20 mars 2014

Erdogan Cimata Gulen belav bike ji me ra baş e


Şerê Erdogan û Gulen heta yek zora yekî bibe ewê dom bike. Bi îhtîmalek mezin Erdogan ewê zora Gulen bibe û di pêşerojê da ewê hemû mekteb, dersxane û malên telebeyan(yûrd) hêdî hêdî bide girtin.

Erdogan mecbûr e viya bike. Ji ber ku ”marê” birîndar gelkî tahlûketir e, pir êrîşkar e. Loma jî Erdogan ewê bixwaze ”mêr” birîndar nehêle, temam bike.

Lê helbet ”mar” jî ewê li ber xwe bide, ewê bixwaze bi Erdogan vede…
Bêguman herdu serî jî dijminên miletê kurd in û hedefa wan ew e ku tevgera kurd ya netewî têk bibin. Di vê hedefê da di nabêna wan da tu ferq û dijayetî tuneye.

Lê li gel vê jî bi dîtina min Gulen û tevgera wî, ji bo me kurdan sed qatî ji Erdogan û AKPê xetertir e.

Loma jî heger Erdogan bikanibe zora Gulen bibe û Cimatê li Kurdistanê jî tasfiyeke bike, ji bo me kurdan baş e û dibê em pir kêfxweş bibin.

Ji bo me kurdan, Gulen ji Erdogan û Cimatjî ji AKPê pir û pir xetertir e. Dibê em vê ferqê bibînin û siyaseteke li gorî bimeşînin.

Şerê li hemberî partiyeke siyasî ji şerê li hemberî tevgereke îslamî ya tirk gelkî hêsantir e.
Heta nuha gelek partiyên tirk li Kurdistanê pir xurt bûne, lê rojek hatiye qediyane.

Bi dîtina min ev yek ewê serê AKPê jî, wek partiyên din AKP jî ewê biqede, Erdogan jî ewê vê hêza xwe wenda bike û ji ser hukum da bikeve.

Lê tevgera Gulen ne wiha ye. Carê him Gulen wek şexs merivekî pir tahlûke ye û him jî tevger û îdeolojiya wî panturkîst e û neyarê miletê kurd e.

Kesê ji Gulen hez bike, Gulen ji xwe ra wek rêber bibîne miheqeq antî-kurd e, neyarekî kurdan yê sinsî ye.

Dibê em kurd vî qerekterê îdeolojiya Gulen ya panturkîst bibînin.
Gulen dixwaze bi nermayî, bi riya dîn, bi riya biratiya îslamî, bi riya perwerdeyê û alîkariyên madî kurdan ji hestên kurdayetiyê dûr bixe û wan bike dîndarên panturkîst.

Loma jî di şerê Erdogan û Gulen da dibê em tu carî piştgiriyê nedin Cimatê û nebin abûqatê Gulen û tevgera wî. Xwedê bike Erdogan tevgera Gulen ji binde tasfiyeke bike. Tiştekî wiha li kara me ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE