23 februari 2014

Tesîr û bandora asîmîlasyonê ji muptelatiya narkotîkayê û alkolê girantir e.


Di mesela axaftina kurdî da min bi xwe êdî hêviya xwe ji siyasetmedarên îro di nava siyasetê da ne berdaye.

Dibe ku ji sedî dudu, sisê ya jî 5 werin qezenckirin, lê ekseriyeteke pir mezin ji tirkî qut nabin, tu kelpetanan bavêjî canê wan jî dev ji tirkî bernadin û kurdî nakin zimanê xwe yê rojane û siyasetê.

Çimkî kurdî, kurmancî û zazakî dilê wan rehet nake, dema bi tirkî nepeyivin di jiyana xwe da kêmasiyekê his dikin. Loma jî kêfa wan ji kurdî ra nayê.

Gava meriv jê ra dibêje, kesê li ser navê me siyasetê bike dibê bi kurdî bizanibe, fena ku tu jê guhertina dîn, bawerî û fikra wî jê bixwazî, hewqasî pê zor tê.

Çawa ku qezenckirina narkomanekî, alkolîstekî salan bi tedawiyê û rehabîlatasyonê pir zor û zahmet e, bi rexne û gotinê qezenckirina siyasetmedarên asîmîle bûne jî zahmet e.
Em çi bikin jî, çiqasî rexne bikin û bibêjin jî vala ye, em Anikanin hezkirina tirkî ji dilê wan derxin û ya kurdî(kurmancî, zazakî)têxin dewsê.

Tesîr û bandora asîmîlasyonê ji muptelatiya narkotîkayê û alkolê girantir e.
Lom jî dibê meriv tu hêviyê ji kesên carê telef bûne neke, di warê zimên da me ew wenda kirine. Dibê di hin warên din da wezîfê bigrin.

Çimkî ew jî bi qasî me kurd in û dixwazin ji gelê xwe ra xizmetê bikin. Lê problem bi zimanê xwe zirarê didin tevgera kurd. Yanî dewra wan êdî qediya ye, dibê hinên din werin dewsa wan.

Baş e çare çi ye?
Çare, dibê ji îro pê da meriv berê xwe bide siyasetmedarên xort, siyasetmedarên kurdîzan, hesabê xwe tenê li ser wan bike, wan derxe pêş, wan bike nûner û berdevkên xwe, wan bike parlamenter û reîs û nûnerên meclîsên belediyan.

XXX
Tu qezenc, tu serketin bi qasî şorişa meriv bi xwe beşdar bibe û dû ra jî wê bi xwe bibîne ne xweş e.

Yula Tîmoşenko xanima ku ev 3 sal bûn girtî bû bi reva Yanukoviç ya ji Kîevê ji girtîgehê hat azadkirin û li Meydana şorişê di nava serîhildêrên ziravpiling da axaftineke kin û dîrokî kir.
Tîmoşenko xanimê got:
-Dîktarorî hilweşiya. Hûn gernasên sedsalê û rizgarkirên/xelaskarên welêt in.

Xwezî bi dilê hemû kesên ku ev du meh in li wê meydanê bi gernasî şer dikin û li ber xwe didin. Û di netîceya vê berxwedana xwe da zora zalim û dîktatorekî birin û îro serketina xwe îlan kirin.

Wan, bi vê mêranî û serketina xwe ne tenê welatê xwe ji dîktatorekî xelas kirin, di eynî wextê da ji cîhanê ra jî bûn nimûne û remzeke bêhempa.

Ez bawer dikim vê serketina lehengên Ukranyayê nuha tirs û xofeke mezin xist dilê Erdogan û zilamên li dora wî jî.

Lê tirk ne ew milet e, carê fêrî îtîatê û serîtewandinê bûne. Meriv hêvî dike ku carekê tirk jî li hemberî zulma dewleta xwe rabin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE