19 januari 2014

Dil dîsa hat zimên...


Ez û Hêvî xanim nuh ji ger û seyranê hatin. Em li dora saet û nîvekê di vê berf û pûkê da geriyan.
Xweza sipîboz xemilî bû, bêdengiyeke bêemsal girtibû ser xwezayê. Kuliyên berfê li hewa ketibûn govendeke bêdeng û bi nazenînî xwe bera erdê û ser bedena me didan.

Çend kal û pîr rastî me hatin, ew jî derketibûn gerê. Ji hev ra hin tişt digotin, min di dilê xwe da got, belkî ji hev ra qala rojên borî dikrin.

Kela dilê min jî rabû, hawîrdora bêdeng, xwezaya sipîboz, kuliyên berfê yên li asîman diliîstin û kartekurta nigên me, kela dilê min rakir û xwest vegere rojên berî. Lê min guh nedayê û bi dizî aş kir, min got, ”mîrê min heliz borî…”
Li ser gir û kaşan çend dê û bavan bi zarokên xwe ra dilîstin, bi taxûkan(kaşkaşokan) xwe dişemitandin, zarok tot dikirin, şûş dikirin…

Kêf kêfa zarokan bû, diketin, diqîriyan, bi ketina dê û bavên xwe dikeniyan...
Ez bîstekê sekinîm û min li wan temaşe kir. Ez çûm salên xortaniya xwe, wextekê wek van bavan min jî bi zarokên xwe ra wiha dilîst, wextekê ez jî wek van bavan diketim û zarokên min jî bi min dekeniyan, ew jî bi ketina min dilşa dibûn…
Ez ketim xem û xeyalan, koveneke giran xwe bera ser dilê min da. Min got:

Xwezî ne mahcir bûma,
ne li vê xerîbiyê,
li welatê xwe bûma
xwedî al û dewlet bûma
wek van dê û bavan
ez jî dilşa û bêxem bûma
ji bo pêşeroja zarokên xwe
dilrehet,
ne bi kul û derd bûma

2014-01-18

XXX
-Lolo kuro min ji te ra negot
şara serê min zeriyê pir giran e
rîşiyên şarê hûr badane
destê xwe deyne ser sê min
wê ji min ra bibe îlac û derman e

-Xezala min sekiniye li ber kaniyê
şara nîşaniyê li ber eniyê
dinya jî xera bibe
tu tim hezkiriya min î
weleh bileh
terka te nakim heta mirinê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE