04 mars 2014

Îslam nabêje dewletê nexwazin


Yê cara pêşî di sedsala 17a da kurdperwerî û hestê dewletbûnê xistiye dilê kurdan Ehmedê Xanî ye û dû ra jî şêx û melayên kurd in ev fikrên seydayê Xanî di nava kurdan da belav kirine û tim zindî hîştine.

Ji serîhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Mahmûdê Berzencî , Şêx Seîd, Qadî Mihemed û heta ya Mele Mistefa Barzanî hemû serîhildanên kurdan di bêşengiya şêx û melayên kurd da çêbûne.

Tiştekî pir şaş û ne rast e meriv perçebûna Kurdistanê û bindestiya kurdan bi dîn û bi Îslamê ve girê bide. Ne rast e meriv bi îdeolojiyeke din ve jî girê bide.

Yê miletan rizgar ya jî bindest dike ne dîn e, siyaset e, gelek şertên der û hundir in.
Ne tenê kurd, li cîhanê gelek miletên din jî wek kurdan nebûne xwedî dewlet. Hin milet jî te ortê rabûne.

Îslam li hemberî dewletbûnê ne asteng e û ji bo kurdan jî tu carî nebûye asteng. Tiştê nehîştiye kurd werin ba hev sîstema civata kurd û cehalet e. Û helbet li gel vê, hin şertên din yên der û hundur, pirbûn û xurtbûna neyarên me jî roleke muhîm lîstine.
Li cîhanê ne miletên misulman tenê, gelek miletên fele jî nebûne xwedî dewlet.

Yanî dîn, îdeolojî bi serê xwe meriv nake xwedî dewlet. Gelek sebeb û faktorên din hene.
Mesela li Tirkiyê îdeolojiya çep li gel demeke pir kin jî ji Îslamê bêtir kurd ji daxwazên netewî dûr xist û ew kirin têkoşerên çepên tirk û kemalîst.

Tu îdeolojî û bawerî nabêje dewletê nexwazin, yên dixwazin ya jî naxwazin însan in. Carnan di hin demên muhîm û krîtîk da serok û pêşengên zana û dûrbîn derdikevin qada sisiyasî, dibin rêber û vê yekê bicî tînin. Û carnan jî lîderên wiha di wext û zemanê lazim da dernakevin.

Dîtina kesê di dibistanên serdestan da bixwînin nabin rêberên gelê xwe û têkoşerên azadiyê ne rast e.
Hemû alim, lêkolîner, dîroknas, sosyolog, nivîskar, siyasetmedar û serokên kurdan di dibistan û zanîngehên serdestan da xwendine. Lê yên li hemberî neyar serî hildane û kurdayetî kirine jî ew in. Û îro jî ew in.

Heta nuha min nebîstiye şivan, gavan û kurdekî analfabet pêşengiya serîhildanekê ya jî serokatiya tevgereke netewî kiribe.
Bîrbirina azadiyê û avakirina dewleta netewî ne karê merivên cahli û nezan e, karê kesên zana ye.

Xwendin û perwerde bi kîjan zimanî be û di dibistanên kê da were kirin jî ji cehaletê baştir e. Heger ne xêra kesên xwenda û zana bûya belkî heta nuha kurd nemabûn…

Xwendin û nivîsandin tunebe meriv nikane fikrê kurdperweriyê jî belav bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE