31 december 2013

Paşnavên tirkî beşek ji projeya asîmîlekirina kurdan û gelên din bû.



Dostê minê hêja Temûrê Xelîl, di nivîsa xwe ya îro da gotiye ji bo çi paşnavên hemû kurdên Kurdistana bakur bi tirkî ye û li gorî rêzimana tirkî ye, ne li gorî rêzimana kurdî ye?

Numûne daye, gotiye, ”Hema bêje hemû klasîkên me, dengbêj û mêrxasên me berê bi awahê kurdî xwe bi nav kirine û nivîsîne, wek: Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Evdalê Zeynikê” û gelek navên din jimartine.

Ji bo ez sebebê vê yekê ji birayê xwe Temûr û ji hemû xwendevanên xwe ra îzah bikim, min ev nivîsa jêr ya li ser dîroka paşnavên tirkî hazir kir. Bi hêviya bi dilê we be…

Di şerê Cîhanyê Yekm da Îttîhat û Terakkîcî têk çû. Piştî şer hevalbendên wan di bin serokatiya Mustefa Kemal da hatin ser hukim.

Kemalîstan jî wek îttîhaçiyan xwestin miletekî nuh, bi navê miletê tirk çêkin û Tirkiyê û Kurdistanê bikin welatê tirkan tenê.

Lê hebûna kurdan û miletên din li hemberî vê projeya xwe ya ”yek milet” wek asteng dîtin.

Ji bo ku kurdan û gelên din bihelînin bikin tirk, hin rê, ”teknîk” û ”taktîkên” nuh bikar anîn. Ji van rê û teknîkên asîmîlekirina kurdan û gelên din ya herî muhîm derxistina ”Qanûna Paşnavan” e.

Avakirina dewleteke tirk ya netewî bi îktîdara Îttîhat û Terakkiyê dest pêkiribû û di îktîdara kemalîstan da jî bi rengekî hîn sîstematîktir hat meşandin.

Kadroyên kemalîst piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dest bi sirgûn û tasfiyekirina gelên din yên ji qetlîaman xelas bûbûn kirin.
Bi sedhezaran rûm şandin Yûnanîstanê, gelek rûm û cihûyên ji qetlîamê xelas bûbûn ji bo canê xwe xelas bikin reviyan Emerîka, Ewrûpa û welatên ereban.

Û ji bo asîmîlekirina kurdan û ferdên miletên din jî, yên ku ji qetlîamê xelas bûbûn di sala 1934-a da ”Qanûna Paşnavan” derxistin.  Ji bo ku kok û şopa wan ya netewî wenda bikin...

Di pêşgotina ”Qanûna Paşnavan” da, paşnav wek ”nîşana nasnameya netewî”dihat nîşandan.

Di minaqeşeyên meclîsê yên li ser ”Qanûna Paşnavan” da  daxwaza mişterek ew bû, dibê ”paşnav nîşan û delîlê tirkîtiyê be.”
Yanî dibê ji paşnavê mirovekî meriv tê derxe ew tirk e.

Li gorî ”Qanûna Paşnavan”, dibê her tirk xwediyê paşnavekî tirk bûya. Qnûnê, paşnavên ”eşîreke, malbateke û nîjadeke cihê” yanî ne bianiya bîra meriv yasax dikir.
Dibê bîna tu miletekî din ji paşnavan nehata.

”Nîzamnaneya Paşnavan” ya ku ji alî Heyeta Wezîran ya wê demê ve hat derxistin, paşnavên wek ”Arnavutoglu, Kurdoglu, Çerkez, Boşnak, Gurcu yanî paşnavên ku miletekî din, nîjadeke din, eşîr û malbeteke kurd tîne bîra meriv yasax dikir.

"Qanûna  Paşnavan", herwisa, paşgirên wek ”yan, of, ef, vîç, îç, îs, dîs, pulos, akî, zade, veled, bin” û yên wek van yasax dikir.
Paşnavên nuh dibê hemû bi tirkî û li gorî rêziman, qaîde û struktura zimanê tirkî bûna.


Têkiliya paşnav dibê ji nîjad, dîrok, kok, esil û nasnameya şexs ya netewî, eşîrî û malbatî bihata qutkirin, dibê bi tu hawî bîna miletekî din ji paşnavê wî nehata.

Li ser vî esasî lîsteyên paşnavan şandin hemû dahîreyên nufûsê yên li Tirkiyê û Kurdistanê. Û mamûrên nufûsan jî li gorî van lîsteyên di destên xwe da paşnav dan kurdan û ferdên miletên din. Bi piranî bêyî ku hay û baya xwediyê paşnav jê hebe paşnav dan kurdan...

Helbet tu têkiliya van paşnavan bi zimanê kurdî, bi dîrok, nasname, cî û war, kultur, urf û adatên kurdan ra tuneye. Paşnavekî biyanî ye.

A paşnavên wek ”Turk, Ozturk, Turkoglu, Akturk, "Hasturk", "Turkmenoglu", Bozturk, Koruturk”, û bi sedan paşnavên gelkî ne xweş û li gorî kultura kurdan sosiret ji ber van sebebên min li jor rêzkirin dan kurdan.

Yanî paşnavên bi tirkî perçeyekî projeya wendakirina miletê kurd û asîmîlekirina kurda ye. Nigekî jenosîda miletê kurd e.
Dibê em kurd viya baş bizanibin.

Kurdên vê dîroka paşnavan zanin dibê êdî bere bere van paşnavên tirkî biguherînin û paşnavên kurdî, paşnavên li gorî ziman, urf û adet, dîrok û kultura kurdî li xwe kin…

30 december 2013

Em kurd jî ne tu meriv in...


Îbrahîm Xelîl Baran, gotiye li New Yorkê kurd nayên naskirin, aşxaneyên kurdan bi navên tirkî ne, li ser tabeleyên xwe nivîsîne ”Turk Mutfagi, Turk kebabi” û ji nanê goşt ra jî gotina, ” "Turkish Pizza…"

Brahîmê hêja, ev tiştê tu qal dikî ne li Emerîka û Ewrûpayê tenê, li Ruhayê, Diyarbekrê, Meletyê, Meraşê, Xarpêtê û Semsûrê jî wiha ye. Em hemû dizanin sebebê vê yekê îşxala welatê me û asîmîlasyone, ev rast e.

Lê li alî din, para bêşiûrî û bêxîretiya me kurdan jî heye. Yanî kesên haya wan ji vê asîmîlasyonê hene jî kurdayetiyê dernaxin pêş, di kurdbûna xwe da israr nakin. Heta nuha li ser vê meselê min gelek nivîs nivîsîn.

Însanên haya wan ji vê rewşê heye dibê vê kêmasiyê tim bi bîra dikandar, têcir û xwediyê kar xe, jê ra bibêje, tu kurd î çima navê dikana te, aşxaneya te, qahwexaneya te ne bi kurdî ye? Çima menuya te ne bi kurdî ye, çima tu bi kurdî servîsê nakî ?

Ez diherim ku derê viya dibêjim. Li Diyarbekrê min bi israr got. Li Sanat Sokagi(Kolana Sinet) nivîsandibûn ”Turk Kahwesî”, ez xeyidîm, min got, çima turk kahwesî, tirk dibêjin ”turk hahwesî”, tu jî dikanî bibêjî ”qahwa kurdî”. Min bi kurdî nivîsî û da wan. Û dû ra guhertin, navê wê kirin qahwa kurdî.

Wê salê li Almanya li bajarê Gîssenê ez çûm marketa kurdekî nisêbînî. Min bala xwe dayê li ser sebze û fêkî li gel almanî, bi tirkî jî nivîsî ye. Ez gelkî aciz bûm. Li kasê min got:

-Ma em kurd ne însan in, perê me ne pere ye?
Mêrik matmayî ma, got estaxfurelah abê, xêr e, çi bûye?
Min got, law ji bo çi te etîketên xwe li gel almanî bi tirkî jî nivîne? Ma mişteriyên te tenê tirk in? Heger tu dixwazî bi zimanê hemû mişteriyên xwe binivîsînî wek kurd, dibê tu bi kurdî jî binivîsîne.

Welhasil ez dirêj nekim, uzrê xwe xwest, got me qet bîr nebiriye û ezê vê dîtina te ji birayê xwe ra bibêjim. Lê min pirs kir bi kurdî nenivîsî ye.

Rojê bi sedan kurd diherin wan etîketên bi tirkî dibînin lê yek kes jî aciziya xwe nîşan nade. Heger sed kurdên din jî wek min xwe aciz bikira ewê ya tirkî rakira ya jî bi kurdî jî binivîsanda.

Lê ji ber ku kurd dengê xwe nakin, loma jî mêrik qedir û qîmetê nade kurdan.
Heger ji dêlî tirkî, etîket bi kurdî bûna tirkan ewê qiyamet rakira, her mişteriyê tirk ewê sebebê vê yekê ji dikandar bipirsiya û belkî jî careke din neçûya ser wê dikanê.

Yanî wek mişterî, wek însan dibê meriv reaksiyonê nîşan bide, qebûl neke. Lê em nakin. Û loma jî rewş wiha ye.

XXX
”Hesabê Roboskî, roja ku me Kurdistan diyarî dayikên Roboskî kir ewê were pirsîn.”
///Selahadîn Demirtaş

Rastî ev e, heta em kurd nebin xwedî welat û dewlet emê tim wiha werin kuştin; carnan li Ozalpê, carnan li Zîlanê, carnan li Dêrsimê û carnan jî li Roboskiyê. Heger em dixwazin neyên kuştin çare dewletbûne.
Bala xwe bidinê berê erebên Îraqê her roj kurd dikuştin, lê îro êdî nikanin bikujin.
Çima?
Ji ber ku kurd li welatê xwe bûne xwedî desthilat, êdî ew xwe îdare dikin.
Dibê em kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)jî wek yên başûr li welatê xwe bibin xwedî desthilat, xwedî parlamento, xwedî pêşmerge, pûlis, edalet, zanîngeh û dibistan…

XXX
-Wexta gîha bû kes ne xuya bû, bû firîk Heso û Hemo bûn şirîk..
-Wexta kar rû diguherîne, wexta şîvê kevçiyan tîne.

Ê dinya wiha ye, hin dikin hin dixwin. Dîrok hinekî jî çîroka kê kir û kê xwar e…

29 december 2013

Siyaseta me dibê qezenckirina hemû kurdan be


BDP-ê bêyî namzedê xwe yê belediya Ruhayê hemû namzedên xwe yên belediyên bajarên din eşkere kir, tenê Ruha û qezayên wê mane.

Li gorî hin speklasyonên meriv bi riya medyayê dibihîze, dibêjin di nabêna BDP-ê û Bûcaxiyan da ji bo Swêregê hevdîtin heye. Belkî Ruha jî di nav da be.

Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî derewe ez nizanim. Lê hêvî dikim rast be. Bi dîtina min Bûcaxî jî di nav da, BDP bikanibe çiqas kurdî ji AKP-ê û partiyên din û hevkariya bi dewletê ra dûr bixe dibê bike û ev karekî rast e.

Bêguman hin mezinên Bûcaxiyan tiştên pir xerab kirin, bûn çeteyên dewletê û di kuştina gelek welatparêzên kurd da rol girtin û destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Dibê em vê dîrokê ji bîr nekin.

Lê li gel van karên wan yê xerab û qirêj jî ne rast e ku em vê malbatê û zilamên wan heta û heta bikin neyarên xwe û tim dahfdin ba dewletê.

Heger em kanibin hemû korîcî û hevkarên dewletê ji dewletê dûr xin û bikşînin nava refên tevgera kurd dibê em bikin. Îcar ev yek ewê çawa û li ser çi prensîban be ew tiştekî din e.

XXX
Emer Farûk Kaya gotiye, dibê ez jî bibêjim, Serokê BDP-ê Salahaîtîn Demirtaş siyasetmedrekî jîr, bi çap û pir hêja ye, heger her tim bikanibe ya dilê xwe bibêje titştê pir xweş dibêje. Di axaftina xwe ya Roboskî da dîsa tiştên pir xweş û pir muhîm gotine:

- Kêmasiyeke kurdan tenê heye, ew jî Kurdistan e. Kêmasiya kurdan tenê ev e. Heger Kurdistan hebûya Roboskî çênedibû…

Heger Kurdistana kurdan hebûya ev du sal in me yê êşa cesedên zarokên xwe yên bîna mazotê ji wan tê, êşa dilê dayikan nekişanda. Wê rojê gava me dît ku li nexweşxaneya Qilebanê dozger, qeymeqam û amîrên pûlisan çawa dixwazin ser bûyerê bigrin, me fêm kir kîmasiyeke kurdan tenê heye, ew jî Kurdistan e… ”

Bi rastî jî kêmasiya kudan ev e, roja siyasetmedarên kurdan jî vê kêmasiyê bibînin û ji bo temamkirina vê kêmasiyê micadelê bidin temam e.

XXX
Serokê BDP-ê Salahatîn Demirtaş gotiye:
”Ji ber ku zarokên 3 wezîran girtin bin çav 800 kes ji wezîfê girtin… Li vê derê 34 berxik hatin kuştin 0nbaşiyek jî ji wezîfê negirtin…”
Çiqasî xweş rast gotiye…
Onbaşiyek jî negirtin biçav ji ber ku 34 berxikên hatin kuştin kurd in loma…

28 december 2013

Herdu serî jî neyarên miletên kurd in


Tirkiye ev çend roj in li bin guhê hev ketiye, dewlet wek hêlkanê diheje. Qanûn manûn tiştek nemaye, hukûmetê her tişt kiriye bin kontrola xwe, nahêle mahkime û polîs tev bilivin…

Erdogan ji bo ku mesele hîn berfirehtir nebe û gendeliyên din eşkere nebin ji vî bajarî bazdide wî bajarî , dike qîrîn û hawar, gewriyê li xwe zuha dike û piştgiriyê ji milet dixwaze.

Dewleta tirk bi maneyeke rast û temam ne dewlet e, hîn nebûye deleteke temam û demokratîk.

Hercarê gurûbek, hêzek dewletê digre destê xwe û çend salan wek çeteyan îdare dike, bêrîka xwe û ya der û dora xwe dadigre û dihere.

Dû ra gurûbek din dewletê digre destê xwe, ew jî eynî tiştî dike. Nuha gelek alî, gelek çete li ser talanê bi hev ketine, dibê em kurd ne bêqanûniyê û bertîlxuran û ne jî alî û çeteyên li hemberî hukûmetê neparêzin û nebin piştgirên yekî jî…

Min xwest çend gotinan li ser teqleyên rojnamevan Huseyîn Gulerceyê xwedêgiravî nêzî Gulen bibêjim, lê min dît ku merivekî nehêja ye meriv li ser binivîse. Loma jî min dev jê berda…

XXX
Serokê BDP-ê Salahatîn Demirtaş gotiye:
”Ji ber ku zarokên 3 wezîran girtin bin çav 800 kes ji wezîfê girtin… Li vê derê 34 berxik hatin kuştin 0nbaşiyek jî ji wezîfê negirtin…”
Çiqasî xweş rast gotiye…
Onbaşiyek jî negirtin biçav ji ber ku 34 berxikên hatin kuştin kurd in loma…

Roboskî di dilê miletê kurd da birînek pir kûr e…



Tam du sal di ser qetlîama Roboskê ra derbas bû, lê hîn ne bûyer eşkere bû, ne berpirsiyar û qatil hatin girtin, ne jî kes ceza bû.

Wek gelek qetlên "qatilnediyar" berpirsiyar û qatilên vê qetlîamê jî hîn "ne diyar" in. Dê û bavên 34 zarokan û miletê kurd hîn nizanin 34 zarokên wan ji bo çi û kê bi balafirên şer ew kuştin, kê biryara kuştina wan da?

Û tu carî jî qatilên bombe barandin û yên emir dan wan eşkere nebin, ji ber ku qatil dewlet e.

Roboskî di dil û hafizeya miletê kurd e birînek pir kûr e, qetlîamek nuh e û bi hemû dîmenên xwe ve, bi laşên perçebûyî, bi bedenên li qantiran pêçayî li ber çavê kurda ye, kurd ewê vê qetlîamê tu carî ji bîr neke.

Him hukûmeta AKP-ê û him jî edaleta Tirkiyê berpirsiyar û sûcdarê eşkerenekirina vê qetlîamê ne.

Qetlîama Robokî, ne di warê huqûqî û exlaqî tenê, di dîroka Tirkiyê ya siyasî da jî ewê wek rûreşiyeke mezin û lekeyek reş bimîne.

Sebebê diyarnebûna qatilan bêguman hukûmet e û bi taybetî jî serokwezîr Erdogna e. Heger Erdogan bixwesta nuha ji zûda bûyer eşkere bûbû, sûcdar htibûn girtin û cezayên heq kiribûn girtibûn.

Lê Erdogan nahêle qetlîam zelal bibe, nahêle berpirsiyr û qatil werin girtin.

Wek nimûne, di bûyera Mavî Marmarayê(Marmaraya Hişin) da hêzên Îsraîl 9 hemwelatiyên Tirkiyê kuştin.

Erdogan ji bo vê bûyerê tu nemabû bi Îsraîl ra têkeve herbê. Tirkiyê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîl ra qut kir. Erdogan got, heta ku Îsraîl uzrê xwe ji Tirkiyê û ji malbatan nexwaze, tazmînata Tirkiye dixwaze nede û ambargoya li ser Xezayê raneke em bi Îsraîl ra venagerin nava têkiliyên normal.

Îsraîl piştî hin naz û nûz him uzrê xwe xwest û him jî dana tazmînatê qebûl kir, lê Tirkiye dîsa jî qebûl nekir. Tirkiyê got, ”dibê hûn ambargoya ser Xezayê jî rakin.”

Yanî tiştê ku Erdogan ji bo 9 hemwelatiyên xwe yên hatin kuştin ji Îsraîl dixwaze ji bo 34 kurdan qebûl nake û bicî nayne.

Çima qebûl nake?
Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in. Belkî jî yên hatin kuştin piraniya wan zaokên qoriciyan bûn, heger bav û birayên wan, belkî merivên wan qorîcî bûn. Lê ji bo dewletê dîsa jî ferq nake, ew dîsa zarokên wan dikuje.

Dibê em kurd vê rastiyê bibînin û fêm bikin.
Erdogan, ne eşkerekirin û girtina sûcdaran qebûl dike, û ne jî uzirxwestinê. Dibêje ez çend quriş sedeqe bidim we û dengê xwe nekin û vê qetlîamê ji bîr bikin.

Yanî bi kurtî meriv baş dibîne ku Erdogan çi ferqê dixe nabêna miriyên xwe û miriyên kurdan.

Ji bo 9 miriyên xwe yên Mavî Marmarayê ev 3 sal in bi Îsraîl ra li hev nayê, lê ji bo qetilkirina 34 zarokên kurd tenezulî uzirxwestineke cidî û samîmî jî nake.

Loma jî Qetlîama Roboskî ji bo me kurdan bû kevirê mîhengê, me carek din fêm kir ku dewleta tirk jî û Erdogan kurdan însan nahesibîne, wek neyarê xwe dibîne…
Heger Kurdistaneke me kurdan jî hebûya qetlîama Roboskî çênedibû

Ez 34 şehîdên Roboskiyê bi hurmet bibîr tînim û ji hemû malbatan ra sebrê dixwazim...

Guhertinên li Tirkiyê ne lutfeke Erdoga e


Hin propagandîstên Erdogan hin pêşketinên li Tirkiyê wek mûcîzeyekê nîşanî me didin û dibêjin, ”dibê meriv înkar neke, hela carê bala xwe bidinê hukûmeta AKP-ê di 11-12 salan da Tirkiye ji ku anî ku”, efendim berê Tirkiye nizanim çawa bû, nuha çiqasî bi pêş ketiye…

Rast e, Tirkiye bi paş da neçûye, di hin waran da bi pêş da çûye û ev jî normal e, tiştekî diyalektî k e…
Deh, donzde(10-12) sal berê Kurdistana başûr wêran bû, otêlek paqij meriv lê rakete tunebû, lê îro bûye wek cinetekê, deh salên din belkî jî bigihîje mistewa Swêd.

Heta bîst sîh(20-30) sal berê Koreya başûr ji birçîna dimir, lê îro ji Îspanyayê, Portekîzê, Bûlgarîstanê, Yûnanîstanê û ji gelek welatên din yên Ewrûpayê pêşdatir e.

Yanî gava welatek ne di şerekî mezin da be û şertên der û hundur di lehê hukûmetê da be, ew welat helbet ewê bi pêş keve. Ev ne mûcîzeya Erdogan e, jê ra li hev hat. Lê li alî din camêr bûye Ataturkê duyem, bi tena aerê xwe Tirkiyê îdare dike. Hukûmet, partî û hemû wezîr di rastiyê da fasafîso ne, heta ew qebûl neke, emir nede, okey neke kes nikane tu jahrê jî belav bike…

XXX
Bala min lê ye hin kurd baş şûrkêşî û paşmêriya Erdogan dikin, feqîra ji nan û kursiyên xwe ditirsin.
Ditirsin ku bi ketina Erdogan ra nanê wan jê qut bibe, kursî û karên wan yên bertîla AKP-ê ji dest wan here..

Loma jî dixwazin Erdoganê 10 hezar siyasetmedarên kurd ev 4 sal in di zindana da dirizîne, Erdoganê ev du sal in qatilên Roboskê eşekere nake, Erdoganê ji dê û bavên 34 zarokên kurd uzrê xwe naxwaze, Erdoganê gav û saetê dibêje, ”yek milet” û ”li Tirkiyê mesela kurd nemaye, mesela terorê heye” wek dilxwazekî çareserkirina mesele kurd bifroşin me.

Li gorî wan, cimata Gulen û muxalefet ji bo ku Erdogan dixwaze mafê kurdan bide loma êrîşê dibin ser. Mesle genedeliyê, bertîlxwariyê, milyonên di qutiyên solan da hemû derew in.

Xwedêgiravî sebebê van êrîşên ser hukûmetê yên esasî dijminatiya kurd ye, naxwazin Erdogan mesela kurd çareser bike, loma ev komlo çêkirine.
Ji xwe Erdogan jî ji bo ku ji xwe ra piştê çêke eynî vê derewê û vê demagojiyê dike…

27 december 2013

Piştgiriya Erdogan ne karê kurda ye


Min berê jî got, lê ez dîsa jî dubare bikim, bi qasî xuya dike li Tirkiyê şerê nabêna diz, bertîlxur û çeteyan ewê dom bike. Ji ber ku dizî û talanên pir mezin li ortê heye û Erdogan mecbûr e her babet bêqanûniyê û dîktatoriyê bike ji bo ku serî negihêje wî. Çimkî navê lawê wî jî ji bo girtinê derbas dibe.

Yanî şer mezin e û ewê dom bike. Pir ne dûr e gelek kesên din jî ji AKP-ê îstîfa bikin. Û ev jî tê wê maneyê ku hukûmet dikane bikeve ya jî here hilbijartineke zû.

Loma jî ketina hukûmetê û hilbijartineke zû, berî 2015-a di rê da ye.
Di dîroka cumhûriyetê da bêyî Ataturk, tu serokwezîr bi qasî Erdogan otorîter û dîktator nebûye. Loma jî ewê li bela xwe rast were, ji ber ku har bûye, xwe wek padîşahekî dibîne û dixwaze Tirkiyê jî wisa îdare bike…

XXX
Li Wan û Qersê vê sibehê dîsa avêtine ser malên kurdan û 16 kurd girtine bin çavan. Ev demeke dîsa dest bi girtin û terorê kirine.

Her cara ez di medyayê da xeberên girtinan dixwînim ez tavilê xwe dixim dewsa girtiyan û xemgîn dibim.

Vê hukûmeta zalim jiyan li kurdan kiriye zindan, her roj bi zereqa rojê ra ewê bigre ser malên kurdan û xelkê ji nava nivînên wan rake û bi lextan bajon erebeyan. Ev teroreke dewletê ya sîstematîk e, dibê tu kurd xwe rehet û azad his neke, tirsa dewletê tim di dilê wî da be…

Ez baş nizanim li hemberî vê terora daimî meriv dikane çi bike û çi neke. Lê wek kurd bi vê zulmê ez pir nerehet im û pê diêşim. Tiştê ez dizanim dibê hemû kurdên bi xîret û xwedî ûjdan li hemberî vê zulmê derkevin û rayên xwe nedin van zaliman.

Min îro defterek dema kêmaqliya xwe dît



Min îro dûzanek nuh da salonê, ciyê hin kursî û kitêban guhert. Dest bi tasnîfa kitêban kir, yên cot dan alîkî û kitêbên eynî nivîskaran dan kêlek hev.

Hîn neqediyaye, lê heta rojek du rojên din wek Osman Baydemir dibêje, ”bi îzna Xwedê” ewê biqede…

Min got bi vê gavê, bi vê dûzanê û cîguhestinê ez têkevim sala nuh. Hey ez nikanim di jiyana xwe da guherînin mezin bikim û gavên mezin bavêjim, qet nebe bi vî hawî, bi sala nuh ra ez dekoreke nuh bidim hundur.

Di dema tasnîfkirina kibêban da ez rastî du defteran hatim. Yek ji sala 1982-a notên ji kitêbên Lenîn û Stalîn yên li ser partiyeke çep ya Lenînîst e.

Deftera din jî rojaneyên nabêna salên 1996-97-a ye. Min deftera notên ji kitêbên Lenîn û Stalîn avêt û ya rojaneyê hîşt, gava wexta min çêbû ezê bixwînim.

Wisa diyar e deftra notên 1982-a ya dema kongrê û perçebûna me ye. Min li ser karekter û disîplîna partiyeke çep gelek not, bi taybetî ji Lenîn girtine.

Yanî meriv dikane bibêje notên ji dema kêmaqiliya min in. Ji dêlî ku ez welatê xwe, civata xwe, dîroka xwe ya siyasî nas bikim, bixwînim, analîz bikim, ez çûme di kitêbên Lenîn da li çareyê geriya me. Navê vê kêmaqlî ye. Helbet ne min tenê, wê demê her kesî wer dikir. Ji dêlî ku em partiyên li gorî realîteya welat û miletê xwe ava bikin, me partî û îdeolojiyên Lenîn û Mao texlît dikir, di kitêb û îdeolojiyên wan da li çareyê digeriyan.

Ya rast aqilê me yê wê demê têra rakirina barê em ketibûn binî nedikir. Barê me giran, aqilê me sivik bû…

Me hewil dida, her babet fedekarî dikir, lê têrê nedikir û ji xwe loma jî em wek partî bi ser neketin, belav bûn.
Li ser vê meselê îşev hewqas bes e…

26 december 2013

Tirkiye dîsa li bin guhê hev dikeve


Rojekê Xoce Nesredîn hinek tirşî teze li kerê xwe yê meşhûr kiriye û ji bo firotinê daketiye kuçe û kolanan û dest bi bangkirinê kiriye:
-Tirşîîîîîîîî, tirşîîîîîîîîîîî…
Hîn wî neqedandiye, kerê wî jî pê ra dest bi zirinî kiriye:
-Zirrrrrrrrrrrrr, zirrrrrrrrrrrrrrr…
Bîstek çûye, Xoce Nesredîn careke din dest pê kiriye:
-Tirşîîîîîîîîîî, tirşîîîîîîîîîîîî…
Ker dîsa zirya ye:
-Zirrrrrrrrrrr, zirrrrrrrrrrr…
Li ser vê, Xoce Nesredîn hinekî bi hêrs hefsarê wî hejandiye û gotiye:
-Nuha vê tirşiyê ez difroşim ya tu?
Li Tirkiyê nuha kî ”tirşiyê” difroşe, kî tirşîfiroş e ne diyar e…

XXX
Serokwezîr Erdogan di kabîna xwe ya nuh da guhertinek mezin kir, tam 10 wezîr ji wezîfê girt.
Lê bi dîtina min ne 10 wezîran, hemû wezîran jî biguherîne ferq nake, çimkî çerxa sîstemê li ser gendeliyê û bertîlan ava bûye, sîstem ne demokratîk e. Kî dewletê digre destê xwe wek şîreketa xwe bikar tîne. Loma jî di nava vê dewleta bi metodên mafya tê îdarekirin kesên paqij pir kêm in.

XXX
Însan dikane bibe hertişt, zengîn be, xwedî meqam û hêz be, hunermend be, nivîsakar be, ev hemû mimkûn in, lê her kes nikane bi însan be, însaniyet nabe nesîbê herkesî…

XXX
Sinet, bi texlîtkirin sinetkar ya tiştan dixuliqe. Sinet li gorî çi çawa texlît dikin ji hev cihê dibin. Edebiyat tevgerên însên û tiştan bi gotinê(bi peyvê), muzîk bi deng, risim bi reng texlît dike…
///Arîsto

25 december 2013

Tirkiye welatê çeteyan


Heger min bi xwe bikanîbûya û li xeberên tirkî û yên ser Tirkiyê guhdarî nekira bawer bikin minê pir û pir rehet bikira. Lê ez bi xwe nikanim.
Ji derve meriv baştir dibîne, meriv dikane bi xelkê ra miqayese bike. Bawer bikin Tirkiye bi hemû siyasetmedar û dezgehên xwe ve welatekî ”komara mûzan” yê herî kewaşe ye, herî vala ye.

Ez hêvî dikim kurd rojekê berî rojekê ji vî welatê mafayayê û ji van siysetmedarên çete xelas bibin…
XXX
Erdogan taktîka, ”parastina herî baş e êrîş e” bikar tîne, ji bo ku pêşiyê li hin operasyon û îfşayên din bigre, bênabên êrîşî der û dora xwe dike.

Dibêjin ”Eyşik e, ji xwe bi şik e”, Erdogan dizane wî û hukûmeta wî çi dizî, çi sûc û firildaqên mezin kirine. Wezîrên diz û bertîlxur jî tu tişt bi serê xwe nekirine, bi îhtîmaleke mezin wan jî para xwe girtiye. Û ev jî normal e…

Ji xwe heger Erdogan li pey merivê ”paqij” bûya yekî wek Muamer Guler nedikir wezîrê karûbarê hundur; wek tu gur bikî şivanê berxan. Guler gur e, bigihîje kîjan berxî helbet ewê perçeperçeyî bike…
Çimkî tebîeta wî ev e…

XXX
Serokwezîr Erdogan ji bo operasyona li hemberî çend wezîr û brokratkên bertîlxur gotiye, ”Ev ne li dijî AKP-ê tenê, li dijî 76 milyonî ye” yanî li hemberî hemû gelên Tirkiyê û Kurdistanê ye…

Min di jiyna xwe da gelek diz û bertîlxur dîtin, lê ev cara pêşî ye ez bertîlxurekî wiha bêrû dibînim. Mêrik îfşakirina diziyê û çeteyan dixwaze wek komployeke li hemberî Tirkiyê bifroşe me…
Bi navê Xwedê diz jî êdî ne dizên berê ne…

XXX
Min nuha di xeberan da guhdarî kir, li Batmanê ceyran tuneye, xelk di tariyê da ye. Ji ber tunebûna ceyranê xelkê hukûmet protesto dikir.

Esas ne li Batmanê tenê, li Diyarbekrê, li Ruhayê, li Mêrdînê û li hemû bajar û qezayên di destê BDP-ê da ya jî li bajarên ku tevgera netewî lê xurt e eynî tişt e, bi qutkirina ceyranê kurdan ceza dikin, zulmê li kurdan dikin.
Sal donzde meh, havîn, zivistan eynî tişt e, li Kurdistanê ceyran tuneye. Ceyrana kurdan nadin kurdan.
Li yek bajerekî Tirkiyê jî gelşeke wiha daimî tuneye, qeza ne têda ceyran tu carî nayê birîn.

Lê li Kurdistanê, li bajarên kurdan her roj ceyran tê qutkirin, di vê sar û sarmayê da Batman di tariyê da ye, Wêranşar di tariyê da ye…
Ev yek jî nîşan dide ku ev dewlet, ev hukûmet bi çavê neyar li kurdan dinêre. Li çi heyf ku gelek kurd vê yekî hîn jî fêm nakin, qabûl nakin…

XXX
Di rojên pêş da li Kurdistanê kî zêde kurdayetiyê û doza Kurdistanê bike ewê xurt bibe. Kurd êdî ji hevalên tirkan û hevaltiya tirkan heznakin…

Husên bi Xwedê tu merivekî ”fêsad î û ji fêsadiyê hez dikî”. Tu çima wiha meselê diramatîze dikî? Min ji xwe ra henekek kir. Wek hevalên din ez jî ji hevaltiya xwe avêtim. Ji ber ku kêfa wî ji nivîsên min ra nedihat ez ji heavltiya xwe derxistim…

24 december 2013

Êdî tu kes nikane rê li ber dewletbûna kurdan bigre


Ev 50 sal in kurd li Kurdistana Rojhilat û Başûr û 30 sal in jî li Kurdistana Bakur ji bo azadiya xwe şerê çekdarî dikin, xebata legal ya siyasî hîn jî kevintir e.
Vê xebata dûr û dirêj û îstîkrara di xebat û micadelê da li dinyayê û li herêmê giranî û îtîbareke mezin daye kurdan.
Kurd li herêma xwe êdî hêzeke xurt û mezin in û herkes hesabê wan dike. Êdî kes nikane kurdan nebîne û tune bihesibîne. Êdî dijminên me jî û hêzên navnetewî jî wek berê me biçûk nabînin.
Ev guherîna fikrî pir û pir muhîm e, dîrokî ye û me nêzî azadiyê dike.
Li alî din kurd jî, hêzên kurd jî êdî xwe biçûk û bêhêz û bêçare nabînin. Baweriya kurdan bi wan û bi serketinê zêde bûye.
Kurd serketinê, azadbûnê û dewletbûnê êdî ne wek xeyaleke dûr, wek hedefeke nêz, daxwazeke realîst û mimkûn dibînin.
Ev baweriya bi xwe û bi serketinê destpêka, merheleya berî azadiyê ye…

XXX
Çîroka qazê
Mêrik di pacê ra li derve nêrî û ji hevalê xwe ra got:
-Wa ye îro dinya ewr e…
Hevalê wî bi hêrs got:
Hahaaa, yanî tu min ra dibêjî tu qaz î…
Mêrik her çiqas got heyran, weleh min ji te ra negotiye tu ”qaz î”, min got îro dinya ewr e, lê pere nekir, hevalê wî tim di ya xwe da israr kir.Got: -Gotina îro dinya ewr e, tê maneya tu ji min ra dibêjî ”qaz”! Gava dinya ewr be baran dibare, gava baran dibare av dibe gol û di golê da jî qaz ajnê dikin. Yanî ev jî tê wê maneyê te ji min ragot ”qaz”!
Hin dostên dilsoz û hevalbendên PKK-ê jî ji ber ku xwe tenê kurd dibînin, loma jî meriv çi rexneyê li kurdan bigre tavilê digrin ser xwe û dibêjin, ”te ji me ra got hûn qaz in…”

XXX
Li Kurdistana bakur di warê legal da plûralîzm hêdî hêdî dikeve siyaseta kurdan. Ev jî pêşketineke baş e. Kurd ji nuha û pêda li hemberî dewleta tirk û partiyên tirkan êdî ne mecbûrî alternatîfekê û piştgiriya partiyekê tenê ne. Li Kurdistana bakur partiyên xwedî program û îdeolojiyên cihê dadikven qada siyasî û hîn jî ewê dakevinê.
Êdî însan dikanin li gorî bîr û bawerî û daxwazên xwe yên siyasî piştgiriyê bidin partiyekê.
Partî jî êdî li gorî program û hedefên xwe ewê herin ba gel û ji gel piştgiriyê bixwazin. Yanî di siyasetê da jî ewê reqabet çêbibe û reqabet jî baş e.
Bi dîtina min ev pêşketineke baş e, ji bo xurtbûnê û girtina piştgiriya gel, partî û siysetmedar jî ewê baş ji hev bigerin û kî çi dixwaze, kî ji bo çi piştgiriyê dide kê ewê zelatir bibe…

Tiştê min ji dîroka kurdan fêm kir...


-Tiştê min ji dîroka kurdan fêm kir, bêtifaqî û berberiya wan bûye sebebê bindestiya wan. Hinekan ev yek fêm kiriye, lê ne bi piranî...

-Bi qasî ku kurd tenezulî dijmin dikin, bi qasî ku ji ber dijminên xwe dadixwin, hewqasî tenezulî hev bikin û ji ber hev daxwin yekîtî çêdibe.

-Bi qasî ku kurd xurtên hev in hewqasî jî xurtên neyarên xwe bûna nuha ne bindest bûn.

-Bi qasî ku kurd qatilên xwe, îşxalkarên welatê xwe efû dikin nîvê wê hevûdu jî efû bikirana nuha em ne bindest bûn…

-Bi qasî ku kurd dîroka dijminên xwe dizanin dîroka xwe jî bizanîbûna nuha her kurd kurdperwerekî temam û bêqusûr bû.

-Bi qasî ku kurd zimanê dijminê xwe fêr dibin zimanê xwe jî fêr bibûna nuha bi hezaran alim, edîb, nivîskar û dîroknasên me hebûn.

-Yanî em ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin û weselam.

-Ma di bextê we da tiştê min gotine ne rast in?

XXX
Hunermendê bi nav û deng Dilovan di heyvpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye, ”Ger ez Ermenî bûma, qîmeta min wê bêhtir bûya.”

Hunermendê hêja sedîsed rast gotiye, li ba kurdan xerîb(tirk, ereb û faris) tim bi qîmettir in.
Bavê Dilovan jî û Dilovan bi xwe jî ji muzîka kurdî ra ji Aram kêmtir xizmet nekirine. Lê ne Dilovan û ne jî Bavê wî Reşîdê Baso bi qasî Aram nayên naskirin.

Gava hunermendekî tirk straneke kurdî çewtomewto dibêje, kurd qiyametê radikin, di medya sosyal da bi rojan belav dikin, pesnê wî didin.

Lê kes qedir û qîmetê nade hunermendekî wek Dilovan mezin. Ji xwe zêde kes wî nas jî nake. Ez di facebookê da kêm caran rastî parvekirina straneke Dilovan têm. Bêguman ev bêwefayî ye…
Lê li alî din bi hezaran stranên tirkî parve dikin, reqlama wan dikin.
Çimkî ”gîha hewşê tahl e” …

XXX
Her du encumenên kurd yên Kurdistana rojava (encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê - ENKS û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-MGRK) piştî gotûbêjên dirêj protokolek mişterek îmze kirin.
Ser xêrê be û çavê hemû kurdan ronî be. Em mecbûr in li hev bikin.

XXX
Gava yekî ji we ra got, ”tu merivê Îsraîl î, tu ajanê Îsraîl î”, dibê hûn bizanibin ku ew li dijî azadiya kurda ye, ew li dijî avabûna Kurdistanê ye, ew dixwaze kurd tim di bin destê tirkan da bimînin…

23 december 2013

Ez û Noel


Erê erê, vaye Noelek(jul)din jî hat, salek din jî li ber qedandinê ye. Em salek din jî kal û pîr bûn.
Piştî du saetên din kar diqede û wek herkesî ezê jî berê xwe bidim mal. Sibe êvara Noelê û dusibe jî roja Noelê ye. Stockholm dîsa ewê du rojan xir û xalî bibe. Swêdî dîsa ewê du rojan ji malên xwe dernekevin û heta dibin term vexwin, şer bikin û li jinan xin…

Loma jî gelek zarok û jinên swêdî ji Noelê nefret dikin, dixwazin jê birevin…

Neyse, ez dev ji swêdiyan û problema wan ya civakî berdim û vegerim ser plan û programa xwe ya Noelê.
Weleh îsal em bi derekê da jî naçin, ez û Hêvî xanim emê li malika xwe serê xwe bidin ser hev û hinekî qala pêşeroja xwe bikin. Belkî hinekî bixwînim û dûzaneke nuh bidim hundur.

Heger xaniyê me yê Wêranşarê biqediya belkî me biçuya bidîta, lê wa ye derew derket. Xwedêgiravî mutahît ewê heta serê salê teslîmî me bikira, lê vir derket, ma havînî. Ku havînî jî derew dernekeve baş e.

Yanî ev xeyala min jî hîn di serî da qurçimî. Bi vê yekê ez pir xemgîn bûm…
Ji bo min soz pir muhîm e, meriv soz da dibê soza xwe bicî bîne. Dema soz nayê bicîanîn ez pir pê diqeherim. Lê qahra min pere nake. Însan derewan dikin û hevûdu dixapînin.

Lê yê min tim wiha ye, kabê min tu carî mîr nayê, tim kerkî tê, dim dibê eksiyek derkeve…

XXX
Hunermendê bi nav û deng Dilovan di heyvpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye, ”Ger ez Ermenî bûma, qîmeta min wê bêhtir bûya.”
Hunermendê hêja sedîsed rast gotiye, li ba kurdan xerîb(tirk, ereb û faris) tim bi qîmettir in.

Bavê Dilovan jî û Dilovan bi xwe jî ji muzîka kurdî ra ji Aram kêmtir xizmet nekirine. Lê ne Dilovan û ne jî Bavê wî Reşîdê Baso bi qasî Aram nayên naskirin.

Gava hunermendekî tirk straneke kurdî çewtomewto dibêje, kurd qiyametê radikin, di medya sosyal da bi rojan belav dikin, pesnê wî didin.

Lê kes qedir û qîmetê nade hunermendekî wek Dilovan mezin. Ji xwe zêde kes wî nas jî nake. Ez di facebookê da kêm caran rastî parvekirina straneke Dilovan têm. Bêguman ev bêwefayî ye…
Lê li alî din bi hezaran stranên tirkî parve dikin, reqlama wan dikin.
Çimkî ”gîha hewşê tahl e” …

XXX
Şerê Erdogan û Gulen di rojên pêş da ewê gurtir bibe. dibê em kurd nebin şûrkêşî tu aliyî. Bira hevûdu bixwin, bira sextekariyên hev eşkere bikin, ji me ra baş e. Dijminê baş û xerab tuneye, dijmin dijmin e. Ew çiqasî zeîf bin ji bo me hewqasî baş e. Dibê em daxwazên xwe û hebûna Kurdistanî bi wan bidin qebûlkrin.

22 december 2013

Wêranşar dîsa ket xewna min


Do bi şev Wêranşar dîsa ket xewna min, lê dîsa Wêranşara kevn, Wêranşara 34 sal berê... Eynî kuçe û eynî kolan bûn. Însan jî yên berê bûn. Hertiştwek 34 sal berê bû...

Ji ber ku Wêranşar tim di bîr û xeyala min da ye loma jî tim dikve xewna min. Lê tim jî Wêranşara kevn e, ez tu carî Wêranşara nuh, bajarê nuh nabînim.

Qey ji ber ku ya di dil, meju û hafiza min da cî girtiye Wêranşara kevn e loma. Wêranşara nuh ji alî mîmariya xwe ve tu têkiliya wê bi Wêranşara kevn tuneye. Loma jî ez Wêranşara nuh nas nakim, loma jî tu carî nakeve xewna min.

Bajarê 34 sal berê min dilê xwe lê hîşt, min zarokatî û xortaniya xwe lê borand, ez lê ketim hefsan û min lê kurdayetî kir ew tê xewna min.

Û ev heqê wî ye jî...
Wêranşara nuh bajarekî sunî û sentetîk e, hemû mîrat û şopên dîrokî jê hatiye paqijkirin, loma jî dilê min neketê û loma jî tu carî nakeve xewna min..

XXX
Siyaset jî babetekî tîcaretê ye, ji bo serketinê dibê meriv cesûr be û rîskê bigre çavê xwe.
Siyasetmedarê cesûr hereket neke û rîskê negre çavê xwe nikane xurt bibe, nikane bibe hêz.

XXX
Meriv ajnêberiyê di avê dafêr dibe, ji bo meriv bibe ajnêberekî baş dibê meriv têkeve avê…

XXX
Belkî ji dêlî min ve te bibe
Xoce Nesredîn nexweşekî bêhal bû, ketibû ber sikratê. Ban xanima xwe kir, got:
-Xanim, rabe kincên xwe yên herî xweşik li xwe ke, porê xwe şeh bike, biskên xwe bade, xwe baş bixemilîne, misk û emberê bi ser bejn û bala xwe xwe da ke û dû ra jî were li ber serê min rûne.
Jinikê got:
-Wî li min porkurê, ma qey tu xirifî ye, tu di vî halî da ezê çawa rabim xwe bixemilînim?
Xoce got:
-Xanim ez dibêjim çi tu wer bike, gava ezraîl hat, belkî te biecibîne û ji dêlî min ve te bibe…

Aqilê te hebe tu yê bazdî golê


Xoce Nesredîn(Meleyê Meşhûr)rojekê li çolê ji xwe ra hinek qirş û qal topkir û li kerê xwe yê meşhûr kir û berê xwe da malê. Bi rê da aqilek hatê, ji xwe ra got:

- Gelo qirşên şil jî wek yên hişk dişewitin ya na û rabû hestê xwe derxist û agir bi qirşên li ser pişta kerê xist.
Agir tavilê bi qişan ket û pêl bilind bûn. Kerê feqîr cunî bû, ta tîzikan û bi çolê ket. Xoce bi pê ket û bi dengekî bilind qîriya:
-Kuro aqilê te hebe tu yê bazdî golê, golê…


XXX
Gava ferdê miletekî bindest nexwaze bibe xwediyê dewleteke milî, wek koleyê ku azadiyê nexwaze, bixwaze tim kole bimîne…

XXX
Hin kurd li ser navê ”enternasyonalîzmê” dibêjin, çima ewê li dinyayê sînor hebin, çima hemû erd, maden, derya, çiya û av ewê ne yên her kesî bin?
Rahîştina kevirê mezin elametê neavêtinê ye...
Li dinyayê çawa ku bav û diya her kesî ne yek e, her kes xwediyê dê û bavekî ye, her wisa her miletek jî xwediyê axekê, xwediyê welatekî ye.
Ne dê û bavê xelkê kane bibe dê û bavê meriv û ne jî welatê xelkê kane bibe welatê meriv…
Kesê bê dê û bav sêwî ye û kesê bêwelat jî bindest e…

21 december 2013

Çîroka Bekirê dîn


Ji roja roj da ye halê Tirkiyê ev e, carnan biçûk û carnan jî mezin lê şerê nabêna çete û bertîlxuran tim heye. Yek zora yekî dibe, dû ra yekî din jî zora wî wî dibe û ev yek li ser vê mînwalê dom dike.
Lê Tirkiye tu carî nebû dewleteke domokratîk û şefaf. Yanî ne himam guherî û ne jî tas…

Dibêjin yê feqîr mir, ji bo şuştinê û definkirinê mele nedîdtin. Vir da çûn, wê da çûn mele tuneye. Bala xwe danê ku li ber dîwarekî Bekirê dîn rûniştiye û şeraba xwe vedixwe. Bi destê Bekirê dîn girtin û birin mirî pê dana şuştin. Bekir piştî meyt şuşt devê xwe kir guhê wî di guh da kir pistepist. Cimatê meraq kir, gotin ma te di guhê rahmetî da çi got?
Bekir got:
-Min jê ra got, nuha tu yê herî dinya wî alî, ewê ji te halê dinyayê bipirsin, bibêjin li dinyayê çi heye, çi tuneye? Tu yê bibêjî weleh Bekirê dîn bûye mele, wê demê ewê fêm bikin dinya di çi halî da ye...

XXX
Efendim operasyon hêzên derve kir,
lobiya faîzê kir,
lobîya mesîhiyan kir,
lobiya cihûyan kir,
taşaronên hundur kir,
çeteyên di nava dewletê da kir,
hin xêrnexwazên Tirkiyê kir…
Yanî dawiya hêzên li pişt operasona rişwetê nayê, gelek dewlet û hêzên derve û hundur qela xwe kirine yek û ji bo xistina Erdogan ev operasyon kirine.
Baş e em ferz bikin ku ev îdîa hemû rast in, lê sûcê dizan jî qet tuneye, ma ew milyonên li malan di nava qutiyên solan da hatin girtin jî derew e?
Lê li gorî serokwezîr Erdogan sûcê dizan û zarokên dizan qet tuneye, ew bûne qurbanê komployeke navnetewî…
Dîsa eynî çîrok e, heta nuha hemû hukûmetan û hemû diz û çeteyan tim wiha gotine, dizî û talanên xwe tim bi tiliyên derve, bi komployan parastine…
Erdogan jî eyn tiştî dike, ji dêlî ku biçe ser dizan, demagojiyê dike, hedefên şaş û xeyalî nîşanî gel dide…
Ev ”dewleta” ku di nava dewletê da bûbû dewlet heta do merivên we bûn, bi saya hîmayeya hukûmete we bûn xwediyê vê hêzê. Ma hûn kê dixapînin….

AKP-ê qelîteya bertîlê bilind kir

Bi rastî jî wezîrên AKP-ê yên bertîlxur ”hêjayî teqdîrî”(!) ne, mêrikan ne kurtêlxur in, tu carî tenezulî pereyên nanekî nekirine, tim pereyên mezin, milyon dolar girtine.

Yanî dibê di bertîlxuriyê da jî qelîteyek hebe, dema merirv xwe rezîl kir, dibê ji bo pereyekî mezin rezîl bike.
Tirkiye welatekî ecêb e. Li welatê xelkê dema diz, mafya û çete tên girtin tewqîf dibin, lê li Tirkiyê eksê wê bû, dizan û çeteyan pûlis ji karên wan girtin.

Ev jî xusûsiyeteke Erdogan e, dibê dizin wî neyên girtin. Çi pûlis, çi sawcî, kî dizin Erdogan bigre malik lê divirite…

XXX
Piştî eşkerebûna vê sosireta bertîlê îşê hukûmetê pir zor e û bi îhtîmaleke pir mezin ewê perçe bibe. Ji ber ku diz, çete û bertîlxur ne ev çar wezîr tenê ne, pir in. Ev perçebûn her ku here ewê zêde bibe. Ewê nuha bertîlxuriya hin wezîrên din jî derxin. Yanî ev hevîr ewê hîn gelek av hilkuşîne…

Lê ya xerab alternatîfa hukûmetê jî hîn tuneye. Lê dibe ku di vê mij û dûmanê da hin alternatîfên nuh derkevin.

XXX
Wek Heyder Diljen jî gotiye, bi rastî jî ji ber gendelî, bertîl û rişwetên bi milyar dolaran yên li Tirkiyê ketine bêrîka wezîr û zarokên wezîran serê dinyayê tevlihev bûye, li hemberî reqemên hewqasî mezin dinya gêj bûye û nizane çi dike…

Li dera dibê germ be dike zivistan, pûk û tozan û berfê dibarîne û li dera dibê sar be dike buhar.
Min bîstek berê li rapora hewayê nêrî, li bajarê min Wêranşrê di binê sifirê 16 derece sar e û li Stockholmê jî di ser sifirê ra 3 derece germ e.
Meriv matmayî dimîne…
Ez fêm nakim meriv çawa diwêre bertîlên hewqasî pir, hewqasî mezin ji xelkê bigre?
Yek reqemên hewqas mezin wek bertîl teklîfî min bike, ji tirsa ewê dilê min bisekine…
Tobe tobe, ev wezîrên Erdogan bi rastî jî dikanin deve tevî hawidê wî daqultînin û zikê wan jî nenepixe…
Bi rastî jî mêrikan mezin dilîzin û loma jî pariyên mezin dadiqultînin...

19 december 2013

Çîroka du kûsiyan


Dibêjin rojek hat li wekatê kûsiyan av nema, çiqas gol û çem hebûn hemû miçiqîn. Kûsî giş li hev kom bûn, li ser dîtina çareyekê peyivîn. Nizanîbûn ewê bêav çi bikin û bi ku da herin?
Ji her kûsiyekî dengek derdiket, her yekî tiştek digot, pêşnîyarek pêşkêş dikir.
Gelkî serê hev êşandin. Di dawiyê da kûsiyekî rîsipî dengê xwe bilind kir, got:


-Hela bîstekê guh bidin min. Li pişt vî çiyayê hember golek mezin heye. Ji we haya gelakan jê tuneye. Heger em kanibin xwe bigihînin wir mesele namïne, emê xelas bibin.

Lê hemûyan nikanîbû çiya derbas bikra û xwe bigïhanda pişt çiyê. Di nava wan da yên gelkî kal û pîr, yên nexweş, yên biçuk û yên seqet hebûn. Rê dûr bû. Lema jî çûyna hemûyan zor bû. Ya baştir ew bû ji nava xwe du hebên herî xort, herî jêjahtî bişînin avê.
Û wer jî kirin, ji nava xwe du kûsiyên xort û jêhatî hilbijartin û şandin avê.

Herdu kûşî ketin rê, çûn, piştî 20 salan gihîştin ser golê. Lê hew pê hesiyan ne satilek, ne jî tasek bi xwe ra anîne. Gotin em çawa bikin, çawa nekin, yekî got:

-Dibê em yek herin satilekê bînin, bira yê din jî li vir li br golê be, ji bo ku kes neyê ava golê nebe, avê neqedîne.
Yê din got rast e:
-Tu here, ezê li vir bim.
Yê din got:
-Nabe, ez herim ya tu avê gişî vexwî û biqedînî? Wê demê emê hemû ji tîna bimrin.
Kûsiyê din got:
-Ez sond dixum heta tu neyê ezê devê xwe bi avê nekim. Tu herî satilê bîne, heta tu werî ezê li vir li bernde te bim.
Li ser vê, kûsiyek ket rê û çû, yê din jî li wir li ber golê ma.

Di ser çûna wî ra 20 sal, 30 sal derbas bû, kûsî nehat. Dawiya dawî kûsiyê li ber golê got:

-Wiha nabe, ez ji tîna bahecîm. Wisa xuya ewê neyê, belkî bi rê da tiştek hat serî. Belkî hemû ji tîna mirin. Ya baş ew e ez hinek av vexwum, qenekê ez ji tîna nebehecim, nemirim. Bira li dinyayê qira kûsiyan neyê. Heger ez jî bimrim li dinyayê ewê kûsî nemînin.

Û dûra jî serê xwe hêdî ka dirêjî avê kir ji bo qultek av ji golê vexwe. Lê hîn devê wî negihîştibû avê, ji nav qamîş û deviyên li kêleka golê xiştînek û dengek hat, got:
Kûsiyê hevalê wî got:
-Mêze heger tu wiha bikî ez naçim haaaa!!
Gava bawerî tunebe netîce ev e…

Çete çeteyan îfşa dikin


Tirkiye wek dewlet, dewleteke mafîya ye, wek dewletek mafîa avû bû û heta nuha jî wiha dom dikir.
Heta nuha kê dewlet girt destê xwe û hat ser hukim di demeke pir kin da bi qasî Qarûn dewlemend bû.

Heta 20 sal berê jî Erdogan siyasetmedarekî feqîr bû, tiştekî wî tunebû, lê piştî bû serokê belediya Stenbolê û dû rû ra jî serokwezîr, bû xwediyê katirliyonan. Îro tu kes bi hed û hesabê serweta Erdogan nizane…

Ev yek ji bo piraniya parlamenter, wezîr û brokratên wî jî wiha ye. Loma jî pir ne ecêb e 4 wezîr û bi dehan brokratên hukûmeta AKP-ê ji xelkê bi milyonan dolar û euro rişwet girtine. Ji xwe ew ji bo vî karî bûne parlamenter û wezîr.

Yên rişwet xwarine ne ev herçar wezîr tenê ne, hema hema hemû wezîr vî karî dikin, bi riya bertîlê barê xwe digrin û di nava çend salan da dibin xwediyê qesir û qonaxan.

Ma di nava AKP-ê da kîjan wezîr û parlamnter feqîr e ku? Piştî dewreyek parlamenterî ya jî wezîrî temam e.
Li swêd serokwezîr, wezîr û parlamenterên ev 20-30 sal in di meclîsê da ne pir pir xaniyek û havîngeheke wî heye.

Yanî li Swêd di siyasetê da pere tuneye. Rişweta herî zêde ya xwaruneke luks e, ya bilêta tiyatroyekê ya jî mesrefa tahtîlekê ye... Loma jî kes zû bi zû xwe tevî siyasetê nake.

Ji ber vê yekê ye ev çend sal in partiya Sosyaldemokrat dike nake nikane serokekî baş bibîne. Kes xwe nade ber. Û bi îhtîameleke pir mezin ewê bibe serokwezîr. Lê dîsa jî kes qebûl nake.

Lê li Tirkiyê bira serokwezîrî û serokatiya partiyê li wir bimîne, ji bo muxtariyekê însan bi çewalan pera dirjînin.
Ji ber ku Swêd ne dewleteke mafîa ye, kes nikane piştî 3-4 sal parlamenterî û wezîrî bibe xwediyê milyar dolar…

XXX
Dewleta tirk wek dewleteke qanûnî, medenî û demokratîk ava nebû, bi rê û metodên mafyawarî û li ser talan û xwîna miletên din ava bû.

Loma jî ji roja ava bûye û virda ye di nabêna birêvebirên vê dewleta sicîlxerab û korsan da şerekî mafyawarî yê bênabên heye.
Şerê di nabêna cimata Gulen û hukûmeta Erdogan da jî ev şer e. Ji ber ku dewleta wek rêxistineke mafyayê ye û loma jî destguhertina wê jî bi metodên mafyawarî

18 december 2013

Kurdî tahl e tirkî şîrîn e


Ez nizanim gelo ji ber şansê tirka ye, ya jî ji ber mezinayiya zimanê tirkî ye ya jî di şexsiyeta me kurdanda kêmasiyek derûnî heye loma destê kurdan ji tirkî nabe. Kurdên xwedêgiravî herî kurdperwer û kurdîzan jî ji tirkî qut nabin. Tirkî wek mîknatîzê tim wan berbî xwe ve dikşîne.

Her ku ez vê rewşê dibînim madê min ji tirkî digere, tirkî li ber çavê min dibe marê reş…

Hin xwendevan dibêjin kurd mecbûr in, rast e, li Tirkiyê carnan meriv mecbûr e. Ez viya dizanim û qebûl dikim.
Lê ez qala rewşên mecbûrî nakim, ez qala rewşên nemecbûr dikim. Mesele kurdek ne mecbûr e bi tirkî ji min ra bibêjê ”merheba”! Dibê bi kurdî binivîse.

Hin nivîskarên kurd piştî 30-40 sal nenivîsîna bi tirkî ji nuh ve li tirkî baniyan e û dest bi tirkî kirine. Tew yek heye berê qet bi tirkî nenivîsî bû lê nuha wa ye wî jî dest bi tirkî kiriye, dixwaze tirkî fêr bibe.

Ez di facebokê da dibînim, kurdên ku meriv, dost û hevalên hev in û herdu serî jî kurdî baş dizanin lê dîsa jî ji hev ra bi tirkî dinivîsin. Facebook ne dahîreyeke Tikriyê û ne dikaneke tirk e û kesên em jê ra dinivîsin jî ne tirk in, bi kurdî dizanin.

XXX
Kurmê darê ne ji darê be dar narize. Belkî kurmê dara Erdogan jî tevgera Gulen be. Bêyî Gulen kes nikane zora Erdogan bibe…

XXX
Şêwirmendê Erdogan Yalçin Akdogan derbarê şerê nabêna Erdogan û cimata Gulen da gotiye, ”Em hemû heta qirikê ketine pîsiyê, heger em şerê hev bikin, hûnê jî, emê jî mehû bibin…!

Dogan baş dizane herdu seriyan jî bi hev ra çi jahr belav kirine, loma jî dixwaze şer kûr nebe.
Lê ewê kûr bibe, çare tuneye, Erdogan ewê li bela xwe rast were. Ji ber ku pir stûr bûye…

XXX
Siyaseta kurd kiritîkê qebûl nake, ya tu yê jê ra bi şeqşeqçî û şelaf bî ya jî tu dijmin î.
Edebiyata kurdî jî wisa ye, ya tu yê reqlamcî û propagandîstê wî bî ya jî tu nezanî, tu xêrnexwaz î.

Lokman Ayabe li ser minaqeşeya Remezan Alan û Ferzan Şêr "gotiye, ”Sal bûyê 2013 lê hê jî di edebiyata kurdî de kes nikare ji kesî re bibêje; "birako kumê te xwar e."

Lokmanê hêja, yê ji nivîskarekî ra bibêje ”kumê te xwar e”, nivîskar jî jê ra dibêje, ”yê te jî devê texwar, kesê devxwar nikane ji xelkê ra bibêje kumxwar…
Te fêm kir…
Sebebê vê yekê jî kes kesî naecibîne…

PARVE BIKE