30 november 2013

Dil îro hinekî dilşa bû

Ez nuh ji semînera Fatma Savcî xanimê hatim. Min gelkî dixwest bibe mîvana me û ez tê ra dilê xwe çend helbestên ji devê wê jê guhdarê bikim, lê nebû, ewê vegeriya.

Me çend kurdên Stockholmê îro rojeke pir xweş, pir dewlemend, rojeke mişt şiîr borand.
Hin şair hene, xweş dinivîsin, lê nikanin xweş bixwînin. Xwedê ev herdu meziyet jî dane Fatma Savcî xanimê, him xweş dinivîse û him jî bi xwendina xwe ya nazenîn dilê meriv radike pêdarê, hestê meriv yê kurdayetiyê, yê evîndariya Kurdistanê qamçî dike.
Di nava vê xirecir û teşxeleya siyasî da bi rastî jî hewcedariya ruh carnan bi roj û demên wiha heye.

Ez xelkê nizanim lê ruhê min hewcedarî bîsteke wiha mişt şiîr, guhdarîkirina şaireke jin ya wiha întellektuel û bersîvşekirîn hebû. Bi guhdarîkirina Fatma Savcî, dilê minê bi kovan îro hinekî aş bû, ji fikir û xeyalên siyasî dûr ket û bîstekê îna xwe girt.
Ez nuha ”Bîra Birînê” dixwînim, îro ji min ra îmze kir….

Heger hûn jî dixwazin bîstekê dilê we dilşa bibe, wek min biûn jî Fatma Savcî bixwînin, hûnê pir jê hez bikin...

XXX
”Heger Esed bi PYD-ê ra li hev kiriye û ji Kurdistana rojava vekişiya ye ji bo kurdan ev ne tiştekî şermê ye, belovacî wê serkeftineke dîplomatîk e. Xwezî PKK-ê jî li Kurdistana bakur siyaseteke hewqasî serkeftî bimeşanda û bi Erdogan ra li hev bikira û bikanîbûya artêşa tirk ji Kurdistana bakur derxista.”
Îbrahîm Halîl Baran

Bi fikrê min jî ev dîtineke rast e. Serê salan e kurd şer dikin ji bo ku Kurdistanê ji bin îşxala artêşa tirk rizgar bikin, heger tirk jî wek Esed bi PKK-ê ra bi lihevkirinê ji Kurdistana bakur vekişin pir baş e, ji xwe em jî vê dixwazin. Em nabêjin vekişandina wan ya ji Kurdistanê bira îlamî bi zorê be, zor nebe em qebûl nakin. Xwezî hêzên tirk jî bi rehetî vekişiyana û welatê me teslîmî me bikirana.

Heger tirk jî bi rehetî hêzên xwe ji welatê me derxin mala wan ava, emê sipasî wan bikin. Ez bi xwe di vê da tu şaşiyê nabînim.

28 november 2013

Malê me bûye bela serê me



Peymana xeta boriya petrolê ya di nabêna Kurdistanê û Tirkiyê da ku dibê do ji teref serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ve bihata îmzekirin, li ser mudaxele û tehdîda Baxdayê û bi îhtîmaleke mezin ya Emerîkayê nehat îmzekirin. Û Nêçîrvan Barzanî ji Aneqerê destvala paşda vegeriya Kurdistanê.

Piştî îptalkirina merasima îmzekirinê, berdevkê serokwezîrê Îraqê Elî Musewî got, wan bi riya sefîrê Tirkiyê li Enqerê hikûmeta Tikriyê agahdar kir ku ew li dijî vê peymna bi kurdan ra ne.

Musewî di beyanê da got, ”heger ev peyman bi hukûmeta Kurdistanê ra bihata îmzekirin ewê pêwendiyên Tirkiyê û Iraqê têketa xeterê.”

Berdevkê wezareta karûbarê derve yê Emerîka Jen Psaki jî, di civîna çapemeniyê da li ser pirseke serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiy got:

”Bêyî destûra hukûmeta merkezî ya Îraqê em li dij in ku hin alî petrolê îxraç bikin. Daxwaza me ew e ku hukûmeta merkezî ya Îraqê û hukûmeta herêmî ya kurd li ser bingeheke qanûna li hev bikin.”

Wek tê dîtin, bi qasî Bexdayê, Emerîka jî li dij e ku hukûmeta Kurdistanê bi serê xwe petrolê îxrac bike.

Heger Emerîka ne li dij bûya belkî Tirkiyê dîsa zêde guh neda zext
Û gefên Malikî. Lê diyar e Emerîka jî li pişta Malikî ye ya jä para xwe dixwaze.

Ji ber ku li ortê pereyekî pir mezin heye, Emerîka dixwaze ev pere têkevin bankayên emerîkî û li wir kom bibe. Tirkiye dibêje na, bira di bankeyên min da kom bibe û Bexda jî dibêje na, ev bira li ba me be, emê belav bikin.

Yanî qertel, sîsark û çeqel li ser berata kurdan(li ser petrola kurdan)li hev nakin, herkes dixwaze para wî zêde be…

Kurd ewê çawa bikin, xwe çawa ji destên van qertel, sîsark û çeqelan xelas bikin ez nizanim…

Welhasil malê me bûye bela serê me…

XXX
Min berê jî nivîsî, heger Dr. Şivan nehata kuştin nuha kurd ne di vî halî da bûn, bi îhtîmaleke pir mezin Kurdistan rizgar bûbû. PKK ava nedibû, Oclan dernediket, ji ber ku ew valayî tunebû.

Piştî şehadeta Dr. Şivan, li bakurê Kurdistanê di du kesên din, Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin dikanîbûn dewsa Dr. Şivan dagrin. Lê dewleta tirk ev herdu lîder û qehremanên kurd jî ji ortê rakirin. Bi şehadeta van hersê serokên miletê kurd umrê îşxala Tirkiyê li bakurê Kurdistanê dirêj bû. heger Dr. Şivan, Necedîn Buyukkaya û Wedat Aydin bijiyana, nehatana kuştin kurd nuha azad bûbûn.

Zimanao leqleq seriyo teqreq

Vexwarina zêde meriv serxweş dike. Xwarina zêde zikê meriv diêşîne. Peyva zêde serê meriv dixe belayê.
Loma jî pêşiyên kurdan yên biaqil gotine, ”zimano leqleq, seriyo teqreq.”
Ya jî heger, ”axaftin zîv be sukût zêr e.”

Bi rastî jî carnan dibê meriv bi devê xwe kanibe û zêde nepeyive. Însan ji peyva zêde û ji merivên zimandirêj hez nakin, sergiranî tim baş e.

Lê hin kes bi devê xwe nikanin.
Bala min lêye medya tirk tiştê anî serê Kemal Burkay, anî serê Şivan Perwer jî.
Medya tirk medyayeke pir fêsad e, bi taybetî jî gava muxalifekî ya jî rexnegirekî li dijî PKK û BDP-ê dibînin pêve dibin qirnî(qijnik), jê naqetin.

Mubarek, xwedêjêraziyê me jî qet bi devê xwe nikane, ji berê da ye ji axaftinê pir hez dike.
Lê her ku dipeyive ji xwe ra xera dike.
Xwedê aqilekî bidê û wî ji medya tirk dûr bixe…

XXX
Gelê Qeyseriyê dîtina dînazoran dixwaze

Bekir Coşkun di nivîsa xwe ya îro da qala bûyereke pir balkêş kiriye.
Li Qeyseriyê kamare girtine destê xwe û daketine kuçe û kolanên bajêr, ji milet pirsîne:

”Bira dînazor(dinosaur)bînin bexçeyê heywîn…”
Li gel ku ev 65 milyon sal in qira dînazoran hatiye, lê milet dîsa jî gotiye, ”em dixwazin, bira bînin…”
Muxabîr gotiye:
”Yanî hûn dibêjin bira bînin…?”
”Helbet… Bira zarok bibînin… Hezkirina heywîn ji bo zarokan pir baş e…”
”Pir baş e, bira bînin…”
”Erê, em dixwazin…”
”Meriv dihere dibîne, ji xwe ra lê dinêre. Dîtin pir xweş e…”
Herçiqas di ser qira dînazoran ra 65 milyon sal derbas bûbin jî gel dixwaze wan li Qeyseriyê li baxçeyê heywîn bibîne, ji bepirsiyaran anîna wan dixwazin.
Tirkiye ev e, ji xwe ne ev bûya Erdogan nedibû serokwezîr û yên wek Bahçelî û Kiliçdaroglu jî nedibûn muxalefet. Kurd hîn wiha bindest nediman.
Welhasil, heta milet ev milet be
yê wek Erdogan ewê tim serokdewlet be.

XXX
”Birayê min got: Ez dixwazim li welatekî bimrim li wir însan kanibin navê min bibêjin."
Ji berhevoka helbestên Athena Farrokhzad ya bi navê ”Vitsvit/Sipîboz”
Ziman swêdî.
Ji xwe loma min biryar daye ezê li Kurdistanê bimrim. Û heger hat û rojekê li vir, li xerîbiyê mirim jî min temî kiriye, ewê min bibin Kurdistanê, Wêranşarê.
Ji bo ku însan navê min rast bibêjin…

27 november 2013

Çepên tirk tu carî nebûne xêrxwazên kurdan

Kesên di wext û zemanê xwe da di nava tevgereke çepên tirk da cî girtine, pir hindik nêzî wan bûne ya jî berê bûne çepên tirk û dû ra bûne kurd, tim xwe nêzî tirkan dikin û xwe ji kurdên beşên din, lê bi taybetî jî ji kurdên başûr dûr dxin, nikanin ji wan hez bikin, wan ji xwe nabînin.

Ji ber ku di heyvanê çepîtiya tirk da înkar, biçûkdîtin û dijminatiya kurdan heye.
Loma jî tamara kurdayetiyê, kurdpereweriyê li ba kurdên di çepên tirk geriyana, ji îdeolojiya wan jahrdadayî bûne hinekî zeîf e.
Lê helbet ne hemû, miheqeq îstîsna hene…

XXX
Dibê kurd êdî serokatî û berpirsiyariya kesên kurdînezan qebûl nekin, siyaseta bi tirkî red bikin.
Ji bo pirbûnê û serketinê ne payina li bende wextê, destpêkirin û îstîkrar lazim e. PKK-ê bi chend kesan dest pê kir, îro bi milyonan e.

Yanî dema meriv bixwaze û berdewamiyê nîşan bide û zû neweste her tişt mimkûn e; tiştekî ne mimkûyn tuneye.
Loma jî dibê meriv siyaseta bi tirkî qebûl neke û kurdîzanînê mecûr bike.
Tu carî dawiya "wextê û zemên" nayê. Ji bo ku yek bibe dudu, sisê dibê yek dest pê bike, dû ra ewê bibe û sisê …
Ez bi xwe serokatiya serokekî kurdînezan tu carî qebûl nakim, nabim hevalê wî û raya xwe jî nadimê.

XXX
Ayhan Çarkinê endamê tîmên taybet di îfada xwe ya îro da gotiye, hemû cînayet li ser biryara Heyeta Ewlekariya Netewî(MGK)hatin kirin.

Yanî biryara kuştina bi hezaran kurdî ji alî serokwezîr, serokkomar, serokerkan û heyeta wezîran ve hatiye dayin. Û ji xwe ne wisa bûya bi hezaran însan nedihatin wendakirin.

Di vê gotina Çarkin da tu şik tuneye. Ji xwe loma ye hukûmet belge û dokumentên di malên qatilên Ergenekonê da hatin girtin îfşa nake, wek sirê dewletê vedişêre. Hukûmeta AKP-ê naxwaze cînayetên dewletê eşkere bike. Heger hukûmetê bixwesta ji Mehmet Agar bigre heta bi Demirel, Çîller û bi dehan general û wezîr nuha di hundir da bûn.

26 november 2013

Ez bi xwe serokatiya serokekî kurdînezan qebûl nakim

Gava meriv dibêje, dibê siyasetmedarên me û bi taybetî jî xwediyên hin kursî û hin postan, serokên partî û dezgehên kurdî bi kurdî bizanibin, hin kes dibêjin rast e û dû ra jî dibêjin ”lêbelê…”

”Lêbelê” ”mêbelê” ya vê tuneye, heger ziman bi rastî jî şertê hebûna miletekî ye û bi riya zimên milet dibin xwedî berhemên netewî, kultur, edebiyat, folklor û muzîk, wê demê dibê serok û siyasetmedarên me zimanê xwe bizanibin û yên nizanibin jî dibê fêr bibin.

Serokên miletekî dibê gelê xwe asîmîle nekin, bi zimanên serdestan bi gelê xwe ra nedin û nestînin.
Heta ku hin kes qal û qîlan, mazeret û hincetan ji kurdînezaniya siyasetmedaran ra bibînin, siyasetmedar ewê kurdî fêr nebin û bi zimanê tirkî rêberî û serokatiya kurdan bikin.

Yanî kesên kurdînezaniya siyasetmedaran xweş dibînin û ji wan ra gelek teoriyên parstinê li hev radigirin jî bi qasî siyasetmedarên kurdînenezan sûcdar in. Û heta kesên wiha hebin siyasetmedar ewê tu carî dev ji tirkî bernedin û ehemiyetê nedin kurdî.

Hin berpirsiyarî, meqam û kursî hene nabe kesên li ser wan rûdinin bi kurdî nizanibin. Heger kurdî nizanibin dibê li ser wê kurdiyê rûnenin, rê bidin kesên xwediyên wan wesfan.

Mesela serokê partiyeke kurd, serokê belediyeke Kurdistanê, parlamenterekî miletê kurd dibê bi kurdî bizanibe, nizanibe ne rast e û dibê meriv rexne bike. Dibê meriv vê nezaniya siyasetmedran bi tu hawî xweş nebîne û qebûl neke.

Di birêvebiriya partiyekê da 50 kes bi kurdî zanibin û yek tenê nizanibe, sirf ji bo xatirê wî kesî zimanê civînên partiyê otomatîkman dibe tirkî. Ev yek ji bo komele û rêxistinên din jî wiha ye. Ev ne rast e û dibê meriv qebûl neke. Kesên kurdînezan dibê nebin serok û berpirsiyar. Dema bûn dibê kurdî fêr bibin.


Kesên dixwazin bibin serokên kurdan dibê kurdî bizanibin. Ez bi xwe serokatiya serokekî kurdînezan tu carî qebûl nakim, nabim hevalê wî û raya xwe jî nadimê.

Nîjadperestên tirk

Nîjadperest, neteweperest û faşîstên her miletî pir, hindik hene. Lê nîjadperest û neteweperestên tirkan naşibin yên miletên din; yên tirkan gelkî bêexlaq, bêedeb û lûmpen in, sûtal in, çamûr in.

Parlamenter, mezin û serokên wan, mesela Develet Bahçelî, gava li ser kurdan û micadela kurdan dipeyive, mistewa wî dadikeve binê sifirê, tenê pîsî, jahr, heqaret û xeber ji devê wî dibarin.

Uslûba wî, vokabulera bikar tîne ji ya siyasetmedar û serokê patiyekê wêdetir ya lûmpenekî, ya sûtalekî kuçeyê ye.

Gava qala PKK-ê, Ocalan, Barzanî û Şivan û tevgera kurd ya netewî dike ji fahîşeyeke kerxaneyê jî bêedebtir dibe. Bahçelî û hevalên wî cesareta vê bêedebiyê bêguman ji dewletê digrin, dizanin dewlet li pişta wan e. Heqareta li kurdan serbes e.

Lê ji bo serokê partiyeke siyasî ev bêdebî ne pûaneke baş e, lûmpentî ye. Însan zû bi zû xwe bi ber bayê sûtalan, însanên bêexlaq naxe. Lê li gel vê jî wek kurd meriv pê diêşe.

Lê heger civata tirk, civateke pêşketî û kamil bûya, heger medya bi rastî medya bûya, ewê ev bêedebî û ev heqareta li miletekî qebûl nekira. Û ji bo ku civet û medya qebûl dike, loma Bahçelî û kesên wek wî dikanin hewqasî bêdeb bibin û li kurdan hewqasî heqaretê bikin.

XXX
Heta nuha dewlemendiya welatê kurdan(petrol û gaz)bû bela serê kurdan, bû sebebê bindestiya wan. Lê ji nuha û pêva belkî xêra wê bigihîje kurdan û bibe alîkarê azadî û rizgariya wan.
Lê ji bo vê jî siyasetmedar û serokên jîr û di her warî da tifaqek netewî û xurt şert e

XXX
Ji bo ferdên miletekî ziman jî wek nasnameyekê(pasaportekê)ye, bi vê nasnameyê koka meriv ya netewî diyar dibe. Helbet meriv dikane hin zimanên din jî bizanibe, ev tiştekî din e. Ev, nasnameyên ekstra ne, wek meriv hemwelatiyê du welatan be.
Ji xwe loma jî hêzên îşxalkar bi hemû îmkanên xwe xwestine me kurdan asîmîle bikin û ji vê nasnameya me ya netewî ji me bistînin.

25 november 2013

Li ser namzediya Gulten Kişanakê

Wisa xuyaye ku di hilbijartina 2014-a da BDP ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê ewê Gultan Kişanakê nîşan bide. Tê îdîakirin ku Gulten Kişanakê di hilbijartinên nava partiyê da rayên herî zêde girtine. Ev çiqasî rast e, meriv nizane, lê ez bi xwe bawer nakim.

Ji ber ku berî van hilbijartinan biryara namzedeya Kişanakê hatibû dayin û dihat gotin ku Kişanak namzeda BDP-ê ya Diyarbekrê ye û navê kesê din jî derbas nedibû.

Yanî berî vê hilbijartina navxweyî biryara namzediya Kişanakê ji jorda hatibû dayin. Ev hilbijartin qilifekî meşrûkirina biryara tayinê ye.

Lê di nava partiyê û gelê Diyarbekrê da li hemberî navê Kişanakê îtîraz hebûn û heye.
Bi eşkerebûna navê Kişanakê ra manaqeşeyên li ser navê wê dest pê kirin. Bi qasî ku meriv ji medya sosyal taqîb dike, piraniya gelê Diyarbekrê dixwestin yekî/yeka diyarbekrî û kurdîzan bibe namzedê serokê belediya Diyarbekrê. Bi dîtina min jî ev daxwazeke rast e. Lê bi qasî ku xuya ye BDP guh nade daxwaz û dîtinên gel.

Ev ne siyaseteke rast e, partî dibê guh bide gel û hilbijêrên xwe, ne ku guh neda wan û wan bi tiştekî nehesibîne.
Ev emirwaqîtiya BDP-ê ne rast e û ewê zirareke mezin bide partiyê û kurdan.

AKP di kemînê da ye û dixwaze Diyarbekrê ji BDP-ê bigre. Û ji bo vê yekê jî gelek plan û dek û dolaban digerîne. Heger negre jî dixwaze rayên xwe zêde û yê BDP-ê jî kêm bike.

Ev siyaseta BDP-ê ya otorîter li Diyarbekrê dikane feydeyeke mezin bigihîne AKP-ê û rayên wê zêde bike. Û berpirsiyarê vê yekê jî BDP bi xwe ye.

Bi dîtina min Kişanak ji bo serokatiya belediya Diyarbekrê ne namzedeke xurt û rast e û gelek kurd ewê rayên xwe nedin wê. Namzediya Kişanakê rîskeke pir mezin e.

Diyarbekir paytexta Kurdistanêye û dibê kurd gav bi gav, bi hostayî Diyarbekrê ji bo paytextiyê amade bikin.
Dibê li Diyarbekrê êdî serok û berdevkên hemû partî, komele û rêxistinên, meslekî û siwîl kurdîzan bin. Serokê/seroka belediyê dibê kurdîzan be.

Ji bo ku di hilbijartinên mehelî yên 2014-a da AKP li Kurdistanê rayên xwe zêde neke(û dibê neke), ne li Diyarbekrê tenê, li hemû bajarên Kurdistanê dibê kesên bi îsabet, kesên ku gel jê hez dikin werin nîşandan.

Heger di hilbijartinên 2014-a da AKP li Kurdistanê rayên xwe zêde û BDP jî kêm bike Erdoganê har bibe û di siyaseta xwe ya serîlêgerndinê da israr bike.

Û Ji bo kurdan wendakirina Diyarbekrê ya jî li Kurdistanê kêmkirina rayan di warê siyasî û psîkoêlojîk da ewê bibe darbeyeke pir mezin.

Loma jî hîn ku ne dereng e dibê BDP dev ji vê siyaseta tayinê berde û guh bide daxwazên gel.

23 november 2013

Bi kaptanên berê ev keştî jî nagihîje tu benderan.



Di pêşketin, mezinbûn, xurtbûn û serkeftina hêz û partiyekê da jî û di belavbûn û têkçûnê wê da jî rola serok esasî ye.
Dîroka me ya dûr û nêzîk şahidê van herdu celeb lîder û serokan e.

Tevger, gurûb û partiyên serokên wan zeîf û bêkêr bûn belav bûn û yên serokên wan bikêr, jîr û jêhatî jî li gorî jîrî û jêhatîbûnên xwe li ser nigan man, bi pêş ketin, mezin bûn û bi ser ketin…

Siyasetmedarên ji vê dîroka me dersê negirin careke din jî mahkûmê têkçûnê ne.
Wek tê zanîn, însan tu carî ”li bahoz û firtoneyên di deryayê da li kaptên rabûne nanêrin, li anîna keştiyê ya benderê(lîmanê) dinêrin”, kaptan, keştî bi saxî û selametî aniye benderê ya na? Mesele ev e.

Li Kurdistana bakur, bêyî Abdulah Ocalan û Kemal Burkay yek serok û lîderî jî keştiya xwe negîhand benderê, hemûyan jî keştiyên xwebi bi rêwî û muretebatên wê ve binav kirin.

Nuha kesên ku dixwazin careke din keştiya xwe daxin deryayê dibê xwedî kaptanên saxlem û jêhatî bin, bi kaptanên berê hatine ceribandin ev keştî jî nagihîje tu benderan.

XXX
Hinekî jî felsefe. Çimkî li ba kurdan yê herî kêm felsefe ye, loma jî siyaseta me tim di halê helawçiyn da ye.

-Yê nizane û dizane ku nezan e zarok e, wî fêr bikin
Yê dizane û bi zanebûna xwe nizane di xew da ye, wî şiyar bikin.
Yê nizane û bi nezanbûna xwe nizane ehmeq e, hevza xwe ji wî bikin
Yê dizane û bi zanebûna xwe zane serok e, bidin dû wî.

XXX
Derket ortê ku li pişt hemû teqîn û tevliheviyên li Kurdistanê dibin ajanên dewletê hene, dewlet bi riya ajanên xwe hêzên îslamî û PKK-ê bera hev dide, şevekê bombyekê davêje lokala BDP-ê û şeva din jî davêje lokaka Takva ya hêza îslamî. Bi vî hawî dixwazin kurdan bera hev bidin. Ajanekî emniyeta Diyarbekrê gelek sûcên xwe îtîraf kiriye û li ba dozger gilî kirine.

Û Îbrahîm Guçlu jî wek siyasetmedar û "ronakbîrekî" kurd di TRT6-ê da her roj ji van teqîn, êrîş û tevliheviyên ajanên dewletê PKK-ê mesûl digre, dibêje Qendîl van tiştan dide kirin.

Çavnebarî

Ez bawer dikim berê tiştekî wiha tunebû , lê nuha namzediya parlamenteran ji bo serokatiya belediyan bûye mode. Camêran parlamenter in, lê diyar e bi vê nayên serî, dixwazin di ber ra bibin serokê belediya bajarekî û kursiya serokatiya belediyê jî biceribînin.

Berê di hilbijartinan da serokê belediya her bajarî ji wî bajarî dihat nîşandan, yanî kesê ji wî bajarî dibû serokê bajarê xwe. Serokê belediya Diyarbekrê yekî diyarbekrî bû, ya Wanê yekî wanî û ya Mêrdînê jî yekî/yeka mêrdînî bû.

Lê BDP-ê ev adet serobinî hev kir, nuha bi tayinê kesên ne ji wî bajarî dikin namzedê parlamentoyê û belediyan.

Ev tayin li hin deran baş be jî lê bi piranî dikane reaksiyonê bi xwe ra bîne û hilbijartinê jî bi meriv bide wendakirin.

Piştî avabûna dewleta tirk, kemalîstan li hin bajarên Kurdistanê dema merivên tam li gorî dilê xwe nedidîtin tirk dikirin parlamenter û serokên belediyên wan bajaran.

Bala min lêye ev yek di nava kurdan da jî bûye adet, BDP kesên nikanin li bajarên xwe deh rayan bistinîn, li bajarekî tevgera netewî lê xurt dikin parlamenret û reîs.

Mesela yekî/yeka dêrsimî, bîngolî ya jî xarpêtî li Batmanê, li Şirnexê, li Sêrtê dikin parlamenter û namzeda seroka belediyê. Ya jî yekî tirk dikin parlamenterê kurdan , yeka tirk dikin seroka belediya Diyarbekrê.

Tu dibêjî belkî qir ketiye jin û mêrên diyarbekirî, kesî layiqî serokatiya belediya Diyarbekrê tuneye, loma jî yeka ne ji wî bajarî, yeka ji xarpêtê(Elezîzê) li dikin namzed.

Ahmet Turk parlamnenter e û serokê DTK-ê ye lê dîsa jî têrê nake, wa ye li Mêrdînê li hemberî Osman Ozçelîk bûye namzedê belediya Mêrdînê.

Ma qey parlamenterî û serokatiya DTK-ê têra Ahmet Turk nake?
Ez bi xwe vê reqabetê û vê tayinê rast nabînim û ditirsim ev yek bi kêrî AKP-ê were.
Lê ez bawer dikim BDP-ê jî derzek he4q kiriye, dibê carê hinek bibêjin ”BES”!, hewqas jî nabe…

XXX
Ji her îdeolojiyê û fikrê hemûyên tirkan heta nuha digotin Seîdê Kurdî piştgirî nedaye Serîhildana Şêx Seîd û di vî warî da hin çîrokên devkî jî wek belge belav dikirin.

Lê wa ye bi belge derket ortê ku ev îdea derew bûye, tazwîrat bûye. Seîdê Kurdî piştgiriya Serîhildana Şêx Seîd kiriye û ji ber vê piştgiriya xwe jî dewletê ew sirgûn kiriye. Di belgeya sirgûnê da îmzeyên Ataturk û Îsmet Înunu jî hene.

Heger arşîv vebin ewê hîn gelek belgeyên wiha derkevin ortê û kurd ewê rastiya dîroka xwe fêr bibin. Kemalîstan dîrokek li ser bingihê derewan nivîsîye, dibê kurd vê dîroka ji derewan raxin ber çavên gel. Ev yek ewê azadiya me jî nêztir û rehettir bike…

XXX
Ji zûdaye ez kêm dixwînim, siyasetê ez ji xwendinê, ji edebiyatê, ji felsefê, ji dîrokê dûr xistime. Sebebê vî jî facebook be. Sîlah îcad bû merdî xera bû, facebook îcad bû xwendin kêm bû.

Nuha min bala xwe dayê, kitêbên ji bo xwendinê min kirine rêzê hemû hustuxwar li min dinêrin, hemûyan toz girtiye.
Siyaset meriv zuha dike, çavê meriv qarixî dike, edebiyat, felsefe, dîrok welhasil xwendin dilê meriv şa û asoya meriv fireh dike.

Heger facebook bihêle ezê dilê xwe bêtir şa bikim, ji ber ku hewce ye...

21 november 2013

Bi hêviya Bêdera me li erdê nemîne


Di 6-ê hezîranê da di dîwarê facebooka xwe da ez rastî agahdariya derketina kovara ”Bêderê”* hatim. Wek her tim dîsa gelkî kêfa min hat û min bi lez xeber xwend.

Kurdekî Sirûcî yê bi navê Îbrahîm Halîl Baran(Brahîm Xelîl), mizgîniya derxistina kovara Bêderê dida û bi vê gaziya gelkî manîdar li kurdan dikir gazî û hawar û digot:

”Hevalên Sirûcli, he wa wa! Mi go, va tema şorên me, çîrokên me, mesele û filan bêvanên me, ro bi ro nolê şêrîn şekirê ku di çayeke demlî da bihele, ronkahiya royê li pêş çavên me wenda dibin, bi xeml û xişrên xwe ji bîra me bar dikin darin. De li ber vê xezebê me niyet kiriye, vê havîne em dikin bi kurmanciya boz û berazî kovarekê (dergiyekê) derxînin. Navê kovarê BÊDER e. Heta taliya vê mehê emê li benda yaziyên (nivîsên) we bin, bêdera deyştê mehcûb mekin. Spas.”

Piştî ku min ev mizgîniya derketina kovara Bêderê û gazî û hawara Îbrahîm ya li kurdan û hemşeriyên xwe yên rihayî xwend, wek hemşeriyekî wî min jî hema bi lez ev şirove li binê xeberê nivîsî: ” Îbrahîm Xelîl, ezîzê ber dilê min, min nizanîbû kurdiyeke te ya hewqasî şîrîn û nazenîn heye.

Heger ez jî wek te xwediyê vê kurmanciya paqij û hingivîn bûma, bira li min ahd û wahd bûya ku min yek gotin jî bi tirkî binivîsanda. Li gel ku kurmanciya min wek ya te hewqasî ne şîrîn û xurrî ye, lê dîsa jî ez tu carî tenezulî tirkî nakim.
Brahîmê hêja, piştî ku tu hewqasî xweşik bi kurmancîya sirûcê dizanî, ez sond dixwim tu yê bi kovara Bêderê(Bênderê) ji miletê xwe ra xizmeteke pir mezin bikî.

Û wek hemşeriyekî te yê wêranşarî, temiya min li te, dev ji tirkî berde û bi hemû hêza xwe, xwe bide kurmancî.
Bi qasî ez dibînim, tu merivekî ne muhtacî şîretan î, lê ezê dîsa jî bibêjim; bawer bike îro roj tu kar, tu xizmet ji bo kurdan ji nivîsandina bi kurdî ne muhîmtir û elzemtir e. Heger tu dixwazî li ba miletê te fikir û şiûra netewî rojekê berî rojekê xurt bibe, dibê tu dev ji tirkî berdî û xwe bide kurdî, der û dora xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî û axaftina kurdî bike. Ji nuha da ji te û ji hevalê te ra serkeftinê dixwazim. Gelek silavên biratiyê.”

Ez bawer dikim piştî rojekê Îbrahîm bersîva vê şiroveya min da û wiha got:
”Keremdar bî kekê Zinar. Te ji bîr kiriye lê min û te bi salan berê gelek li ser Kurmancî sihbet kiribû. Tenezula min ya Tirkî ne ji bo şîrînaya wê ye; ji bo xelaskirina keç û xortên Kurda ye. Lê bawer bike kesên bi Kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe dihisin, berê xwe didin qulbeya Kurmancî...”

Bi rastî qet nayê bîra min ku min û Îbrahîm li ser kurmancî sohbet kriye û ji hev ra nivîsîye. Xwezî ew nivîsên me nuha li ba min hebûna û min ew jî biweşanda.

Piştî bersîva wî, min jî bersîv dayê û got:
”Brahîmê hêja, tu rast dibêjî, lê mala kalbûnê wêran be, hiş di serê meriv da nahêle. Di salên 60-70-î da li her bajerekî Kurdistanê du sê kesên kurdperwer hebûn û hemûyan jî hev û du nas dikir.

Pir hindik ez jî nuha wiha me, hema hema hemû kesên kurdîzan nas dikim, dixwazim nas bikim û belkî jî bi gelekan ra carê me silavek jî daye hev.

Lê dema hevaltî berdewam nebe, di vê cîhana înternetê da meriv navan ji bîr dike. Lê ez pir kêfxweş im ku ji Surûcê tu û kesên wek te hene û dixwazin li zimanê xwe xwedî derkevin.

Ew herêm ji alî folklor û zimên ve herêmeke pir taybetî ye, dibê folklor û devoka wê herêmê(Riha, Surûc)ji wendabûnê xelas bibe û têkeve kitêbxaneya kurdî.”

Bi vî hawî me dawî da sohbeta xwe ya li ser kovara Bêderê. Lê ez bi nêt bûm ku ezê Bêderê taqîb bikim, ziman û berhemên tên weşandin bibînim.

Çimkî ez teşwîqkirinê, halandanê û heger mimkûn be piştgiriya her weşaneke kurmancî li ser xwe wek wezîfeyeke netewî dibînim.
Û heta ji min tê, bi du rêzan be jî piştgirî û kêfxweşiya xwe nîşan didim û hewildanê pîroz dikim.
Dibê însan bibînin ku xebata wan bala însanan dikşîne û tê teqdîrkirin. Ev gelkî muhîm e.

Bi vê fikrê û felsefê ez her tim gavên wiha teqdî û teşwîq dikim û wek min got, heger ji min were alîkariyê jî dikim.
Piştî vê sohbeta min ya bi Brahîm Xelîl ra bi çend rojan, min ji xortekî bi navê Emer Faruk Baran e-mailek girt.
Emer Farûk Baran, di e-maila xwe da digot:

”Merheba Seydayê Zinarî, (ji vî babetê tewandina navan ez qet hez nakim) Kurmanciya cenabê te jî a berê ye, ew kurmanciya me ya ku hîn ''neherimiye'', em dixwazin vê zelaliyê li ser Bêdera xwe jî bibînin. Eger wexta te hebe, tê ji me re tiştekî bi kurmanciya boz binivsîni. Spas. Silavên berî azana mixurbe.”

Min daxwaza nivîsandinê qebûl kir, min got baş e, ezê tiştekî binivîsim…
Lê li alî din jî paşnavê ”Baran” li ba min meraqek peyda kir, ji ber ku yê Brahîm Xelîl jî ”Baran bû.
Min ji xwe ra got, gelo ev camêr kî ye, gelo ew û Brahîm Xelîl Baran birayên hev in? Loma jî ez rabûm di nava e-posta xwe ya kevin da li navê ”Omer Farûk Baran” geriyam.

Min dît ku min û Omer Farûk Baran jî di cîhana vê bêxwediya înternetê da ji sala 2008-a û virda hevûdu nas kirye û me çend caran jî silav li hev kiriye, li hal û demên hev pirsîye, ji hev ra çend rêz nivîsandine.

Min nivîseke wî di bloga xwe da bi navê ”nameya xortekî jîr” weşandiye û kêfa min gelekî ji nameya wî ra hatiye. Di e-maileka xwe da(16/1-11) Emer Farûk Baran ji min ra wiha nivîsîye:

”E Bargiran Baran, wê çaxê ez ditirsiyam û min ev nav li xwe kiribû. belkî were bîra te, te li ser du nivîsên min nivîsî bû, yek ji wan ''nameya xortekî pir jîr bû'', sax bî spas. Bi xêr û saya ew pesnên te ez çêtir bûm... koma me ya Pêngavê pênç şeş kes in, wê hevalên din jî spasiyekê ji te re binivîsin, ez bawer im. spas.”

Min jî bi vê e-maila jêr bersîv daye vî xortê jîr, gotye:
”Emer, xortê hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên qedirşînas. Xortê hêja, ez wezîfeya xwe dikim, dema ez nekim ez neheq im. Gava kurdekî ji bo gelê xwe karekî baş kir dibê meriv teqdîr bike, qedir û qîmetê bidê ked û xebata wî. Serkeftina we ya miletê kurd e, kî ji bo azadî û serxwebûna miletê kurd kevirekî bide ser kevirekî li ber dilê min pir ezîz e...”

Bêguman dema meriv dibîne ku çend gotinên meriv tesîrek baş li kurdekî kiriye, cesareta nivîsandinê dayê wî, ew teşwîqî nivîsandinê kiriye meriv pê kêfxweş dibe. Dema meriv ji devê xortekî kurd derheqê xwe da gotinên wiha dibihîze, fena ku meriv fêkiyê dara ku meriv çandiye bixwe. Meriv hewqasî dilşa dibe.

Ji roja ku ez bûme xwedî înternet û e-mail(ez dibêjim belkî ji sala 1996-97-a û virda ye) û di vê cîhanê da min dest bi nivîsandinê kiriye, min tim bala xwe daye ser kesên ku bi kurdî dinivîsin.

Her cara ku di malperekê da, di facebookê da ez rastî nivîseke kurdî hatime, min miheqeq xwediyê nivîsê pîroz kiriye, pesnê wî/wê daye û gotiye dom bike, ew teşwîqî nivîsandina bi kurdî kiriye.

Ev 7 sal in blogeke min(HindikRindik)heye. Min hema hema her roj nivîsek du nivîs nivîsîye, heta nuha min di bloga ”Hindik-Rindik” da tam 2057 meqale weşandine. Ez bloga xurî kurdî ya pêşî me, ez facebooka xurrî kurdî ya pêşî me.

Û di van herdu malperên xwe da jî heta nuha min yek rêz jî bi tirkî nenivîsîye, heta ji min hatiye min tim hewil daye ku kurd dev ji nivîsandina tirkî berdin û bi kurdî binivîsin.

Ez bawe dikim kindik be jî feydeyeke vê îstîkrara min çêbûye û gelek kurd cara pêşî di blogamin da, di facebooka min da, bi tesîra teşwîqa min kurdî nivîsîne û gelek jê jî dû ra fêr bûne û kurdiya xwe pêşda birine.

Piştî ku min ji Emer Farûk Baran ra got erê, ezê ji Bêderê ra tiştekî binivîsim, ez hinekî fikirîm, min got gelo ez çi binivîsim û qala çi bikim?

Min ji xwe ra got, ya herî baş ew e ku ez bi kurtî qala çîroka hevnasîna xwe û Emer û Îbrahîm bikim û bi vê yekê ra jî çend gotinan li ser muhîmiya zimên û weşanên kurdî bibêjim.

Min li jor hinekî qala çîroka hevnasîna me û teşwîqkirina nivîsandina bi kurdî kir.
Berî her tiştî dibê însan netirse û ji dest bi nivîsînî bike. Netirse, nebêje ez baş bi kurdî nizanim. Bira destpêkê şaşî pir bin, tişt nabe, hêdî hêdî meriv fêr dibe. Kes di zikê diya xwe da fêr nebûye. Meriv ajnêberiyê tenê dikane di navê da fêr bibe, heta ku meriv nekeve avê, dest bi ajnê neke û neke çelpe çelp û ji bo fêrbûnê israr neke, meriv fêr nabe.

Nivîskarî jî wiya ye, bi nivîsandinê meriv fêr dibe û dibe nivîskar. Wekî din tu rê tuneye. Ji bo me kurdan rêya fêrbûna zimên ev e, ji ber ku yê me wek xelkê mekteb û zanîngehên me tunene, dibê em bê mamoste, bê mekteb, xwe bi xwe, li malê fêr bibin.

Çawa ku dareke fêkî piştî çandinê tavilê fêkî nade, jê ra ked û wext lazim e, kovar û rojnameyek jî wiha ye, jê ra sebir, îstîkrar û wext lazim e. Dibê meriv zû neweste û berdewamiyê nîşan bide. Berdewamî baweriyê dide însanan.

Di sala 1979-a da deme kovara Tîrêjê dest bi weşana xwe kir, kesên dikanîbûn bi kurdî binivîsin 5-6 kes bûn. Li gel ku tenê 4 hejmar derketin jî lê dîsa jî şopek, mîrateke pir baş û mezin li pey xwe hîşt; bi saya wê bi sedan însan fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn û çend nivîskar û şair li pey xwe hîşt.

Arjen Arî, Berken Breh, Malmîsanij, Mam Ronga, Rojen Barnas ji van şair û nivîskaran tenê çend kes in. Yanî fêkiyekî baş da.
Azadiya Welat jî her wiha ye. Azadiya Welat di sala 1990-î da dema dest bi weşana xwe kir kesê ku li Kurdistanê û li Tirkiyê bikanîbûya bi kurdî binivîsanda tunebû.

Loma jî Mîrhem Yîgît ji Stockholmê çû demeke dirêj li Stenbolê ma, alîkariya wan kir, heta ku hin kesên wir fêrî nivîsandina kurdî bûn. Lê îro dema em lê dinêrin, Azadiya Welat bûye rojnameyeke rojane û wê xebatê bi sedan nivîskar bi xwe ra aniye, bi hezaran kurd fêrî kurdî kiriye.

Yanî xebata bi çend kesan dest pê kir, piştî çend salan wek darekê fêkiyekî pir xweş da û bexçeyê miletê kurd dewlementir kir.
Min ev herdu nimûne dan, ji bo ku hûn, kesên ku dikin kovara Bêderê derxin bizanibin ku xebata we jî piştî çend salan dikane netîceyên wiha bi xwe ra bîne, dikane fêkiyên wiha xweş bide.

Di jiyana weşangeriyê da ya muhîm ew e ku meriv îstîkrarê nîşan bide û baweriyê bide xwendevanên xwe. Dibê hûn li viya miqate bin.

Ezê bi çar çavan li bende Bêderê bim. Ez ji kurdiya surûcê ya ”boz û berazî” pir hez dikim.
Li Wêranşarê çend dengbêjên me yên bi navû deng hebûn, hemû jî surûcî û rihayî bûn, min gelkî bîriya dengê wan kiriye. Ji nuha da ji we ra serkeftinê dixwazim.

Zinarê Xamo
Stockholm 2013-06-18
*Ev nivîs ji kovara Bêderê ra hatiye şandin.

20 november 2013

Tirkan dest bi qebûlkrina Kurdistanê kirin

Tirkan heta nuha hebûna Kurdidistanê qebûl nedikirin. Heta hebûna kurdan jî qebûl nedikirin.
Lê Erdogan hefteya borî li Diyarbekrê beşekî Kurdistanê qebûl kir û got ”Kurdistana Îraqê.

Li ser vê îtarafa Erdogan ya bi hebûna Kurdistanê, MHP-ê (partiya faşîst) û CHP-ê(partiya kemalîst û nîjadperest)êrîşî Erdogan kirin û gotin welatekî wiha tuneye.

Erogan jî di bersîva xwe da ji wan ra got, xwendin û nivîsandina we heye û hûn parlamenter in, herin zebtên meclîsa pêşî(1920-1923)bixwînin. Di wir da hûnê navê Kurdistanê bibînin. Û him jî Ataturk û gelek wekîlên din jî navê Kurdistanê bikaraniye.
Yanî Erdogan ji mecbûrî, ji bo ku xwe biparêze li xwe mukur hat. Tiştekî baş e.

Ev şerê nabêna AKP-ê û muxalefetê ewê dom bike û pir mezin bibe
Heta nuha tirkan li hemberî me qela xwa kiribûn yek û digotin ne kurd hene û ne jî Kurdistan.

Lê bi xêra vê bihevketina wan, ez bawer dikim ewê gelek belge û wesîqeyên heta nuha veşartibûn û nîşanî me nedidan derkevin ortê.
Yanî bi xêra vî şerê wan, ewê gelek belge û wesîqeyên li ser welatê me jî ji zêrzemî, embar û arşîvên veşartî derkevin û ronahiyê bibînin.

Dibê em jî van belge û wesîqeyên li ser kurd û Kurdistanê derdikevin baş belav bikin û li ser rawestin.

XXX
Osman Bazydemir û serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li ber tabloya şîreta Seîdê Kurdî:

"Ey gelê Kurd!
Di tifaqê da qewet, di yekîtiyê da heyat, di biratîyê da seadet, di hukûmetê da selamet heye."
Bi hêviya vê şîreta vî mezinê kuredan tu carî ji bîr neki.

XXX
Xortê azib ji Xwedayê xwe ra dua dikir digot:
-Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim, heger bixwazim namerd bim.
Ya Rebî, tu bûkeke xweşik bike nesîbê diya min…

XXX
-Îro jî, sibe jî
bi qasî dilê te nêzî te me
gava te xwe tik û tenê his kir
gava te ji dil bîriya min kir
destê xwe deyne ser dilê xwe
ez li wir im, xeman nexwe
min têke ber dilê xwe

XXX
Yekî biaqil evîn û topa fubolê şibandiye hev, gotiye, evîn wek topeke futbolê ye, berê meriv pihînekê lêdixe û dû ra li dû dibeze.
Swêdiyên me îşev ewê li Stockholmê li hemberî Portekîzê xwe biceribînin û li pey Ronaldo gelkî bazdin . Ji bo bilêta Brezîlyayê bidest xin dibê zora Portekîzê bibin. Lê ji xwe pir ne bawer in. Hêviya wan Zlatan e. Gelo îşev jî ewê zîtikên xwe bide peyivandin ya na bîstek din emê bibînin…

19 november 2013

Kurdan diyalektîk ji bîr kiriye

ABC ya çepîtiyê baweriya bi diyalekîtkê ye. Yanî baweriya bi guherînê û daimiya tevgerê ye, li dinyayê hertişt diguhere, tu tişt wek xwe namîne.

Lê li gel baweriya bi vê felsefeyê jî, çep û komînîstên me yên do û muhafezekarên me yên îro li hemberî pêşketinên li Tirkiyê û guherînên di fikir û siyaseta serokwezîr Erdogan da matmayî dimînin, devê wan ji hev dihere û dibêjin, ”yaho kê bawer dikir ku Erdogan rojekê ji Kurdistanê ra bibêje Kurdistan?”

Helahela, kuro heger we yê bawer nekiria Erdoganê rojekê ji Kurdistanê ra bibêje Kurdistan, wê demê we çima partî danîn û we ji xelkê ra got emê Kurdistaneke serbixwe ava bikin?

Ma ne me bawer dikir çi bi zor, çi bi rehetî tirk ewê biguherin û rojekê vê daxwaza me qebûl bikin.

Do baweriya we bi avakirina ”Kurdistaneke yekbûyî, serbixwe û sosyalîst” hebû, îro hûn li hemberî çend gotinên Erdogan yên dilxweşkir matmayî dimînin û tu nemaye ku hûn bireqisin û ji kêfan destên xwe hine bikin.

Hinekî sakin bin û bîstekê li nivîs û daxwazên xwe yên çend sal berê bifikirin, ji kitêbxaneyên xwe nivîsên xwe yên çend sal berê û programên partiyên xwe deynin ber xwe û bi dizîka çavekî lê bigerînin.

Çavekî lê bigerînin bê çend sal berê we çi fort daye xwe, çi soz û ahd daye vî miletî…

Ma qey we felsefeya materyalîst, diyalektîka Herîklîtos
ji bîr kir? Ka we bawer dikir ku li dinyayê tu tişt wek xwe namîne!
Ma ne şerm e li hemberî tawîzeke Erdogan ya biçûk hûn hewqasî dilşa dibin!

Birayên ezîz, hinekî sakîn bin, Erdogan ne ji Kurrdistana me ra, ji Kurdistana welatekî din ra gotiye Kurdistan. Viya ji bîr nekin, ev yek.

Ez nabêjim xerab e ya jî em tew nebînin. Na, ez dibêjim zêde mezin nekin, em ji Erdogan ”deve” dixwazin, wî hîn guh jî nedaye me, tenê ji guhê ”deveyê” me ra gotiye ”guh”!

Û lutfa wî ya din jî, gotiye sebir bikin, ”rojên zindan vala bibin û kes li serê çiyan nemînin jî ewê werin.”

Ew jî baş e, lê belê ne tiştekî ku meriv hewqasî mezin bike.
Camêr ne soza mafekî, ne jî soza statuyeke siyasî daye me, tenê gotiye sebir bikin, rojek ewê were emê we efû jî bikin. Hewqas.

Loma jî piştî 30-40 sal xabat û bi dehhezaran şehîd, dibê ev yek jî ne tiştekî pir zêde be. Dibê Erdogan û dewleta wî hewqasî jî biguhere…

18 november 2013

Derzên dibê em ji serdana Mesûd Barzanî bigrin



Di pêşwazîkirin û mazûbantiya serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî da diyar bû, bê kî dost e û kî ”dijmin” e, kî kurd û kî ne kurd e.

Gelek kurdên li dijî PKK-ê û BDP-ê her roj keviran li parlamenter û siyasetmedarên BDP-yî dibarînin, dibêjin ew ne kurdên baş in, filan û bêvan…

Lê do yên li Amedê li serok Barzanî xwedî derketin, yên ew li meqamê xwe bi ala kurd pêşwazî kirin û yên ew dan ser serê xwe ne kurdên AKP-ê, ne parlamenter û siyasetmedarên AKP-ê bûn, parlamenter û reîsên BDP-ê bûn, kadir û siyasetmedarên BDP-ê bûn.

Vê bûyerê jî nîşan da ku BDP, PKK çiqasî ”xerab” be jî, çiqasî hin tiştên li gorî dilê meriv neke jî dîsa yên kurd ew in, dîsa yên ”me” ew in, ne kurdên AKP-yî û CHP-yî ne.

Heger kurdên AKP-yî pir kurd bûna, bira wan jî wek BDP-ê û kurdên din bi alên kurdî pêşwazî li serok Barzanî bikirana, bira wan jî beyanên azadiya kurdan bide û bira wan jî ji bo azadiya kurdan ji serok Barzanî piştgirî bixwesta.

Lê dîrokê nîşanî me da ew ne bi serê xwe ne, ew ne kurdên ”me” ne, ew bindest in û di rojên giran da jî ewê ne bi me ra, bi dijminê me ra bin.

Dibê serdana serok Barzanî ji bo hemû xêrnexwazên PKK-ê û BDP-ê bibe derseke dîrokî, bibe guhar…

XXX
Osman Bazydemir û serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li ber tabloya şîreta Seîdê Kurdî:
"Ey gelê Kurd!
Di tifaqê da qewet, di yekîtiyê da heyat, di biratîyê da seadet, di hukûmetê da selamet heye."
Bi hêviya vê şîreta vî mezinê kuredan tu carî ji bîr nekin.

17 november 2013

Bi vê xeberê ez pir û pir dilşa bûm


Hin der û dorên xêrnexwazên kurdan, hin çepên tirk û kurd yên kemalîst yên di nava BDP-ê û nêzî PKK-ê dixwzin PDK-ê, PKK-ê û PYD-ê berha hev bidin. Ji bo fêsadî û geleciyê derewan davêjin ortê, fêsadiyê dikin. Dibê em hemû kurd, çi BDP, PKK û PDK dibe û çi jî kurdên derî van hêzan dibin, dibê em vê potansiyela fêsad û xêrnexwazên kurdan bibînin.

Bîstek berê di medya tirk da xeberek belav kirin, gotin xwedêgiravî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî bi Tirkiyê ra li ser çar xalan li hev kiriye. Û ji van xalan yek jî, hukûmeta Kurdistanê ewê bi Tirkiyê ra li Rojava li hemberî yekdestiya PYD-ê derkeve. Yanî ewê bi Tirkiyê ra li hemberî PYD-ê micadelê bide. Ev tê maneye şer jî.

Dema min xeber xwend, hinavê min qetiye. Min bawer nekir yekî wek Mesûd Barzanî piştî hewqas tecrûbe û serpêhatiyên trajîk yên birakujiyê peymaneke wiha îmze û qebûl bike.

Wa ye nuha Serokê Dîwana Serokatiyê ya PDK-ê Dr. Fûat Husên xeber tekzîb kiriye, gotiye ev xeber derew e, serokê Kurdistanê bi Tirkiyê ra peymanek wisa îmze nekiriye û ji xwe tiştekî wiha jî nehatiye rojevê.

Xeberê bîna min anî ber min û kêfa min xweş kir, ez bêhed dilşa kirim...
Ji ber ku bi Tirkiyê ra ya jî bêyî Tirkiyê şerekî bi PYD-ê ra li Rojava û li Başûr destpêkirin şerekî navxwe yê birakujiyê û têkçûna statuya Kurdistana Federe ye.

Li Kurdistana başûr gelek gurûb û hêzên li dijî PDK-ê û malbata Barzaniyan hene û di şerekî nabêna PYD, PKK-ê û PDK-ê da ew jî tevî şer bibin û mesele ewê pir berfireh bibe. Kurd ne li Rojava tenê, li Başûr jî ewê malikê li xwe wêran bikin.
Lomajî meriv naxwaze bi Tirkiyê ra tifaq û peymaneke wiha ya li dijî PYD-ê xeyal jî bike.

Şêl û bêtoleransiya PYD-ê, qebûlnekirina hêzên din min jî nerehet dike, dibê PYD û PKK dev ji siyaseta ”ez tenê” berde, demokrat û plûlar bifikire, riya hevkariyê û tifiqaê bide ber xwe. Xêra wan û tevayiya kurdan di siyaseteke xweşbîn, demokratîk û pirdengîtiyê da ye.

Lê dema PYD viya nuha qebûl nekejî, di yekdestiyê da înat bike jî dibê PDK serî li zorê û riya şer nede, problemê miheqeq û miheqeq bi riya diyalogê, bi riya siyasî çareser bike.

Ew siyaseta ku PDK-ê û serokê Kurdistana Federe Msûd Barzanî heta nuha li hemberî Qendîlê û PKK-ê meşandiye, ew siyaseta ku tu carî riya şer qebûl nekiriye û tim û tim riya diyalogê û nîşanî tirkan daye, dibê di mesela Rojava û PYD-ê da jî eynî siyasetê bimeşîne, eynî tiştî ji Tirkiyê ra bibêje:

Zor, şer na, diyalog û îqna.

Bira li Rojava Kurdistan ya jî statuyeke siyasî ji bo kurdan çê bibe, bira ya hêzekê tenê be. Helbet ev ne rast e, dibê hemû kurd li gorî hêzên xwe bibin xwediyê deshilatê, lê ez xerab dihesibînim û dibêjim, heger nebe jî dibê em şerê hev nekin, serî li zorê nedin. Ji ber ku desthilata PYD-ê, PKK hezar qatî ji ya Esed baştir e.

Bira Kurdistan çê bibe bira demekê serokê wê dîktatorek be. Yên xelkê jî berê şah û dîktator bûn.
Ne ji bo Rojava tenê, ez ji bo hemû perçeyên Kurdistanê jî wiha difikirim. Bira Kurdistan çê bibe bira yek partî be, bira serok dîktatr be, bira destpêkê demokrasî tunebe…

Helbet ya herî rat û îdeal dibê demokrasî hebe, azadî hebe, kes zorê li kesî neke, kes bi darê zorê hukim nexe destê xwe. Lê hegr hat û kir jî dibê meriv serî li zorê û şer nede.

Hewqas sal in em di bin destên ereban, tirkan û farisan da ne, bira çend salan jî em di bin destê kurdekî, partiyeke kurd da bimîmin. Bira çend salan jî PDK, YNK, PKK, PYD û PDK Rojhilat bi tenê me îdare bikin.

Ger wiha be dinya xera nabe, kesekî nemir tuneye, bi sebrê, bi rehetî bi bîna fireh emê demokrasiyê tehamul bikin.
Netîce ji ber ku peymana nabêna Tirkiyê û Kurdistana Federe derew e ez gelkî dilşa me.

Dijayetiyên me çi dibin bira bibin, çiqasî mezin dibin bira bibin, dibê em tu carî serî li zorê û şer nedin. Tecrûbeyên şer yên nabêna PDK-ê, YNK-ê û PKK-ê, Komela û PDK-a Rojhilat li ber çavê me ye. Şerekî nabêna ”kurdên başûr û rojava” malwêraniya miletê kurd e. Ez bawer dikim ku hemû serokên kurdan vê tahlûkê dibînin û dizanin.

Dibê em xwe nexin dewsa zarokan û bi şekirekî qulpik şa nebin



Ji teref Erdogan da bilêvkirina navê Kurdidistanê helbet muhîm e, lê ne qebûlkirina azadiya kurdan e, tenê qebûlkrina rastiyeke coxrafîk, dîrokî û sosyolojîk e.

Yek navê meriv hilde ne çêyiyek û tiştekî pir mezin e, dibê meriv qebûlnekirina heta nuha rexne bike.
Îran ji berê û ber da ye navê Kurdistanê înkar nake, bilêvdike. Lê vê yekê kurd azad nekiriye.

Îraq ji destpêka avabûna xwe da ye hebûna Kurdistanê înkar nake, lê vê yekê rê li ber serîhildanên kurdan û qetlîama Helepçeyê negirt.

Dewleta tirk berê digot kurd tunene, loma mafê we jî tuneye. Nuha dibêje hûn "henin, lê mafê we nadim.

Heger 90 sal xebat û milyonek şehîd tenê navê welatê me bi tirkan dabe qebûlkirin û em viya wek şoreşeke mezin bibînin, gelo ji bo azadiya me çend sal lazim e?

Tu tişt, tirk jî têda, ne mimkûn e wek xwe bimîne, neguhere. Helbet piştî 50 sal xebata siyasî û çekdarî tirk ewê bibêjin Kurdistan. Xelkê bi ribêvê xebatê welat rizgar kirine. Em hîn bi qebûlkirina navê welatekî din(li gorî Tirkiyê), navê statuyeke qanûnî dilşa dibin.

Erê qebûlkirina navê Kurdistanê muhîm e, lê ne tiştekî pir jî mezin e, Erdogan navê welatekî din girtiye devê xwe yê mubarek, ne Kurdistana xwe. Kurdistana wî hîn tuneye.

Esas heger kurdên başûr hinekî cesûr bûna û ji ber tirkan hewqasî danexwarana tirkan ji zûda gotibûn Kurdistana Federe ya jî Kurdistana Îraqê bikar anîbûn.

Em tim ji înkara tirkan gazinan dikin, lê qet dereceya israra xwe nakin. Gelo me çiqas israr kiriye?

Hertişt du aliye, wan di înkarê da înat, me ji bo qebûlkirinê zêde israr nekiriye.

Erdoganê do li Diyarbekrê got, "Kurdistana bakurê Îraqê", lê li Tirkiyê hîn hebûna miletê kurd qebûl nake, hîn dibêje yek milet.

Kurd bi qeweta xwe nizanin, qeweta xwe biçûk û ya tirkan jî PIR mezin dibînin. Ev jî dibe sebebê hustuxwariyê.

Di şerda jî, di siyasetê da jî cesaret û desthilanîn tim baş e, fereca xêrê ye, tim meriv li karê ye. Û tirsonekî û hustuxwarî jî tim zirar e.

Îspata vê tirk in, tirk ji ber ku teslîm nabin, ji ber ku natirsin, loma jî ev 90 sal e nehîştine Kurdistan çê bibe.

Loma jî bi milyonan kurd kirine tirk. Loma jî serokê Kurdistanê xwe li Amedê mîvan û Erdogan jî xwediyê Amedê dibîne û ji bo destûrdana hatina Amedê sipasî Erdogan dike.

Serokê miletekî ku welatê wî di bin îşxalê da ye çawa dikane sipasî dijminê xwe bike ji bo ku ew vexwendiye bajarekî welatê wî?
Ev çi hest e, çi siyaset e?

Rast e dibê meriv aliyê tije yê qedehê bibîne, lê dibê meriv aliyê vala jî wek tije qebûl neke.

Ji dêlî ku em hin gavên hukûmeta AKP-ê yên pir biçûk zêde mezin bikin, dibê em nedana mafên xwe yên netewî wek neheqiyeke mezin bibînin û viya derxin pêş.

Xelkê welatê me ji me stendiye, hebûna me qebûl nakin, 10 hezar însanên me rehîn girtine, bi hezaran keç û xortên me kuştine, em bi şekirekî wan yê qulpik şa dibin.

Dibê em xwe nexin dewsa zarokan, bi şekirekî, bi lîstokek McDonaldsê şa nebin û nexapin…

Dibê em bi silaveke tirkan nexapin


Serokkomarê Kenyayê Yoma Kenyata, çîroka bindestiya reşikan wiha aniye zimên:
-Dema Rojavayî(Xerbî)hatin, di destê wan da Încîl,
di destê me da axa me hebû.
Em fêrkirin em çavên xwe bigrin û dua bikin.
Gava me çavê xwe vekir,
di destê me da Încîl,
di destê wan da axa me hebû.

Pêşiyên tirkan eynî tişt anînîn serê kurdan. Kemalîstan eynî tişt anîn serê kurdan, biçend gotinên şîrin, bi kişandina rismekî bi hev ra, bi çend rêzên pesindayinê pêşiyên kurdan xapandin û Kurdistan ji wan stendin, navê kirin Turkiye.

Nuha jî Erdogan bi alîkariya dewletê û bi saya tecrûbeya bav û kalên xwe li hemberî serokên kurdan eynî metodê bikar tîne.
Erdogan bi serokên kurdan ra hinekî dimizice, pê ra rismekî dikşîne, mamûrekî xwedişîne ba wan, carnan dibêje ”birêz” nizanim kî, carnan pesnê wan dide û bi vê riyê Kurdistanê hêdî hêdî ji dest wan derdixîne.

Reşikên Efrîkayê bi xwe hesiyan û welatê xwe ji Roavayiyan stendin, lê serokên kurdan hîn bi xwe nehesiyan e, tirk hîn jî dikanin bi silavekê, bi ezimandinekê bi du derewan wan bixapînin…

XXX
Min destpêka merasima Diyarbekrê nedîtibû, min nuh dît. Piştî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi hev ra tên ciyê merasimê û li ciyê rûdinin, sirûda/marşa netewî yê tirk(Îstîklal Marşi)tê xwendin û herkes radibe jipê, dikeve hazirolê.

Qet şik tuneye ku tirkan ev bi zanetî kirin, ji bo ku Mesûd Barzanî li ber sirûda netewî ya tirk(Turk Îstîklal Marşi)bidin rawestandin.

Civîna îro ne vekirina kongreyekê û ne jî maçeke fotbolê bû, yanî ne ciyê xwendina sirûdê netewî bû, tu sebebekî vê yekê tunebû. Ma di her minasebetên wiha da, di her civînê da sirûda netewî dixwînin? Ez bawer nakim.

Lê tirkan, ji bo ku serokê Kurdistanê û kurdan biçûk bixin û çavsoriya xwe nîşanî kurdan bidin, sirûda xwe ya netewî xwendin û kurd jî li hemberî wê kirin hazirolê.

Wek kurdekî ez pir pê êşiyam. Heger ewê sirûda netewî bihata xwendin dibê ya kurdan jî bihata xwendin. Ji ber ku du serokên du dewletan li wir bûn. Lê ez bawer dikim haya kurdan jî ji programa Erdogan tunebû û xwendina sirûda netewî ya tirk tunebû.
Dibê em vê heqareta hukûmetê ya dijminane not bikin.

Dema meriv ne jîr û bi tedbîr be, dijmin dikane wiha bi meriv biçûk bixîne.
Lê ev jî nîşan dide ku Erdogan li hemberî kurdan çiqasî bi hesab û zikreş e, di her fersendê da dixwaze ”mezinayiya” xwe û ”biçûkiya” me nîşan bide.

16 november 2013

Erdogan li Amedê Îstîklal Marşi/Sirûda Tirk bi kurdan da guhdarîkirin

Min destpêka merasima Diyarbekrê nedîtibû, min nuh dît. Piştî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi hev ra tên ciyê merasimê û li ciyê rûdinin, sirûda/marşa netewî yê tirk(Îstîklal Marşi)tê xwendin û herkes radibe jipê, dikeve hazirolê.

Qet şik tuneye ku tirkan ev bi zanetî kirin, ji bo ku Mesûd Barzanî li ber sirûda netewî ya tirk(Turk Îstîklal Marşi)bidin rawestandin.

Civîna îro ne vekirina kongreyekê û ne jî maçeke fotbolê bû, yanî ne ciyê xwendina sirûda netewî bû, tu sebebekî vê yekê tunebû. Ma di her minasebetên wiha da, di her civînê da sirûda netewî dixwînin? Ez bawer nakim.

Lê tirkan, ji bo ku serokê Kurdistanê û kurdan biçûk bixin û çavsoriya xwe nîşanî kurdan bidin, sirûda xwe ya netewî xwendin û kurd jî li hemberî wê kirin hazirolê.

Wek kurdekî ez pir pê êşiyam. Heger ewê sirûda netewî bihata xwendin dibê ya kurdan jî bihata xwendin. Ji ber ku du serokên du dewletan li wir bûn. Lê ez bawer dikim haya kurdan jî ji programa Erdogan tunebû û xwendina sirûda netewî ya tirk tunebû.
Dibê em vê heqareta hukûmetê ya dijminane not bikin.

Dema meriv ne jîr û bi tedbîr be, dijmin dikane wiha bi meriv biçûk bixîne.
Lê ev jî nîşan dide ku Erdogan li hemberî kurdan çiqasî bi hesab û zikreş e, di her fersendê da dixwaze ”mezinayiya” xwe û ”biçûkiya” me nîşan bide.

XXX
Min hêvî dikir ku serokê Kurdistana Federe îro li Diyarbekrê axaftineke dîrokî bike, bi kêmanî axaftinên xwe yên berê dubare bike, bibêje xedir li vî miletî hatiye kirin û em doza mafên xwe yên netewî dikin, em êdî hew bindestiyê qebûl dikin.

Lê axaftina wî ez xemgîn û xeyalşikestî kirim, axaftneke ne li gorî rojeke wiha bû. Tiştekî xerab negot, lê tiştekî zêde muhîm jî negot, wek her kesî wî jî got aştî baş e û şer xerab e.

Min hêvî dikir ewê bi sedan, bi hezaran alên kurd li meydanê û ji şaneşînan(balkonan) li ba in. Lê li meydanê bêyî du alan tu alên kurd tunebûn.
Li hemberî vê li meydanê û li şaneşînan bi sedan alên tirk û yên AKP-ê li ba dibûn. Kîtleya li meydanê wek ya AKP-ê xuya dikir.

Û ya herî xerab û ez gelkî xemgîn kirim, di dema axaftina birêz Mesûd Barzanî da tevger û hereketên Arinç û Erdogan bûn. Dema serokê Kurdistanê dipeyivî Arinç û Erdogan qet lê guhdarî nedikirin, bi Şivan ra, bi Îbo ra, bi der û dora xwe ra sohbet dikirin. Ez pir li ber vê yekê ketim.

Axaftina Şivan ji xwe ez naxwazim tew qalê bikim.
Erdogan axaftineke demagojîk ya pir dirêj kir û di warê siyasî da tu tiştekî muhîm negot. Wek her tim dîsa demagojiya ”biratiya kurd û tirkan” kir û bi israr got vira bajar û welatê me Tirkiye, 81 sal berê Mele Mistefa Barzanî hatibû bûbû mîvanê me, va ye îro lawê wî birêz Mesûd Barzanî mîvanê me ye. Tiştê herî nuh, îcar gotina ”Kurdistana Îraqê” bi kar anî. Hin kurd vê gotina Erdogan jî gelkî muhîm dibînin.

Netîce, heta nuha ez bi xwe Erdogan li karê û di warê psîkolojîk da jî kurdan li zirarê dibînim. Lê hêvî dikim ku hevdîtina Amedê li pişt perdê, di rojên pêş da biryarên girîng bi xwe ra bîne.

Ji berê da em bêtifaq in

Sêsed sal berê Ehmedê Xanî yê nemir sebebê serneketin û bêdewletbûna kurdan bi bêtifaqiya wan ve ve girê daye û gotiye:

Ger dê hebûya me padişahek
Laîq bidiya Xwedê kulahek
Tayîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Daîm bi temerrud û şîqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat

Zêdeyî sêsed sal di ser van gotinên Xanî yên dîrokî ra derbas bûye lê bêtifaqî û şîqaqiya me kurdan hîn berderwam e.

Numûneya herî dawî ziyareta serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd barzanî ya Amedê ye. Hin kes bi nave rexne û beyana fikir da bi zimanekî bêdeb û neyarane êrîşê dibin ser serokê Kurdistanê. Ev ne rexne ye û ne jï xêrxwaziya kurdan e. Bi êrîşên wiha kurd tenê zirarê dibînin.

Heger kurd li ser vê ziyaretê wisa bi hev kevin wê demê Erdogan di plana xwe da biserdikeve.

Meriv hêvî dike ku rîsipî û bîrewerên PKK û BDP-ê rê li ber van êrîşan bigrin. Kare me kurdan ne di dijminatiyê, di hevkariyê da ye, biratî û dostiyê da ye.

XXX
Di siyasetê da rexne şert e û baş e. Di heqê karekî, tevgerekê da dibê meriv biwêribe fikrê xwe bibêje. Lê bi zimanekî siyasî û maqûl, ne ku nakokî û berberiyê gurr û pîj bike.

Bala min lêye hin kes li ser hatina serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî ya Diyarbekrê ji rexneyê wêdetir dijminatiyê gurr dikin. Ev babet ”rexne” û hevalbendî ji kurdan ra ji karê bêtir zirarê tîne, ne rast e.

Heger em xêra kurdan û yekîtiya kurdan dixwazin dibê em di rexneyên xwe da bi edeb, sakin û avakar bin.
Biheqbûn û rastbûn mafê heqaret zimandirêjiyê ê û fêsadiyê nade meriv. Siyasetmedar jî însan in, ew jî dikanin hesabê şaş bikin, biryarên şaş bigrin. Bi tiştekî wiha dinya xera nabe.

13 november 2013

Li ser ziyareta serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî ya Amedê

Wezîrê Karûbarê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, derbarê ziyareta serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî da ku di 16-ê mehê da ewê here Diyarbekrê hin tiştên balkêss gotine.

Davutoglu gotiye, ”Ev ziyaret îşareta baweriyeke mezin ya bi xwe ye. Vexwendina serokwezîrê me jî netîceyeke vê bixwebaweriyê ye. Heger birêz serokwezîr ferqekê têxe nabêna Stenbolê û Diyarbekrê ewê zirarke mezin ya psîkolojîk bide yekîtî bihevrejiyana me. Birêz Barzanî wek lîderekî Îraqî yê muhîm dikena were herdera welatê me. Ya girîng di hatinê da mesaja ewê bide. Ev mesaj ji birayên me yên Bakurê Îraqê ra ye. Ma dema lîderekî Boşnak li dereke ku boşnak lê pir in beşdarî dawetekê dibe qey em wek tehdîdekê fêm dikin? Na, boşanak unsûrekî nufûsa me ya esasî ne. (…) Ev ziyaret nîşana wê yekê ye ku baweriya Tirkiyê bi xwe zêde bûye…”

Dibê em kurd van gotinên Davutoglu baş ji hev vençirin û maneyên wan baş fêm bikin.
Yek, Davutoglu dibêje, ”êdî em ji Mesûd Barzanî û ji perçebûna Tirkiyê natirsin, em êdî bawer nakin ewê zirarê bide me. Em xwe pir xurt dibînin. Û ji xwe heger ne ev baweriya Tirkiyê ya bi xwe bûya serokwezîr Barzanî nediezimand Diyarbekrê.

Dudu, hukûmet Diyarbekrê wek bajarekî kurdan û Kurdistanê nabîne û naxwaze tu ferqê têxe nabêna Stenbolê û Diyarbekrê. Loma jî Barzanî dawetî Diyarbekrê dikin. Yanî tirsa wan êdî ji hatina Barzanî ya Diyrbekrê tuneye.

Sisê, Davutoglu birêz Mesûd Barzanî ne wek lîderekî kurd û serokê Kurdistana Federe, wek lîderekî Îraqî (yanî ereb)dibîne. Û wek lîderekî îraqî jî ew dikane here her dera Tirkiyê.

Çar, Davutoglu Kurdistana Federe û statuya wê hîn jî nas nake û loma jî dibêje ”Bakurê Îraqê”.

Pênc, Davutoglu wek boşnakan bi çavê mahciran,bi çavê pêsekinyên tirkan li kurdan dinêre û loma jî birêz Mesûd Barzanî jî wek merivên mahcirên tirkiyê dibîne.

Bi kurtî Davutoglu wiha li ziyareta birêz Mesûd Barzanî dinêre. Yanî dibê kurd bibînin û fêm bikin bê tirk, hukûmet bi çi çavî li serokê Kurdistana Federe û li ziyareta wî dinêrin. Ev girîng e.

Kurdên başûr, Tirkiye jî di nav da helbet ewê bi cîranên xwe ra têkiliyên aborî û dîplmatîk deynin, ev normal e. Lê ev ziyareta serokê Kurdistana Federe tam ne ji bo vê ye.

Helbet Erdogan ne ji bo xêrê, ji bo fêsadiyê, ji bo ku PKK-ê/BDP-ê û PDK-ê û heta dereceyekê jî kurdên bakur û başûr bîne hemberî hev, nêbana wan xera bike Mesûd Barzanî vexwendiye Diyarbekrê. Yanî hesabê wan ev e. Ev vekirîye, nedîtina vî hesabê AKP-êbêguman safiyeke mezin e. Yanî di vexwendina birêz Barzanî da hesabekî Erdogan heye.

Li hemberî vê, dibê hesabekî birêz Barzanî jî hebe û miheqeq jî heye. Lê li ser vî hesabî di nabêna kurdan da mutabaqetek tuneye. Xwezî hebûya.

Xwezî ziyrareta birêz Mesûd Barzanî wexteke din û bi hawakî din bûya, bi konsesuseke netewî pêk bihata.
Loma jî hatina birêz Mesûd Barzanî ya nuha û bi vî rengî pir ne bi dilê min e û ez zêde rast nabînim.

Lê li gel vê jî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi axaftina xwe ya Diyarbekrê, bi şêla xwe ya li hemberî hukûmetê û bi şêla xwe ya netewî dikane vî hesabê AKP-ê xera bike. Ev yek mimkûn e.

Dil dixwest ku kurd li hev bûna, BDP-ê û kurdan hemû kurdan bi hev ra bi alên Kurdistanê pêşwaziyeyek mezin û bi îhtîşam li serokê Kurdistanê bikirana û kurdan bi hev ra, bi tifaq daxwazên miletê kurd ragihandana Tirkiyê û dinyayê. Û ya rast jî ev e.

Lê mixabin wa ye BDP li dijî Erdogan meşekê li dar dixe û loma jî ev tifaqa netewî ya dil dixwaze mumkûn xuya nake.

Dimîne şêla kurdên û axaftina birêz Mesûd Barzanî ya Diyarbekrê. Wek kurdekî ez hêvî dikim ku axaftineke pir baş ya li gorî dilê hemû kurdan bike. Axaftina wî BDP-ê û hemû kurdên hatina wî ya nuha û bi vî rengî rast nabînin şaş derxe û planên hukûmeta AKP-ê pûç bike, nabêna kurdan xerabtir neke, wan nêzî hev bike. Bi axaftin û peyamên xwe wek serokekî netewî di dilê kurdan da ciyê xwe bigre.

12 november 2013

Hin kes wek delemê(vizikê) viz dibin


Bala min lêye hin kes herî hindik piştî 30 sal nivîskarî û rojnamevaniya kurdî ji nuh ve li tirkî baniyane û dest bi nivîsîna tirkî kirine. Fena kesê piştî 30 sal zikir û îbadetê bike û dû ra ji nişka ve dîn biguhere, dest bi vexwarina alkolê bike û bibe merivekî bênemaz.

Lê ez bi xwe vegera van kesan ya li zimanê tirkî sebebekî wê yê îdeolojîk û siyasî dibînim.
Bi dîtina min li ba kesên wiha ”çerxkirina, devjêberdana ” ji siyaset û îdeolojiya Kurdistanê hezkirina ji tirkî jî bi xwe ra aniye.

Dema meriv dev ji fikra Kurdistana azad û serbixwe berde, meriv pir rehet dev ji kurdî jî ber dide û pir rehet li tirkî jî vedigere.

Ji ber ku di bingehê ”vizbûnên” wiha mezin da miheqeq menfaetên madî û ”vizbûnên” siyasî û îdeolojîk hene. Bêyî viya guherînên wiha ne mimkün in.

Ji kertêl ra gotine, kertal ma warê te ku der e, kertêl gotiye, weleh ba dizane…
Yên van kesan jî menfaet dizane, kara wan li ku be xwe nêzî wir dikin.

Netîce, vê hukûmetê gelek serok û siyasetmedarên kurd pûç kirin, loma jî ji siyaseta kurd ra xwîneke teze lazim e, yanî hin siyasetmedarên bi rastî netewî, wek bedena Amedê saxlem û ne ”Tirkiyecî” lazim in.

XXX
Ez û ez
Problema herî mezin ya di nabêna serok û siyasetmedarên kurd da mesela ”ez” û ”ezîtyê” ye. Herkes dibêje yê herî ”mezin” û yê herî rast ez im, kes ne ji ber kesî dadixwe û ne jî ”mezinatiya” wî qebûl dike. Û loma jî ne li hev dikin û ne jî yekîtî çêdibe.
Ê ji xwe berê jî sebebê bindestiya me ev bêtifiqî bû, kesî kes qebûl nedikir, herkesî digot ”ez” û ”ez”!

Û netîceya vê ”ez” û ”ezê” jî li ortê ye, wek milet em hîn bindest in, 40 milyon însan hîn bêdewlet û çar perçe ne…
Heta ku em bibêjin "ez" û "ez"
emê tim ji guran ra bibin pez...

XXX
Li gorî hin xeberên di medya sosyal da tên belavkirin, serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî ewê Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises jî bi xwe ra bibe Diyarbekrê. Berê tenê navê Şivan derbas dibû, nuha Îbo jî lê zêde bû. Meriv nizane tiştê tê gotin rast e ya dere w e. Lê ez hêvî dikim ku hevalbendiya Şivan û Îbo derew be.

11 november 2013

Kursiya Erdogan diheje



Li gorî hin teoriyên komployê yên di medya sosyal da belav dibin, di nava AKP-ê da dubendiyê dest pê kiriye û partî li ber perçebûnê ve diçe.

Xwedêgiravî di nabêna Arinç û Erdogan da dilsarî çêbûye û gelek parlamenter û wezîrên din jî piştgiriyê didin Arinç. Tê gotin di bin ra gelek kes ji metod, stûrî û îdareya dïktatorî ya Erdogan nerehet in.

Ez bawer dikim pir hindik para rastiyê di xeberê da heye, hin kes miheqeq êdî ji qebetî û dîktatoriya Erdogan aciz bûne. Dema nebin ne normal e.

Îro dengê xwe dernexin ewê sibe derxin. Ji ber ku tu diktatorî û tu bindedtî ne ebedî ye.
Wek dîktatorekî biçûk Erdogan jî ewê li bela xwe rast were û text û taca xwe wenda bike. Ev dem êdî hatiye.
Bindestên heta nuha li hemberî Erdogan bêdeng bûn, newêrîbûn dengê xwe bikin, hinekê cesaret bide wan û ewê serî hildin.

Erdogan bi rastî jî merivekî ne yê van dramatan e, merivekî bêkultur, qebe û zirzop e. Îktîdara deh salan ew bitir û aşûnî kiriye. Dema têkçûnê nêz e. Ji xwe li dinayyê jî êdî nuzûra wî rijyaye, êdî her kes ibi xeerabî qala wî dike.

Di vê têkçûna wî da li gel sebebên girêdayî qerekter û şexsiyeta wî, sebebên der, şêla wî ya li hemberî kurdan û çaresernekirina mesela Kurdistanê jî roleke mezin dilîze. Pêlên micadele û doza miletê kurd bêguman ewê Erdogan jî wek gelek selefên wî, wî jî bide ber xwe û çem û çem bibbe...

XXX
Neyarên miletê kurd li Kobanî dîsa destên xwe yên qirêj di xwîna kurdan gerandin. Ez qatilan û hêzên li pişt wan rûreş û şermezar dikim.

Kurdan heta nuha qelek qetlîamên wiha dîtine. Kurd ne bi kuştinê diqedin û ne jî dev ji têkoşîna xwe ya azadîyê û serxwebûnê berdidin.

Qatil û hêzên li pişt qatilan rûrş in.
Dilê min, fikra min îşev li Kobanê ye. Emê van rojên tarî jî li pey xwe bihêlin

Davutoglu nikane kesî bixapîne

Wezîrê karûberê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Bexdayê piştgiriya hukûmeta xwe ya bi çeteyên dişîne ser kurdan û Sûriyê ra înkar kiriye û wek merivekî aştîxwaz gotiye, ”Herêma me têra xwe xwîn wenda kiriye. Ji nuha û pêva em mecbûr in bi hev ra ji bo aştiyê û îstîkrarê bixebitin.”

Zalim bêheya û bêrû ne, çeteyên di bin baskên hukûmeta wî da her roj ji Tirkiyê êrîşan dibin ser kurdan, serê însanan jêdikin û her roj li ber çavên cîhanê bi wî ra civînan çêdikin û mêrik dîsa jî dibêje em piştgiriya çeteyan nakin.

Heger ne tahrîk û piştgiriya Tirkiyê bûya muxalefeta Edad li Sûriyê dest bi şerê çekdarî nedikir.
Loma jî musebîbî herî mezin yê xwîna heta nuha li Sûriyê hatiye rijandin, berî her kesî Davutoglu ye, ev xwîna li Sûriyê û li Kurdistanê dihereke netîceya siyaset û îdeolojiya Davutoglu ya panturkîst e. Mîmarê vê gola xwînê yê yekem Davutoglu ye, ne kesekî din e.

Îcar îro jî gava dibîne ev siyaseta wî ya nîjadperest bi ser nakve, dev diguhere, ji postê gur dikve postê mîhê…
Lê Davutoglu çi demagojiyê û ço şelafiyê bike jî êdî dereng e, ereb jî, faris jî û kurd jî êdî dizanin ku ew çi gurekî har e…

XXX
Dibêjin di merasima 10-ê Kasimê da parlamentera AKP-ê ya derewîn Oya Eronatê nigê xwe li plaketa navê Osman Baydemir xistiye û ji walî xwestiye ku vê rakin. Jê tê, heger mecelê bibîne ewê tiştên xerabtir jî bke. Çimkî li hemberî kurdan tije kîn û nefret e.
Gelo kes dizane ev jinik ji ku ye û ji çi miletî ye?

Hey ne kurd e... Meriv neyarê xwe nas bike baş e, heta şert e. Dibê meriv bizane kî ji bo çi li dijî meriv e û ji bo çi neyartiya merv dike?

XXX
Min nuha li rismên Pêşangeha Wêranşarê ya Mehmet Masûm Suer temaşe kir. Ji ber ku ev pêşangeh li bajarê min li Wêranşarê bû ez kêfxweş bûm. Wêranşar muhtacî xebatên wiha ye.

Suer dîsa ji gelê xwe ra karekî pir hêja kiriye, beşekî dîroka kurdan bi van risman raxistiye ber çavên wêranşariyan. Ji ber vê xebata wî ya giranbuha ez Mehmet Masûm Suer pîroz dikim û jê ra serkeftinên hîm mezintir dixwazim.

10 november 2013

Dibê kurd leşkeriya ji Tirkiyê ra êdî red bikin


Reda wîjdanî(ûjdanî)ya neçûna leşkeriya Tirkiyê ya Alî Fikrî Işik di nava kurdan da zêde deng û olan neda. Esas dibê medya kurd li vê tevger û serîhildana Alî Fikrî Işik xwedî derketa û ew tim aktuel bihîşta.

Heger heta nuha li hemberî leşkeriya tirk di nava kurdan da tevgereke xurt tuneye û bi dehezaran xort wek Alî Fikrî Işik çûna leşkeriya tirk red nakin kêmasiyeke. Di vî warî da sûc berpirsiyar partiyên siyasî û ronakbîrên kurd jî pir in, di vî warî da ne xwedî dîtin û helwest in, ji xortan ra nabêjin çûna leşkeriyê red bikin. Dibê êdî bibêjin.

Heta kurd li Tirkiyê nebin xwediyê statuyeke siyasî dibê ev ”reda ûjdanî ya leşkeriyê” dom bike.
Ev ”red” jî serîhildaneke, di warê siyasî da şêleke kurdewarî ye û dewletê dixe tengasiyê.

XXX
Navê wî ne hewce ye, xortekî kurd neh saliya Yasar Arafat bibîr aniye, gotiye, ” ”Ez di neh saliya wefata serokê gelê filistîn yê mezlûm da hevrê Yasar Arafat bi hurmet bibîr tînim.”

Di binê vê nivîsa wî da min ev nivîssa jêr nivîsî:
Wek kurdekî te heta nuha qet wefat û şehadeta serokekî miletê kurd, serokekî qewmê xwe(ku kurd ji filistîniyan pir mezlûmtir in)bibîr anîye?

Mesela tu dizanî Şêx Seîd, Seyid Riza, Simko Axayê Şikakî, Qadî Mihemd kînga hatin şehîd kirin, Mistefa Barzanî kînga wefat kir?
Berî ku tu wefata serokê xelkê bibîr bînî, serokên xwe nas bike, serpêhatiyên wan fêr bibe, roja qetilkrina wan di bîra xwe da bihêle.

Hemû filistînî wiha ne, ew dizanin serokên wan kînga hatine kuştin û kînga wefat kirine. Lê qet nayê bîra wan ku Sêx Seîd, Seyid Riza, Qadî Mihemed û MeleMistefa Barzanî bibîr bînin.

Û ez bawer nakim bêyî kurdekî ferdekî miletên din jî tiştekî wiha bike.
Ya din, Yasar Arafat ji ku û bi çi hawî dibe ”yoldaşê” te?

XXX
dilê ji bo azadiyê lênede
ne tu dil e
kurdê Kurdistanê nexwaze
kurdekî kêmaqil e
dilê bi rastî dil be
ji bo azadiyê ewê tim kil be
kurdê bi rastî kurd be
Kurdistana azad ewê tim li dil be

Kes êdî bi derewên Davutoglu naxape

Wezîrê karûberê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li Bexdayê piştgiriya hukûmeta xwe ya bi çeteyên îslamî yên ku dişînin ser kurdan û Sûriyê ra înkar kiriye û wek merivekî aştîxwaz gotiye, ”Herêma me têra xwe xwîn wenda kiriye. Ji nuha û pêva em mecbûr in bi hev ra ji bo aştiyê û îstîkrarê bixebitin.”

Zalim bêheya û bêrû ne, çeteyên di bin baskên hukûmeta wî da her roj ji Tirkiyê êrîşan dibin ser kurdan, serê însanan jêdikin û her roj li ber çavên cîhanê bi wî ra civînan çêdikin û mêrik dîsa jî dibêje em piştgiriya çeteyan nakin.

Heger ne tahrîk û piştgiriya Tirkiyê bûya muxalefeta Edad li Sûriyê dest bi şerê çekdarî nedikir.
Loma jî musebîbî herî mezin yê xwîna heta nuha li Sûriyê hatiye rijandin, berî her kesî Davutoglu ye, ev xwîna li Sûriyê û li Kurdistanê dihereke netîceya siyaset û îdeolojiya Davutoglu ya panturkîst e. Mîmarê vê gola xwînê yê yekem Davutoglu ye, ne kesekî din e.

Îcar îro jî gava dibîne ev siyaseta wî ya nîjadperest bi ser nakve, dev diguhere, ji postê gur dikve postê mîhê…
Lê Davutoglu çi demagojiyê û ço şelafiyê bike jî êdî dereng e, ereb jî, faris jî û kurd jî êdî dizanin ku ew çi gurekî har e…

XXX
Dibêjin di merasima 10-ê Kasimê da parlamentera AKP-ê ya derewîn Oya Eronatê nigê xwe li plaketa navê Osman Baydemir xistiye û ji walî xwestiye ku vê rakin. Jê tê, heger mecelê bibîne ewê tiştên xerabtir jî bke. Çimkî li hemberî kurdan tije kîn û nefret e.
Gelo kes dizane ev jinik ji ku ye û ji çi miletî ye?

Hey ne kurd e... Meriv neyarê xwe nas bike baş e, heta şert e. Dibê meriv bizane kî ji bo çi li dijî meriv e û ji bo çi neyartiya merv dike?

Bi sîma xwe dişibe qereçiyan, loma jî ez eslê wê meraq dikim. Gelo diyarbekrî kes nizane ev jinik ji çi miletî ye?

XXX
Min nuha li rismên Pêşangeha Wêranşarê ya Mehmet Masûm Suer temaşe kir. Ji ber ku ev pêşangeh li bajarê min li Wêranşarê bû ez kêfxweş bûm. Wêranşar muhtacî xebatên wiha ye.

Suer dîsa ji gelê xwe ra karekî pir hêja kiriye, beşekî dîroka kurdan bi van risman raxistiye ber çavên wêranşariyan. Ji ber vê xebata wî ya giranbuha ez Mehmet Masûm Suer pîroz dikim û jê ra serkeftinên hîm mezintir dixwazim.

09 november 2013

Ev zarok naxwaze celad ben têxin hustuyê bavê wî

Ev zarok naxwaze celad ben têxin hustuyê bavê wî
ev zarok naxwaze wahşeta serdema navîn bibe şahî
ev zarok naxwaze bimîne sêwî
ev zarok naxwaze celad destê wî
biqetîne ji îşligê bavê wî
ev zarok îro biçûk e,
nikane vê wahşetê rawestîne
lê sibe ewê mezin bibe
ji celadan ewê heyfa bavê xwe bistîne

XXX
Çend roj berê li Diyarbekrê tabeleya ”Xwezî bi dilê wî kesê ku bibêje ez tirk im” rakirin. Serokê CHP-ê liqê Diyarbekrê Medenî Seyrek Bukarkî gotiye, ”esas ji dêlî wê, dibê xwezî bi dilê wî kesê ku dibêje ez tirkîyeyî me bihata nivîsîn.”
Lê ne Bukarkî tenê, gelek kesên din jî vê demê tiştên wiha dibêjin û dixwazin gotina ”ez tirkiyeyî” me têxin dewsa ez tirk im.
Bi dîtina min qet ferq nake, ”ez tirkiyeyî me” jî tê maneya ”ez tirk im” û înkara kurdîtiyê ye.
Em kurd ne tirk in û ne jî tirkîyeyî ne. Em kurd in û ji Kurdistanê ne.
Mahcirên ji Balkanan û Kafkasan, mahcirên ecem û yên din dikanin vê nasnameyê qebûl bikin, lê em kurd ne mahcir in, em ji dereke din ji birçîna û ji ber xelkê nereviyane Kurdistanê, yê mehcir tirk in. Em bi welat û navê tu miletî kêfxweş û bextewar nabin, em miletekî cihê ne û welatê me heye.
Loma jî her gotina navê kurd û Kurdistanê îhtîwa neke tê maneya înkara miletê kurd û qebûlkrina tirkîtiyê.

XXX
Salihê Kevirbirî di vê nivîsa xwe da li ser zimanê anonsên di balafiran da radiweste, dibêje çima di balafirên tirk diçin Hewlêrê û Silêmaniyê da bi kurdî agahdarî nayê dayin?
Kevirbirî ji berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe dixwaze ew vê yekê(di balafiran da anonsa bi kurdî) li ser şîrketên balafiran ferz bikin.
Daxwazeke rast û di cî da ye, dibê kurdên bakur jî û yên başûr jî di vê daxwaza xwe da israr bikin. Nivîseke hêjayî xwendinê ye. Li ser vê meselê min jî, ez bawer dikim carê du caran nivîsî û eynî daxwaz dubare kir.
Bi baweriya min jî berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe vê meselê pir siviki didigrin, ev ne rast e. Ji wan bêtir, şîrketên hewayî muhtacî wan in, gava ew vê meselê cidî bigrin, şîrket ewê qebûl bikin.
Helbet li pişt vê şêla şîrketên tirk hukûmeta AKP-êye, ew li dijî zimanê kurdî ne, ew naxwazin kurdî belav bibe û bibe xwedî statuyeke navnetewî.

07 november 2013

Mirin, carnan tu pir bêbext î !


Ev du roj in ez li pey hev xeberên mirina dost û hevalan dibihîzim. Pêr, min di facebookê da xebera cîran û hevalekî xwe yê zaroktiyê Ahmet Kuçuk bihîst. Hîn ez li ser wê difikirîm, xebera wefata heval û welatparêzê hêja Ahmed Bozgîl jî hat.
Ez tevizîm, bîna min teg bû…

Di xortaniyê da xeberên mirinê zêde tesîrê li meriv nake, meriv zêde natirsîne.
Lê di kalîtî û pîrîtiyê da gava nas, dost û hevalên meriv yeko yeko ji nişkave ji dor meriv wenda dibin, bayê xofê û tirsê bi serê meriv dikeve, meriv xwe li dereka xalî di tahlûkê da his dike.

Herçî mirin e, hey emê gişê bimrin, herkes viya dizane, lê bihîstina wê, koçkirina hevalekî nêz, dîsa jî meriv xemgîn dike û gurûzî digre bedena meriv.

Meriv ji xwe ra dibêje, erê, sibe xebera mirina min jî ewê wiha belav bibe, lê ezê wê nebihîzim, ezê nikanibim tiştekî li ser binivîsim. Ezê jî bibim xewnek, dereweke vê dinaya yê.

Heta ku meriv sax e, li heyatê ye, pir hindik dilxwaz û neyarên meriv hene û ew eşkerene. Lê gava meriv dimre, dilnexwaz û neyarên meriv beta dibin. Ev jî çêyiyeke mirinê ye…

Meriv çiqasî were hezkirin, dost û hevalê meriv çiqasî pir bin jî meriv bi tenê û bi kefenekî dikeve gorrê. Heft xwezî bi dilê wî kesî ku navekî baş, berhemên nemir li pey xwe bihêle.

Nuha, gava ez li mirinê difikrim, ez dibêjim mirin, li gel hemû xof û bêedaletiya te jî mala te ava, hebûna te jiyanê û welatê min bi min şîrîntir dike…

Ahmedê hêja, dema ez van rêzan dinivîsim ez li te, li ken û henekê te yên li mala Yilmaz difikirim, cara dawî, du sal berê me li wir hevûdu dîtibû û min soza hatina ba te dabû te. Lê nebû, felekê bêbextî kir, nehîşt.
Nuha tu û Yilmaz(Selîm) hûn li ba hev in, nuha sebra we bi hev tê…

XXX
Jiyana di nabêna dergûşê û gorrê da xewneke pir tevlihev e. Dema diqede meriv careke din bi xwe nahese; navê wê mirin e.

XXX
Min do bi şev bi xemgîniyeke pir mezin xebera gelkî tahl, xebera wefata hevalê hêja Ahmed Bozgîl bihîst. Haya min ji nexweşiya wî tunebû. Destpêkê min nexwest bawer bikim, lê mixabin xebera tahl rast bû.
Me kurdperwerekî hêja û hevalekî xwe yê giranbuha jî wenda kir.
Bira serê zarok û malbata wî sax be. Êşa me pir mezin e. Ewê tim di dil û bîra me da be…
Mirin weleh tu bêbext î!

06 november 2013

Bi roj şimamok e bi şev pîrebok e

Bi hatina Erdogan ya Swêd ra di medya Swêd da li ser Erdogan ev çend roj in gelek nivîs û analîzên balkêş derketin. Ji van nivîsan ya herî balkêş, îro di rojnameya Aftobbladet da nivîsa Wolfgang Hansson e. Hansson, Erdogan şibandiye Dr. Jekyll û Mr. Hyde* û gotiye gelo li Stockholmê Erdogan ewê têkeve kerasê kîjan î?

Nivîsa Hansson wiha dest pê dike:

”Serokwezîrê Tirkiyê Dr. Jekyll û Mr. Hyde yê siyasetê ye. Li Stockholmê ji van herduyan gelo ewê bibe kîjan?
Zanayê demokrat yê ku dixwaze Tirkiyê modernîze bike.
Ya jî despotê bêyî ku dudiliyê bike muxalefetê tepeser dike(zulmê li muxalefetê dike)û rojnamevanan davêje zindanê.
Gelo serokwezîr Tayyip Erdogan, ji van herdu ruyên xwe kîjanî wê îro li Stockholmê nîşan bide?”

Dr. Jekyll û Mr. Hyde navê romana Robert Louis Stevensonê îngiliîz(îskoç) e. Roman di sala 1886-a da hat weşandin û olaneke mezin da. Çavkaniya îlhama nivîskarê romanê necarekî(William Brodie) mobîlyacî yê îskoç e. William Brodie bi roj di nava civatê da sinetkarekî pir maqûl û pir muhterem e, lê bi şev jî serokê gurûbek çete û diza ye, bankan dişêlînin. Brodie tê girtin û di sala 1788-a da hat îdamkirin.

Kurd ji kesên wek William Brodie û Erdogan ra dibêjin “Bi roj şimamok e bi şev pîrebok e” û bi tirkî jî dibêjin “Gunduz kulahli gece sîlahli.”

XXX
Serokwezîr Erdogan qebûl nake ku li Tirkiyê keç û lawên xwendekarên zanîngehan yanî kesên mest û mezin di eynî malê da bimînin. Li gorî Erdogan tiştekî wiha nikane were qebûlkrin…

Erdogan tiştekî wiha wek sosireteke mezin dibîne û dibêje, ewê rê li ber jiyanek wiha bigrin, ji bo vê yekê ewê qanûnekê derxin.
Diyar e Erdogan ji xwendakarên zanîngehan mahra resmî dixwaze...

Beyanên Erdogan yê di heq vê meselê da li Tirkiyê olaneke pir mezin da û gelek rexne lê hat girtin.
Ji kesên rexnegir yek jî piştgirê wî yê herî saxlem rojnamevan Mehmet Barlas, do bi şev di kanala telewîzyonekê da li dijî Erdogan derketiye û gotiye:

”Muhafazakariyê piştî ku hêza dewletê jî girt pişt xwe gelkî tahlûke dibe” û dû ra jî gotiye, ”Heta ez bi xwe jî nikanim bahaneyekê ji hewqas gotinên berrdayî ra bibînim.”

Esasa Erdogan ne merivekî ku kanibe bibe serokwezîrê welatekî piçekî medenî, lê li welatekî wek Tirkiyê ew dikane bibe hertişt.
Ji ber ku serokê civatê ji nava civatê derdikve, yanî wek dibêjin, Xwedê teala li tirkan nêriye û serowezîrekî tam li gorî wan daye wan…

Tirk dibêjin ”Alah dagina gore karini yagdirir. Xwedê li gora çiyê berfê lê dibarîne”, ya jî ”tencere yuvarlandi kapagini buldu. Beroş gindirî qapaxa xwe dît.”

Belê, ji miletekî wek tirkan ra serokwezîrekî wek Erdogan lazim e…

Rexne ne çêrkirin e

Heta nuha min çend caran gotiye, dibê kes di malpera min da heqaretê li serok, siyasetmedar û li kesên din neke.
Rexne hewce ye, lê bi termên siyasî dibe, ne bi xeber û heqaretên şexsî. Kesê qedrê xwe, qedrê partiya xwe, serokê xwe bizanibe ji xelkê ra xeberan nade, gotinên bêedeb nabêje. Û di serda jî di malpera xelkê da, wê demê hurmeta meriv ji xwediyê malperê ra jî tueneye.

Eynî tiştî yê hember jî dikane bike.
Îro hewcedariya kurdan ji her demê bêtir bi zimanekî nerm û maqûl heye, bi siyaseteke avakar û netewî heye.
Hêrs, xeber, êrîşkarî feydeyê nade tevgera kurd ya netewî, belovacî wê zirarê didê, dubendiyê dixe nabëna kurdan.
Kî di malperên xwe da ji kê ra çi dibêjin ew ji xwe ra dizanin û mesûliyeta wan e...

Lê gava yek di malpera min da ji serok û siyasetmedarekî kurd ra gotineke ne xweş dibêje, heta dereceyekê ez jî dibim şirîkê wê gotinê. Ji ber ku di malpera min da hatiye gotin û ez tavilê jî pê nahesim, heta pê dihesim wextek derbas dibe.

Loma jî ez careke din dibêjim, di melpera min da dibê kes li kesî heqaretê neke û ji xelkê ra gotinên ne xweş nebêje. Ji nuha û pêva kî guh nede vê prensîba min, ezê tavilê ji hevaltiya xwe derxim.

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê berê Osman Ozçelîk, derbarê ”bandrola BDP-ê ya Mêrsînê” da ku serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û qatilên El Qaîde û El Nusra kiribûn yek, gotiye:

”Kê ew pankart nivîsîbe divê derkeve holê û partî lêborînê ji raya giştî bixwaze. Mirov dikare Birêz Barzanî heta dawiyê rexne bike, belê mafê tu kurdî hela hela Partiya kurd, Barzanî û qatilên El Kaide û çeteyên El Nusra bikin yek.”

Şêleke kurdewarî ye. Dibê helwesta BDP-ê jî ev be û esas heta nuha jî bêdeng nema, li ser vê meselê beyanek bida.
Destpêkê min bawer nekir û got belkî fotomontaj e. Lê dû ra derket ku ras te.

Ez hêvî dikim ku ev şêla Osman Ozçelîk bibe ya BDP-ê û ew jî wek Ozçelîk helwesteke wiha bi mesûliyet û netewî nîşan bide.

XXX
Kurdên Kurdistana bakur ji bo ku riya rast, riya ku ewê wan bigihîne azadiyê bibînin, gelek xaçeriyan diceribînin. Demeke din jî ewê di nava van xaçeriyan da herin û werin, heta riya rast dibînin.

05 november 2013

Kurd xurtên hev in



Bi piraniya kurdên siyasî ra hişê(şiûrê) netewî zeîf e, perspektîva netewî di dereceya tunebûnê da ye.
Gava di nabêna du partî, du hêzên kurd da gelşek, nexweşiyek derdikeve ji vî alî û ji wî alî bi sedan kes, wek ku neyarên bav û kalên hev bin êrîsî hev dikin, gotinên nemayî ji hev ra dibêjin. Yanî mirovên me di vî warî da ne kamil û tebitî ne.

Helbet di van êrîşan da yek dikane zêde bi pêşda here û yê din jî kêm, lê bi dîtina min ev yek netîceyê naguhere.
Kurd gurên hev in, xurtên hev in. Em miletekî ”edîqom” in, xêra hev naxwazin, zû dibin neyarên hev.

Heger ne ev derdê malkambax û bêderman bûya kurdan ji bo şîrmaqekê, ji bo serşikandinekê, ji bo qetlekê bi dehan mêr ji hev nedikuştin û bi salan neyartiya hev nedikirin.

Lê ev girr, ev kîn, ev daxwaza heyfgirtinê li hemberî dijminê welatê me dagir kiriye hewqasî ne xurt e.
Başçawîşê qereqolo çend şîrmaqan lêxe jî dikane ji bîr bike, dikane dîsa pê ra bibe dost.
Polîs hevalê wî, pismamê wî, nas û dostê wî bihingêve, zulmê lê bike jî dikane ji bîr bike, dikane bi polîsê dewletê ra bibe ”dost”.

Welhasil kurd bi piranî kirin û qetlîamên dijminên xwe zû ji bîr dikin, dijminên xwe rehet efû dikin, lê neheqiya kurdekî ne ji bîr dikin û ne jî zû bi zû efû dikin.

Û loma jî em dikin nakin, nikanin li hemberî dijminên xwe yekîtiyeke netewî pêk bînin. Kîn, buxd û dijminatiya me ya li hemberî hev rê nade vê yekê.

Heger ne ev kêmsî bûya nuha li rojavayê Kurdistanê hemû kurd wek bira bi hev ra bûn.

XXX
Li gorî xebera ajansa ANF-ê bajarê Tilxelef yê dîrokî ji çeteyên dewleta tirk, el Nusra û El Qaîdeyê hatiye paqijkirin û ketiye destê hêzên YPG-ê.

Serkeftina şervanên YPG-ê ji alî gelê bajêr ve bi kêfxweşî û pêşwazîkirinên dilşahiyê hatiye pîrozkirin. Gelê bajêr daketine kuçe û kolanên bajêr û serkeftina zarokên xwe bi belavkirina şekir û şîraniyê pîroz kirine.

Ji serê mehê da ye li Tilxelef di nabêna çeteyên dewleta tirk û şervanên kurdan da şerekî mezin heye.
Li gorî heman xeberê, li herêma Serêkaniyê jî 25 gund ji çeteyan hatine rizgarkirin.

Herkes dizane ku ne alîkariya Tirkiyê be çeteyên ereb û kafkasan nikanin li Kurdistanê, di nava kurdan da li hemberî şervanên kurd xwe ragirin.

Hebûna van çeteyan heta îro bi saya alîkariya Tiriyê ye. Heger Tirkiye bela xwe ji kurdan veke ewê dev ji alîakriya çeteyan jî berde. Lê hîn tu diyardeyên vê yekê tuneye.

Ew çi bikin jî serkeftin ya gelê me ye, lê dibê kurd van sûc û xerabiyên hukûmeta AKP-ê jî ji bîr nekin.
Bi hêviya serkeftinên hîn mezin û rizgarkirina hemû Kurdistanê…

04 november 2013

Ev dilsariya nabêna kurdan dibê ji ortê rabe

Ev demeke nabêna PYD-ê-PKK-ê û PDK-ê ne xweş e, bi taybetî PYD û PDK vekirî hevûdu rexne dikin.
Hemû kurdên dilsoz û miletperwer ji vê dilsarî û dubendiya ne rast bi tirs û aciz in, nerehet in.
Serok, berpirsiyar û siyasetmedarên hersê partiyan dibê di rojeke wiha teng da kêfa dijmin bi me neynin, van gelşên nabêna xwe yên biçûk zû çareser bikin û wek bira destên xwe bidin hev.

Hêviya hemû kurdan ji van hêzan ew e ku vê fersenda dîrokî ya ji kurdan ra îro peyda bûye ji dest nedin.
Îro roj roja hevkarî û tifaqê ye, ne roja berberî û neyartiya hev e. Wek her kurdê welatparêz ji serok û berpirsiyarên van hêzan hêviya min jî ew e ku guh nedin fêsadiyêrn derûdoran û kesên fêsad û bi aqilekî selîm gelşên nabêna xwe hel bikin.

XXX
Metod cihê ye lê hedef eynî ye
Gelo hukûmeta AKP-ê ji bo çi wek hukûmetên berê di înkarê û şer da israr nekir û bi bi Abdulah Ocalan ra ket diyalogê û xwedêgiravî ket nava hewildanên çareserkirina meselê?

Gelo ev yek wek hin kes dibêjin, bi rastî ji ber ku dewlet dixwaze hebûna kurdan nas bike û mafê kurdan yê netewî bide ya jî dît ku ev mesele tenê bi zorê û bi şîdetê çareser nabe loma?

Dîtina min ji berê da ew e ku dewlet û hukûmet mecbûr man, ev rê ji xwe ra baştir dîtin, fêm kirin ku ev mesele bi tedbîrên ewlekariyê tenê çarser nabe, kurd bi kuştinê naqedin û dev ji micadeleya xwe bernadin.

Wezîrê edaletê Sadullah Ergîn, di hevpeyvîna xwe da dibêje, ”Me hemû raporên bi perspektîva ewlekariyê yên di nava 90 salî da hatine nivîsîn tetkîk kirin. Ji dêlî ku em meselê çareser bikin, em bûn sebebê berfirehbûna meselê. Yanî tenê bi tedbîrên ewlekariyê mesele çareser nabe.”

Berê jî gelek siyasetmedar û hin serfermandarên artêşê eynî dîtin dubare kiribûn.
Yanî ji bo ku serîhildan û libexwedana kurdan bişkînin û tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin, raporên dewletê yên dema cuhmûriyetê yek bi yek tetkîk kirine û dîtine ku mesela kurd û kurdistanê bi tedbîrên leşkerî tenê hel nabe, jê ra hin rê û metodên din lazim e.

A ji ber vê yekê hukûmeta AKP-ê siyasetek nuh da ber xwe, xwe nêzî Ocalan û PKK-ê kir, TRT6 vekir, di hin zanîngehan da beşên kurdî vekir û hin tawîzên biçûk yên sembolîk da kurdan.

Lê her çiqas siyaseta hukûmeta AKP-ê ya li hemberî tevgera kurd ne wek ya hukûmetên berê be jî, lê nêt û hedefa hukûmetê hîn jî wek ya hukûmetên berê ye; tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî û helandina miletê kurd e.

Şerê li ser kursiya bindestiyê


Di adara sala bê(2014) da li Kurdistanê û li Tirkiyê hilbijartinên mehelî û serokatiya belediyan hene. Serlêdanên berendametiyê ji nuha da dest pê kirne. Bala min lêye hin kesên ku ji bo serokatiya belediyan namzediya xwe pêşkêşî partiyan dikin, xwe di ber hev ra dikin.

Tu dibêjî qey beratayek li erdê ye û ew jî wek sîsarkên sergurrî ji vir û wir da xwe davêjin ji ser beratê da. Helbet ne hemû lê gelekên wan wiha ne.

Kelecana wan ne ji bo rizgarkirina Kurdistanê û azadiya kurdan e. Li welatekî bindest, ji bo bidestxistina kursiyeke bindestiyê ye…

Heger van kesan ji bo rizgarbûna welatê xwe û azadiya gelê xwe jî li hemberî neyar wisa xwe di ber hev ra kirana, wisa aktîv bûna, nuha kurd wiha ne bindest bûn…

XXX
Seroka belediya Nisêbînê Ayşe Gokkan, jineke kurd ya bi xîret di nabêna kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê da lêkirina "Dîwarê Şermê" qebûl nake û bi tena serê xwe li ser erdê mayinkirî û li ber têlên îşxalê ev çend roj in ketiye grewa birçîbûnê.

Ji dewletê ra, ji hukûmeta AKP-ê r adibêje, ez qebûl nakim hûn di nabêna kurdên pismam û bixaltiyên hev in da dîwaran lêkin, bi dîwaran têkiliyên kurdan ji hev qut bikin.

Jineke bi xîret li hemberî zulma dewletê vê mêraniyê dike, lê hin siyasetmedar, nivîskar, ”ronakbîr” û akademîsyenên kurd di telewîzyonên vê dewletê da ji alîkî da pesnê kirinên hukûmetê didin û ji alî da jî bi zimanekî şîrîn û dostana şîreta li Erdogan û hukûmetê dikin.

Li welatê me gelek tişt serobinî hev bûne…

XXX
Hin însan hene wek marqeyên texlît, wek zêrê sexte ne, çi ne, ne çi ne bi wextê ra derdikeve ortê. Lê heta wê çaxê jî gelek însan bi wan dixapin û qedir û qîmetê didin wan.

XXX
Hin siyasetmedarên kurd wek dabançeya "laz yapisi" ne(şeşderba, sîleha sexte ya lazan) roja hewce dike naxebite û dibe sebê kuştina xwediyê xwe.

03 november 2013

Heta kurd ev reben bin dewleta tirk navê Kurdistanê jî qebûl nake

Di programên TRT6-ê yên zindî da gava yek ji Duhokê, Hewlêrê yan jî ji dereke din ya Kurdistanê telefon dike, Kurdistan nanivîsin, Iraq dinivîsin.

Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, wê rojê kurdekî ji Duhokê telefonî programa "Bi Fatê ra Roj bi Roj" kiriye. Lê gava dîtiye ku li kêleka navê wî Îraq nivîsandine aciz bûye û gotiye, çima we Kurdistan ya jî Duhok nenivîsandiye?

Fatê jî ji tirsê devê wê li ber hev ketiye û gotiye, ”me ji wan ra got Îrak nenivisînin, lê her Îrak dinivisînin.”
Heta ku kurd ev meriv bin ewê tim Îraq binivîsin…

Hûn dibînin bê însanên me çiqasî pepûk, reben, belengaz û bêxîret û bêxurûr in. Dezgeheke dewletê bi israr navê welatê wan, Kurdisrtana ku Îraqê qebûl kiriye înkar dike, lê ew dîsa jî hustuyê xwar dikin û ji bo çend quriş pereyê rezîl di wê dezgehê da dixebitin.

Ji bo ku meriv vê çavsoriyê qebûl neke ne hewceye hinek ji meriv ra bibêje, ne hewceye meriv endamê partiyekê be, dibê meriv bixwe wek kurdekî vê heqaretê li xwe û li miletê xwe qebûl neke.

Lê bira Fatê li wir bimîne, bi sedan siyasetmedar, aqademîsyen, ”ronakbîr” di vê dezgeha ku navê Kurdistanê tim sansor dike da programan çêdikin, têda kar dikin.

Gava kurd ev bin dewlet kurdan bi pênc peran jî nahesibîne û tu quzelqurtê jî nade kurdan û navê Kurdistanê jî ewê tim sansor bike.

Çima ewê bidin, ji ber ku kurd hîn newêrin li navê welatê xwe xwedî derkevin, newrên ji TRT6-ê ra bibêjin em qebûl nakin hûn navê welatê me sansur bikin…

XXX
Do bi şev bi tesadufî ez di TRT6-ê da rastî programa ”Civak û Siyasetê” hatim. Heta nuha min nizanîbû programa nuh dest pê kiriye.

Min bala xwe dayê moderator û beşdarên programê yên berê, bêyî Muhsîn Kizilkaya hemû hatine guhertin, hin sîmayên nuh ketine dewsa wan.

Muhsîn Kizilkaya bûye moderatorê nuh, Mûrad Ciwan û yê din(navê wî nayê bîra min)hatine guhertin. Sedat Yurtdaş, Doc. Vahap Coşkun û Doç. Dr. Îlhan Kaya anîne dewsa Mûrad Ciwan û camêrê din.

Yanî umrê Murad Ciwan yê di TRT6-ê da bû umrê pinpinîkê, zêde dirêj neajot... Ê wiha ye, dema meriv qedrê xwe û dîroka xwe nizanibe dewlet viya tîne serê meriv, piştî karê xwe bi meriv diqedîne derî nîşanî meriv dide…

Lê çi heyf ku Mûrad Ciwan ji siyasetmedarên din ra nabe ibret, dewlet yên nuh pir rehet dibîne.

Dîwarê hukûmet di nabêna kurdan da dide lêkirin jî tu tesîrê li akadîmîsyen û siyasetmedarên kurd nake, nabe sebebê ku di telewîzyona dewletê da kerekî wiha qebûl nekin.
Ê qey dîroka qahpik rojekê ewê van bûyeran binivîsîne…

Çêkirina qereqol û qaleqolên şer bi lez û bez didomin


Bi saya ”pakêta xapandinê”, hevdîtinên çareseriyê û nebûna şer dewlet li ser sînoran û derên pir stratejîk bi lez û bez qereqol û qaleqolan ava dike.

Dîmenên ANF-ê îro weşandine nîşan dide ku ji xebatên ”tamîrat û tadîlatê” wêdetir, tiştê tê kirin haziriya şerekî mezin û bicîbûna û qewîkirina îşxaleke domdirêj e.

Qereqolên tên lêkirin ji qereqolan wêdetir kelayên şer, kelayên parastineke pir saxlem in. Ji xwe navê ”Kalekol” jî kela ye.
Li ser banga Oclan ya meha adarê gerîla şer rawestand. Dewletê ev yek wek fersend dît û lez da avakirina haziriyên xwe yê şer.

Dema şer hebû, gerîla êrîş dibir ser avahiyan, makîneyên kar dişewitandin, karkir direvandin. Loma dewletê nikanîbû van ”qereqol û qaleqolan” ava bike. Lê piştî rawestandina şer, dewlet vî karê xwe di nava aramî û rehetiyeke mezin da dimeşîne.

Di xeberê da tê gotin, li gel qereqolên berê, li ser girên ”Şehîd Zinar” û ”Şehîd Şiyar” ku berê di destê gerîla da bûn kelehên şer yên pir mezin tên avakirin. Di nabêna qereqolan da jî tunelên betonê û gelek bircên çavdêriyê hatine çêkirin. Û li dora qereqolan jî dîwarên bilind yên ji betonê hatine lêkirin. Her wiha di hewşên qereqolan da jî pîstên helîkopteran tên çêkrin. Ji bo ku helîkopter kanibin dakevin hewşa her qereqolê.

Yanî bi gorra bavê min û bavê we, piştî qedandina qereqolan hukûmet ewê ji Ocalan ra bibêje ”spas” û karê me qediya û dest bi şer bike.

XXX
Di dîroka me kurdan da her serok, rêber û siyasetmedarê ku baweriya xwe bi dijminê xwe aniye tim li zirarê derketiye û tim wenda kiriye.

Lê li alyiyê din, yên baweriya xwe bi dijminên xwe neanîne, nexapiyane, teslîm nebûne jî tim li karê derketine. Dîrok bi xerabî qala kesên yekem û bi serbilindî qala liberxwedan û mêraniya kesên duyem dike.
Loma jî pêşiyên kurdan gotine, ”rî/rih dibe bihost dijmin nabe dost” û ”dijminên bavan nabin dostên lawan.”

Bi vî hesabê şaş PKK ewê li zirarê derkeve

Emre Uslu di nivîseke xwe da(31.10.2013) qala axaftineke Sirri Sureyya Onder dike. Li gorî Uslu, HDP li ser daxwaza Ocalan ava bû û Ocalan dixwaze elewiyên tirk û kurd di nava HDP-ê da organîze bike.

Bêguman ev agahî ne tiştekî ku nayê zanîn. Herkes dizane ku HDP li ser daxwaza Ocalan û ji bo xatirê elewiyan û çepên tirk ava bû. Ev tê zanîn.

Lê tiştê herî balkêş, gotinên Ocalan li ser meseleya elewiyan ji Sirri Sureyya Onder gotiye.
Sirri Sureyya Onder, di civînekê da qala mesjake Ocalan ya ji elewiyan ra şandiye kiriye û wiha gotiye:

”Me gazinên elewiyan gîhand Ocalan. Lê belê wî em fêm nekir. Ocalan li hemberî şaş fêmkrina meselê matmayî ma. Di ziyareta me ya duyem da hesasiyeta elewiyan wî bi xwe anî rojevê. Got, min nizanîbû hewqasî li ser tê peyivîn. Herin ji nûnerên elewiyan ra bibêjin. Li Şirnexê elewiyek tuneye, lê du parlamenterên elewî hene. Gelê Mêrdînê yê şafî 56 hezar rayên xwe dan suryaniyekî. Me li Mûşê li herêma sûniyan Demir Çelîk(elewî ye)namzet nîşan da. Sirri Sakik li herêma elewiyan nîşan da. Sûniyan Demîr Çelîk bêfîre şandin. Sirri Sakik li herêma elewiyan tu nemabû ku li hemberî CHP-ê wenda bike… Bira zêde pêşda neçin, KCK di destê elewiyan da ye. Bi ken got, merivek nikane têkeve nabê ji ruyê elewiyan. Emê elewîcîtiyê nekin. Lê belê emê minaqeşe bikin. Minaqeşeya me ewê bi elewiyan ra be. Ma elewî HDK-ê, DTK-ê nabînin?”

Gotine tirkî heye, dibêjin, “Dimyat'a pirince giderken evdeki bulgurdan olmak.” Yanî, diçû bajarê Dimyatê birincê lê ji bulxurê/savara malê jî bû. Yanî bira anîna birincê li wir bimîne, bulxurê malê jî ji dest çû.

Elewî(piraniya wan) hey zû bi zû dev ji kemalîzmê û CHP-ê bernadin û xeteke kurd ya netewî qebûl nakin. Lê ez ditirsim bi vê siyaseta Ocalan, PKK-ê û BDP-ê ya memnûnkirina elewiyan kurdên sûnî jî dev ji BDP-ê berdin…

01 november 2013

Merivê biaqil gotinên biaqil dike

Ceng Sagnic, bi aqilekî netewî pirseke pir xweş avêtiye ortê, gotiye, ev esr û nîveke(yanî ev 150 sal in)kurdan, tirkan, ereban û farisan ji bo axa Kurdistanê bi kêmanî ji milyonekî zêdetir însan ji hev kuştine.
Halbûkî kurdan di şerê xwebixwe da 5 hezar kes jî ji hev nekuştine.
Îro bêîstîsna hemû tevgerên kurd amadene ku kuştina milyonek însanî ji bîr bikin û bi tirkan, ereban û farisan ra li hev werin.
Lê belê yek tevgera kurd jî ne amadeye ku şerên xwe(şerê kurdan yê xwe bi xwe)ji bîr bike û bi hêzên din ra li hev were.
Çiqasî xweş û rast gotiye ne wisa?
Merivê biaqil gotinên biaqil dike. Lê belê li ba piraniya siyasetmedarên kurd aqilê vê gotinê fêm bike tuneye.

XXX
Serdar Rosan, birayê ezîz, bi baweriya min baştir e ku tu bi nav vê dîtina min rexne bikî, bira edres vekirî be. Te navê min nedaye, lê ezê navê te bidim, wisa baştir e.

Do çend jinên tirk sergirtî çûn meclîsê. Li ser vê, min jî got, ew çawa diçin meclîsa xwe îşê min jê tuneye. Lê ”dibê ji nuha û pêva jinên kurd jî bi kincên xwe yên netewî herin civînên meclîsê û belediyan. Serokên belediyan, mêr bi şal û şapik û jin jî bi kincên kurdî herin karên xwe.”

Tu vê dîtina min şaş dibînî û dibêjî ” cehşan li başûrê welatê me cilên kurdî li xwe dikirin, bi dil û can ji Sedam re li çepikan didan û çêrî Barzanî dikirin.”

Ev dîtina te tê wê maneyê ku hemû kurdên di meclîsê û di belediyan da ”cahş” in ya jî bi kêmanî, ”bi ruhîyeta xwe ne azad û azadîxwaz in…” Loma çi li xwe kin jî ferq nake.

Bi baweriya ev tespîteke ne rast e û rexneyeke ne di cî da ye.
Carê min negotiye, her kesê ku cilên kurdî li xwe kin kurdên kurdperewer in û ” bi ruhîyeta xwe azad û azadîxwaz in”.
Min qala fikir û siyasetê nekiriye, qala şêleke li hemberî dewletê kiriye, gotiye dibê em kurd jî xwedî li kultura xwe derkevin.
Lê tu çawa dizanî ku di nava bi hezaran însan da kesên ”bi ruhîyeta xwe azad û azadîxwaz” tune ne?

Bi hezaran kurd di belediyan da ne, ma hemû ”bi ruhîyeta xwe ne azad û ne azadîxwaz û ”koletiyê dipejirînin ?”
Mesela kurdperwerîyê, welatparêziyê û azadîxwaziyê tiştekî din e. Ma her kesê ku kincên modern li xwe dike kurdperwer û azadîxwaz e?, Bêguman na.

Ev yek ji bo kesên kincên kurdî li xwe kin jî eynî ne.
Yanî kurdperwerî û welatparêzî ne bi kincan e, kes ne bi cil û bergê xwe dibe kurdperwer û ne jî dibe ”cahş”.
Lê ji alî sembolîk ve bi kincên kurdî çûna meclîsî, belediyê, dahîreyê muhîm e. Muhîm e, çimkî vê dewletê bi qedexekirina zimanê kurdî, navê Kurdistanê ra koloz û şal û şapik jî li kurdan qedexe kir û şewqe da serê wan.

Loma jî bi dîtina min serbestbûn û meşrûbûna kincên kurdî sembolîk be jî tiştekî baş e, kî li xwe dike bira li xwe ke…

Nivîsa Serdar Roşan
Cilên KURDÎ

”Ji hêla sembolîk de dibe ku mahneyeke cil û bergan hebe... Ji bîr mekin ku cehşan li başûrê welatê me cilên kurdî li xwe dikirin, bi dil û can ji Sedam re li çepikan didan û çêrî Barzanî dikirin...

Piştî ku mirov bi ruhîyeta xwe ne azad û azadîxwaz be, wergirtina cilên kurdî wê mahneya xwe ya sembolîk jî ji dest didin. Kesên ku bêjin me dewleta kurdî navê, em li dijî dewleta kurdî ne, bi ruhê xwe koletiyê dipejirînin, cilên wan ji zêr bin jî bi kêrî tiştekî nayên!”