05 mars 2014

Dizên neqebekê li hev mukir tên


Serokwezir Erddogan, ji bo ku rojevê biguhere û qala diziya xwe nede kirin di heqê Gulen û Cimaeta wî da her roj bombeyeke nuh diteqîne.
Do jî ji rojnamevanan ra gotiye merivên Cimaetê ji tucar û dewlemendan bi riya şantajê xûg girtine. Di topkirina postên qurbanan da sextekarî kirine û di bin navê xizmetê da ji gel bêyî meqbûz pere topkirine.
Û dû ra jî gotiye, di rojên pêş da ewê hemû van şantaj û sextekariyên Cimaetê yek bi yek eşkere bikin û jê hesab bipirsin.
Herdu alî jî sextekarî û diziyên hev eşkere bikin baş e, tiştê me nizanî bû jî emê fêr bibin. Ji ber ku herdu serî jî dizên neqebekê ne loma jî hevûdu baş nas dikin.
Rast e Cimaeta Gulen gelek karên ne li rê û bêqanûnî kirine û her kes jî bi viya dizane.
Lê belê Cimaetê ev karên ne li rê û bêqanûnî bi saya tolerans û piştgiriya Erdogan û hukûmeta wî kiriye û dikir.
Erdogan û hukûmeta wî ji bo ku Cimaet li dijî PKKê, BDPê û ”terorîstan” bû destûr û piştgirî dida van xebatên Cimaeta Gulen yên bêqanûnî .
Cimaeta Gulen bi van xebatên xwe, bi dersxane û qursên Quranê ” mejuyê zarokên kurdan dişuşt, rê li ber ç ûyina ç iyê digirt”, nedihîşt zarokên kurdan bi kurdiya xwe bihesin. Li ser hesabê dewlletê ew asîmîle dikirin.
A ji ber vê xizmeta Cimaetê, hukûmeta AKPê ç avê xwe ji van karên Cimaetê ra digirt û piştgirî didayê.
Lê Erdogan îro ji bo ku diziya wî û havalên wî eşkere nebe ji me ra qala van sextekarî û şantajên Cimaetê dike, ji wan gazinan dike.
Berê jî haya te û hukûmeta te ji van sextekarî û şantajên Cimaetê hebû, çima te sê meh berê nedigot Cimaet ji xelkê bi riya şantajê xûgiyê digre?
Tiştê xuya ye Erdogan dixwwaze şantaj û sextekariyên Cimaetê yên di bin kontrola wan da dibûn ji diziya xwe ra bike maske.
Lê êdî dereng e, milet bi sextekarî, derew û diziyên herdu aliyan jî hesiya ye…

XXX
Tu Keda Min î

Çi dema baran bibare vî bajarî
bîna axê belav dibe li vî canî
ezê te di hundurê xwe da veşêrim
wî navê te yê qedexe di dil da biçikînim
Tu bîbika çavê min î
bedena min dilê min î
hezkirin kedê dixwaze
tu keda min î
çi dema hêsirên te barîn ruyê te
hilma rojê xwe lêda li dengê te
ezê te di hundurê xwe da veşêrim
wî navê te yê qedexe di dil da biçikînim
Tu bîbika çavê min î
bedena min dilê min î
hezkirin kedê dixwaze
tu keda min î
///Samî Arlan
Werger: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE