22 januari 2014

Ferqa nabêna mêr û jinê


Ez tim ji xanimê ra dibêjim, wê roja ku peyayên(zilamên) kurd jî wek jinan xêra hev bixwazin, ji hev hez bikin kurd ewê bi ser kevin.

Dijminatiya di nabêna partî û hêzan da heye, di esasê xwe da dijminatî û şerê nabêna peyan e. Di nabêna jinên ji fikrên cihê, bawriyên cihê wek ya peyan dijminatî û berberî tuneye.
Jin fikrê wan çi be jî, ji kîjan partiyê bin jî li hemberî hev nerm in, wek peya neyartiya hev nakin, serê hev naşikînin.

Ez dibêjim heger nuha ji dêlî zilaman di nava hemû partî û hêzan da jin serdest û xwedî hukim bûna tifaqa netewî ji zûda çêbûbû, ev dijminatî û neyartiya îro di nabêna partiyan da heye ewê tunebûya. Ewê rehettir li hev bikirana.

Yên rê li ber tifaqê û yekîtiyê digrin zilam in, îdeolojiya peya ye. Yên nikanin hevûdu qebûl bikin peya ne, ne jin in. Jinên hemû partiyan bi piranî ji hev hez dikin û dikanin bi hev ra herin kêf û seyranê.

Çimkî jin bi piranî nerm in, bi tolerans in, bi ûjdan, dilbirahm, bînfireh û xêrxwaz in…

Jin wek peya ne şerûd û şerkar in, di tebîet û xisletê wan da kuştina hev û îşkence tuneye.

Hemû qatil, hemû îşkencecî, hemû celad zilam in…
Peya neyarên hev in, ev yek di tebîeta wan da heye.

Xanima min gava dibîne jinek, ji kîjan fikrê û partiyê dibe bira bibe, tiştekî baş dike, bi pêş dikeve kêfa wê tê, fena ku wê kiribe dilşa dibe.

Lê peya ne wiha ne, endamê partiyekê tu carî bi serketina partiyeke din kêfxweş nabe, belovacî wê, dixwaze têk biçe…

Loma jî ez tim dibêjim, xwezî rehm û xêrxwaziya di dilê jinê da heye, di dilê peyê(mêr, zilam) da jî hebûya, xwezî peya jî wek jinan ne hesûd û avakar bûna, bi tolerans bûna, hewqasî ne bi girr û ne şerûd bûna…

Bi hêviya hemû tebîet û wesfên jinan yên baş, yên dayikiyê û yên avakar rojekê bibin nesîbê me peyan jî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE