08 januari 2014

Mang, ker û bergîr


Dibêjin rojekê kerek, mangeyek û bergîrek hatin ba hav, gotin hela ka em carê herin li dinyayê bigerin, em bala xwe bidinê însan çi dikin, çi nakin?
Gotin emê cihê cihê, sê salan li dinyayê di nava însên da bigerin, însên nas bikin, bala xwe bidin halê wan û piştî sê salan emê li vir dîsa werin ba hev, kê çi dît ewê ji hev ra qal bike…

Bi vî hawî li hev kirin û dû ra jî heryekê berê xwe bi alîkî da kir û çû.
Piştî sê salan berê mange û dû ra jî bergîr hatin ciyê hevdîtinê.

Herdu jî di halekî pir perîşan da bûn, hestî û çerm mabûn. Diranê wan weşiya bûn, pişta herduyan jî kurmî bûbû.

Bergîrê bi meraq ji mangê pirsî:

-Xweha(Xwişka) mange, ev çi halê te ye? Tu çima ketiye vî halê xerab? Mangê keserek kûr kişand û got:

-Qet nepirse, heka bergîr. Însan pir bê merhamet in. Zulmeke mezin li min kirin. Yekî ez firotim yekî din. Yê ez kirîm ez dotim. Ev ne bes bû, mangeyek din dan kêleka min û bi me cot kirin. Rindikî êm nedan me. Em tî hîştin, birçî hîştin û tim dotin. Min bi zor xwe ji nava lepên wan xelas kir.

Dû ra îcar mangê ji bergîrê pirsî, got:

-Hekê bala min lê ye halê te jî ne tu hal e, tu jî wa ye wek min ketiye ber destan. Tu çima hewqasî zeîf bûyî ?
Bergîrê bi derd serê xwe hejand û wê jî wek mangê keserek kûr kişand û got:

-Tew qal neke. Tiştê hat serê min ji yê te ne kêmtir e. Hesenik kirin devê min, min ne kanîbû devê xwe vekira, ne jî kanîbû tiştek bixwara.
Bi şev û roj li min siwar hatin, min nikanîbû dengê xwe bikira.
Yek dadiket, yekî din li min siwar dibû.
Û yê li min siwar dibû jî bi siwarbûnê tenê nedihat serî, di ser da jî bi qamçî û hezîranan li min dixist. Min çi bikira jî ço ji ser serê min kêm nedibû.
Û dema ez ji hêz da ketim û êdî nedibû li min siwar bin, rabûn erebeyek li dû min girê dan. Îcar min him ew li dû xwe kişandin û him jî barê wan.
Yê ez diajotim wer li min dixist ji bo ku ez hîn zûtir herim. Tu nemabû ez di kar da bimrim. Axirê min fersendek dît û ruhê xwe xelas kir…

Hîn mangê û bergîrê derdên xwe wiha ji hev ra digotin, bala xwe danê wa ye ker bi lotik ji hember da tê, dide lotikan, dizere, xwe bi vî alî û wî alî da çind dike, welhasil pir kêfxweş xuya ye…

Û di ser da jî gelkî qelaw bûye. Pûrta wî dibriqe, devê wî ji ken nayê hev. Qatek kincê qebardîn bera ser bejna xwa daye, tu dibêjî belkî ne ker e, qorqor bege, beg û paş ye…

Mangê û bergîrê bi rengekî matmayî gotin:

-Birakêr ker, ev çi halê te ye, hala ka bibêje te çi dît, çi nedît? Tu çima hewqasî kêfxweş î?

Ker awirekî cidî da xwe û bi ruyekî geş got:

-Piştî ez ji we veqetiyam ez çûm welatekî dûr. Min dît wa yek deketiye ser dîyarekî bilind û diqîre û dike birre birr…
Her ku diqîre însanên li dorê bêtir jê ra li çepikan dixin.
Ew dike birre birr û însan li dorê kom dibin û jê ra li çepiakn dixin.
Ez jî çûm derketim ser diyarekî bilind û min jî wek wî dest bi qîrînê û zirînê kir. Heta ji min hat ez ziriyam, ez qîriyam û min ji wî bêtir kir birre birr û hirre hirrr…
Hûn zanin zirîna min çawa ye, min erd û ezman hejand. Dengê min ji yê wî bilindtir bû. Kê dengê min bihst bazda, hat ba min.
Herkesî xeber da hev, di demek kin da dora min tije însan bûn.
Her ku însan hatin û qelebalix zêde bû, min jî dengê xwe bilindtir kir. Ew hatin û min dengê xwe bilidtir kir. Ew hatin û ez bêtir ziriyam…
Min qala heq, huqûq, wekheviyê û edaletê kir.
Min got dibê dewlet, hukûmet, siyasetmedar ji gel ra xizmetê bikin, tim di emrê gel da bin, dibê siyasetmedar paqij be, rastgo be, derewan neke, bertîlê nexwe.
Welhasil heta ji min hat, min tişt miştên wiha li dû hev rêz kirin….

Devê mangê û bergîrê ji hev çû, xwe ranegirtin, gotin:

-Ê dawî, dawî çawa bû?

Ker got:

Ma dawî ewê çawa be, milet tavilê ez kirim serokê xwe!
Mange û bergîrareben hinekî din jî matmayî man û gotin:

- Tu rast dibêjî? Yanî nuha tu kirin serok, tu bû serokê însên?

Ker got:

- Erê, ez bûm serokê wan…
Ne hewce bû min tiştekî din bikira, birr birr û zirîna min têrê kir. Her ku ez dizirîyam, dihîriyam wan ji min ra li çepikan dixistin û digotin:
”Her bijî!
Em bi te serbilind in!
Ev milet bi te îftîxar dike!...”
Min jî xwar, vexwar û kir qêrîn!

Begîr û mangê gotin:

-Ma fêm nekirin tu ker î?

Ker got:
-Weleh nîvî fêm kir, nîvî fêm nekir. Yên fêm kirin nikanîbûn bi yên fêm nekiribûn bidin fêmkrin. Loma min jî heta dawiyê kêfa xwe kir…!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE