29 mars 2014

Namzet kî dibe bira bibe dibê kurd rayên xwe nedin namzetên AKPê !



Li gorî hin kesan, dibê kurd li Kurdistanê rayan nedin partiyên faşîst û kemalîst yên wek ”MHPê, BBPê, CHPê, IPê.” Lê navê AKPê nabêjin.

Ev jî tê maneya xwediyên vê dîtinê ne li dijî AKPê ne û ne li dij in ku gel jî rayên xwe bidin namzetên AKPê.

Ev, bi rengekî sergirtî banga piştgiriya Erdogan û AKPê ye.
Dîtineke din jî, dibêjin,”dibê meriv rayên xwe bidin kesên kurdperwer û welatparêz…”

Yanî partî ne muhîm e, ya muhîm şexs e. Heger yekî ”kurdperwer” namzetê AKPê be jî ne şaş e ku kurd rayên xwe bidinê.

Ez bi xwe ne bi vê dîtinê ra me, bi baweriya min ya muhîm partî ye, ne şexs e. Dibê kurd li Kurdistanê raya nedin tu partiyeke tirk, AKP jî di nav da.

Pîvana min ”em” û ”ew” in, kurd û tirk in. Dibê em rayên xwe bidin kurdan û partiyên kurd. Lê nedin partiyên tirk, dixwaze bira namzetê wê merivekî pir ”baş” be jî.

Di vê hilbijartinê da ez BDPê û HAK-PARê wek du partiyên kurdan dibînim. Heger li derekê namzetê BDPê ne bi dilê meriv be, ya jî namzetê HAK-PARê ji yê BDPê baştir be, dibê meriv raya xwe bide yê baş.

Lê nede namzetê AKPê. Piştgiriya namzetekî AKPê ji binda şaş e, piştgiriya Erdogan e.

Ya muhîm partî ye. Heger namzet li dijî siyaseta Erdogan ya ”yek milet” bûya nedibû endam û namzetê AKPê.

Û ji xwe heta nuha jî di siyaseta Erdogan da tu giraniyeke ”kurdperwer û welatparêzan” çênebûye.

Erdogan, Arinç û Davutoglu pênc perê xwe jî di wan nedaye û nade. Ew tim û tim mecbûr mane ji Erdogan û Davutoglu ra li çepikan xin û piştgiriya siyaseta wan bikin.

Erdogan û Davutoglu Sûriye û Kurdistana rojava kirin gola xwînê, ka van "kurdperwerên" çi kirin û li dijî kîjan siyaseta Erdogan derketin?

Li Kurrdistanê ji xwe hêza partiyên faşîst û kemalîst pir kêm e, partiya li her derê heye û xurt e AKP ye. Loma jî mesele esas AKP ye.

Namzetê AKPê ”kurdperwer û welatparêzekî” herî baş be jî dibê meriv raya xwe nedê.

Çimkî ray di netîceyê da ne ji wî ra, ji AKPê û Erdogan ra ye. Gava AKP li Diyarbekrê ya jî li Mêrdînê qezenc bike, AKPê û Erdogan qezenc dike, li Kurdistanê piştgiriya siyaseta Erdogan e.

Û dinya jî ewê vê netîceyê wiha qebûl bike. Kesê nebêje efendim weleh ev ray ne yên AKPê ne, ji ber ku ev kes ”kurdperwer” bû loma kurdan rayên xwe dane wî. Tiştekî wiha tuneye. Ev, xapandina kurdan û piştgiriya AKPê û Erdogan e.

AKP hukûmet e û welatê me jî di bin îşxala dewleta vê hukûmetê da ye. Kesê bibêje ez kurd im û li dijî îşxalê me dibê raya xwe nede AKPê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE