27 mars 2014

Bi vê xeberê ez pir dilşa bûm!

Bi bihêstina vê xebera ez qet ne li bendê bûm ez pir dilşa bûm. Apê min Hecî Emerê Xamo dev ji AKPê berdaye û bi hemû merivên xwe ra çûye tevî BDPê bûye.

Piştî min xeber bihîst, min tavilê telefonî apê xwe kir û ew pîroz kir. Min got, ”apo, esas ciyê te vira ye, nava partiya kurda ye…”
Apê min siyasetmedarekî pir aktîv e, zû li BDPê germ bûbû, ji min ra got, ”erê lo, Emrulah merivekî baş e. Netirse, me qezenc kiriye…”

Berê jî min ji pismamê xwe ra gotibû apê min îqna bikin, bira piştgiriyê bide BDPê, lê min bawer nedikir.
Lê diyar e tiştekî ne mimkûn tuneye, meriv bixebite hetişt mimkûn e.

Piştî ku apê min jî çû BDPê û got ”me qezenc kiriye”, êdî ez bawer dikim ku li Wêranşarê BDP ewê dîsa qezenc bike.
Wek birayê min Berzan jî gotiye, xwezî nuha bavê min sax bûya, ewê gelkî kêfa wî bihata. Ji ber ku herdu tim raqibên hev bûn.
Li Wêranşarê şoreş dibe, eşîr û kesên ku tim û tim bi partiyên dewletê ra bûn îro dev ji AKPê, MHPê û CHPê berdidin û piştgiriyê didin BDPê, piştgiriyê didin ”partiya kurdan”!

Ev, guherîn û pêşketineke pir mezin e. Dibê meriv bingeha vê tifaqa netewî xera neke, firehtir bike.
Ez hemû dost û hevalên li Wêranşarê ev seketin bidest xistine ji dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.

XXX
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê kemalîst û ji ”tirkên xorasanê” gotiye, ”Rast e, HDPê pêşniyara hevkariyê ji me ra anî, lê me qebûl nekir. Me got ewê zirarê bide me. Ez îro jî di eynî fikrê da me.”

Hela hûn bala xwe bidin vî kemalîstî, mêrik hewqasî li dijî kurda ye, piştgiriya wan jî qebûl nake.
Yanî sebebê redkirina pêşniyara HDPê kurd in, ji ber ku kurd di nava HDPê da ne, ji ber ku HDP xwe hinekî nêzî kurdan û BDPê nîşan dide, Kiliçdaroglu hevkariya bi HDPê ra red kiriye...

Mêrik hewqasî neyarê kurda ye rayên wan jî qebûl nake, dibêje nêzîkayiya bi kurdan ra ewê zirarê bide me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE