15 mars 2014

Heger kurd hene dibê partiyên wan jî hebin


Her pênc parlamenterên BDPê yên ji hefsê hatin berdan derbasî HDPê bûn.
Parlamenterên BDPê Kemal Aktaş, Faysal Sariyıldiz, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirim, îro bi hev ra civînek çapemeniyê çêkirin û gotin ew derbasî HDPê dibin.
Kurdan wek namzedên BDPê rayên xwe dan wan û loma jî dibê wek parlamenterên BDPê bimana. Mesela heger min bizanîbûya ewê herin HDPê û Kurkçu ewê bibe serokê wan, min piştgiriya wan nedikir.
Ez naxwazim di vê dema krîtîk da bi rexneyên xwe BDPê zeîf bikim ya jî zirarê bidemê. Ez dixwazim di vê hilbijartinê da BDP li hemberî AKPê biserkeve û ji hilbijartinan xalîp derkeve. Ez vê yekê ji bo hedefa xwe ya pêşerojê muhîm dibînim.
Lê dibê ez bibêjim ez bi xwe vê taransferê rast nabînim û wek kurdekî piştgirî daya BDPê nerazîbûna xwe nîşan didim.
Kurdan ne ji bo ku Ertugrul Kurkçu bibe serokê wan ray dan wan. Bira kurd di partiyên xwe da bixebitin û tirk jî di pariyên xwe da.
Bira çepên tirk partiyên xwe çêkin û em bi hev ra hevkariya bikin, bi hev ra cepheyekê çêkin. Lê ne ku wek hertim em nig bin û ew jî serî...
Em ji wan ra partiyê ava bikin, wan bikin parlementer û serêkên xwe. Ev şaş e, dibê meriv li dijî vê siyasetê derkeve. Kurkçu û Onder ji bo ku bibin parlamenter û welatê wan perçe nebe îro piştgiriyê didin PKKê. Lê sibe, roja ku PKK siyaseteke ne li gorî dil wan biparêze, bibêje serxwebûn ya jî fedreasyon ewê jî wek Yalçin Kuçik û Perînçek bibin dijminê PKKê û Ocalan.
Em ji kurdên di anva AKPê da ne dibêjin îstîfa bikin, lê li alî din em diherin dikevin nava partiyek tirk û yekî tirk dikin serokê xwe. Ez bi xwe viya rast nabînim.
Em kurd miletek in, dibê em xwedî dem û dezgehên xwe yên netewî bin, xwedî partî, komele û sendîkayên netewî bin. Ne ku em partiyên xwe fesih bikin û herin têkevin nava partiyên tirk.

XXX
Heger kurd dixwazin şer raweste, aramî were Kurdistanê û ji bindestiyê azad bibin dibê rayên xwe nedin AKPê, nedin CHPê û MHPê. Gava kurdan rayên xwe dan xwe û partiyên tirk li Kurdistanê ray negirtin wê demê mesela kurd bi rehetî hel dibe.

XXX
Bifikire ku îmamek ji cimata xwe ra bibêje ez bi erebî nizanim, nizanim dua bixwînim lê dîsa jî dixwazim ji we ra îmamtiyê bikim.
Helbet tiştekî wiha ne mimkûn e, îmamê bi erebî nizanibe, nizanibe dua bixwîne nikane îmamtiyê bike. Dema bixwaze jî cimatê pê bikene.
Lê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd him bi kurdî nizanin û him jî pêşengiya gel dikin. Û gel jî bi van siyasetmedar û rewşebîran nakene, wan naqewitînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE