03 mars 2014

Erdogan 20 sal berê li ser diziya xwe wek rimildarekî peyivîye.



Serokwezîr Erdogan, di wext û zamanê serokê belediya Stenbolê bû, di axaftineke xwe da li ser diziyê û dizan tam wek rimildarekî (munecîm,astrolog) peyivîye, dagotiye:

”Heta nuha min bavê ji ewladê xwe diziyê fêr bûye ne nedîtiye û ne jî bihîstiye. Dizî ji bavê derbasî(sîrayetî) lêw dibe. Ne ku ji lêw derbasî bavê. Her wisa di îdareyan da jî dizî ji jor da, ji berpirsiyarên bilind derbasî berpirsiyarên jêr û ji wir jî derbasî milet dibe…”

Mubarek 20 sal berê berê eynî wek rimildarekî peyivîye, dizanîbûye 20 salên din ewê çi bike.
Bi rastî jî wek camêr gotiye rast e, dizî ji bavê sîrayetî ewlad dibe. Û di dewletan da jî dîsa ji jor da berbî jêr dihere.
Heger birêvebirên dewletekê bertîlxur û diz bin, milet jî hêdî hêdî fêrî diziyê dibe û diziyê normal dibîne.

Ji xwe heger ne ev kultura dizan û diziyê bûya her roj bi sedhezaran însan li dora Erdogan nediciviyan û jê ra li çepikan nedixistin.

Yanî bepirsiayran, dewletê, sîstemê milet jî fêrî diziyê kirine.
Êdî kî dizê herî mezin be milet jî herî bêtir ji wî hez dike, herî bêtir ji wî ra li çepikan dixe. Ji ber ku ew dizê herî mezin e. Ji ber ku kesî nikanîbûye bi qasî wî bidiziya…

Kurd dibêjin xeta xwar ji gayê pîr da ye û tirk jî dibêjin masî ji serî da genî dibe.
Tiştê îro li Tirkiyê rû daye ibret û sosireteke pir mezin e, piştî eşkerebûna diziyeke hewqasî mezin, diz hî jî li ser hukim in û hîn jî bêyî ku fedî bikin derdikevin hemberî milet û qala rastiyê û exlaq dikin…

XXX
Sebebê ku kurdan jî wek miletên din dewleta xwe ava nekirin, nikanîbûn ava bikin nezanî bû. Piraniya kurdan nexwenda û koçer bûn. Loma jî hestên netewî di nava wan da zêde belav nebûbû û ne xurt bû.

Nezanî, cahilî meriv bindest dike. Tenê perwerde û zanîn dikane tifaqa me çêke û me bigihîne azadiyê.
Loma jî ji seydayê Ehmedê Xanî bigre heta bi Qadî Mihemed û Mîr Celaled Bedirxan, hemûyan gotine xwendin, xwendin û xwendin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE