21 januari 2014

Tiştê Tirkiyê aniye serê kurdan ji ya rejîma Sûriyê ne kêmtir e...


Hemû kanalên telewîzyonên tirk hin rismên îşkencê û wehşetê belav dikin. Li gorî îdîeya hukûmeta AKP-ê û medya tirk ev îşkence û wahşet ji alî rejîma Sûriyê ve hatiye kirin û zabitekî sûrî ew risim girtine. Dikane rast be, ji wan ne dûr e, lê dikane yên hevalbendên Erdogan(El Nus, El Qaîde)bin jî. Ji ber ku hevalên Erdogan jî ji rejîma Esed ne kêmtir in.
Nuha belavkirina risman piçekî manîdar e. Ev risim çima heta nuha nehatin belavkirin?

Edogan bi van risman dixwaze qezenceke siyasî bidest xe, dixwaze bi van risman xîtabî dil û ûjdanê bîr û raya giştî bike. Yanî di di belavkirina risman da hesabekî siyasî heye. Ev vekirî ye.

Lê em dizanin li Tirkiyê tîmên taybet û artêşa tirk jî gelek wahşetên wiha li hemberî kurdan kirin, serî, poz û guhên gerîlayên kurd jêkirin, li ber cendekên perçebûyî yên gerîlayên kurd rismêm xatirayê kişandin. Cendekên gerîlayên kurd wek peza qurbanê, di pişta wan da xencer avêtin ber heykelê Ataturk, yanî jê ra kirin qurban…

Lê Erdogan carekê jî qala wê wahşeta leşkerên xwe nekir, negot ev sûcekî li dijî mirovayê ye…
Medya tirk jî bi vê heyecanê û berfirehiyê ew wahşet belaw nekir. Çimkî ew kurd bûn. Çimkî yên ew wahşet kiribûn artêşa tirk bû, loma bincil kirin, loma nexwestin dinya bibîne…
Dibê em kurd viya jî bizanibin…

XXX
Weleh ez îşev dîsa bûm kebanî. Xanimê do êvarî qala masiyan kir, got ”tu zanî me zûda ye masî nexwarîye…”
Min mesele fêm kir, dilê wê masî dixwaze…

Îro ez çûm ser masîfiroş û min du masiyên sorik kirîn. Hoste ji min ra xweşik fîle kir.
Ez ji masiyê sorik hez dikim. Bîna wî tuneye, bêhestî ye û çêkirina wî jî rehet e, hema meriv sor dike.
Min zeleteyekî firingiyan û pel û pincêr jî da ber. Sos ji xwe min kiribû. Min patatên xwe jî kelandin. Êdî tu kêmasiya me tunebû.
Bawer bikin tu nemabû min tiliya xwe pê rabixwara, ji ber ku hewqasî lezîz bûbû…

Masî jî, zelete jî te digot qey ji destê aşpêjekî meşhûr ê xelatgirtî derketiye...
Lê xanimê dîsa jî qusûrek lê dît, got weleh te hinekî din jî sor bikira ewê xweştir biba.
Adeta xanimê ye, ez çiqasî xweş çêkim jî tu carî wek xwarina wê xweş nabe, ez tim ya şor dikim, ya bêxwê dikim û ya jî wek îşev ”baş sor nakim…”

Yanî ez çi bikim jî tim kêmasiyeke min heye, tim qusûrekê lê dibîne…
Lê tim jî ji min bêtir dixwe, ew jî muamayeke din e…

Û dema ez vê yekê dibêjim jî, dibêje, ”ma ez çi bikim, ez birçî me, ji mecbûrî dixwim…”
Weleh ez dibêjim belkî ne rast e, lê îspata wê zor e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE