08 mars 2014

Bi minasebeta 8ê Adarê


Îro li Stockholmê roj heye, hewa 10 derece germ e. Ez û xanim piştî xurîniyê me berê xwe da golê, em saet û nîvekê geriyan. Me wek çûkên qefilî li kêleka golê bîstekê xwe da ber rojê, bedena me hinekî sincirî...

Em nuh hatin mal. Min bala xwe dayê roj hîn di hewşa me da ye. Min got xanim, de here ji me ra qahwake kurdî çêke, emê li vir jî, li ber vê roja xweş bîstekê rûnin û qahwa xwe vexwin. Ji min ra çi bibêje baş e!

- Ma tu nizanî îro çi roj e? Ezê li vir rûnim, here ji kerema xwe ra qahwa min çêke û bîne !!!
Min got, hela hela, di taliya emrê me da ev jî hebû. Lê emir emir e, min bi vê riya xwe ya spî wek berxika çû jê ra di cezweyê Diyarbekir da qahwa kurdî çêkir û bi qedehek ava cemidî bir danî ber…

A netîceya wekheviyê ev e, me bi destê xwe, xwe xist vê halî... Weleh gunehê me tuneye, jin çi bînin serê me jî heq û misteheqê me ye û weselam…
De dîsa jî 8ê Adarê li we hemû xaniman pîroz be !

XXX
Ji jinên kurd ra diyariya 8ê Adarê.
Camêrekî gotiye:
-Jin bi serê xwe ne gonca gulê ye, ne jî stirî(dirrî)ye. Tu bizanibî bîn bikî gul e, tu nizanibî bigrî dibe stirî(dirrî).
Eynen wisa ye. Lê herçiqas gul bê stirî nabe jî, bi dîtina min jinên kurd gulên kêmstirî ne. Ew bi reng û dngên xwe, bi xebat û micadele xwe barê mêran siviktir û azadiya me nêzîktir dikin.
8ê Adarê li hemû jinên kurd, çi gul û çi stirî/dirrî li hemûyan pïroz be !

XXX
Do di xeberên telewîzyona Swêd da alimekî got, kesên di nabêna 50 û 65 salî da dibê goştê sor hindik bixwin.

Xwedêgiravî goştê sor îhtîmala kanserê zêde dike û nizanim çi û çi...
Bi bihîstina xberê ra xanimê di cî da xwe guhên xwe mûç kirin û got:
-Got çi, got çi…?

Min jê ra xeber dubare kir. Biziya, got wê demê sibe ji me ra masî bîne…
Min îro nîv masiyê laks(fîleya wî) kirî û anî avêt firnê. Wek hertim min zeleteyekî firingiya jî li ber çêkir. Û patatên(kartol)teze jî da ber.

Bawer bikin li aşxaneyeke masiyan ya luks jî we nikanîbû ew masî bixwara…
Li ser sifrê me li ji hev ra got, ji nuha û pêda emê xwarina goşt kêm û ya masî zêde bikin.

Lê problemek heye, li Swêd goşt erzan e û masî buha ye. Îcar emê çawa bikin ez nizanim…

Yaho her ku meriv kal û pîr dibe, meriv tirsonektir dibe. Weleh xortanî hezar qatî ji kalîtiyê baştir bû, meriv ji mirinê jî neditirsiya…
Xwezî ez nuha xort bûma…

2 kommentarer:

  1. Seata te xwes u qahwe we nosicanbe.
    Diya Viyan

    SvaraRadera
  2. Ya te jî ava xweşka Diya Viyan.

    SvaraRadera

PARVE BIKE