.

XXX

Aso Zagrosî, ji bo dîtina gorra Hecî Qadirê Koyî yê nemir di malpera facebooka xwe da ev rica li jêr ji kurdên Stenbolê kiriye:

”Kurdên Delal,
Heta niha min ji kesekî tiştek nexwest. Îro daxwazek min ji we heye. Wekî hûn jî dizanin Helbesvanê Netewî Heçî Qadrî Koyî li Stembolê koça dawîyê kir û li Qerece Ahmedê hatî weşartin.. Min berî çend salan bangewazîyek belavkir û daxwaz ji Kurdan kir, biçin û bizanin gelo merzelê Hecî hêj heye an na... Lê Sed mixabin min bersivek êrênî wernegirt. Pêş çend rojan Kurdekî Başûr û bi xwe jî xizmê Hecî Qadrîyê ji min re nivîsî û dibêjê Gora Hecî her heye.
Ez ji we hemûyan tika dikim, biçin Qerece Ahmed merzelê Hecî bibînin û em hemû pêk ve tirba wî çêkin. Tirba wî a pîroz di demeke kurt de dibe Pîrozgeha Kurdan. Em Kurd wekî netewe qerzdarê wî nin..
Aso Zagrosî”

Ev jî bersîva min ya li ser banga wî ye:
Birayê Aso, ez hêvî dikim ku kurdên li Stenbolê dijîn bersîva te bidin.
Lê bi baweriya min dibê hukûmeta Kurdistana Federe wek hukûmet vê daxwazê ji Tirkiyê bike û gorra Hecî Qadirê nemir miheqeq bibin bajarê wî Koyê.
Esas heta nuha bêdengman û nepirsîna kurdan şerm e. Gorra vî neteweperwerê mezin li ku dibe bira bibe, dibê diyar bûya û ziyaretgeheke miletê kurd bûya.
Yanî dibê meriv doza lêpirsîn û dîtina gorra Hecî Qadirê nemir li hukûmeta Kurdistanê bike. Pêşniyara min ew e ku tu ji hukûmeta Kurdistanê ra binivîsîn

13 oktober 2013

Hukûmeta AKP-ê hîn jî naxwaze hebûna kurdan qebûl bike



Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dîsa ”yek milet, yek dewleta…” xwe li pey hev rêz kirine û gotiye, ”di dibistanên dewletê da perwerdeya bi kurdî nabe.”!
Ji bo zarokên tirk dibe, lê ji bo zaroên kurdan nabe…
Erdogan gotiye, “Em dibêjên yek welat, yek al, yek gel. Û di zimên da jî yek zimanê fermî.”
Û dû ra jî bi hêrs wiha bi meselê da çûye.
”Dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê…Veke dibistana xwe ya şexsî(prîvat) û perwrdeya xwe bi zimanê xwe bide. Lê belê di dibistanên dewletê da nabe. Me di pakêta demokrasiyê da ev yek pir vekirî got.”
Wê demê tu ji kurdan ra dibêjî bibin tirk. Miletek di vê sedsala 21-ê da bi zimanê xwe nexwîne mahkûmê wendabûnê ye.
Daxwaze perwerdeya bi kurdî bûye kevirê mîhengê, nêta hukûmetê ya veşartî derdixe ortê.
Dibê kurd vê qulpa saxlem tu carî bernedin. Bi vê daxwazê diyar dibe ku hukûmet hebûna kurdan qebûl dike ya na…

XXX
Wisa xuya ye ku ji sebebên danûstendinên bi Abdulah Ocalan ra yek jî bi rehetî avakirina ”qereqol û qaleqolan” e.
Li gorî rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka dinivîse, ji destpêka serê salê da ye hukûmet van qereqolên pir saxlem û bi teknîkeke pir modern û sîlehên pir giran hatine rapêçan bi lez û bez dide avakirin. Yanî dewlet di bin xêliya ”diyalogê” û pakêtmakêtan da haziriye herbeke mezin dike.
Li gorî xeberê heta nuha ji van qereqolan 8 hebên wan li nuxteyên pir stratejîk ava kirine û di demeke pir kin da ewê 9 hebên din jî bidin avakirin.
Belkî ev jî madeyeke ”pakêta demokrasiya” Erdogan e.


XXX
-Ruyê qilêrî yê zarokekî me di deriyê te da. Lê belê bi çavên herî pak yê dinyayê li te dinêrim. Ne şekir e tiştê ez dixwazim, dilê xwe têxe mista min.
///Yilmaz Erdogan
Werger ZX

12 oktober 2013

DDKD û "marqe"!


Di siyasetê da meriv ne li dor nav, li dor fikir û îdeolojiyê û programekê tê ba hev û partiyan ava dike. Lê li gorî hin hevalên me DDKD wek Porsche û Lada yê ”marqeyek” e, bi xêra vî navî meriv dikane bibe hêz, loma jî dibê meriv dev ji vî navî bernede.
Marqe çi ye!
Marqe navek e, navekî ji bo ku meriv malên dişibin hev ji hev bigerîne. Yanî Porsche û Lada du marqe ne.
Em dizanin ku Porsche bi motor, suret û konfora xwe ji Ladayê baştir e, baş e DDKD bi çi yê xwe ji BDKD-ê baştir e?
Yanî dema meriv bi xwaze Porscheyê bikire meriv dizane ku çi xusûsiyetên wê hene û dema meriv Ladaya rûsan bikire, dîsa meriv dizane ku erbeyeke çawa ye. Ev her du erebe jî fizîkî hene, meriv dikane bibîne, ferqên di nabêna wan da fêr bibe.
Lê DDKD ne bi çav tê dîtin û ne jî bi dest tê girtin, navê komeleyeke demekê ye.
Ji bo ku em dîsa bibin endamê DDKD-ya nuh dibê em bizanibin ku ev rêxistin nuha ji bo kurd û Kurdistanê çi diparêze, xwediyê kîjan fikir û îdeolojiyê ye, programa wê ya ji bo çareseriya mesele Kurdistanê çi ye?
Yanî ji bo me îro ne nav, fikir û programa DDKD-a nuha muhîm e, îro çi dibêje, çi dixwaze?
Loma jî mesela ”marqê” ne rast e û ne argumenteke cidî ye, ya muhîm însan û programa wê ye.
Ma ji ber ku navê rêxistinekê DDKD ye qet însan dibe endam? Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Porsche û Lada yê li gorî hin xusûsiyetên wan em dikirin ya jî nakirin, partiyan jî li gorî îdeolojî û programên wan em ji hev digerînin û dibin endam ya jî nabin endam. Ne li gorî navê wan…

XXX

Her roj gava ez tiştekî nuh fêr dibim bi vê fêrbûnê ra bi nezaniya xwe jî dihesim.
Ez fêm dikim ku nezanî bêdawî ye, heta roja mirinê jî merivê bi sedhezaran tiştî nizanibe û bimre.
Nuha bi saya propagandeya Emer Farûk Kaya yê zarşîrîn, min li perçeyekî kompîzotorê japonî Kîtaro guhdarî kir.
Li ciyê karê min kursiyeke masajê heye, pişta meriv miz dide, tev dide. Dema pişta min biêşe ez carnan diçim têda rûdinim û li muzîkên bi vî rengî guhdarî dikim. Yanî dema kursî karê xwe dike meriv li muzîkê jî guhdarî dike. Ji bo dilê meriv rehet bike, aram bibe.
Ji perçeyên meriv lê guhdarî dike yek jî ev muxîk e, lê min nizanî bû ku ya Kîtaro ye.
Ji xwe min navê Kîtaro jî qet nebihîstibû. Heger min bihîstibe jî qet nayê bîra min. Ji ber ku ne siyaset e. Yanî ez hewqasî paşda mayî me.
Gava meriv li Kîtaro guhdarî dike, tavilê hestî, masûlk û movikên meriv ji hevda dikevin, ruhê meriv wek zarokekî li pêsîrê di xew ra dihere. Meriv hemû derd û kulên xwe ji bîr dike û wek şalûl û bilbilên di nava Baxê Îrem da ji ser vê gulê, difire ser gula din.
De kerm bikin hûn jî li Kîtaro guhdarî bikin.

Li ser hin gazinên ji birêz Mesûd Barzanî û ji kurdên başûr


Hin dost, heval û dilxwazên PKK-ê ji serokê Kurdistana federe birêz Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê gazinan dikin, dibêjin ew alîkariya PKK-ê û kurdên Bakur û Rojava nakin ya jî dikin lê belê hindik dikin. Rexne û gazinên van kesan ji yên PKK-ê bêtir in, PKK û berpirsiayrên wê bi qasî van hevalan êrîşê nabin ser birêz Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê.
Bi dîtina min ev rexne û gazin pir ne rast e, tiştê ji destê birêz Mesûd Barzan û Nêçîrvan barzanî û bi giştî jî ji kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê tê dikin.
Berî her tiştî dibê em bizanibin ku kurdên başûr ne xwedî dewleteke serbixwe ne, rewş û ewlekariya statuya wan jî zêde ne saxlem e, ji alî hukûmeta Bexdayê ve her tim dikanin marûzî êrîş ê bibin.
Ya din dora wan hemû dewletên dij min in û îmkan û hêza wan têr nake ku bi van dijminan hemûyaran ra nabêna xwe xera bikin, dijminatiyeke eş kere bikin.
Yanî kurdên başûr heta dereceyekê muhtacî aramî, ”dostî” û danûstendina bi van dijminan ra ye.
Bêyî van dijminan kurd muhtacî Emerîkayê jî ne, di her meseleyê da wek Tirkiyê nikanin dijberiya Emerîkayê bikin. Ev hêza wan tuneye.
Vana hemû rastiyên tahl in, lê fakta ne.
Ev rastîyeke, heger ne Mesûd Barzanî û hukûmeta Kurdistanê bûya Qendîl heta nuha nedima.
Bi kêmanî wek warê daimî û şargeh nedima, Tirkiyê ewê bi alîkariya Îraqê û Emerîkayê Qendîl wêran bikira.
Hêza ku li dijî Bexdayê û Emerîkayê derketiye û nehîştiye li hemberî Qendîlê operasyoneke wiha bikin hukûmeta Kurdistana Federe û birêz Mesûd Barzanî ye.
Mesûd Barzanî, Talabanî û hemû siyasetmedarên Kurdistana Başûr tim li dijî êrîş û operasyonên ser Qendîlê derketine û gotine çareserî ne di şer da, di diyalogê da ye. Mesela kurd siyasî ye û dibê bi riya siyasetê were çareserkirin.
Dewleta tirk û Emerîkayê çiqas zext û zor dane ser birêz Mesûd Barzanî û siyasetmedarên Baş ûr jî lê heta nuha yekî jî negotiye PKK ”terorîst” e û tiştê dike jî teror e. S
iyasetmedarên baş ûr ev daxwaza Tirkiyê û Emerîkayê hertim bi mêranî red kirine. Ev yek di hin belgeyên Wikileaks da jî hatin belavkirin.
Yanî dema meriv gazinan ji kurdên başûr dike dibê meriv rewşa wan, îmkan û hêza wan jî bigire ber çavan.
Ya din dibe ku hin tiştên, hin daxwazên PKK-ê rast jî nebînin û loma wek wan nekin. Ev mafê wan e. Ma ew çi bibêjin PKK wek wan dike, daxwazên wan bi cî tîne? Bêguman na.
Loma jî dibê meriv him kurdên başûr fêm bike û him jî zêde gazinan ji wan neke.
Kurdistana Federe ji bo hemû kurdan sitarek mezin e, hemû kurd di rojên teng da dikanin pê bistirin. Dibê meriv bi vî çavî li birêz Mesûd Barzanî û Kurdistana Federe binêre.
Hin kirin û tevgerên wan ne li gorî dilê meriv be jî ew dîsa yên me ne, ji me ne, sitara me ya herî saxlem in, ji xelkê û xerîbên herî baş jî baş tir û pêbawertir in. Em hemû birayên hev in.
Serpêhatiya Ocalan ya Sûriyê li ber çavê me ye, ji ber ku xelk bû dawiya dawî rojek hat, ji Ocalan ra got, ”welatê min biterikîne.”
Loma jî dibê meriv bi çavê xelkê, bi çavê dijmin li hev, li serok û siyasetmedarên kurd nenêre.
Wek kurd rexne bike, jê gazina bike, lê tu carî bi çavê dijmin li siyasetmedar û serokên kurd nenêre, bi wê uslûbê rexne neke.

Haya wan ji bindestiya wan tuneye ji bo azadiya xelkê xwe diçirînin


Îbrahîm Halîl Baran, merivekî pir biaqil û pir jîr e, gelekê caran tiştên kes nabîne dibêne û pirsên kes bîrê nabe dipirse. Wa ye dîsa pirseke pir baş ji hemşeriyên xwe yên rihayî kiriye, gotie:
”Me bihîst ku rihayî ewê meşekê bikin. Dibêjin îro roja 100-î ya darbeya Misrê ye. Baş e îro çend saliya îşxala Kurdistanê ye?”
Bi rastî pirseke pir di cî da ye. Gelo ev çend sal in ku Kurdistan di bin îşxalê da ye?
Kurd nizanin û naxwazin fêr jî bibin.
Kurd wiha ne, di naskirina dîroka xelkê da pir mahir in, lê ji ya xwe bêhay in. Heta ne tenê ji dîroka xwe bêhay in, ya xerab tew nizanin ku bindest in jî…

XXX
Sê(3) parlamenterên BDP-ê yên tirk Sabahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, û Ertugrul Kurkçu ji BDP-ê îstîfa kirin.
Tê gotin ku ewê derbasî HDP-ê, partiya tirkan ya nuh bibin. Berê jî Levent Tuzel îstîfa kiribû.
Sabahat Tuncel, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel ve Ertugrul Kurkçu bi rayên kurdan bûn parlamenter û ketin meclîsê. Van herçar tirkên çep kortika hustuyê xwe jî bidîtana, bira parterlamenterî li wir bimîne, nikanîbûn li gundekî tirkan ya jî li taxeke Stenbolê bibin muxtar jî.
Lê li ser daxwaza Ocalan ev herçar tirkên çep bi zor bûn nûnerên kurdan. Lê piştî ku îşê xwe bi kurdan qedandin wa ye partiya xwe çêkirin û di rojên pêş da ewê bibin parlamenterên HDP-ê.
Tiştê xerîb, heta nuha dihat gotin ku Sabahat Tuncel qaşo kurdeke zaza elewî ye. Lê diyar e jinik ne kurd e, ya jî xwe kurd qebûl nake. Heger ne wisa be çima ewê ji BDP-ê îstîfa bike?
Ji bo rizgarkirina Sabahat Tuncelê ji zindanê Xwedê dizane kurdan çi fedekarî kirin, dayikên kurd çiqas jop ji pûlisan xwarin.
Hemû bi avê da çû, bû keda bersîs…
Bi rastî ma kurdan bi parlamenteriya van herçar tirkên çep çi qezenc kir, çi kara Tuzel, Tuncel, Onder û Kurkçu gihîşte kurdan?


XXX

Bi aqasî ku mediya tirk dinivîse PKK-ê qîma xwe bi ”pakêta” hukûmetê neaniye, ew rexne kiriye û 3 daxwazên sereke pêşkêşî hukûmeta AKP-ê kiriye.
1-Mafên kurdan yên esasî dibê têkevin bin garantiya qanûna esasî.
2-Dibê kurd wek civat werin naskirin û li gorî vê, dibê xweîdarekirin yanî îdareye demokratîk were pejirandin.
3-Dibê perwerdeya bi zimanê kurdî di her warî da were qebûlkirin.
Daxwazên bi heq, di cî da û rast in. Ji xwe lihevkirineke ji van daxwazan kêmtir ewê şassiyeke pir mezin e.

10 oktober 2013

Tirkiye di nabêna kurdan da "Dîwarê Berlîlnê" lê dike

Ji bo parastina îşxala Kurdistanê û perçeperçe hîşxtina kurdan bi sedhezaran mayin, bi hezaran leşker û bi sedan qereqol ne bes bûn, hukûmeta AKP-ê nuha jî di navbera Kurdistana Bakur û Rojava (Nisêbîn Qamîşlo û Serêkaniyê ) da dîwarekî 3 mîtro bilind ava dike. Xelkê Dîwarê Berlînê hulşand, Tirkiye ji nuh ve lêdike.
Ev dîwarê çavsorî, heqaret û rûreşiya dewleta tirk jî nîşanî me hemû kurdan dide ku ev hukûmet çiqasî neyarê miletê kur de, diyalogên bi PKK-ê ra û ”pakêtên çareseriyê” hemû vir in û xapandin e.
Ev dîwarê Erdogan jî nîşan dide ku nêta hukûmetê pir xerab e, di pîlan û programên wê yên pir tahlûke hene.
Pakêta rast û esasî ev dîwarê ku gund û bajarên kurdan ji hev diqetîne, miletê kurd ji hev diqetîne, wek lawirên sîrkan dixe qefesê.
Lêkirina vî dîwarî tenê têr dike ku BDP, PKK û hemû kurd hêviyên xwe ji vê hukûmetê bibirin û li hemberî wê dest bi çalakiyan bikin.
Kurdên raya xwe bidin vê hukûmetê, kurdên ku pê ra bimînin ew jî mutehîtê vî dîwarî û şirîkê vê plana faşîst in.
Êdî ji bo kurdan tu sebebekî herî biçûk jî nemaye ku piştgiriya hukûmeta AKP-ê û nîjadperestekî wek Erdogan bikin.
Dewlet Bahçeliyê faşîst hîn avakirina dîwarekî wiha pêşniyar nekiriye…

XXX

Belediya Wêranşarê, di nabêna 18-20 cotmehê da li Wêranşarê pêşangeha risim ya resam Alî Oruç vedike. Min li anonsê nêrî ez him pir kêfxweş bûm û him jî xemgîn.
Di anonsê da tê gotin ku Alî Oruçê Sirûcî ji doza PKK-ê tam 27 salan di zindanan da maye.
Belê we şaş nexwend, tam 27 salan hefs razaye. Di şiroveyeke binê anonsê da tê gotin ku Alî Oruç ne 27 salan, 28 salên jiyana xwe di zindanan da derbas kiriye.
Heger wiha be rekora Nelson Mandela jî derbas kiriye, çimkî Mandela 27 salan girtî ma
Alî Oruç, di hefsê da fêrî resamiyê û nivîskariyê jî bûye, li gel resamiya xwe camêr 10 roman nivîsî ne.
Yanî vî xweşmêrê kurd zindanên deleta tirk bi rastî jî kiriye zanîngeh.
Li hemberî eziyet û bedelên wiha mezin yên lawê bavan dane meriv tenê dikane şewqê xwe derxe û hurmetê nîşan bide
Ez vî kurdê xweşmêr ji dil û can pîroz dikim.

09 oktober 2013

Li Swêd jin heyfên kevn û nuh ji mêran digrin


Li Swêd êdî ne tenê jin, peya(mêr, zilam) jî marûzî şîdeta dibin. Yanî êdî jin jî bi wan destên xwe yên nermik mêran didin ber şîrmaqan û bi şimikên xwe yên reqreqûnê bi serê wan dikevin.
Heta nuha wisa dihat bawerkirin ku tenê jin ji alî mêran ve tên lêdan û şîdetê dibînin...
Lê lêkolînek nuh nîşan dide ku êdî mêr jî bi qasî jinan azarê dibînin û ji jinan lêdanê dixwin.
Yanî jinen Swêd heyfa hemû jinên dinyayê, him jî bi faîza wê ve ji mêran digrin û wan baş dikutin.
Bêguman ne mêrên swêdî tenê, mêrên xerîb û helbet yên kurd jî di nav da, li Swêd pir hindik nesîbên xwe ji vê lêdanê digrin. Dibe ku jinên kurd li gorî swêdiyan hinekî bi rahm bin û bi zalimî li wan nadin û zêde naêşînin. Ew tiştekî din e…
Yanî tiştê ku li hin welatan û helbet pir hindik li Kurdistanê mêr tînin serê jinan, li Swêd belavocî wê, îcar jin tînînin serê mêran.
Ji ber ku li Swêd hukim û desthilat di destê jinan da ye. Û ev yek jî bi aboriyê ve girêdayî ye. Li Swêd di warê aborî da jin serbixwe ne, ne muhtacî çend qurişên mêran in.
Yanî serxwebûna aborî bi xwe ra desthilata siyasî aniye û wê jî bi xwe ra lêdana mêran.
Akademiya Sahlgrenska ya Goteborgê, li ser 1400 jin û mêrên heterosexuel lêkolîneke pir berfireh kiriye. Xeber di rojnameya Metro ya do da heye.
Di vê lekolînê da ji sedî 8-ê jinan gotine ku ew ji alî mêr ya jî hevalê xwe yê mêr ve marûzî şîdeta fizîkî bûne.
Lê li hmberî ji sedî 8-ê jinan, ji sedî 11-ê mêran gotine ku ew marûzî lêdan û şîdeta ji alî jinan ve bûne.
Di lêkolînê da bi beşdaran ra hevpeyvîn hatiye kirin. Di netîceya lêkolînê da derketiye ortê ku li Swêd gelek peya di rewşeke pir xerab da ne, ew ji alî jin ya jî hevala xwe ve marûzî şîdeta sîstematîk dibin û newêrin dest jî bibin xwe.
Di hevpeyvînan da gelek peya gotine ew newêrin dest bibin xwe, çimkî dema ew jî lêxin kesê ji wan bawer neke. Ji ber ku îfadeya jinê wek rastiyê tê qebûlkirin.
Loma jî ne diwêrin dest bibin xwe û ew jî lêxin û ne jî gilî dikin. Bi dizî digrin û birînên xwe vedişêrin.
Min berê jî zanîbû li Swêd halê mêran ne tu hal e, ji halê helawçiyan jî xerabtir e, lê min nizanîbû şîdeta li hemberî jinan ji sedî 8 e û ya mêran jî ji sedî 11 ye.
Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike. Xwedê kir ku Hêvî xanim dozmama min e û loma jî hewqasî bêûjdaniyê nake. Ji xwe ji ber vê qedirşînasiya wê ye ez tim jê ra dibêjim, mala te ava ku te heta nuha wek hinekan ez bera colê nedame.
Jin li Swêd jî, li Kurdistanê, li her derê jî şîdeta mêran protesto dikin, dimeşin, dikin qîrîn û hawar, lê feqîrên mêran newêrin dengê xwe bikin, newêrin bibêjin hahooo em mirin, werin gazî û hawara me…
A zulma mezin ev e, xelk li meriv xe û meriv newêribe bibêje li min dixe…
Tobe tobe, Xwedê meriv ji bela û bêtarê giran bisitirîne…

Kiliçdaroglu bi rakirina "Sonda me" pir xemgîn bûye



Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu yê ji ”tirkên Xorasanê” li hemberî guherandina ”Sonda min, ez tirk im”, ku di dibistanan da her sibeh bi zarokên kurd û ne tirk û ne misliman dihat gotin derketiye û gotiye, Erdogan li dijî tirkîtiyêr ye, dixwaze gotina ”ez tir kim” li tirkan yasax bike.
Bêguman Kemalê Xorasanî bêbextiyê li Erdogan dike, ew rojê 5 caran eslê xwe înkar bike û xwe û bav û kalên xwe bike tirk jî ew nikane bi qasî Erdoganê gurcî bibe tirk. Ev yek.
Ya din, wisa xuya ye ji ber ku ji nuha û pêda zarokên kurd û xeyrî muslîm ewê her sibe nebêjin ”ez tirk im û bira canê min fedayî miletê tirk” be Kemalê Xorasanî gelkî aciz bûye.
Lê esas ji Kemalê Xorasanî êdî gazin nayê kirin, çimkî wî carê ruhê xwe firotiye îdeolojiya panturkîzmê, ew merivekî ji Erdogan jî nîjadperesttir e. Ev eşkere ye.
Kesên dibê meriv wan rexne bike kurdên ku hîn jî di partiya Kemalê Xorasanî da ne, kurdên ku dibêjin em kurd in û hîn jî dev ji partiya wî û hevaltiya wî bernadin.
Serokekî ku li dijî guhertina vê sonda nîjadperest derkeve heger meriv kurd be dibê êdî pê ra nemîne û piştgiriyê nedê.

XXX
Heta ku Erdogan serokê AKP-ê û serokwezîr be di mesela kurd û Kurdistanê da tu pêşketineke cidî ne mimkûn e.
Ji ber ku Erdogan merivekî nîjadperest û jî dijminê miletê kurd e. Erdogan, heta ku pir û pir ne mecbûr be, tu carî navê ”kurd” û ”kurdî” nagre devê xwe. Ji xwe navê Kurdistanê naxwaze bibihîze.
Merivekî ku tehamulî gotina ”kurd” û ”kurdî” neke ewê çawa hebûna kurdan qebûl bike û mafê wan bidê?
Tiştekî wiha ne mimkûn e…

XXX
Di çapemeniya tirk da li ser BDP-ê, Selahedîn Denirtaş û namzetên hilbijartinên belediyan hin tişt tên gotin. Meriv nizane tiştên tên gotin çiqasî rast in, çiqasî derew in. Ez hevê dikim ku BDP di van hilbijartinan da dîsa hin kesên ne layiq û şaş li ser kurdan ferz nekin. Ji ber ku qala "koteya jinan" tê kirin. Çi jin, çi mêr, dibê kesên bi rastî kurd, neteweperwer û layiq bin.
Ji bo kurdan tiştek dibê êdî zelal be, ji nuha û pêda dibê kurd li Kurdistanê rayên xwe nedin namzetên tirk û kurdên ne kurdperwer û kurdînezan.

07 oktober 2013

Yê dikin qenciyên gir, dibêjin ew in nemir

Hemşeriyê min Silêmanê Xidrekî li ser birayê Ahmet Turk rehmetî Hecî Demo ku çend roj berê wefat kir, şiîreke kin lê pir manîdar û xweş nivîsî ye.
Ji ber vê hestiyarî û qedirşînasiya wî, ez wek kurdekî rahmetiyê Hecî Demo nas dikim pir kêfxweş bûm.
Berî salên 1980-î dema ez li welêt bûm nav û dengê Hecî Demo bi kurdperwerî û welatparêziya xwe pir belav bû. Ez jî carê çûm bûm mîvanê wî û me sohbeteke pir xweş kir.
Hecî Demo wek merivekî welatparêz ji xortên kurdperwer pir hez dikir û kî lê biqesiriya jî qet texsîr nedikir. Camêr bû, comerd bû, evîndar û dilsozê kurd kurdistanê bû. Gorra wî buhuşt be.

Hecî Demo
Yê dikin qenciyên gir
Dibêjin ew in nemir
Hecî Demo çû û mir
Kurda tiştek wenda kir
Aştîxwaz û merd û mêr
Stêrk rijya kete jêr
Zilamê dozên giran
Çû ji pişta me kurdan
Ta hebe cîhana pîr
Navê wî nabe ji bîr
Li dû xwe hîşt zêde tişt
Gora wî bibe buhuşt

///Silêmanî Xidrekî

XXX
Hukûmet fena ku kurdan nas dike hereket dike, lê derew e, hukûmet hîn ne hebûna kurdan û ne jî mafê kurdan qebûl dike.
Hukûmet dixwaze bi alîkariya Abdulah Ocalan hêdî hêdî PKK-ê belav bike, ji pertav da bixîne. Loma jî sozên devkî dide, pakêtên xapandinê amade dike. Lê hemû jî vir in. Êdî berpirsiyarên PKK-ê wa ye jî îtîraf dikin ku hukûmet serî li wan digerîne, wan dixapîne.
Dema meriv ev yek fêm kir, dibê êdî meriv nexape û ”sozên” xapandinê qebûl neke.
Heger hukûmetê bi rastî hebûna kurdan qebûl bikira ewê perwerdeya bi kurdî jî qebûl bikira, ewê bi hezaran siyasemedarên kurd di zindanan da rehîn negirta.

XXX
Hejmareke kêm ne têda, ne çepên me û ne jî îslamîstên me ne wek yên xelkê ne, ne ji xwe ra ne.

Mesela yên ereban, farisan û tirkan îdeolojî û baweriya wan çi be jî tu carî nabin hevalbendên neyarên xwe, dev ji partî û rêxistinên xwe bernadin û nabin endam û zilamên partî û rêxistinên kurd.

Lê yên kurdan dibin, piştî hewqas xebat, malwêranî û bi hezaran şehîd, hîn jî bi hezaran çep û îslamîstên kurd di nava hêz û partiyên tirk da ne, hîn jî bi tirkan ra li dijî serxwebûna miletê xwe derdikvin, dibêjin ev ne heqê we ye, bira tirk tim di ser dilê we da bin.

XXX
Kurdê ku hebûna dewleta tirk, ereb û faris qebûl bike û dewleta xwe nexwaze, tirk, ereb û farisan ji xwe mezintir û hêjatir dibîne; wan layiq û xwe jî ne layiq dibîne.


XXX
Heta ku kurd nebêjin çima dewleta yê tirk, ereb û faris heye, çima ya min tuneye?, tu carî nabin xwedî dewlet.

06 oktober 2013

Heta ku paşnavên serokên me "Turk" bin em nabin kurd

Serokê MHP-ê Bahçeliyê faşîst, li hemberî rakirina xwendina sonda ”Ez tirk im” ji dibistanên destpêkê xwe gelkî aciz kiriye û ji serokwezîr Erdogan ra gotiye:
”We ji Sonda me” navê tirk derxist. We ji çiya û keviran navê tirk xera kir. Baş e navê Ahmet Turk çi bibe? Wê demê navê wî jî biguherin.”
Min berê jî çend caran li ser nav û paşnavên bi tirkî nivîsîye, bi dîtina min berî ku Bahçelî û tirk doza vê yekê li kurdan bikin, dibê kurd nav û paşnavên xwe yên bi tirkî biguherînin.
Di warê siyasî da jî ne rast e ku paşnavê serokekî wek Ahmedê hecî Necîm ”Turk” be.
Dibê di zûtirîn wextê da Ahmed Turk ji kurdên din ra jî bibe numûne û paşanê xwe biguhere.
Bi hezarn kurd paşnavên wan ”Turk”, ”Ozturk” û nizanim çi turk in. Lê di nava hemû tirkên dinyayê da hûn nikanin tirkekî paşnavê wî ”Kurd” bibînin.
Ji ber ku tirk xwedî şiûrekî netewî ne, ne mimkûn e ku heqareteke wiha li ser xwe bikin.
Paşnavê ”Turk” û ”Ozturk” li kurdekî heqaret e û ji xwe dewletê jî ji bo ku vê heqretê vekirî û xuya bihêle paşnavên wiha li kurdan kiriye.

XX
Li gorî serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê Prof. Burhan Kuzu, perwerdeya bi zimanê dayikê ewê Tirkiyê perçe bike û camêr dû ra jî wek alimekî pir mezin pêda çûye û gotiye, ”Tenê diya yê kurd tuneye ku, ya her 18 gurûbên etnîkî jî dayikên xwe bigrin û werin emê çi bikin?”
A xwediyê van gotinan jî serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê ye.
Meriv xwediyê vê fikrê nake serokê qomisyona heyeta destûra komeleya taxa me.
Heger bi rastî jî li Tirkiyê 18 milet hene û hemû jî doza perwerdeya zimanê xwe bikin, ev yek mafê wan e. Çewtî ne di dayina mafê wan da, di nedan û înkarê da ye.
Ya din Kuzu bi qestî şeb û şikir tevlihev dike, ew komên mahciran û miletekî li ser axa xwe tevlihev dike.
Kurd ne mahcir in, ji derve nehatine Tirkiyê. Kurd, ev serê hezar salan e ku li Kurdistanê li ser axa xwe dijîn. Tirk ji derve hatine û bi hîle û xurdan, bi saya xapandinê li welatê kurdan bi cî bûne û nuha jî jê dernakevin.
Loma jî miletê kurd û mahcirên Balkan û Kafkasan tu carî nikane wek hev bin. Hûn jî viya dizanin lê ji heramiya xwe xwe hûn qal û qîlên berdayî dibînin.
Hecî Qadirê Koyî yê nemir belkî 150 sal berê xemsarî û bêxîretiya kurdan ya li hemberî zimanê wan dîtiye û gotiye:

”Ta le jêr barî romiyan nemirin
zahmete qedrî beytî min bigirin”
”Heta ku di bin destê romiyan(tirkan)da nemirin
zahmete qedrê beyta min bigrin”

Gorbuhuştê Hecî Qadir çiqasî rast gotiye. Diyar e şairê nemir qewmê xwe baş nas kiriye...

Aso Zagrosî, li ser şairê mezin Hacî Qadirê Koyî lêkolînekepir hêja kiriye. Kurdên bakur hema hema vî şairê mezin qet nas nakin û helbestên wî jî nexwendine.
Ez wisa bawer dikim ku kêm kurd dizanin ku Hacî Qadirê Koyî li Stenbolê wefat kiriye û gorra wî li Goristana Karaca Ahmed e(Karaca Ahmet Mezarligi).
Fermo, em hinekî Hacî Qadirê Koyî nas bikin û dîroka fêr bibin.

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)
Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Li dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanîn bawe
Eman qedrî bizanin em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyamî heyatî şêxî Xanî
le ser nusxey xetî ew nusrawe
le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
xezîney gewhere û kîsey dirawe
le mecmûhî duwel Soran û Botan
le sayey em kitêbe nasrawe
le Kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
esasî nezimî Kurdî danenawe.


Her Kurde le beynî kullî mîllet
Bê behrye le xwêndin kitabet
Bêganeye le tercemey zmanî
Esrarî kitêbî xelkî dizanî
Yekser ulema dirişt û ûrdî
Ney xwênduwe du herfî Kurdî
Ustadî xetin le em sê zmane
Wek dê le zmanî xoy bêgane
Sahîb kitêb û peyame herkes
Ême nebê bûne qewnî çerkes
Xo muminîn ne rusin
Bo çi kufre zmanman bi nûsîn
Milletî bê kitêb û nûsîn
Xeyrî Kurdan nîye le rûyî zemîn


Kitêb û defter û kaxez
Ger bi Kurdî benûsraye zemanî
Mella û zana û pîr û padşaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî

Kurdî axir çîye eyîbî
Her kelamî heqe nîye eyîbî
Lefzî Kurdî, belaw nebû, girbû
Wa le mabeynî ême da têçû
Le fesahet bila muherabê
Çi qîyamet be ermenîş nabe
Ya le gel farsî çi ferqîy heye
Bo çi ew raste em kêmîye
Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degey kam le kamîye sîrqet
Çunke ême qedîmtirîn le wan
Be tawarîxî cumleyî edînan



05 oktober 2013

Heger me kurdan jî bi qasî wîetnamiyan Gîapê xwe nas bikira nuha em wiha ne bindest bûn

Heger me kurdan jî bi qasî wîetnamiyan Gîapê xwe nas bikira nuha em wiha ne bindest bûn

Lehengê netewî yê Wîetmanê General Vo Nguyen Giap do di 102 saliya xwe da wefat kir.

Me çepên kurd di nabêna salên 60 û 90-ê da general Gîap ji general Mele Mistefa Barzanî û ji hemû rêber û qehremanên kurdan baştir û pirtir nas dikir.

Heger me kurdan jî bi qasî wîetnamiyan qedir bida Gîapê xwe û ew nas bikira nuha em wiha ne bindest bûn

Di salên 70 û 80-î da ji bo ku em Gîap û şer û mêraniyên wî yên li hemberî fransizan û emerîkiyan nas bikin çi bi destê me keta me dixwend. Gîap, qehremanê xewn û xeyalên me bû.

Lê me ”Gîap” û qehremanên xwe yên ku di sala 1947-a da bi 560 hevalên xwe ra piştî şer û rêwîtiyeke meh û nîvekê gihştibûn Sovyeta wê demê ne meraq dikir û ne jî nas dikir.

Ji bo me general Gîap pir û pir gmuhîm bû, lê general Mistefa Barzanî û bi sedan qehremanên din qet ne muhîm bûn.

Heger me wê demê bi qasî ku Gîpê Wîetnamî nas dikir, ”Gîapê” xwe jî nas bikira nuha em ne di vî halê perîşan da bûn.

Ji ber ku heta nuha me xwe û ”Gîapên” xwe nas nekiriye loma em hîn jî wiha bindest in.

Ez bawer nakim ku ji sedî 2-3-ê çep û entellektuelên wîetnamî dizanîbûn ku welatekî bi navê Kurdistanê û miletekî bi navê kurd heye, lê me hemû çep û entellektuelên kurd Wîetnam û û wîetnamî ji xwe û ji welatê xwe baştir nas dikir.

Û ji xwe loma jî wîetnamî rizgar bûn û em jî hîn nikanin perwerdeya bi zimanê xwe xwe jî bi Erdogan bidin qebûlkirin.

Xwezî me jî wiha qedir û qîmet bida seqetên xwe


Li welatê xelkê qîmeta însên heye, dewlet, sîstem qedir û qîmetê dide însên. Ji bo ku însanê seqet îzole nebe, xwe li derî bihevrebûnê û civatê his neke hertiştî dikin.
Min pêr êvarî gotibû ku ji bo konferansekê dahîreya ez lê dixebitim em çûn bajarekî bi navê Visby. Keçeka lal jî bi me ra kar dike, helbet ew jî bi me ra hat konferansê.
Ji ber ku li giravê tercumanê lalan tunebû ya jî nedîtin, axirê ji Stockholmê du keçikên tercuman ji bo du rojan bi balafirê anîn bajêr. Heqê otêla wan, xwarina wan, ji balfirxanê heta ciyê konferansê heqê texsîya wan, yanî dema meriv mesrefa du kesan ya du rojan bihesibîne ne îşê pera ye.
Lê ji bo Forsakringskassayê(qaseya sîgortayê)ya girîng ne pere ye, karkira wan e, ji ber ku lal e dibê ji civînê û ji civata hevalên xwe nebe. Dibê laliya wê nebe sebebê wendakirina wekheviyê. Însanên saxlem ji kîjan maf û îmkanan feydeyê dibînin, dibê yê seqet jî ji eynî maf û îmkanan feydeyê bibîne û bikar bîne.
Dilê meriv dibije vê sîstema xelkê, meriv dibêje xwezî li welatê me jî wiha bûya. Gelo li Kurdistana Federe û li Tirkiyê jî sîstem wiha ye?
Gelo li Kurdistana başûr dibistana kerr û lalan heye, tercumanên lalan hene?
Li Tirkiyê rewş çi ye?
Gelo lalên kurd ji kurd û tirkan çawa fêm dikin ez nizanim.
Axir xelk qedir û qîmetê dide mirovê xwe û weselam…

XXX
Erdogan bi vê pakêta xwe nîşanî PKK-ê da ku nêta wî pir xerab e, do ji bo PKK-ê çi difikirî û dixwest çi bike, nuha jî dixwaze eynî tiştî bike, yanî tevgera kurd ya netwî tasfiye bike.
Qanûna li Dijî Terorê ewê ji bo kurdan her hebe, rehîneyên kurd yên ku hukûmeta AKP-ê dest daye ser wan, ewê her di zinandan da birizin.
Parlamenterên kurd ewê neyên berdan.
Hebûna kurdan ewê di resmiyetê da ewê neyê qebûlkrin. Kurdî ewê nebe zimanê perwerdeyê.
Yanî siyaseta dewletê ya resmî ewê bidome.

XXX
Dawiya dawî serokwezîr Erdogan ”pakêta xwe ya xapandinê” vekir û ji pakêtê wek dihat texmînkirin bi rastî jî kundur, xiyar û mektebên bi peran derket.
Ji ber ku herfa ”X” serbest bû, loma jî kurd êdî ewê kanibin XIYAR û XIRPO binivîsin.
Û yên perê wan hebe ewê bikanibin zarokên xwe bişînin dibistanên bi peran
Zarokên tirkan ewê di mektebên dewletê da, belaş bixwînin, lê yên kurdan ewê bi pera be.
Dibê meriv dawiyê li vê qeşmeriyê bîne, bi kêmanî xwe neke pêkenîn.

XXX

Ez nabêjim bira dilê me tenê ji bo kurdan lêde, em tenê ji bo kurdan bişewitin û tenê ji kurdan hez bikin. Hestekî wiha, fikrekî wiha ne însanî ye.
Ez dibêjim dibê meriv dost û dijminê xwe baş ji hev bigerîne, xêrxwaz û nexêrxwazê xwe nas bike, kesê ku bi çavê dostaniyê li meriv nenêre, kesê neyartiya meriv bike, dibê meriv jî jê hez neke, jê ra li çepikan nexe.
Yanî kesê nifira li meriv bike dibê meriv dua lê nake, ez viya dibêjim.