26 februari 2014

Cimata Gulen li Kurdistana başûr li telefonên serokên kurdan guhdarî dike


Li gorî xebera rojnameya Yenî Şefeqa Turkî, rêxistina Fethullah Gulen bi hawakî sîstematîk li siyasetmedar, karmend û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana başûr guhdarî dike.

Tê gotn ku Gulen, gelek kesên bi kurmancî, soranî û erebî dizanin ji bo sîxuriyê li Kurdistanê bicî kirine.
Bi bawriya min xeber dikane rast be. Yanî bi kêmanî cimata Gulen li Kurdistana başûr karekî wiha dike.

Çimkî rêxistina ku li Tirkiyê li hemberî mitefîkekî xwe(Erdogan) vî karî bike, çima ewê li hemberî dijminê xwe neke.
Tu rêxistin, tu tevger ji bo kurdan bi qasî ya Gulen ne tahlûke ye, Gulen bi nermayî, bi riya dîn û pera dixwaze kurdan bike tirk.
Lê gelek kurdî hîn jî baş fêm nekiriye ku Gulen neyarekî kurdan yê herî xedar e.

Gulen bi kêmasî bi qasî Devlet Bahçeliyê serokê MHPê neyarê miletê kurd e. Û xebata meketebên Gulen yên li Kurdistana başûr jî ji bo sîxurtiyê û têkbirina desthilata kurda ye.

Lê hin siyasetmedarên kurd yên pûlperest hîn jî derdikven telewîzyonan û pesnê Gulen, mekteb û telewîzyona wî didin. Telewîzyon û mekteb perde ye, ji bo girtina masî kumê serê nîk in. Bi riya teewîzyonê û van meketeban kurdan hin dikire û karên karên sîxuriyê bi bi wan dide kirin.
Dibê em bizanibin ku Gulen van dezgehan ji bo xêrê venekirine, armancake wan heye.

XXX
Derbarê diziya hin wezîr û Erdogan da hin kurd teqrîben wiha dibêjin: Tirk ji dewleta xwe didizin nadizin ne karê me ye ku em li hember derkevin û diziya wan rexne bikin.
Çimkî dewlet deleta wan û pere jî perê wan e, tu sebeb tuneye ku em kurd jî xwe tevî meselê bikin. Ew bidizin jî, nedizin jî ji xwe dewlemendiya welatê me talan dikin. Ha dizîne xwarina ha bi “qanûnî “ xwarine ferq nake...

Bi dîtina min ev dîtineke şaş e, dibê kurd li hemberî dizyên hukûmetê û Erdogan bêdeng nemînin. Ne ku şûrê Gulen bikşînin û wî biparêzin, lê diziyê rexne bikin. Gulen hezar qatî ji Erdogan pîstir û tahlûketir e. Lê dibê kurd li hemberî diziyê bêdeng nemînin.

Dema kurd dizan rexne û rûreş dikin siyasetê dikin, bi nîşandana bêexlaqiya neyarê xwe, neyarê xwe zeîf dikin, di nava civatê da ji îtîbar da dixin.
Loma jî dibê kurd li hemberî dizan û diziyê dengê xwe bikin. Ne ku bibêjin çi ji me ra.

Erê diz nedizin jî malê me dixwin, welatê me talan dikin. Ev rast e. Lê di eşkerebûna diziya neyarên me da tu zirara me tuneye, kara me heye.

Ji ber ku neyarê me xwe wek hukûmeteke “dîndar”, xwedî exlaq û moral nîşan dide. Gava ev sextekariya hukûmetê û Erdogan derkeve, diyar bibe ku Erdogan merivekî bertîlxur, diz û vireke ji bo me baş e.

XXX
Dema li telefonên kurdan tê guhdarîkirin xweş e...

Serokwezîr Erdogan qajeqaja wî ye ji guhdarîkirina telefonan gazanin dike. Guhdarîkirina telefonên xelkê li Tirkiyê ne tiştekî nuh e. Berê jî bi zanebûna hukûmetê li însanan û bi taybetî jî li kurdan dihat guhdarîkirin.

Mesela dema bi van guhdîrikirinên bêqanûnî bi hezaran siyasetmedarên kurd avêtin zindanan Erdogan ji guhdarîkirina telefonên kurdan gazin nekir, li dij dernekt. Bira lidijderketin li wir bimîne, pesnê pûlisên xwe dida.

Lê îro gava serî gihîşt wî û bi guhdarîkirinan diziyên wî eşkere bûn li dij derdikeve, ji bo ku kes nikanibe hesab ji wî û ji zarokên wî bipirse, diziyên wan îfşa bike qanûnan derdixe, dixwaze bi van qanûnan hertiştî bi xwe ve girê bide.
Lê ew çi bike jî êdî herkesî fêm kiriye ku ew diz e û diziyên pir mezin kiriye, zarokên xwe di vî karê qirêj gerandiye.

XXX
Bi xêra şerê Gulen û Erdogan careke din xuya bû ku dewleta tirk dewleteke mafya ye û kesên wê îdare dikin jî çete ne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE