01 januari 2014

Dawiya salê û nivîsa dawî



Ez û Hêvî xanim derketin gera xwe ya îsal ya dawî, em nuh vegeriyan mal. Me bi vê gera xwe ya dawî xatir ji sala 2013-a xwest.
Xanim qahwê çêdike û ez jî van rêzan dinivîsînim.

Em li dora gola Albyê baş çerx bûn, kes tuneye. Dinya sakîn e, hewa 7-8 derece germ e, kêf kêfa beytikan e; çîveçîva wan e ji ser vê darê xwe çindî ser wê darê dikin. Hewşa me bûye warê wan, ji dengê wan em ji guhan kerr bûne.

Erê erê, sal diherin û em jî pê ra kal û pîr dibin. Ji dêlî ku em bi vê kalîtiyê û pîrîtiyê xemgîn bibin, em xwe dixapînin û sala nû, sala ku em saleke din kal kirine pîroz dikin.

Belkî jî wiha baştir e, em xemgîn bibin, têkevin panîkê ewê xerabtir bibe, loma jî ya baştir ew e em guh nedin salan û ji xwe ra, ji gelê xwe ra tiştekî biafirînin, berhemekê, mîratekê li dû xwe bihêlin.
Min îsal çi kir û çi li pey xwe hîşt?

Min nuha bala xwe da bloga xwe, min îsal heta vê saetê tam 364 nivîs/meqale nivîsîne. Ev jî tê maneya min rojê ji nivîsekê zêdetir nivîsî y. Berhemeke ne xerab e…

Min li kitêba xwe ”Antolojiya çîrokên zarokan” gelek çîrokên din jî zêde kir û ji bo çapa duyem da weşanxaneya Rûpelê. Li gorî soza wan dibê berî serêsalê derketa lê derneket.

Ez bi rengekî bênabên çîrokên zarokan kom dikim, ji bo çapa sêyem belkî hejmara wan derkeve 200 hebî. Di çapa duyem da ji 150 hebî zêdetir in.

Di sala 3013-a da xeyala min ya vegera welêt xurttir bû û min li Wêranşarê ji xwe ra kusêxek kirî . Dibê berî serêsalê teslîmî me bikirana lê waye derew derket, ma hêvînî. Hêvî dikim havînî biqede.

Rewşa kurdan jî li gorî par, bi giştî baştir e û baweriya min ew e di rojên pêş da ewê hîn jî baştir bibe.

Heger rewş wiha dom bike û kurd bi hev nekevin li Kurdistana bakur(Tirkiyê)jî di çend salên pêş me da gelê kurd ewê bigihîje azadiya xwe.

Yanî tiştê heta 10 sal berê jî me xeyal nedikir ewê bi rast bigere; em gelkî nêzî azadiyê bûne.

Ji bo ku rojekê berî rojekê em bigihîjin azadiya xwe hilbijartinên adara 2014-a gelkî muhîm in.

Di vê hilbijartinê da dibê kurd li Kurdistanê rayên xwe zêde û
AKP jî kêm bike. Ev jî hinekî girêdayî siyaset û namzetên BDP-ê û tifaqa kurda ye…

Bi hêviya em di wexteke kin da welatê xwe rizgar bikin û wek her miletî bigihîjin azadiya xwe. Ji bo ku em wê rojê zûtir bibînin dibê di sala 2014-a da em tifaqa xwe qewîtir û xebata xwe zêdetir bikin.

Bi vê hêviyê û baweriyê ez careke din sala 2014-a li we hemû dost û havalan pêroz dikim û dibêjim bimînin di kêf û xweşiyê da….

2013-12-31

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE