24 februari 2014

Heger Erdogan pir samîmî ye bira ciyê gorrên serokên kurdan jî eşkere bike



Serokwezîr Erdogan, îro li Afyonê di axaftina xwe da tevgera Gulen bi hevkariya bi CHPê ra îtham kiriye û gotiye:

”Di 15ê temûza 1949a da bi biryara Heyeta Wezîran kitêba Seîdê Nûrsî(kurdî)Rehbera Xortaniyê hat yasaxkirin. Îmze ya Serokkomar Îsmet Înonu ye.”

Yanî Erdogan bi vê belgeyê dixwaze bibêje, tevgera Gulen him dibêje ew di riya Seîdê Kurdî da ne û him jî bipartiya ku kitêbên wî yasaxkirine ra hevkariyê dike.

Yasaxkirina kitêbên Seîdî Kurdî ne îfaşakirina sirekî dewletê yê pir mezin e ku kurd pê nizanin. Kurd dizanin vê dewletê çi aniye serê Seîdê Kurdî û çi zulm lê kiriye.

Lê li gel vê jî bi belge îfşakirina hin pîsiyên hev ji bo kurdan baş e, qet nebe ev belge dikeve destê kurdan jî.

Lê dibê em bizanibin ku Erdogan ne samîmî ye, siyaseta rûvî dimeşîne û loma jî belgeyên pir sivik û bêqîmet nîşanî me dide.

Heger Erdogan pir samîmî ye bira biryara Heyeta Wezîran ya vekirin û veşartina gorra Seîdî Kurdî, ya veşartina gorrên Şêx Seîd û hevalên wî, ya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, ya Seyid Riza û lawê wî jî eşkere bike û li meydanan nîşanî me kurdan bide.

Gorrên van serokên kurdan li ku ne?, bira wê jî ji me ra bibêje, bira belge û biryarên derbarên wan da jî nîşanî me bide.

Çimkî veşartin û wendakirina gorrên van mezin û serokên kurdan jî bi biryara Heyeta Wezîran ya CHP-ê hatiye kirin, di binê wan da jî îmzeya Îsmet Înonu û wezîrên wî hene.

Erdogan serokwezîre, dema bixwaze dikane sibe van biryaran hemûyan jî nîşanî me bide, ciyê gorra Seîdê Kurdî, Şêx Seîd, Xalid Beg û Seyid Riza ji me ra bibêje…
Lê viya nake, ji ber ku ew naxwaze sirrê dewleta xwe eşkere bike, naxwaze zirarê bide dewleta xwe.

Naxwaze kurd gorrên bav û kalên xwe bibînin û di şexsên wan da, bi hebûna gorrên wan zulma dewleta tirk li ber çavên kurdan nemir û ebedî bibe.

Bi kurtî Erdogan naxwaze gorrên mezin û rêberên kurdan ji bo zarok û neviyên wan bibin sembol û abîdeyên qetlîamên kemalîzmê yên ebedî. Loma ciyê wan nabêje, loma belgeyên weşartina wan eşkere nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE