01 februari 2014

Wexta gîha bû kes ne xuya bû


Kurd dibêjin:

-Wexta gîha bû kes ne xuya bû
bû firîk Heso û Huso bûn şirîk
Nuha li Kurdistanê eynî wiha bûye, yên do qet ne xuya bûn û heta hevalên neyar bûn, îro sergovend in û dixwazin bibin şirîk…

XXX
-Wexta kar rû diguherîne, wexta şîvê kevçî tîne.
Wek vê gotina pêşiyan, hin kes li ser sifra hazir rûniştine, lê dîsa jî şêkir tuneye, him dixwin, him kêrê didin sifrê…

XXX
Tu tişt wek hisên dildariyê xweş tuneye, nigên meriv ji erdê dibire, meriv wek qertelekî bi asîmanan dixîne. Meriv dike wek mişkekî serxweş û ji pisikê meydanê dixwaze.
Loma jî gava dil radibe pêdarê dikan bibêje:

-Bira dilê meriv bi dil be
bira tûrê parsê li mil be
bira tûr ji heft ciyan qul be
bira pars ne li vir be
li welatê xerîb û xurbetê,
li nava Ecem û hind be…
bira balgiyê ber serê meriv kevir be
bira doşega bin meriv erdê şil be
bira lihêfa meriv asîmanê şîn be
û xwarina meriv jî pel û pincar
û pariyek nanê gilgil be

XXX
Ev tabela nîşan dide ku em çiqasî reben in !

Ji ber ku li Diyarbekrê hin jinên kurd gihîştine hev aşxaneyek vekirine gelkî kêfa min hat. Ez ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Lê li aliyê din ji ber ku herdu gotinên li ser tabelayê ne rast in, şaş hatine nivîsîn ez pir li ber ketim û pir pê qeherîm. Serokê belediyê Sûrê Abdulah Demirbaş jî beşdarî vekirina aşxaneyê bûye. Heger kurd, belediyeke Diyarbekrê hîn jî nikanin du gotinên li ser tabelayekê jî rast binivîsînin evyek ji bo me hemû kurdan rewşeke pir trajîk e.
Li bajarekî wek Diyarbekrê, bi dehan însan, Abdulah Demirbaş jî di nav da li ber vê tabeleya şaş kom bûne û vê şaşiya beloq nabînin…
Bidardekirin tabelayeka wiha bi rastî jî gelkî şerm e, dibê tavilê were guhertin…
”Cihe xwarîna heremî” şaş e yanî çewt e !!!
Rastiya wê ewê wiha be:
-Keda Jinê. Cihê xwarinên herêmî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE