20 mars 2014

Li Wêranşara xopan tiştên baş dibin


Li Wêranşarê di vê hilbijartina îsal da eşîrên Wêranşarê yek bi yek dev ji partiyên tirk berdidin û bi meş, bi def û zurne û bi helahalayeke mezin tevî BDPê dipin. Bêguman ev, ciyê kêfxweşiyê ye.

Ez dibêjim belkî di dîroka Wêransasarê da ev cara pêşî ye hewqqas eşîrên kurd û ereb bi hev ra piştgiriya partiyeke siyasî dikin.

Berê jî carê tifaqeke nêzî viya çê bû, lê ew tifaq ji bo piştgiriya sanatoriya Xelîl Begê Millî bû. Lê ya nuha ne ji bo neviyên Îbrahîm Paşayê Millî ye.

Sebeb û bingehê tifaqa îcar hinekî li dijî hukûmetê-dewletê û hinek jî kurdayetîye. Li hemberî dewletê, AKPê piştgiriya kurda ye. Ev yek gelkï muhîm e. Ez bi xwe pir û pir muhîm dibînim û qedir didimê û bi heyecan taqîp dikim.

Loma jî ez bi xwe qîmeteke zêde didim vê pêşketinê û vê tifaqê û nêzîkbûna kurd û ereban. Bi kêmanî qismekî ereban.
Bi qasî xuya ye Emrulah Cîn ewê bi ferqek mezin qezenc bike. Ez ji nuha da wî pîroz dikim.

Heger Emrulah Cîn qezenc bike, dikane bi têkilî û xizmetên belediyê di çarçewa Wêranşarê da bingehê vê tifaqa netewî û hebekî jî li dijî dewlwetê xurttir bike.

Heger belediye partîzaniyê neke û di xizmetê da ferqê nexe nabêna însanan, piştgiriya eşîran ewê dom bike.
Ji bo ku têkiliyên eşîran ji partiyên dewletê qut bibin û ereb xwe nêzî kurdan bikin, vê hilbijartinê zemînekî baş peyda kiriye. Belediye bi siyaseteke rast û millî dikane vê zemînê qewîtir bike.

Bi hêviya ku Emrulah Cîn qezenc bike û li Wêranşarê van tiştên min li jor qal kirin bi cî bîne.

XXX
Diyar e zivistana me poşman bû bi paşda hat. Em bi çend rojên xweş xapiyan, me got qey buhar hat, lê wisa xuya ye em şaş bûne. Zivistan îro(19/3) ji nuh ve bû mîvana me. Derve pûk e, Stockholm di bin berfê da maye...
Swêd wiha ye, meriv tu carî nikane baweriya xwe bi hewayê bîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE