06 februari 2014

Xeyela rojên borî...


Carnan ji nişkave pêlek tê min û ez dixwazim kar berdim û çolê kevim. Li derên sape bigerim, li ber çemekî bi saetan bi tenê rûnim, guh bidim xuşîna avê û rojên borî bibîr bînim, xeyal bikim…

Zaroktiya xwe, şagirdiya xwe ya ba qonderecî, şimikfiroşî û kestenefiroşiya xwe, berdûşî û rojên xortaniya xwe, evîndariya xwe ya pêşî, çûna xurbetê, karkiriya xwe ya li Stenbolê, leşkeriya xwe, kurdayetî û micadela xwe ya siyasî, zewaca xwe, mahkûmî û hefsa xwe, reva xwe ya dervî welêt, hatina Swêd, rojên destpêkê yên li Swêd, xebat û teşxeleyên li Swêd, çûna Lubnanê û Sûriyê, hatina zarokan, salên li Swêd, vegera ji surgûnê, çûn Kurdistana azad û dawiya dawî jî rojên kalîtiyê, jimartina rojên teqawîdiyê û xeyalên vegera welêt hemûyan di serê xwe da xeyal bikim, wek şirîda fîlmekî paşda bibim û ji nuh ve da lê temaşe bikim…
Lê karê xelkê guh nade xeyalên meriv, wa ye yek hat hundur û ji min alîkarî xwest, dibê ez rabim….

XXX
-Heger di dil da sextekarî hebe, tu dev ji zimên berde, çav jî derewan dike. Dilê sextekar zimên jî û çavan jî fêrî derewan dike…

XXX
Dema mezin bû ewê bibe pûlis
Gundiyekî rihayî li kera siwar bûbû û diçû bajêr. Pûlisê trafîkê ji bo ku pê henekê xwe bike ew sekinand û jê ehliyet xwest. Piştî çend gotinên vir da û wê da pûlis jê ra got:
-Ez cezayê ji kê ra, ji te ra ya ji kerê ra binivîsim?
Mêrik got:
-Ji min ra binivîse, bira sicîla kerê paqij bimîne. Dema mezin bû ewê bibe pûlis…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE